Eskeran gule berdan gundiyên ku li pezê xwe digeriyan

  • rojane
  • 12:04 14 Tîrmeh 2021
  • |
img
COLEMÊRG - Eskeran li gundê Marûnis ê bi ser Colemêrgê ve, gule berdan gundiyên ku li pezê xwe yên windabûn digeriyan. Gundiyan têkildarî tiştên qewimîn daxwazname da walitiyê lê bersiva daxwaznameyê nehat dayîn. 
 
Eskeran di 5’ê Tîrmehê de li mezraya Kutus ya gundê Marûnisa bi ser navenda Colemêrgê ve gule berdan Hamît Kaya, Kemal Kûrt û Mehmet Dûman ên li pêzê xwe yên windabûn digeriyan. Gundiyên ku eskeran li wan xist, ji wan re xeber gotin û heqaret kirin pişt re hatin berdan. Dûre welatiyan ji bo eskerên gule berdan ser wan û li wan xistin werin cezakirin daxwazname dan Walitiya Colemêrgê lê ligel ku 9 roj di ser bûyerê re derbas bûne jî hêj bersiva daxwaznameyê nehatiye dayîn. 
 
ESKERAN GULE BERDAN
 
Gundiya di daxwaznameya ku dan walitiyê de wiha gotin: “Em li mezraya Kutus a girêdayî gundê Marûnisê dijîn û bi sewalkariyê debara xwe dikin. Qismekî pezê me ji kerî veqetiyaye û winda bûne. Ji ber vê yekê ji bo em pezê xwe bibinin ketin nava lêgerînê. Lê eskerên wê derê mûameleyeke xerab li me kir û em biçûk xistin. Dema gule berdan ser me û hatin cem me li me dan. Heqerat li me kirin û gef li me xwarin. Ji bo em li pezê xwe bigerin bi çi awayî nebûne alîkar û berovajiyê wê muameleyeke derveyî mirovahiyê li me kirin.”
 
‘XWESTIN ME BIKUJIN’
 
Gundiyan di berdewama daxwaznameyê de ev tişt gotin: “Eskeran gule li ser me barandin û xwestin me bikujin. Bi salan e em li wî cihî ne, warên me ne. Hêj jî qismekî mezin ê pezê me winda ye, ji ber helwesta eskeran em nikarin lê bigerin. Pez bi rojane bê av in. Tiştên li me hatin kirin ên weke lêdan, gef, bikaranîna peywîrê ya xerab hêmanên sûc in.”  Gundiyan di encama daxwaznameyê de jî cih da van agahiyan: “Em dixwazin ku ji bo tişta bi serê me hat, lêkolîn were destpêkirin û ji bo pezên me yên windabûyî ji me re destûr were dayîn.”
 
JI DAXWAZNAMEYÊ RE BERSIV NEHAT DAYÎN
 
Ligel ku 9 roj bi ser bûyerê re derbasbûne jî Walitiyê hêj bersiva daxwaznameyê nedaye. Li ser vê yekê gundiyan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Colemêrgê dan. Serokê Şaxa ÎHD’ê Yûsûf Çobanoglû têkildarî serlêdanê agahî dan û diyar kir ku kesên mexdûr û malbatên wan bi daxwaza alîkariya hiqûqî serî li komeleya wan dane. 
 
Çobanoglû, da zanîn ku wê şopdarê bûyerê bin û wiha got: “Em ê li dijî her cure binpêkirinên mafan li cem gelê Colemêrgê bin.”
 

Sernavên din

16/07/2021
09:07 Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Îbrahîm: Em ê destûr nedin dagirkirina Şengalê
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2021'AN
15/07/2021
22:52 Parlementoya Belçîkayê jî qirkirina êzidiyan pejirand
20:43 7 hezar û 304 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:39 Meclîsa Jina ya HDP'a Amedê hat avakirin
16:36 Ji ber êrişa li dijî HDP'ê 3 kesên din jî hatin binçavkirin
15:30 Gundî mudaxileyî şewata ku leşkeran derxist dikin
15:23 Nivîsên nîjadperest li ser dîwarê mala peywirdarê HDP'ê nivîsandin
15:01 Li Antalyayê êrişê li dijî HDP'ê hat şermezarkirin
14:22 Di lehîya ku li Rîzeyê rabû de 5 kesan jiyana xwe ji dest da
14:07 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:00 Şewat li ber vemirandinê bû lê helîkoptêran gur kir
13:21 Malbata Şenyşar: Em ji bo Yildiz ê AKP'î jî li benda biryarnameyê ne
11:54 Nacî Încî bi wekaletî tayînî Bogazîçiyê hat kirin
11:53 Dema êrişkar kameraya ewlehiyê ferq kir şalter anîn xwarê
11:39 Li Licê daristan şewitî
10:54 Li Geverê bîranîna 14'ê Tîrmehê
10:35 Ji bo Cejna Qurbanê ava gundên Hezoyê hat berdan
09:58 Ji ber ku biryara lêgerînê xwestin polîsan îşkence li wan kir
09:40 Ji ber çûyîna Erdogan a Qibrisê wê TDP meclisê boykot bike
09:13 Piştî navenda çandê hat girtin xwe bi xwe fêrî muzîkê dibe
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 231'emîn de berdewam dike
09:11 Hevserokê HDP'a Avcilarê ku mala wî hat gulebarankirin: Em ê paş de gav neavêjin
09:11 Ji ber rakirina sêncên li ber şaredariyê derbarê wan de îdianame hat amadekirin
09:10 DEDAŞ'ê li Rihayê bi hezaran abone dan ber îcrayê
09:10 Omeroglû: Dibe ku di Îlonê de pîkek nû rû bide
09:09 Serokê Odeya Çandiniyê ya Wanê: Heger tevdîr neyên girtin dê fiyetê nan du qatî biha bibe
09:08 Hatîmogûllari: Êriş, piştgiriya ji bo HDP'ê zêde kirin
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:56 Melîh Bûlû bi biryarnameyê hat bi biryarnameyê çû
14/07/2021
22:21 6 hezar û 907 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:33 Rihayiyan Bûldanê bi tembûrê pêşwazî kirin
16:58 Şewata ku li Bestayê derket belav dibe
16:54 Bêyî ku biryara binçavkirina wan hebe li qereqolê tên rawestandin
16:54 Dermankirina penaberên birîndar didome
16:44 Şahid di danişînê de vegot: Dozger got ‘Bêje min Elçî kuştiye, ez ê te berdim’
16:41 Zarokê ku hatibû îdiakirin li qursa quranê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
16:22 9'emîn Bultena Pandemiyê ya TTB'ê: xiza parastina ji koronayê li bajarên herêmê kêm e
16:20 Hevseroka MEBYA-DER’ê Almas nehat berdan
15:54 Di doza cînayeta Dînk de biryara bihincet aşkera bû
15:46 Bûldan: Wê kurdek jî bi AKP’ê re li ser maseyê rûnenê
15:39 HDP’ê ji bo 14’ê Tîrmehê daxuyanî da: Wê têkoşîna me bidome
15:26 Karkerê ku di teqîna li METAŞ'ê de giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
14:53 Daxwaza lêkolînkirina Komkujiya Geliyê Zîlan
14:52 Ebrû Gunay: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan
14:27 ÎSÎG: Di meha hezîranê de 173 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:53 Huda Kaya: Desthilat ji êrişê berpirsyar e
13:43 Civîna HDP’ê ya rêxistinkirinê di roja sêyemîn de ye
13:26 Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo Geverê daxuyanî da
12:58 AYM’ê têkildarî îşkencekirina welatî biryara binpêkirinê da
12:54 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
12:53 Doza rojnameger Şahîn û Gayip taloq bû
12:43 HDP'î ber bi Marmarîsê derketin rê
12:04 Eskeran gule berdan gundiyên ku li pezê xwe digeriyan
11:50 Doza xizmên qurbaniyên Roboskiyê dîsa hat taloqkirin
11:27 Danişîna doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:41 Girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê dikin hucreyan
10:40 Bûldan li Rihayê ye Şenyaşar di bin çavan de ne
10:18 Piştî 57 rojan cenazeyê Bûlat dan malbata wî
10:15 Gardiyan li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de didin
09:46 Li dijî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê êrişa çekdarî pêk hat
09:28 Generalê biçûk ê Apê Mûsa: Cesareta wî ji temenê wî mezintir bû
09:25 Bavê Îsa Uke: Ji ber xemsariya DEDAŞ û DSÎ'yê cînayet pêk hat
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê derket 15 rojan carekê
09:21 SAMER: Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye
09:20 Îstinafê di Doza JÎTEM'ê ya Qoserê de 'bêcezatî'yê pesend kir
09:17 10 salên li Girtîgeha Jimare 5'an: A herî giran bêhna xwînî û olana qîrînan bû
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
13/07/2021
21:39 Dîlokiyan bi coşeke mezin HDP'iyan pêşwazî kir
20:27 46 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê bang kirin
16:47 Michale Rûbîn geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîsand
15:42 Onlu: Kesên plana çokşikandinê amade kirin li ber têkçûnê ne
15:30 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:28 Polîsekî Alîkarê Midurê Polîsan ê Colemêrgê kuşt
14:52 Hevserokê HDP’ê yê Halîliyeyê hat binçavkirin
14:45 Talîban gef li Tirkiyeyê xwar
14:41 DEDAŞ'ê li Dêrikê têlên ceyranê birî
14:33 Baroya Şirnexê doz li DEDAŞ'ê vekir
14:02 Roja ku ji girtîgehê were berdan cenazeyê wî derket
13:59 Serokê EMEP'ê Akdenîz serdana ajansa me kir
13:46 Varyanta Deltayê belav dibe: Li 36 bajaran hat tespîtkirin
13:43 Serokê EMEP'ê Akdenîz, ji bo MA'yê nivîsand: Li Afganistanê gel koçber dibe
13:21 Ji bo AKP’iyan li mizgeftê protokol hat avakirin
12:43 'Lêgerîna dev' li girtiyên nexweş ferz dikin
11:46 HDP'ê qurbaniyên Geliyê Zîlan bi bîr anî
11:13 Wê di Doza Elçî de şahid bên guhdarkirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Kesên dixwazin bibin şahid bila werin
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye