Dema êrişkar kameraya ewlehiyê ferq kir şalter anîn xwarê

  • rojane
  • 11:53 15 Tîrmeh 2021
  • |
img
MÛGLA - Hat ferqkirin ku êrişkarê ku avahiya HDP’ê ya navçeya Marmarîsê gulebaran kir, ji bo dîmenên kamerayê bêbandor bike şalterên ceyranê anîne xwarê. Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Guven Goknar, derbarê bûyerê de wiha got: “Kesekî ku psîkolojiya wî xerab bûye çawa tê bîrê ku kamerayê bê bandor bike? Ev yek jî dide nîşandan ku bûyer çawa bi plan hatiye kirin.”   
 
Li navçeya Marmarîsê ya Mûglayê, duh di saetên serê sibehê de li dijî avahiya HDP'ê ya navçeyê êrişeke çekdarî pêk hatibû. Têkildarî êrişê de hûrgiliyeke balkêş derket holê. Êrişkarê bi navê A.T.D yê di saetên serê sibê de hat pêş avahiya partiyê, bi çifteyê gule berdan avahiya partiyê. Camên avahiya ku kes têde nebû bi gulebaranê şikestin. Êrişkar pişt re ket hundirê avahiyê û guleberdana xwe berdewam kir. A.T.D. bi dehan gule berdan pankarta “Siyaseta demokratîk nikare were tasfiyekirin” ku bi dîwêr ve daliqandî bû û hundir texrîb kir. 
 
Piştî agahdarkirina kesên derdorê polîsan A.T.D. binçavkir. Lêpirsîna A.T.D ya li Miduriyeta Polîsan a Marmarîsê didome. 
 
PIŞTÎ KAMERA DÎT ŞALTERÊN CEYRANÊ ANÎN XWARÊ
 
Her çiqas di nûçeyên ku medya hawiz serwîs kirin de êrişkar weke “psîkolojiya wî xerab bû” were nîşandan jî, hat hînbûn ku piştî êrişkar dikeve avahiyê û kamerayên ewlehiyê ferq dike, ji bo kişandina dîmenan asteng bike şalterên ceyranê anîne xwarê. Polîsan dest danîn ser dîmenên ku kamerayan beriya niha qeyd kiribûn.
 
HEVSEROKÊ NAVÇEYÊ: ÇAWA TÊ BÎRÊ KU KAMERAYÊ BÊ BANDOR BIKE
 
Hevserokê HDP’ê yên Navçeya Marmarîsê Guven Goknar pirsa “Kesekî ku psîkolojiya wî xerab bûye çawa tê bîrê ku kamerayê bê bandor bike?” kir  û wiha got: “Kesên ku jê re dibêjin psîkolojiya wî xerab bûye bi çifte camê dişikîne, dikeve hundir, şaltera ceyranê digere, dibîne û şalteran tîne xwarê. Piştî ku kamerayê bê bandor dike hundir gulebaran dike. Kesekî ku 4-5 raporên wî hene çawa tê bîrê ku kamerayê bê bandor bike? Ev yek jî dide nîşandan ku bûyer çawa bi plan hatiye kirin.”
 
Goknar, bi lêv kir ku hêzên li pişt êrişkarên ku partiya wan hedef digirin nas dikin û wiha axivî: “Em dizanin ku êriş kî dide kirin. Nikarin HDP’ê bi şiklî bitirsînin û paşve gavê pê bidin avêtin. HDP partiya ku xwedî li aştî û demokrasiya vî welatî derdikeve ye. Ji her aliyê Tirkiyeyê bi hezaran kes li me geriyan û peyamên xwe yên piştevaniyê ragihandin. Ev piştevanî me mezintir dike. Nikarin me bi van êrişan têk bibin. Me soz da Denîzê. Em ê aştî û demokrasiyê bînin vî welatî Tu gule nikarin bi HDP’ê paşve gavê bidin avêtin. Li HDP’ê cesaet heye.”
 
ÇEPNÎ: EM SERÎ NATEWÎNIN
 
Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, diyar kir ku ji sala 2015’an ve ser partiya wan siyaseteke komkujiyê tê birêvebirin û wiha got: “Sedemê van êrişan hemûyan têkoşîn azadî û demokrasiyê ya ku navenda wê HDP ye. HDP, teslîmî pergala AKP’ê û MHP’ê nebû, ji bo ku serî netewand siyaseta komkujiyê tê kirin. Difikirin ku heke HDP’ê bêdeng bikin wê hêzên ked û demokrasiyê bê bandor bikin. Li ser îmhaya HDP’ê dixwazin girseyên xwe di destên xwe de bihêlin. Berpirsyara êrişan jî ya ku fermanê dide jî Qesr e. Em têkoşîneke ku lîstikên wan xera dike dimeşînin. Em ê li dijî êrîşan zêdetir xwe bi rêxistin bikin û siyasetê bikin.”
 
HDP LI EGEYÊ MEZIN DIBE
 
Çepnî, sedemê ku êrişên vî demê dawî de li Herêma Egeyê ser partiya wan zêde dibin wiha vegot: “Herêma Egeyê HDP bi xwe ye. Herêmeke ku gel bi hev re dijîn û tevlî siyasetê dibine. Fîkriyata HDP’ê jî ev e. Li Herêma Egeyê HDP mezin dibe. Ligel hemû zextan xwe bi rêxistin dike, polîtîkayên xwe têxin meriyetê. Sedemê êrişan jî ev in. Dixwazin me li Egeyê asteng bikin û têxin hundirê avahiyan. Lê me gotina xwe got, em ê li her derê bibin Denîz û faşîzmê têk bibin.”
 
Serdanên piştevaniyê yên avahiya HDP’ê didomin. 
 
MA / Semra Tûran
 

Sernavên din

19/07/2021
09:01 Kana madenê darên mişmişan hişk kirin, hemû derî li gundiyan girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:43 19 ciwanên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18/07/2021
19:53 Polîsan êrişî bîranîna Pirsûsê kirin: 19 binçavkirin
18:55 Hejmara jinên îşkence li wan hat kirin ji sedî 10 zêde bû
18:33 Hozan Arhat ê bi Kurdî stran gotin, di dawetê de hat binçavkirin
16:18 Meclîs kete betlanê
16:03 Jinek din jî ji aliyê çawişê pispor ve hat kuştin
15:50 Di xwepêşandanên bêaviyê de 3 ciwan hatin kuştin
15:03 Qeyûm ji bo danasîna filmê sûrên Amedê 400 hezar lîre xerc kir
14:48 Li Hindistanê barana mûsonê bû sedema mirina 23 kesan
14:21 Jina ducanî ku polîsan lêdabû: Bi porê min girtin û min avêtin erdê
13:35 Ji Rêveberiya Xweser bang: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin
12:39 Li Panosê qezaya trafîkê: 3 kes mirin 14 kes birîndar bûn
11:55 Malbata Şenyaşar: Li dijî hiqûq serdestan em ê bi ser bikevin
11:24 Li Amedê seferberiya derzîkirinê
10:35 Di meha hezîranê de 9 kolber hatin qetilkirin
10:26 39 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê wergirtin
10:25 Şêxo: Tirkiye hewl dide sûcên xwe veşêre
09:53 Dede: Em ê bikin ku parastina me doza girtina HDP’ê pûç bike
09:02 Greva birçîbûnê di roja 234'emîn de dewam dike
09:01 Dadgehê rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a li Çemê Zoravayê de betal kir
09:01 Hilberînerên mişmişan: Guh nedin fiyetan, mişmişên organîk bixwin
09:01 Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin
09:00 6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'AN
09:00 Li Ewropayê hejmara miriyên lehiyê derket 168 kesan
17/07/2021
23:08 Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye
21:19 38 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket
16:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosya zarokê li qursa Quranê jiyana xwe ji dest dabû
15:34 YNK'ê rayeyên Lahor dewrî Bafil Talabanî kir
15:34 Li Bestayê şewata daristanê û birrîna daran didome
15:34 Sancar, serdana dikandarên Kuşadasiyê kir
15:33 Ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî banga berdanê kirin
14:31 Xwestin kiryarên Aydin werin darizandin
14:30 MEBYA-DER'ê 2’yemîn kongreya xwe li dar xist
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin
10:31 Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan
09:53 Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in
09:39 TIR’a ku rûn dibir Îranê qelibî
09:37 Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan
09:25 Greva birçîbûnê di roja 233'yemîn de dewam dike
09:23 Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd
09:20 Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin
09:18 Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
09:11 Bêhn li Fatsayê çikandine!
09:08 Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan
09:05 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
09:03 Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN
16/07/2021
21:43 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:58 Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî hat aşkerekirin
16:43 Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn
16:33 Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e
16:31 Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye
15:54 Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan
15:51 Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand
15:35 Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin
15:06 Walîtiya Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan a li bajar dirêj kir
14:56 ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin
13:06 TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye
12:58 Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin
12:47 Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan
12:27 Li Amedê erdhej çêbû
12:26 Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye
10:45 Jiyaneke li dû azadiyê
10:21 Jina ku 6 caran giliyê zilamê êrişkar kir: Herî dawî wê min bikuje
09:16 Greva birçîbûnê di roja 232'yemîn de dewam dike
09:15 'Pakêta darazê dê kiryarên destdirêjiyê biparêze'
09:10 Pira ku 20 hezar kes di ser re diçin û tên hindik maye hilweşe
09:09 Jinên çewligî: Em ê xwe bi xwe mafên xwe diyar bikin
09:08 Gelo çekên ku li nav erdên cerdevanan hatin dîtin, ew 'çekên winda ne?'
09:07 Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Îbrahîm: Em ê destûr nedin dagirkirina Şengalê
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2021'AN
15/07/2021
22:52 Parlementoya Belçîkayê jî qirkirina êzidiyan pejirand
20:43 7 hezar û 304 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:39 Meclîsa Jina ya HDP'a Amedê hat avakirin
16:36 Ji ber êrişa li dijî HDP'ê 3 kesên din jî hatin binçavkirin
15:30 Gundî mudaxileyî şewata ku leşkeran derxist dikin
15:23 Nivîsên nîjadperest li ser dîwarê mala peywirdarê HDP'ê nivîsandin
15:01 Li Antalyayê êrişê li dijî HDP'ê hat şermezarkirin
14:22 Di lehîya ku li Rîzeyê rabû de 5 kesan jiyana xwe ji dest da