Malbata Şenyşar: Em ji bo Yildiz ê AKP'î jî li benda biryarnameyê ne

  • rojane
  • 13:21 15 Tîrmeh 2021
  • |
img
RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 129'emîn de nobeta xwe ya "Edaletê" didomîne, ji peywirê girtina bi Biryaryanemeya Serokkomariyê ya Rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê Melîh Bûlû bi bîr xist û got ku ew li bendê ne ji bo Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz jî biryarnameyek bê derxistin. 
 
Nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 129'emîn de didome. Rexmî ku îro ji ber 15'ê Tîrmehê betlane ye jî Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirin. Emîne Şenyaşar, derbarê binçavkirina wan a ji ber serdana bajar a Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku duh pêk hatibû de axivî û diyar kir ku bi awayekî kêfî hatine binçavkirin. 
 
'POLIS HEWL DA LI ME BIDE'
 
Emîne Şenyaşar, da zanîn ku ji bo Bûldan wan nebîne ew binçav kirine û wiha got: "Beriya niha jî heman tiştî kirin. Piştî serok çû me berdan. Polisek ku bi me re hatibû hebû. Timik zilmê li me kir. Hewl da li me bide. Li nexweşxaneyê rewşa min ne baş bû, kurê min giriya. Wî polisî pir zilm li me kir. Çima vê li me dikin. Kî malbata min qetil kir? Hê jî li pey me ne. Gav bi gav me dişopînin. We çî yê me dît? Dewlet, hikûmet, edalet tune ye, tenê zilm heye. Ji malbata min 3 kes kuştin. Kurê min kirin girtîgehê. Ketine me ya edliyeyê qedexe ye. Şopandin li ber mala me dest pê dike. Em bi kuderê ve biçin me dişopînin. Ketiye pey me ku sucekî bibînin. Ji bo ku barê me girantir bikin."
 
BIRYARA BINÇAVKIRINÊ TUNE YE
 
Ferît Şenyaşar jî destnîşan kir ku ji roja ku dest bi çalakiya xwe kirine ve cara 5'an e tên binçavkirin û ev tişt anîn ziman: "Êdî em hînê binçavkirinê bûne. Dema ku parlamenter û serokê patiyekê tê bajar, ji ber ku difikirin wê serdana me bikin me binçav dikin. Herkes jî vê dizane. Lewre mexdûriyeta me tê zanîn. Ev hatine duyemîn a Hevseroka Giştî ya HDP'ê bû. Ji ber ku fikirin wê serdana me jî bike bi awayekî bêhiqûqî me binçav kirin. Ev sûc e. Bi navê dozger me binçav kirin lê piştî rêveberiya baroyê û parêzerên me pê re ketin têkiliyê dozger got ku biryareke wî ya binçavkirinê tune ye û miduriyeta polisan di nav xwe de hin tiştan dike."
 
'EM ZILMÊ RAWESTÎNIN'
 
Şenyaşar, da zanîn ku tevahiya rojê wan li 3 nexweşxane û 2 qereqolan gerandine û wiha ev bang kir: "Ev zilm e. Jixwe hûn daxwaza me ya edaletê bi cih naynin, qe nebe zilmê jî nekin. Dayika min 65 salî ye. Ji serê sibehê heta êvarê em li vir rûdinin. Em edaletê dixwazin. 3 mirovên me hatin qetilkirin. Derbarê kesên ku li nexweşxaneyê komkujî kirin de tu kirarî nehatiye kirin. Werin em tev bi hev re vê zilmê rawestînin."
 
JI BO PARLAMENTER JÎ BIRYARNAMEYEK DERXIN
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê jî bi bîr xistina ji peywirê girtina bi Biryaryanemeya Serokkomariyê ya Rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê Melîh Bûlû ev parvekirin kir: "Destpêkeke baş e. Gelê Rihayê ji bo parlamenterê we yê komkujî pêk anî jî li benda biryareke nîvê şevê ye."
 
 

Sernavên din

19/07/2021
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:43 19 ciwanên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18/07/2021
19:53 Polîsan êrişî bîranîna Pirsûsê kirin: 19 binçavkirin
18:55 Hejmara jinên îşkence li wan hat kirin ji sedî 10 zêde bû
18:33 Hozan Arhat ê bi Kurdî stran gotin, di dawetê de hat binçavkirin
16:18 Meclîs kete betlanê
16:03 Jinek din jî ji aliyê çawişê pispor ve hat kuştin
15:50 Di xwepêşandanên bêaviyê de 3 ciwan hatin kuştin
15:03 Qeyûm ji bo danasîna filmê sûrên Amedê 400 hezar lîre xerc kir
14:48 Li Hindistanê barana mûsonê bû sedema mirina 23 kesan
14:21 Jina ducanî ku polîsan lêdabû: Bi porê min girtin û min avêtin erdê
13:35 Ji Rêveberiya Xweser bang: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin
12:39 Li Panosê qezaya trafîkê: 3 kes mirin 14 kes birîndar bûn
11:55 Malbata Şenyaşar: Li dijî hiqûq serdestan em ê bi ser bikevin
11:24 Li Amedê seferberiya derzîkirinê
10:35 Di meha hezîranê de 9 kolber hatin qetilkirin
10:26 39 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê wergirtin
10:25 Şêxo: Tirkiye hewl dide sûcên xwe veşêre
09:53 Dede: Em ê bikin ku parastina me doza girtina HDP’ê pûç bike
09:02 Greva birçîbûnê di roja 234'emîn de dewam dike
09:01 Dadgehê rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a li Çemê Zoravayê de betal kir
09:01 Hilberînerên mişmişan: Guh nedin fiyetan, mişmişên organîk bixwin
09:01 Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin
09:00 6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'AN
09:00 Li Ewropayê hejmara miriyên lehiyê derket 168 kesan
17/07/2021
23:08 Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye
21:19 38 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket
16:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosya zarokê li qursa Quranê jiyana xwe ji dest dabû
15:34 YNK'ê rayeyên Lahor dewrî Bafil Talabanî kir
15:34 Li Bestayê şewata daristanê û birrîna daran didome
15:34 Sancar, serdana dikandarên Kuşadasiyê kir
15:33 Ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî banga berdanê kirin
14:31 Xwestin kiryarên Aydin werin darizandin
14:30 MEBYA-DER'ê 2’yemîn kongreya xwe li dar xist
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin
10:31 Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan
09:53 Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in
09:39 TIR’a ku rûn dibir Îranê qelibî
09:37 Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan
09:25 Greva birçîbûnê di roja 233'yemîn de dewam dike
09:23 Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd
09:20 Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin
09:18 Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
09:11 Bêhn li Fatsayê çikandine!
09:08 Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan
09:05 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
09:03 Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN
16/07/2021
21:43 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:58 Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî hat aşkerekirin
16:43 Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn
16:33 Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e
16:31 Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye
15:54 Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan
15:51 Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand
15:35 Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin
15:06 Walîtiya Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan a li bajar dirêj kir
14:56 ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin
13:06 TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye
12:58 Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin
12:47 Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan
12:27 Li Amedê erdhej çêbû
12:26 Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye
10:45 Jiyaneke li dû azadiyê
10:21 Jina ku 6 caran giliyê zilamê êrişkar kir: Herî dawî wê min bikuje
09:16 Greva birçîbûnê di roja 232'yemîn de dewam dike
09:15 'Pakêta darazê dê kiryarên destdirêjiyê biparêze'
09:10 Pira ku 20 hezar kes di ser re diçin û tên hindik maye hilweşe
09:09 Jinên çewligî: Em ê xwe bi xwe mafên xwe diyar bikin
09:08 Gelo çekên ku li nav erdên cerdevanan hatin dîtin, ew 'çekên winda ne?'
09:07 Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Îbrahîm: Em ê destûr nedin dagirkirina Şengalê
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2021'AN
15/07/2021
22:52 Parlementoya Belçîkayê jî qirkirina êzidiyan pejirand
20:43 7 hezar û 304 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:39 Meclîsa Jina ya HDP'a Amedê hat avakirin
16:36 Ji ber êrişa li dijî HDP'ê 3 kesên din jî hatin binçavkirin
15:30 Gundî mudaxileyî şewata ku leşkeran derxist dikin
15:23 Nivîsên nîjadperest li ser dîwarê mala peywirdarê HDP'ê nivîsandin
15:01 Li Antalyayê êrişê li dijî HDP'ê hat şermezarkirin
14:22 Di lehîya ku li Rîzeyê rabû de 5 kesan jiyana xwe ji dest da
14:07 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan