Jiyaneke li dû azadiyê

  • jin
  • 10:45 16 Tîrmeh 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Nav û rabirdûya xwe ji yên ku li ber xwe didin girt. Dema ku bi navê berxwedana Denîz Gezmîş ku wî nedîtiye dijiya, cesareta xwe jî, ji Rahşan Demîrel girtibû. 
 
Weke ku tê zanîn navçeya Konakê ya Îzmîrê tenê 2 û nîv kilometre dûrî navenda bajêre. Gava ku mirov diçe Kadîfekale ya Berî Mîladê (B.M.) di sala 334’an ji aliyê Îskenderê Mezin ve li navçeya Konakê hatiye avakirin û pişta xwe dide kelehê, hemû bedewiya bajarê Îzmîrê li pêş mirov xuya dike. Ev cih û warê dîrokî Kadîfekale niha ji ber xizantiyê û di bin navê “Veguherandina bajarvaniyê” de ku ji sala 2010’an ve dest bi hilweşandina wê hatiye kirin, li ber xwe dide. 
 
DU JIN YEK MEKAN 
 
Kurdên ku ji ber pirsgirêka Kurd a bi salane dewam dike, neçar man ku di salên 90’î de koçî vê herêmê bikin, niha hejmar wan pir kêm bûye. Ji sedî 90 welatiyên ku di xaniyên serobero de dijîn, debara xwe bi firotina dolmên midye dikin. Li taxa ku ez cara yekem hatim, çavên min li keleha ku bîranînek bi çîrokên xwe temsîl dike digerin û ez hêdî hêdî ber bi mala Denîz Poyraz a lê ji dayik bû û mezin bû dikevim rê. 
 
Gava ku ez di rêyên hevraz û bi derence de daketim, çîrokên digihin hev ên Denîz Poyraz û Rahşan Demîrel hatin bîra min. Gelo ev rasthatinek bû yan "neheqiya ku çarenûsa gelê ku ew jê  çêbûne" bû ku wan anî ba hev? Berî ku bên dinê wan çarenûsa xwe ji gelê girtibûn. Çawan ku çavên xwe vekirin, tercîh kirin ku li dijî bêedaletî û neheqiya li wan tê kirin, têkoşînê tercîh bikin. Dê ji ber vê yekê be ku ew xemilandibûna hêvî û biryardariyê ne.
 
ZAROK EWIL BÛ
 
Dema ku em gehiştin mala Denîz Poyraz malbat li dora masayekê rûniştibû û li benda me bû. Malbatê em li salona ku her goşekê wê bi wêneyên Denîz xemilandibûn, pêşwazî kir. Dayika Fehîme Poyraz ku bi rastiya têkoşîna hebûnê ya gelekê  li çavên me mêze dike, bi dengê xwe yê westiyayî qala nuxûriya xwe Denîz dike.
 
CIWANTIYA HAT DIZÎN
 
Malbat ji ber zext û zilma dewletê, bi darê zorê ji gundê Xirbêmirîşkê ya girêdayî navçeya Mahsertê ya Mêrdînê koçî Îzmîrê dike. Zaroka yekemîn a malbatê Denîz di sala 1983’an de, li Kadîfekaleyê ji dayik dibe. Denîz herî zêde hez ji strana “Ciwaniya Min Li Ku ye? (Hanî Benîm Gençliğim) û peyva “Aştiyê” dikir. Xeyala wê ew bû ku li dijî polîtîkayên înkar û bişavtinê bibe mamoste. Lê di 17’ê Hezîranê de, ew hat hedef girtin û li welatê ku edalet lê kor û ker bû, hat gulebarankirin. Li dû Denîz malbatek berxwedêr, ciwantî û zarokatiyek jê hat dîzîn ma. 
 
ÎŞKENCEYA LI SER CENAZE
 
Dayika Poyraz, wê roja reş û tarî ku jiyan li wan kir jehr wiha vegot: “Saet 10.30-11.00 agahî ji me re hat. Gotin avahiya HDP’ê ya bajêr dane ber guleyan. Min fêm nekir ku tiştek li Denîz hatiye. Wê deriyê partiyê vedikir. Ji xwe dûre ji min hat gotin ku jiyana xwe ji dest daye. Ez hîn jî vê bawer nakim. Hevjînê min mala cîranekê me boyax dikir. Ji me bawer nekir. Dûre me çûn ber avahiya partiyê. Gava me çûn, me çi dît û çi nedît. Herî dawî me çûbûn. Me kir û nekir destûr nedan ku em cenazeyê keça xwe bibînin. Tenê lawê min çû herî dawî xwişka xwe dît. Îşkence lê kiribû. Pêşî lingên wê gule baran dike ji bo ku nekare bireve. Dûre gule berdide serê wê. Dema em çûn saziya tipa edlî me cenazeyê wê dît. Mîna ku Denîz nebû. Derp li serê wê xistibû. Ji ber vê serê wê werimî bû. Piştî Denîz qetil dike jî, îşkneceya li ser bedena wê dewam dike. Çiqas kêfxweş im ku ez dayika Denîz im. Xwedê vê êşê nede tu kesî. Ez bi keça xwe serbilindim. Min birînên wê dîtin, av li birînên wê kirin. Lê tu carî ez ne giriyam.”
 
BÎRANÎNA WÊ YA DAWIYÊ
 
Dayika Poyraz a ku dema behsa keça xwe dike, qirika wê tije dibe û bi zorê dikare xweziya xwe daqurtîne, bîranîna xwe ya herî dawî ya bi keça xwe re wiha parve kir: “Berî bûyerê şevekê hat malê. Dît ku ez tengav bûme. Ji min pirsa ‘dayê çi bi te hatiye?’ kir. Min jî jê re got, ‘keça min qirika min tije dibe û ez nikarim nefes bistînim.’ Dûre j imin re qehweyek çêkir. Min jê xwest ku li fala min mêze bike. Heya derengiya şevê em bi malbatî bi hevre rûniştin. Wê şevê bêhn tengiya min qet derbas nebû. Serê sibê dema ji malê derket, min wê herî dawî nedît. Bavê wê wê dibîne û bi rê dike. Ji xwe nêzî nîvrojî hat qetilkirin.”
 
XEYALÊN WÊ YÊN PÊŞEROJÊ
 
Poyraz, da zanîn ku Denîz hîna 17-18 salî bû tevlî xebatên ciwan bû û wiha rêz kir: “Dilê wê hertim ji bo axa wê lê dida. Têkoşîna xwe dewrî me kir. Pir dixwest bibe mamoste û li Kurdistanê bi zimanê zikmakî zarokan perwerde bike. Xeyalên wê pir bûn û her tim keyfxweş bû. Di saya wê de em li ser piyan man. Mirovek xwin gerim bû.” 
 
RAHŞAN DEMÎREL
 
Poyraz, diyar kir ku keça wê Denîz ji Rahşan Demîrel pir bandor bibû û wiha bi dawî kir: “Denîz hîna di zarokatiyê de Rahşan nas dikir. Mala malbata hevjînê min û Rahşan Demîrel pir nêzî hevbûn. Hevjînê min di girtîgehê de bû. Ez jî diçûm kar. Min zarokên xwe li ba xwesiya xwe dihiştin. Dema diçû dibistanê Rahşan pora wê şeh dikir. Bi malbatî em dostên hevbûn. Piştî çalakiya Rahşan min navê keçeke xwe kir Rahşan. Denîz ji cesareta Rahşan pir bandor bibû. Di salvegera Rahşanê de, her tim amadekarî dikir, beşdarî xebatan dibû û behsa cesareta wê dikir.”
 
4 SALAN DI GOÇ-DER’Ê DE XEBITÎ
 
Mehmet Şîmay ê ku di saziya Goç-Derê ya bi KHK’ê hat girtin de, bi Denîz re xebitî jî wiha qala Denîz kir: “Denîz li gel temenê xwe yê ciwan jî dixwest her tiştî bike. Kesek gelek bi kelecan bû. 4 salan cihê xwe di Komîsyona Jinê ya Goç-Derê de girt. Hêza wê ya rêxistinkirinê hebû. Berî her tiştî heskirina mirovan di dilê wê de pir zêde bû. Her tim dikeniya. Ji pêşerojê pir bi hêvî bû. Ji bo vê her tişt dikir.”
 
Ji Denîz Poyraz û Rahşan Demîrel a ku li dijî zilmê agirê Newrozê li dû xwe hişt, tenê bîranîna kelehê ye. Ligel hemû bêedaletiyan jî, ne hêrsa li dijî neheqiyê kêm bûye û ne jî têkoşîn kêm bûye.
 
MA / Pinar Ural
 

Sernavên din

19/07/2021
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:43 19 ciwanên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18/07/2021
19:53 Polîsan êrişî bîranîna Pirsûsê kirin: 19 binçavkirin
18:55 Hejmara jinên îşkence li wan hat kirin ji sedî 10 zêde bû
18:33 Hozan Arhat ê bi Kurdî stran gotin, di dawetê de hat binçavkirin
16:18 Meclîs kete betlanê
16:03 Jinek din jî ji aliyê çawişê pispor ve hat kuştin
15:50 Di xwepêşandanên bêaviyê de 3 ciwan hatin kuştin
15:03 Qeyûm ji bo danasîna filmê sûrên Amedê 400 hezar lîre xerc kir
14:48 Li Hindistanê barana mûsonê bû sedema mirina 23 kesan
14:21 Jina ducanî ku polîsan lêdabû: Bi porê min girtin û min avêtin erdê
13:35 Ji Rêveberiya Xweser bang: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin
12:39 Li Panosê qezaya trafîkê: 3 kes mirin 14 kes birîndar bûn
11:55 Malbata Şenyaşar: Li dijî hiqûq serdestan em ê bi ser bikevin
11:24 Li Amedê seferberiya derzîkirinê
10:35 Di meha hezîranê de 9 kolber hatin qetilkirin
10:26 39 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê wergirtin
10:25 Şêxo: Tirkiye hewl dide sûcên xwe veşêre
09:53 Dede: Em ê bikin ku parastina me doza girtina HDP’ê pûç bike
09:02 Greva birçîbûnê di roja 234'emîn de dewam dike
09:01 Dadgehê rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a li Çemê Zoravayê de betal kir
09:01 Hilberînerên mişmişan: Guh nedin fiyetan, mişmişên organîk bixwin
09:01 Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin
09:00 6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'AN
09:00 Li Ewropayê hejmara miriyên lehiyê derket 168 kesan
17/07/2021
23:08 Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye
21:19 38 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket
16:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosya zarokê li qursa Quranê jiyana xwe ji dest dabû
15:34 YNK'ê rayeyên Lahor dewrî Bafil Talabanî kir
15:34 Li Bestayê şewata daristanê û birrîna daran didome
15:34 Sancar, serdana dikandarên Kuşadasiyê kir
15:33 Ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî banga berdanê kirin
14:31 Xwestin kiryarên Aydin werin darizandin
14:30 MEBYA-DER'ê 2’yemîn kongreya xwe li dar xist
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin
10:31 Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan
09:53 Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in
09:39 TIR’a ku rûn dibir Îranê qelibî
09:37 Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan
09:25 Greva birçîbûnê di roja 233'yemîn de dewam dike
09:23 Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd
09:20 Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin
09:18 Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
09:11 Bêhn li Fatsayê çikandine!
09:08 Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan
09:05 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
09:03 Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN
16/07/2021
21:43 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:58 Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî hat aşkerekirin
16:43 Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn
16:33 Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e
16:31 Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye
15:54 Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan
15:51 Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand
15:35 Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin
15:06 Walîtiya Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan a li bajar dirêj kir
14:56 ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin
13:06 TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye
12:58 Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin
12:47 Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan
12:27 Li Amedê erdhej çêbû
12:26 Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye
10:45 Jiyaneke li dû azadiyê
10:21 Jina ku 6 caran giliyê zilamê êrişkar kir: Herî dawî wê min bikuje
09:16 Greva birçîbûnê di roja 232'yemîn de dewam dike
09:15 'Pakêta darazê dê kiryarên destdirêjiyê biparêze'
09:10 Pira ku 20 hezar kes di ser re diçin û tên hindik maye hilweşe
09:09 Jinên çewligî: Em ê xwe bi xwe mafên xwe diyar bikin
09:08 Gelo çekên ku li nav erdên cerdevanan hatin dîtin, ew 'çekên winda ne?'
09:07 Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Îbrahîm: Em ê destûr nedin dagirkirina Şengalê
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2021'AN
15/07/2021
22:52 Parlementoya Belçîkayê jî qirkirina êzidiyan pejirand
20:43 7 hezar û 304 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:39 Meclîsa Jina ya HDP'a Amedê hat avakirin
16:36 Ji ber êrişa li dijî HDP'ê 3 kesên din jî hatin binçavkirin
15:30 Gundî mudaxileyî şewata ku leşkeran derxist dikin
15:23 Nivîsên nîjadperest li ser dîwarê mala peywirdarê HDP'ê nivîsandin
15:01 Li Antalyayê êrişê li dijî HDP'ê hat şermezarkirin
14:22 Di lehîya ku li Rîzeyê rabû de 5 kesan jiyana xwe ji dest da
14:07 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan