Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin

img

RIHA – DAIŞ'ê ku li Kobanê têk şikiya, di sala 2015'an de li Pirsûsê ciwanên ku xwestin ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin hedef girtibû û di vê êrişê de 33 mirov jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî şahidê komkujiyê Mehmet Koştî, piştî êrişê heger bi zanebûnê dereng mudaxileyî birîndaran nehata kirin, dibû ku ewqas kes jiyana xwe ji dest nedana. 

Piştî ku DAIŞ'ê li Kobanê têk şikiya, li gelek deverên Tirkiyeyê dest bi êrişên xwekujiyê kiribû. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ciwanên ku xwestin ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin, li Pirsûsê hedef hatibûn girtin û 33 mirovan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji çar hawirdorên Tirkiyeyê gelek kes ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin, berê xwe dabûn navçeya Pirsûs a Rihayê. Ev kes berî ku ber bi Kobanê ve biçin, li Navenda Çandê ya Amarayê li hev kom bûbûn. Piştî demekê di nav van kesan de bombeyek teqiyabû. 
 
Xwekuj Şeyh Abdûrrahman Alagoz, 33 kes kuştibûn û di ser 100 re jî mirov birîndar kiribûn. Birayê wî Yûnûs Emre Alagoz jî, paşê bûbû kujerê Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê. 
 
Ji şahidên Komkujiya Pirsûsê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Pirsûsê Mehmet Koştî, rewşa beriya êrişê û piştî êrişê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin. 
 
CIVÎNA LI QEYMEQAMTÎ Û MIDÛRIYETA POLÎSAN 
 
Koştî, anî ziman ku berî ku ciwanên SGDF'î bên Pirsûsê ji wan re gotibûn û wan jî ji ber vê daxwaza wan civînek bi Qeymeqamê Pirsûsê, Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û Midûriyeta Polîsan a Rihayê re hatibû çêkirin û rojeva civînê jî hatine ciwanan û çûna wan a Kobanê bû. 
 
Koştî, bilêv kir ku rayedaran ji wan re gotiye bi hinceta dibe ku çalakiyên provakatîf bên çêkirin xwestine vê civînê çêbikin û got: "Me jî got, ciwanên ku dê bên, dê ji bo gelê Kobanê bên û dê pêlîstokan bibin ji zarokan re. Me got, provakasyonek tune ye. Dizanibûn dê gelek ciwan ji bajarên cuda bên. Beriya teqînê bi rojekê komeke ciwan hatin. Li Navenda Çandê ya Amarayê man. Roja teqînê jî serê sibehê ciwanên din jî hatin. Di rê de hin jê bi astengiyan re rû bi rû mabûn û hin jê hatibûn binçavkirin. Nêzî 400 ciwan hebûn. Pêlîstok bi wan re bûn." 
 
GOTIN ANCAX DÊ 10 KES KARIBIN BIÇIN 
 
Koştî, da zanîn ku ji bo çûna Kobanê ya ciwanan, hevdîtinek din jî bi Qeymeqamê Pirsûsê re çêkirine û qeymeqam ji wan re gotiye ancax dê karibin destûra 10 kesan bidin. 
 
Koştî, diyar kir ku piştî vê çûye navenda çandê û rewş ragihandiye ciwanan û ciwanan jî qebûl kiriye. 
 
Koştî ji bo êrişê jî got: "Saet li derdora 11 û nîvan bû. Ciwanan got, dê daxuyaniyê bidin. Derketin derve. Li baxçeyê navenda çandê dest bi daxuyaniyê kirin. Hemû kelecanî û rûken bûn. Gava daxuyanî dest pê kir, ez û hevalê li cem min em çûn hundir. Piştî çend saniyeyan her der bûbû alav. Hemû camên li wir şikiyan. Dûmanek reş bilind bû. Gava teqîn çêbû em heyr man û em derketin derve. Dema dûman belav bû, em çav bi cenazeyên wan mirovan ketin." 
 
‘DIBÛ KU EW QAS MIROVE NEMIRIYANA' 
 
Koştî, destnîşan kir ku hemû kesên pê hesiyan berê xwe dan navenda çandê û wiha rêz kir: "Tu mudaxileyek nedihat kirin. Gel piraniya birîndaran bi wesayîtên xwe birin nexweşxaneyê. Me telefonî nexweşxanê kir, me got çiqas ambulans hebin bişînin, lê ambulans neşandin. Piştî teqînê bi saet û nîvekê ambulansek hat. Me telefonî Midûrê Polîsan û Qeymeqamê Pirsûsê kir, lê telefonên xwe venekirin. Piştî teqînê bi saetekê gelek polîs û TOMA hatin. Gaz reşandin gel. Navbera navenda çandê û nexweşxaneyê 5 deqe bû. Polîsan rê girtin û nehiştin gel bi wesayîtên xwe birîndaran bibin nexweşxaneyê. Nehiştin ambulans jî bên. Ji ber ku bi derengî mudaxile kirin, ew qas kes jiyana xwe ji dest dan. Ji lew re pir xwîn ji wan çû. Ger di serî de mudaxile bikirana û destûr bidana, dibe ku ew qas kes jiyana xwe ji dest nedana." 
 
Li gorî Koştî, piştî teqînê bi zanebûn bi derengî mudaxileyî birîndaran hat kirin. 
 
Koştî got: "Îstixbarata ku dê ev mirov bên çûbû ji wan re. Haya hemûyan jê hebû. Madem haya wan ji hatine van ciwanan hebû, ma mimkun e ku haya wan ji vê êrişê tune bû? Ev jî mijareke divê li ser bê fikirîn. Ez nemirim, gelo bisiûd im an na, nizanim. Lê ji ber ku em sax in, em bêsiûd in." 
 
Koştî, bibîr xist ku têkildarî mirina 33 kesan tenê kes hatiye darizandin. 
 
Koştî, dest nîşan kir ku tenê beşdarî dadgehekê bûye û wiha bi dawî kir: "Malbatên ciwanên jiyana xwe ji dest dan jî, li hêwana danişînê bûn. Tam du saetan ji şandeya dadgehê kesî serê xwe ranekir û li malbatan nenêrîn. Em baş bi wê derûniyê dizanin. Min dît, bi zextên hin kesan darizandinek bêalî nekirin." 
 
MA / Bariş Polat
 

Sernavên din

19/07/2021
09:01 Kana madenê darên mişmişan hişk kirin, hemû derî li gundiyan girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:43 19 ciwanên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18/07/2021
19:53 Polîsan êrişî bîranîna Pirsûsê kirin: 19 binçavkirin
18:55 Hejmara jinên îşkence li wan hat kirin ji sedî 10 zêde bû
18:33 Hozan Arhat ê bi Kurdî stran gotin, di dawetê de hat binçavkirin
16:18 Meclîs kete betlanê
16:03 Jinek din jî ji aliyê çawişê pispor ve hat kuştin
15:50 Di xwepêşandanên bêaviyê de 3 ciwan hatin kuştin
15:03 Qeyûm ji bo danasîna filmê sûrên Amedê 400 hezar lîre xerc kir
14:48 Li Hindistanê barana mûsonê bû sedema mirina 23 kesan
14:21 Jina ducanî ku polîsan lêdabû: Bi porê min girtin û min avêtin erdê
13:35 Ji Rêveberiya Xweser bang: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin
12:39 Li Panosê qezaya trafîkê: 3 kes mirin 14 kes birîndar bûn
11:55 Malbata Şenyaşar: Li dijî hiqûq serdestan em ê bi ser bikevin
11:24 Li Amedê seferberiya derzîkirinê
10:35 Di meha hezîranê de 9 kolber hatin qetilkirin
10:26 39 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê wergirtin
10:25 Şêxo: Tirkiye hewl dide sûcên xwe veşêre
09:53 Dede: Em ê bikin ku parastina me doza girtina HDP’ê pûç bike
09:02 Greva birçîbûnê di roja 234'emîn de dewam dike
09:01 Dadgehê rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a li Çemê Zoravayê de betal kir
09:01 Hilberînerên mişmişan: Guh nedin fiyetan, mişmişên organîk bixwin
09:01 Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin
09:00 6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'AN
09:00 Li Ewropayê hejmara miriyên lehiyê derket 168 kesan
17/07/2021
23:08 Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye
21:19 38 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket
16:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosya zarokê li qursa Quranê jiyana xwe ji dest dabû
15:34 YNK'ê rayeyên Lahor dewrî Bafil Talabanî kir
15:34 Li Bestayê şewata daristanê û birrîna daran didome
15:34 Sancar, serdana dikandarên Kuşadasiyê kir
15:33 Ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî banga berdanê kirin
14:31 Xwestin kiryarên Aydin werin darizandin
14:30 MEBYA-DER'ê 2’yemîn kongreya xwe li dar xist
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin
10:31 Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan
09:53 Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in
09:39 TIR’a ku rûn dibir Îranê qelibî
09:37 Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan
09:25 Greva birçîbûnê di roja 233'yemîn de dewam dike
09:23 Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd
09:20 Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin
09:18 Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
09:11 Bêhn li Fatsayê çikandine!
09:08 Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan
09:05 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
09:03 Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN
16/07/2021
21:43 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:58 Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî hat aşkerekirin
16:43 Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn
16:33 Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e
16:31 Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye
15:54 Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan
15:51 Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand
15:35 Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin
15:06 Walîtiya Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan a li bajar dirêj kir
14:56 ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin
13:06 TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye
12:58 Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin
12:47 Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan
12:27 Li Amedê erdhej çêbû
12:26 Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye
10:45 Jiyaneke li dû azadiyê
10:21 Jina ku 6 caran giliyê zilamê êrişkar kir: Herî dawî wê min bikuje
09:16 Greva birçîbûnê di roja 232'yemîn de dewam dike
09:15 'Pakêta darazê dê kiryarên destdirêjiyê biparêze'
09:10 Pira ku 20 hezar kes di ser re diçin û tên hindik maye hilweşe
09:09 Jinên çewligî: Em ê xwe bi xwe mafên xwe diyar bikin
09:08 Gelo çekên ku li nav erdên cerdevanan hatin dîtin, ew 'çekên winda ne?'
09:07 Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Îbrahîm: Em ê destûr nedin dagirkirina Şengalê
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2021'AN
15/07/2021
22:52 Parlementoya Belçîkayê jî qirkirina êzidiyan pejirand
20:43 7 hezar û 304 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:39 Meclîsa Jina ya HDP'a Amedê hat avakirin
16:36 Ji ber êrişa li dijî HDP'ê 3 kesên din jî hatin binçavkirin
15:30 Gundî mudaxileyî şewata ku leşkeran derxist dikin
15:23 Nivîsên nîjadperest li ser dîwarê mala peywirdarê HDP'ê nivîsandin
15:01 Li Antalyayê êrişê li dijî HDP'ê hat şermezarkirin
14:22 Di lehîya ku li Rîzeyê rabû de 5 kesan jiyana xwe ji dest da