Cinayeta li Serêkaniyê ku bû sedema şer, ket nav lîsteya 'kiryar nediyar'

  • rojane
  • 09:00 20 Tîrmeh 2021
  • |
img
RIHA - Li Serêkaniyê kuştina 2 polîsan ku cardin bûbû hinceta şer, daxilî nav cinayetên "kiryar nediyar" bûn. Parêzer Eyyup Sabrî Tînaş, destnîşan kir ku hikûmetê kuştina bi hezaran kesî esas negirt. 
 
Di 22'yê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polîs Feyyaz Yûmûşak û Okan Acar li malên xwe bi awayekî gumanbar hatibûn kuştin. Piştî kuştina her du polîsan "pêvajoya çareseriyê" bi dawî bûbû û pêvajoya şer ji nû ve dest pê kiribû. Piştî kuştina her du polîsan, hin kesan du caran telefonî polîsan kiribûn û îxbar kiribûn. Piştî van îxbaran 10 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 10 kesan 7 kes hatibûn girtin. Piştî hewildana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê derbarê dozgerê îdianameyê Mehmet KIlsizoglû de biryara zevtkirinê hatibû dayîn û dadgerê derbarê gumanbaran de biryara girtinê dabû Nûrettîn Bûlût û xwediyê telefona pê îxbar hatibû kirin T.B. û birayê wî Ramazan B. di çarçoveya "lêpirsîna FETO"yê de hatibûn girtin. Lê belê îqtidara AKP'ê ji bo pêvajoya çareseriyê bi dawî bike, tim israr dikir ku van cinayetan têxe stuyê PKK'ê. Lê paşê kesên bi awayekî gumanbar hatibûn girtin hemû hatibûn berdan û derbarê wan de biryara beraetê hatibû dayîn. Lê belê mirina her du polîsan ku cardin bû sedema pêvajoya şer, wekî "kiryar nediyar" hat hiştin. 
 
ÎŞKENCE
 
Ji parêzerên vê dozê Eyup Sabrî Tînaş, destnîşan kir ku dosye ji ber ku kiryarên wê nayên aşkerekirin, ber bi dosyeyeke kiryar nediyar ve diçe. 
 
Tînaş, anî ziman ku îşkence li muwekîlên wî hatine kirin û di biin îşkenceyê de îfade dane, lê belê tu eleqeya wan bi bûyerê re tune bûye. Tînaş, destnîşan kir ku ji ber ku muwekîlên wî tawanbarî qebûl nekirine bêtir hatine îşkencekirin. Tînaş, diyar kir ku gava giliyê kesên îşkence kirine kirine, vê carê ji bo mywekîlên wî dev ji giliya xwe berdin bêtir tahde li wan hatiye kirin û got: "Ji ber ku dev jê bernedan, vê carê derbarê wan de dosyenî din çêkirin. Bi taybetî jî derbarê Hasan Aydin û Huseyîn Aydin de dosyeyeke cuda hat amadekirin. Bi buyereke ku t eleqea wan pê re tune ye, cezayê muebeda giran li wan hat birîn. Sedema sereke ji ber ku giliyê kesên îşkencekar kiribûn. Bi taybetî Hasan Aydin, ji ber hilcoya filîstînê 6 mehan nikaribû destên xwe bileqîne." 
 
Tînaş, anî ziman ku her du bira Hasan û Huseyîn Aydin, ji dosyeya kuştina polîsan beraet kirin, lê belê bi dosyenî din ceza li wan hat birîn. 
 
GOR KOLANDIN 
 
Parêzer Tînaş, da zanîn ku muwekîlê wî Nacî Yilmaz jî birine nav erdekî beyar û pê gor kolandine, li ber guhên wî çek teqandine û lêxistine. Tînaş, anî ziman ku ev beyan hemû di zabitnameyên dozgeriyê de hene, lê belê polîsên berpirsiyar îşeknceyê wekî prosedureke asayî nîşan dane û got: "Bi îşkenceyê xwestin muwekîlê me bikin kiryarê kuştina du polîsan. Sirf ji ber ku roja bûyerê telefona Sedat û Nacî girtî bûye, ev yek xistin stuyê wan û derpêş kirin ku her du bi hev re xebitîne." 
 
ZABITNAMEA SIXTE
 
Tînaş, destnîşan kir ku li Şaxa TEM'ê hatiye xwestin derbarê muwekîlên wî de delîlên sixte bên çêkirin û îtiraz kirine ku ev ne mimkun e û got: "Ji ber ku bi qasî sal û nîvekê derbarê dosyeyê de biryara veşarî hebû, me nikaribû naveroka dosyeyê bibîne. Gava dosye vebû, zabitnanmeyên li gor îdiaya ku bi hev re telefonên xwe girtine hatibûn amadekirin, bi zabitnameyeke din ji holê rakiribûn. Yanî delîleke sexte, bi delîleke sexte ya din îmha kiribûn. Ev tiştekî pir ecêb bû." 
 
ŞOPA TILIYÊN 4 POLÎSAN 
 
Tînaş, anî ziman ku ji ber ku derbarê dosyeyê de biryara veşarî hebûye, nizanibûne kîjan delîl hatine berhevkirin an jî kîjan nehatine berhevkirin. Tînaş, diyar kir ku piştî îdianame hatiye amadekirin dîtine ku di dosyeyê de qeydên HTS'ê yên bersûcan jî tune bûne. Tînaş, destnîşan kir ku hûrguliyeke ecêb a di dosyeyê de jî ew bû ku li mala her du polîsên hatin kuştin dewsa tiliyên 4 polîsan hatine dîtin. 
 
Parêzer Tînaş got: "Berî dosye bê amadekirin îfadeya van polîsên şopa tiliyên wan hatine tespîtkirin hatiye girtin. Yanî ev dosye ewilî derbarê van polîsan de bûye. Polîs, di îfadeyên xwe de gotine 6 meh in neçûne wê malê. Yanî ev beriya tespîtkirina tiliyan hatiye gotin. Lê roja bûyerê şopa tiliyên van her çar polîsan tê dîtin."
 
Tînaş, bilêv kir ku lê belê derbarê van polîsan de lêpirsîn nehatiye kirin. 
 
BEYANÊN DIKANDAR
 
Tînaş, diyar kir ku di dosyeya dozê de beyanên girîng ên ên dikandar Şeyhmûz Saglam in ku dikana wî di bin avahiya mala polîsên hatin kuştin de ye. Tînaş, bilêv kir ku dikandar di îfadeya xwe de diyar kiriye ku li cem her du polîsên hatin kuştine 2 kesên din jî hebûne û bi hev re çûne malê. 
 
Tînaş, destnîşan kir ku piştî mutalaayê muwekîlên wî hemû beraet kirine û got: "Bi rastî jî me xwest kî ev sûc kiribe bên dîtin. Jixwe awayê girtina muwekîlên me bi xwe jî nîşan dide ku tu eleqeya wan bi bûyerê re tune ye." 
 
KAMERA HATIN GIRTIN 
 
Parêzer Tînaş, destnîşan kir ku roja bûyerê çêbûye li Serêkaniyê pergala naskirina plakayan û pergala kamerayê girtî bûne û çendî ku ne pêkan ber jî girtina van her du pergalan jî xistine stuyê muwekîlên wî. Tînaş got: "Midûrê Polîsan ê Rihayê, di daxuyaniya xwe de got, hin kesan her du pergal qufil kirine, ji bo vê bûyerê bikin. Qeydên tapeyan ên muwekîlan bi hostetî perçe perçe hatine tomarkirin. Mesela tapeyeke beriya bûyerê bi 10 rojan wergirtine û daxilî nav dosyeê kirine. Wekî ku eynî rojê axivîne amade kirine. Me ev, yeko yeko li dadgehê bilêv kirin. A rast sêwirandinek çêkirine. Jixwe dozger di mutalaaya xwe de bal dikişîne ser vê. Heger derbarê muwekîlan de şik û gumanek biçûk jî hebûna, dê bihatana cezakirin." 
 
Tînaş, destnîşan kir ku bi hinceta van cinayetan pêvajoya aştiyê belsebeb hatiye xerakirin û got: "PIştî vê bûyerê bi hezaran mirov mirin. Ev bêtalihiyek mezin bû. Hikûmetê, biryara beraetê a dadgehê qet esas negirt." 
 
MA / Bariş Polat
 

Sernavên din

23/07/2021
11:26 NY: Ji milyonek zêdetir mirov ji ber lehî û hişkesaliyê mirin
10:12 Yenî Şafakê baroyên li dijî êrişên nijadperest derketin kir hedef
10:08 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurd li hev xwedî derkevin
09:50 Rêveberiya Xweser: Tirkiye serbixwetiya Sûriyeyê binpê dike
09:25 Tundiya zilam: Hewldana kuştina jinekê û zarokên wê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 239'emîn de dewam dike
09:07 Cenazeyê kurê xwe yê li Efrînê xwest
09:07 Dayikên girtiyan: Daxwazên wan daxwazên me ne
09:06 Amedî: Li qutban jî 3 kurd bên cem hev dê rastî êrişê werin
09:05 Wextekî xwezayê ku heya 2023'yan bisekine nemaye
09:04 Serokê GÎŞ-DER'ê Kûtlû: Ji bo pêşîlêgirtina êrîşan divê kiryar bên cezakirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2021'Ê
08:57 Walîtiya Wanê bersiv neda serlêdana ji bo 'standa derziyê'
22/07/2021
21:24 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 ÎHD'ê serdana malbata ku êrişa nîjadperestî lê hatibû kirin kir
15:46 DBP: Êrîş ji ber zimanê desthilatê pêk tên
15:18 Li Şirnexê bertek nîşanî êrişên nîjadperest dan
14:15 Li herêma Qertewînê şer derket
13:48 Li Stenbolê tundiya li ser jinê
13:22 HDP'ê ji bo cejnê serdana malbata Denîz Poyraz kir
13:03 Ji NY'yê daxuyaniya Qibris
11:43 Malbata Şenyaşar: Wê qêrînên edaletê rojekê bersiv bibînin
11:40 Di êrişa nîjadperest de 20 kes hatin binçavkirin
11:02 Wesayîta karkeran teqla avêt: Kesek jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn
10:54 Li Şirnexê şerê erd derket û welatiyek jiyana xwe ji dest da
10:30 Dal ê di êrişa nîjadperest de hatibû qetilkirin hat veşartin
10:22 Walîtiyê êrişa nîjadperest bi 'neyartiyê' ve girêda
10:09 Li Mêrdînê liv û tevgera helîkopteran heye
10:01 ÎHD: Êrişên li dijî kurdan berhema zimanê cihêkar e
09:41 Cenazeyê zarokê ket avê hat dîtin
09:25 Greva birçîbûnê di roja 238'emîn de dewam dike
09:00 Li Edliyeya Wanê tahde li dê û keçê kirin
09:00 Heyama nû ya Şanoya Devînîm a Enqereyê dest pê dike
09:00 Jin gundê Vakifliyê pêş ve dibin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
21/07/2021
20:53 Şewata li Cûdiyê xwe bi xwe tefiya
20:50 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:44 Hevseroka HDP'î bi daxwaz "îxraca teqez" sewqî dîsîplînê hat kirin
16:08 Li Konyayê êrişeke nîjadperestî li malbateke kurd hat kirin: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:42 'Zihniyeta ku li Kadikoy û Pirsûsê êriş kir heman zihniyet e'
15:12 TGC’ê tundiya polisan şermezar kir
14:58 Polis zextê li malbata kurd a êriş lê hat kirin dikin
13:21 Li Xarpêtê şewat derket: 170 donim erd şewitî
13:09 Tûran: Berpirsên êrişên nîjadperest desthilat e
12:21 Malbata Şenyaşar: Em tev bi hev re ji zilmê re bibêjin bes e
11:34 Penaberên afgan cejnê di bin germa zêde de derbas dikin
10:23 50 kesên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hat berdan
09:33 Êrişî malbatek Kurd kirin
09:07 Greva birçîbûnê di roja 237'emîn de dewam dike
09:06 'Divê li şûna gotinên nijadperest hikûmet bê rexnekirin'
09:05 Roja cejnê bi bîdonan av kişandin
09:05 ‘Ya ku tê jiyîn zilm, înkar û tunekirin e’
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:32 Kesên di bîranîna Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20/07/2021
20:39 Polîsan li Enqerê, Îzmîr û Stenbolê mudaxileyî bîranîna Pirsûsê kirin
16:11 Li Navenda Çand a Amara bîranîn: 33 can di Şoreşa Rojava de dijîn
15:27 33 rêwiyên xelayan bi bîr anîn: Xeyalên wan li Rojava pêk hatin
13:07 HDP'ê 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anî
11:56 Zaroka du salî ya li Antalyayê winda bûbû mirî hat dîtin
11:52 Karkerên kurd bêyî ku werin dermankirin îfadeyê wan hatine girtin
11:32 Malbata Şenyaşar: Roja ku edalet pêk were wê bibe cejna me
10:29 Emîne Şenyaşar: Cejn ji me re nîne û bi girî derbas dibe
10:06 Malbatên Roboskiyê cejnê li goristanê pêşwazî kirin
09:57 Vedat Aydin bi wesîleya cejnê li ser gora xwe hat bibîranîn
09:01 Dayika Suleyman Aksû: Rojê sê caran diçim ser gora wî
09:01 Greva birçîbûnê di roja 236'emîn de dewam dike
09:01 Hiqûqnas Kûrşûn: AKP, nikare bêyî Rewşa Awarte welat bi rê ve bibe
09:00 Cinayeta li Serêkaniyê ku bû sedema şer, ket nav lîsteya 'kiryar nediyar'
09:00 Derbarê hikumxwarê muebedê de ku salek jê re maye derkeve 2 dozên cuda
09:00 Xizmên girtiyan: Berî ku cenaze derkevin bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2021'AN
19/07/2021
22:39 Li Afyonê êrîş birin ser karkerên kurd: 7 kes birîndar bûn
20:21 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Beriya Cejna Qurbanê serdana goristanan kirin
16:44 Qeyûm xirbe rijandin Gola Wanê
16:14 Heywan di destên sewalkaran de man
15:22 Li Mêrsînê di 13 salan de 650 hezar dekar qadên çandiniyê tune bûne
15:05 Pasdarên Îranê îşkenceyek giran li kolberan kirin
13:42 Ji çar saziyan daxuyaniya hevpar: Girtiyê nexweş Çakal berdin
13:28 Bersûcê Komkujiya Sêwazê ku ji aliyê Erdogan ve hatibû berdan mir
13:27 Ayva yê gef lê hat xwarin: Em ê paşde gav neavêjin
13:01 Akademîsyenan piştgirî da Can Candan
12:56 Serokê CHP’yî ji ‘heqareta li serokkomar’ hat binçavkirin
12:43 Ji bo statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’î kirin
11:58 Malbata Şenyaşar cejnek din jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
11:56 HDP: Şoreşa Rojava ji Rojhilata Navîn re bûye îlham
11:11 Bûldan û Sancar Cejna Qurbanê pîroz kirin
09:31 12 hunermend li ser zimanê kurdî strîn
09:01 Greva birçîbûnê di roja 235'emîn de dewam dike
09:01 Gel ji debara xwe bi fikare: Cejn nayê bîra me
09:01 'Heya ku edalet pêk were, berpirsiyar dewlet e’
09:01 Kana madenê darên mişmişan hişk kirin, hemû derî li gundiyan girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:43 19 ciwanên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18/07/2021
19:53 Polîsan êrişî bîranîna Pirsûsê kirin: 19 binçavkirin
18:55 Hejmara jinên îşkence li wan hat kirin ji sedî 10 zêde bû
18:33 Hozan Arhat ê bi Kurdî stran gotin, di dawetê de hat binçavkirin
16:18 Meclîs kete betlanê
16:03 Jinek din jî ji aliyê çawişê pispor ve hat kuştin
15:50 Di xwepêşandanên bêaviyê de 3 ciwan hatin kuştin