Tora Ziman û Çanda Kurdî: Em ê li dijî êrişan bêdeng nebin

  • rojane
  • 11:57 23 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Tora Ziman û Çanda Kurdî, bendengiya dewletê ya ji bo êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan şermezar kir û got ku wê li dijî êrişan bêdeng nemînin. 
 
Di Cejna Qurbanê de li bajarên Afyon, Enqere û Konyayê yên Tirkiyeyê, komên nîjadperest êrişî welatiyên kurd kirin û xesar dan can û malê wan. Di êrişa Afyonê de 7 kes û di êrişa Enqerê de jî 4 kes birîndar bûn. Her wiha di êrişa Konyayê de jî nîjadperestan welatiyê bi navê Hakîm Dal ê 43 salî yê ji Amedê qetil kirin. Tora Ziman û Çanda Kurdî, bi daxuyaniyeke niviskî bêdengiya dewletê ya li dijî êrişan şermezar kir.
 
Torê, di daxuyaniya xwe de êrişên nîjadperest ku beriya êrişên dawiyê yên li dijî kurdan pêk hatibûn bi bîr xist û destnîşan kir ku di sedsala 21’emîn de li Tirkiyeyê kurd ji ber ku bi kurdî diaxivin rastî êrîşên nijadperest tên. Torê, destnîşan kir ku wê li dijî êrişan bêdeng nemînin û çand û zimanê xwe, nirx û rûmetên xwe biparêzin, bi pêş bixin.
 
JI BER KURDÎ ÊRIŞ LI KURDAN TÊ KIRIN
 
Tevahiya daxuyaniya torê wiha ye:
 
“Bûyer û qewimînên ku di herikîna dîrokê de rûdane û lêkolînên ku ji aliyê ramanwer û civaknasan ve hatine kirin, nîşan didin ku polîtîkayên pişaftin û înkara çand û zimanan wek sedema sereke ya şerên navbera gel û civakan hatine tespîtkirin, herwiha ji bo aheng û aştiya nava gel û civakan jî pirrengî, pirdengî, pirçandî û pirzimanî wek çareseriya pirsgirêkên nava gelan tê qebûlkirin.
 
Ligel van rastiyan jî di sedsala 21’emîn de hîn jî  li Tirkiyeyê ciwanên kurd,  karkerên kurd ên ku ji bo debara xwe diçin li bajarên Tirkiyeyê dixebitin, ji ber ku bi kurdî diaxivin rastî êrîşên nijadperest tên.
 
ÊRIŞ XWE BINGEHA JI TUNEHESIBANDINÊ DIGIRIN
 
Di Berfanbara sala 2018an de, li bajarê Sakaryayê Kadir SAKÇI û kurê xwe yê ciwan, ji ber ku di navbera xwe de bi kurdî axivîn, rastî êrîşê hatin. Kadir SAKÇI jiyana xwe ji dest da û kurê wî bi giranî birîndar bû. Di Hezîrana 2020î de ciwanê kurd ê bi navê Barış ÇAKAN, ji ber ku muzîka kurdî guhdar kir, li Enqereyê rastî êrîşê hat û bi kêran hat qetilkirin.
 
Niha jî dîsan li bajarê Enqereyê û li navçeya Meramê ya ser bi bajarê Konyayê, malbateke kurd ji ber kurdbûna xwe rastî êrîşên nijadperest ên ku wêrekî û bingeha xwe ji polîtîkayên dewletê yên înkar û tunehesibandina gelê kurd û zimanê kurdî digirin, tên. Mixabin di vê êrîşê de jî Hekîm DAL jiyana xwe ji dest da.
 
EM Ê BÊDENG NEMÎNIN
 
Kiryarên van êrîşên nijadperest ên ku li hemberî gelê kurd û zimanê kurdî pêk tên ji aliyê dadgeh û daraza Tirkiyeyê ve bê ceza dimînin û serbest tên berdan. Em wek Tora Ziman û Çanda Kurdî , bêdengiya rayedarên dewletê ya li hemberî van êrîşên nijadperest ên hovane şermezar dikin. Em ê tu car li hemberî bêrêzî û heqaretên li hemberî zimanê kurdî û van êrîşên nijadperest û hovane bêdeng nemînin.
 
Em ê li hemberî van êrîşên nijadperest ên ku rasterast bi piştgiriya AKP-MHPê pêk tên çand û zimanê xwe, nirx û rûmetên xwe biparêzin, bi pêş bixin.”
 
 
 

Sernavên din

27/07/2021
16:11 HDP’ê serdana gundên Êlihê kir: Gundiyan azadiya Ocalan xwest
16:00 Li Beyoglû şerê çekdarî: 3 kes mirin û kesek birîndar bû
15:44 Lêpirsîna Denîz Poyraz ji Soylû û Koca pirsî
15:44 Dayika ku 5 sal in cenazeyê lawê xwe wernegirtiye: Êdî bila vê zilmê li me nekin
15:31 Turkler û Bûdak hatin bibîranîn
14:37 Li kûçeya ku jinên êzidî lê hatibûn zincîrkirin meşa azadiyê
14:26 Baroya Amedê giliyê Yenî Şafakê kir
13:37 Tundiyê li girtiyê ku li dijî lêgerîna tazî derket kirin
13:11 Kolberek din jî hat kuştin û gel bertek nîşan da
12:13 Ferît Şenyaşar: Em bi edaleta derengmayî jî qayil in
11:42 Ji Hikûmeta Almanyayê daxuyaniya lîsteya înfazê
11:30 Li Amedê wê dawet bêmaske neyên lidarxistin
11:27 Banga ji bo girtiyê siyasî ku gef lê tê xwarin
10:18 Ji ber lihevanînê bi sedan sal ceza dan rûspiyan
10:04 Parêzerên Ocalan banga lezgîn li CPT’iyê kirin ku wezîfeya xwe bike
09:01 Greva birçîbûnê di roja 243'yemîn de dewam dike
09:01 Derbarê daxuyaniya dijberî nukleerê de îdianame hat amadekirin
09:01 Karkerê ku li Afyonê bi êrişê re rûbirû ma: Êrişeke nijadperest û plankirî bû
09:01 Rojnamevan Başlangiç ku navê wî di 'lîsteya înfazê' de ye: Behr qediya ji bo AKP'ê
09:00 Dayika girtî: Li ber çavê dewletê kurd kurd e
09:00 Bavê ku polîs bû sedema mirina kurê wî: Ma em li ku bidin dû edaletê?
09:00 Mehmet Ocalan: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:53 Li Stenbolê jinek hat kuştin
26/07/2021
21:15 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:09 Bûldan: Êdî dema yekîtiya kurdan e
17:45 Li zozanên Elkê bal kişandin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê
16:42 Amerîka mîsyona xwe ya şer a li Iraqê bi dawî dike
16:42 Aldar Xelîl: Divê şendeyên bêalî Goristana Efrînê lêkolîn bikin
16:16 Piştî 6 meh cezayê wê qediya û şûnde hat berdan
15:45 Dadgeha Bilind derbarê çalakiyên Kobanê de biryareke balkêş da
13:58 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Divê partiyên Kurd li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest
13:40 Welatiyek derket ser banê avahiya AKP’ê û hewl da întîhar bike
13:40 GOÇÎZDER: Divê li dijî êrişên nîjadperest çareseriyên bingehîn bên dîtin
13:36 Li dijî nijadperestiyê banga têkoşînê
13:33 Gorên li Efrînê hatin rûxandin di rojeva Meclîsê de ye
12:11 Emîne Şenyaşar: Heta lawê min neyê berdan ez ji vir naçim
11:53 Serokê Baroya Şirnexê: Êrîşên nîjadperest ne 'hêsan û bi tenê' ne
11:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:18 Qedexekirina parêzerên Ocalan di sala 10’an de ye: Li Îmraliyê ne hiqûq, ‘h’ ya wê jî nîne
11:13 Li Bestayê cerdevan darên sedsale dibirin
10:41 Çîrokek têkoşînê
10:39 Li Çinarê 6 taxan kirin qarantînayê
10:24 Qefleyek penaberên Afgan dema ku ji Wanê derdikeve
10:12 Serokdewletê Tûnîsê darbe li meclisa welat kir
09:35 Rojanemeger Mame: PDK'ê di rêvebirinê de zehmetî dikişîne
09:11 Greva birçîbûnê di roja 242'yemîn de dewam dike
09:00 Ji Serokê CHP'a Rîzeyê: Divê em bobelatan ji qederê derbixin
09:00 Fermandarê ku çixareyên desteserkirî difirot dîsa hat ser peywira xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 20121'AN
25/07/2021
21:14 Topbarana Şehbayê: 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn
19:52 Hejmar pêketiyen vîrûsa koronayê 14 hezaran derbas kir
19:45 Li Serêkaniyê di navbera komên paramîlîter de şer derket
17:59 Li Geliyê Bilûr agir bi daristanê ket
17:51 Yek jê zarok 2 kesên ku ketin bendavê xeniqîn
17:39 48 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê dan
16:51 Cotkaran li dijî birrîna ceryanê bi ser TEÎAŞ’ê de girt
16:50 Ji ber barana mûsonê 127 kes mirin û bi dehan kes winda ne
16:50 Odeya Tabîban bi keyayan re civîna derzîkirinê li dar xist
15:06 Li Arhaviyê bîlançoya lehiyê eşkere bû
12:31 Tirkiyê ji Girê Spî 2 jin revandin
11:07 Malbata Şenyaşar 139 roj in li benda ‘edaletê’ ye
10:40 Grûpên bi ser Tirkiyê ve kevirên goran didizin û difiroşin
10:13 Li Belçîkayê dîsa lehî rabû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 241'emîn de dewam dike
09:06 Li Amedê rojê 500 kes bi Covîd-19'ê dikevin: Tekane rêya xelasiyê aşî ye
09:06 Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir: Qanûna xwe pêk bînin
09:03 Îqtidar û muxalefet bi zimanê xwe ço li ba dikin
09:01 Bi îmzeya serokkomar erdê nexweşxaneyê kirin qada avahiyan!
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2021'AN
24/07/2021
21:17 58 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, hejmara pêketiyan zêde bû
15:40 Hêzên PDK’ê cihên HPG'ê kirin hedef
14:57 Înîsiyatîfê xwest cezayê girtiyê nexweş Kocaturk bê taloqkirin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin
14:30 ÎHD: Divê Korkmaz bê şert û merc were berdin
14:20 ÎHD’a Çanakkaleyê raporek li ser pirsgirêkên karkeran amade kir
14:00 Keça Gulunay ê 29 sal in winda ye: Em ê dev ji doza xwe bernedin
13:44 Ji êrişkaran tenê 1 jê hat girtin
12:55 45 roj in ji 3 siyasetmedarên ku PDK'ê binçav kiribûn agahî nayê girtin!
12:38 Serokê Şaredariya Êlihê yê berê hat berdan
12:38 Tevî îtîrafên Aygan jî 27 sal in agahî ji Haran nayê wergirtin
10:51 ‘Parazvanên edaletê wê hertim hebin’
09:02 Weşanxaneya Na pirtûka Welatê Xaltan çap kir
09:01 Greva birçîbûnê di roja 240'emîn de dewam dike
09:01 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Heger yekîtî çêbibe dê Kurdistan bibe xwedî statu
09:01 ‘Li dijî êrişên nîjadperest, divê daraz xwedî helwest be'
09:01 Zeytûn: Neçareserkirina pirsgirêka kurd pêşî li ber êrişan vedike
09:01 Gundiyên ku eskeran li wan xist: Esker zilmê dikin
09:01 Karkerên demsalî 5 roj in bê av in
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:35 Ciwanê ku di avê de xeniqîbû hat veşartin
23/07/2021
19:52 Di 24 saetên dawî de 11 hezar û 94 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
14:32 Bertekên li dijî êrişên nîjadperest: Divê polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin
14:14 ‘Siyaseta dubendiyê bingeha êrişên li dijî Kurdan e’
13:32 Li Gîresûnê jinek û zarokê wê bi giranî birîndar bûn
13:26 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê da
13:04 Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê taloq bû
12:38 40 kesên ji koma nîjadperest hatin binçavkirin şandin edliyê
12:20 Malbata Şenyaşar: Di bin zilmê de cejn nabe
11:57 Tora Ziman û Çanda Kurdî: Em ê li dijî êrişan bêdeng nebin