Parêzerên Ocalan banga lezgîn li CPT’iyê kirin ku wezîfeya xwe bike

  • rojane
  • 10:04 27 Tîrmeh 2021
  • |
img
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo qedexekirina hevdîtinên parêzer, malbat û vasî ya bi Ocalan re bi dawî bibe serî li CPT’iyê dan û bang lê kirin ku wezîfeya xwe bike. 
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo qedexeya li ser hevdîtina parêzer, malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe serî li Komîteya Şopandin û Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Di serlêdanê hat gotin qedexeyên hevdîtinê di meha adar, nîsan, gulan û hezîranê de bi awayek sîstematîk dewam kiriye û ev rewşa heyî li dijî destûra bingehîn û peymanên navnetewî ye. Di serlêdanê de ji bo tecrîd bi dawî bibe û pêşiya hevdîtina were vekirin bang li CPT’iyê hat kirin wezîfeya xwe bike. 
 
Parêzeran di serlêdanê de her wiha têkildarî serlêdanên ji bo Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li gel wî tên ragirtin û bersivên wergirtine û ji bo dawîkirina tecrîdê hin daxwaz jî pêşkêş kirine. 
 
SERLÊDAN BÊENCAM TÊN HIŞTIN 
 
Di metna serlêdanê de cih dane serlêdanên ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û di tevahiya 4 mehan de ne erênî û ne jî neyînî bersiva serlêdana wan a hevdîtinê nehatiye dayîn. Di vê demê de herî kêm her car 4 parêzeran 68 caran serî li dozgeriyê dane û bira û vasiyê Ocalan jî ji bo hevdîtinê 20 caran serlêdan kirine. Di metna serlêdanê de hat gotin parêzer ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve û malbat jî ji 3’yê Adara 2020’an ve heta niha qet hevdîtin nekirine. 
 
ÎTÎRAZ TÊN REDKIRIN 
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku l Girtîgeha Îmraliyê Rewşa Awarte didome û hevdîtinên telefonê jî birêkûpêk pêk nayên û xetereya têkildarî rewşa Ocalan berdewam dike. Di serlêdanê de hat gotin hemû biryarên derbarê Ocalan û girtiyên din de hatine girtin ne hiqûqî ne û ev biryar di çarçoveyên polîtîk de tên girtin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku biryarên tên girtin kes nikare rave bike û parêzer nikarin naveroka dosyeya biryaran fêr bibin. Parêzeran di serlêdanê de got hemû îtîrazên wan ên ji bo biryarên li Îmraliyêt ên girtin ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ve tên redkirin. 
 
BERPIRSIYARTIYA KOMÎTEYA WE TÊ BINPÊKIRIN 
 
Parêzeran got her çiqas wan bi şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabe jî lê derbarê serlêdana xwe de tu bersiv wernegirtine û ev sepanên li Îmraliyê di heman demê de berpirsiyartiya Komîteya we ya li dijî sepanên dij mirovane, muameleya xerab û rakirina tecrîdê jî binpê dike. 
 
NAME TÊN ASTENGKIRIN
 
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku qedexeya hevdîtina telefonê û desteserkirina nameyan ango nedana nameyan bo miwekîlên wan jî berdewam dike. Parêzeran di metna serlêdanê de destnîşan kir ku qanûnên destûra bingehîn li Îmraliyê nayê sepandin û ji ber vê yekê tecrîd berdewam dike û hat diyarkirin ku daraz û îqtidar di tecrîdê de dest dane destê hev û bi hev re tecrîdê pêk tînin. 
 
BI HEZARAN KES DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE 
 
Di metna serlêdanê de hat destnîşankirin ku li tevahiya girtîgehên Tirkiyê ji bo tecrîd bi dawî bibe bi hezaran girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger de ne û tevî bang û daxuyaniyên Komîteya we jî tecrîd didome û daxwazên girtiyan nayên qebûlkirin. Di serlêdanê de hat gotin 768 hiqûqzanên li Tirkiyê kampanya îmzeyan a li dijî tecrîdê ku qebûl nakin dane destpêkirin û hiqûqzan ji bo mafên bingehîn werin pêkanîn bang li rayedaran dikin. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku têkiliya Ocalan û girtiyên li cem wî her cûre riyên pêywendî danînê bi cîhana derve re hatine qedexekirin û qedexekirina li ser hevdîtina parêzer, malbat û wasî ku bi awayek sîstematîk bedewam dike dê wek muameleya xerab û dij mirovane derbasî qeydan bibe. 
 
DAXWAZÊN PARÊZERAN 
 
Parêzeran di serlêdanê de ji bo bidawîkirina îşkence û sepanên muameleya xerab bang li CPT’iyê kir û xwest wezîfeya xwe pêk bîne. Ev daxwazî ji CPT’iyê hatin kirin:
 
“* Divê Komîteya we bi awayek lezgîn serdana Grava Îmraliyêbike. 
 
* Divê serdana parêzeran li tavilê pêk were û her tim berdewam bike. 
 
* Lazim e hevdîtina malbatê û vasî her tim pêk were û cezayên dîsîplînê yên dij hiqûqî werin bidawîkirin. 
 
* Li gel mafê serdanê divê mafê axaftin bi telefonê jî bicih were anîn. 
 
* Lazim e astengiyên li pêşiya name û faksan werin bidawîkirin. 
 
* Pêwîste astengiyên li pêşiya rojname, kovar û pirtûkan ku sepaneên dij hiqûqî ne werin bidawîkirin. 
 
*  Em bi lezgînî daxwaz dikin ku îşkence, sepanên dij mirovane û muameleya xerab werin bidawîkirin û tevdîr û prosedur werin bikaranîn û bikevin meriyetê. 
 
MA / Mehmet Aslan - Dîren Yûrtsever
 

Sernavên din

27/07/2021
16:11 HDP’ê serdana gundên Êlihê kir: Gundiyan azadiya Ocalan xwest
16:00 Li Beyoglû şerê çekdarî: 3 kes mirin û kesek birîndar bû
15:44 Lêpirsîna Denîz Poyraz ji Soylû û Koca pirsî
15:44 Dayika ku 5 sal in cenazeyê lawê xwe wernegirtiye: Êdî bila vê zilmê li me nekin
15:31 Turkler û Bûdak hatin bibîranîn
14:37 Li kûçeya ku jinên êzidî lê hatibûn zincîrkirin meşa azadiyê
14:26 Baroya Amedê giliyê Yenî Şafakê kir
13:37 Tundiyê li girtiyê ku li dijî lêgerîna tazî derket kirin
13:11 Kolberek din jî hat kuştin û gel bertek nîşan da
12:13 Ferît Şenyaşar: Em bi edaleta derengmayî jî qayil in
11:42 Ji Hikûmeta Almanyayê daxuyaniya lîsteya înfazê
11:30 Li Amedê wê dawet bêmaske neyên lidarxistin
11:27 Banga ji bo girtiyê siyasî ku gef lê tê xwarin
10:18 Ji ber lihevanînê bi sedan sal ceza dan rûspiyan
10:04 Parêzerên Ocalan banga lezgîn li CPT’iyê kirin ku wezîfeya xwe bike
09:01 Greva birçîbûnê di roja 243'yemîn de dewam dike
09:01 Derbarê daxuyaniya dijberî nukleerê de îdianame hat amadekirin
09:01 Karkerê ku li Afyonê bi êrişê re rûbirû ma: Êrişeke nijadperest û plankirî bû
09:01 Rojnamevan Başlangiç ku navê wî di 'lîsteya înfazê' de ye: Behr qediya ji bo AKP'ê
09:00 Dayika girtî: Li ber çavê dewletê kurd kurd e
09:00 Bavê ku polîs bû sedema mirina kurê wî: Ma em li ku bidin dû edaletê?
09:00 Mehmet Ocalan: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:53 Li Stenbolê jinek hat kuştin
26/07/2021
21:15 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:09 Bûldan: Êdî dema yekîtiya kurdan e
17:45 Li zozanên Elkê bal kişandin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê
16:42 Amerîka mîsyona xwe ya şer a li Iraqê bi dawî dike
16:42 Aldar Xelîl: Divê şendeyên bêalî Goristana Efrînê lêkolîn bikin
16:16 Piştî 6 meh cezayê wê qediya û şûnde hat berdan
15:45 Dadgeha Bilind derbarê çalakiyên Kobanê de biryareke balkêş da
13:58 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Divê partiyên Kurd li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest
13:40 Welatiyek derket ser banê avahiya AKP’ê û hewl da întîhar bike
13:40 GOÇÎZDER: Divê li dijî êrişên nîjadperest çareseriyên bingehîn bên dîtin
13:36 Li dijî nijadperestiyê banga têkoşînê
13:33 Gorên li Efrînê hatin rûxandin di rojeva Meclîsê de ye
12:11 Emîne Şenyaşar: Heta lawê min neyê berdan ez ji vir naçim
11:53 Serokê Baroya Şirnexê: Êrîşên nîjadperest ne 'hêsan û bi tenê' ne
11:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:18 Qedexekirina parêzerên Ocalan di sala 10’an de ye: Li Îmraliyê ne hiqûq, ‘h’ ya wê jî nîne
11:13 Li Bestayê cerdevan darên sedsale dibirin
10:41 Çîrokek têkoşînê
10:39 Li Çinarê 6 taxan kirin qarantînayê
10:24 Qefleyek penaberên Afgan dema ku ji Wanê derdikeve
10:12 Serokdewletê Tûnîsê darbe li meclisa welat kir
09:35 Rojanemeger Mame: PDK'ê di rêvebirinê de zehmetî dikişîne
09:11 Greva birçîbûnê di roja 242'yemîn de dewam dike
09:00 Ji Serokê CHP'a Rîzeyê: Divê em bobelatan ji qederê derbixin
09:00 Fermandarê ku çixareyên desteserkirî difirot dîsa hat ser peywira xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 20121'AN
25/07/2021
21:14 Topbarana Şehbayê: 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn
19:52 Hejmar pêketiyen vîrûsa koronayê 14 hezaran derbas kir
19:45 Li Serêkaniyê di navbera komên paramîlîter de şer derket
17:59 Li Geliyê Bilûr agir bi daristanê ket
17:51 Yek jê zarok 2 kesên ku ketin bendavê xeniqîn
17:39 48 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê dan
16:51 Cotkaran li dijî birrîna ceryanê bi ser TEÎAŞ’ê de girt
16:50 Ji ber barana mûsonê 127 kes mirin û bi dehan kes winda ne
16:50 Odeya Tabîban bi keyayan re civîna derzîkirinê li dar xist
15:06 Li Arhaviyê bîlançoya lehiyê eşkere bû
12:31 Tirkiyê ji Girê Spî 2 jin revandin
11:07 Malbata Şenyaşar 139 roj in li benda ‘edaletê’ ye
10:40 Grûpên bi ser Tirkiyê ve kevirên goran didizin û difiroşin
10:13 Li Belçîkayê dîsa lehî rabû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 241'emîn de dewam dike
09:06 Li Amedê rojê 500 kes bi Covîd-19'ê dikevin: Tekane rêya xelasiyê aşî ye
09:06 Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir: Qanûna xwe pêk bînin
09:03 Îqtidar û muxalefet bi zimanê xwe ço li ba dikin
09:01 Bi îmzeya serokkomar erdê nexweşxaneyê kirin qada avahiyan!
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2021'AN
24/07/2021
21:17 58 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, hejmara pêketiyan zêde bû
15:40 Hêzên PDK’ê cihên HPG'ê kirin hedef
14:57 Înîsiyatîfê xwest cezayê girtiyê nexweş Kocaturk bê taloqkirin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin
14:30 ÎHD: Divê Korkmaz bê şert û merc were berdin
14:20 ÎHD’a Çanakkaleyê raporek li ser pirsgirêkên karkeran amade kir
14:00 Keça Gulunay ê 29 sal in winda ye: Em ê dev ji doza xwe bernedin
13:44 Ji êrişkaran tenê 1 jê hat girtin
12:55 45 roj in ji 3 siyasetmedarên ku PDK'ê binçav kiribûn agahî nayê girtin!
12:38 Serokê Şaredariya Êlihê yê berê hat berdan
12:38 Tevî îtîrafên Aygan jî 27 sal in agahî ji Haran nayê wergirtin
10:51 ‘Parazvanên edaletê wê hertim hebin’
09:02 Weşanxaneya Na pirtûka Welatê Xaltan çap kir
09:01 Greva birçîbûnê di roja 240'emîn de dewam dike
09:01 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Heger yekîtî çêbibe dê Kurdistan bibe xwedî statu
09:01 ‘Li dijî êrişên nîjadperest, divê daraz xwedî helwest be'
09:01 Zeytûn: Neçareserkirina pirsgirêka kurd pêşî li ber êrişan vedike
09:01 Gundiyên ku eskeran li wan xist: Esker zilmê dikin
09:01 Karkerên demsalî 5 roj in bê av in
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:35 Ciwanê ku di avê de xeniqîbû hat veşartin
23/07/2021
19:52 Di 24 saetên dawî de 11 hezar û 94 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
14:32 Bertekên li dijî êrişên nîjadperest: Divê polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin
14:14 ‘Siyaseta dubendiyê bingeha êrişên li dijî Kurdan e’
13:32 Li Gîresûnê jinek û zarokê wê bi giranî birîndar bûn
13:26 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê da
13:04 Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê taloq bû
12:38 40 kesên ji koma nîjadperest hatin binçavkirin şandin edliyê
12:20 Malbata Şenyaşar: Di bin zilmê de cejn nabe
11:57 Tora Ziman û Çanda Kurdî: Em ê li dijî êrişan bêdeng nebin