Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike

img

AMED - Ji Navenda Hûnerê ya Mordem Bariş Işik ku di xebatên Mîhrîcana Feqiyê Teyran a Çand, Hûner û Xwezayê ya Navneteweyî de digire, diyar kir ku wê sazî û dezgehên navneteweyî jî beşdarî bernameya xwe yên nîqaşên Îlonê bikin û banga tevlîbûna mîhrîcanê li welatiyan kir. 

Bi tevlîbûna Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Amedê (DTO) û gelek saziyên sivîl ên civakî, Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê, Wêphotos, Navenda Hunerê ya Mordem, Atolye A4, Wêjegeh Amed û Kolektîfa Hunerê ya Merkezkaçê li avahiya Navenda Hunerê ya Mordem a li navçeya Peyas a Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê di 3’yê Hezîranê de ragihandibûn ku wê di Nîsana 2022’yan de li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran a Çand, Huner û Xwezayê ya Navneteweyî li dar bixin. Rêveberê Navenda Hûnerê ya Mordem Bariş Işik, derbarê xebatên mîhrîcanê de ji ajansa me re axivî. 
 
Işik, diyar kir ku weke Hûnera Mordem, Atolye A4, Wephotos, Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê, Kolektîfa Hunerê ya Merkezkaçê û Wêjegeh Amed biryar dan ku mîhrîcanekê bi navê Feqiyê Teyran li dar bixin. 
 
Işik, anî ziman ku ew bi 6 koman re li ser projeyekê hatin gelhev û wiha axivî: "Naveroka xebata me jî Feqiyê Teyran bû. Feqiye Teyran helbestvanekî me yê mezin e. Me got em li ser wî lêkolîn bikin û bixebitin. Bi vî awayî ev mîhrîcan derket holê. Ger me 6 koman karî bên gelhev, wê demê emê karibin komên ji derveyî me jî beşdarê vê xebatê bikin ku mîhrîcan xurttir bibe. Ji ber vê em li sazî û dezgehên sivîl ên Amedê geriyan. Ji bo destpêkê em gihiştin armanca xwe. Gelek ji koman hatin danasîna mîhrîcanê.”
 
‘JI ZAROKAN HETA PÎRAN LI BENDA HERKESÊ NE’
 
Işik, diyar kir ku daxwaza wan ew e ku hemû sazî bi karê xwe beşdarî mîhrîcanê bibin û wiha got: “Em ê bi saziyên ku em pê re axivîn re an dawiya meha Tebaxê an jî serê meha Îlonê wê civînekê li dar bixin. Wê di civînê de herkes karê ku bikare bike dê bibêje. Ewil em ê karên saziyên ku ji Amedê beşdar dibin diyar bikin pişt re jî yên navnetewî. Mîhrîcan wê li ser çand, huner û xwezayê be. Ji xwe di Mîhrîcana Feqiyê Teyran de jî ev yek heye. Çend cihên ku diyar in hene lê em hêj jî cih digerin. Mînak wê di mîhrîcanê de cihê kampê jî hebe. Dê kon werin vedan, performans, atolye û perwerde wê çêbin. Girseya ku em li benda wan in jî, ji 7 salî heya 70 salîne." 
 
XEBATÊN MÎHRÎCANÊ DIDOMIN
 
lşik, da zanîn ku xebatên wan ên ji bo mîhrîcanê berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê Wêjegeha Amed, di mîhrîcanê de li ser Feqiyê Teyran panel û seminer li dar bixe û broşurên li ser Feqiyê Teyran amade bike. Di heman demê de, dê bi Tora Ziman û Çanda Kurdî û MED-DER’ê re di nava hevkariyê de bin. Wê Atolye A4 û Kolektîfa Hunerê ya Merkezkaçê pêşangehekê li dar bixin. Dibe ku pêşangeh li bajêr li gelek cihan were pêşandan. Dê hemû cureyên hûnerên dîtbarî û wêne di pêşangehê de hebin. Wê Atolya A4 û Wephotos belgefîlmekê li ser Feqiyê Teyran çêbikin. Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê jî dê ser Feqiyê Teyran çîrokan ji zarokan re vebêje. Em weke Mordem Sanat felsefeya Feqiyê Teyran weke şano bi muzîkalekê em ê pêşkeş bikin. Em bi Tora Ziman û Çanda Kurdî re jî axivîn. Dibe ku sala 2022’an weke sala Feqiyê Teyran were îlankirin. Ma Muzîkê jî gotin em dikarin bi koma zarokan konserekê li dar bixin. Dibe ku Şanoya Bajêr a Amedê jî bi lîstikeke gelerî beşdarî mîhrîcanê bibe.”
 
BANGA XWEDÎ DERKETINÊ
 
Bariş Işik, dest nîşan kir ku têkiliyên wan bi hin komên derveyî welat re jî hene û wiha got: “Kesên ku dixwazin di vê mîhrîcanê de cih bigire, yên ji nav Amedê yên derveyî wê bila xwe bigihînin me ku em ji wan re bibin alîkar û di mîhrîcanê de cih bigirin. Li aliyê din em  dixwazin ku ev mîhrîcan an salek an du sal carek were pîroz kirin û bibe kevnepşopiyek. Ji ber vê yekê daxwaza me ewe ku gel jî xwedî lê derkeve. Banga me ya herî mezin ev e."
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

09/08/2021
09:05 Greva birçîbûnê di roja 256'emîn de dewam dike
09:04 ‘Şewatên daristanan encama kapîtalîzmî ye'
09:03 'Nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe'
09:00 Hiqûqnas Kanar: Divê pergala muebbeta giran bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 9'Ê TABEXA 2021'AN
08/08/2021
20:35 Kinyazê Îbrahîm jiyana xwe ji dest da
20:02 108 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:23 Li Şirnexê 3 kesên brûskê li wan da birîndar bûn
19:14 Gergerlîgolû serdana malbata Dedeogûllari kir
17:42 Li gundan hevdîtinên 'Dema Azadiyê': Bi Ocalan re wê her tişt biguhere
16:44 Li ser sînorê Nisêbînê îşkenceya eskeran
16:21 Li Elkê mirina biguman a zarokekê
16:15 Malbata Dedeogûllari berî komkujiyê peyam ji Soylu re şand
15:21 Jinên HDP'î bi xebatkarên çandiniyê re tevrik kirin, giya kom kirin
15:01 Kaplan a hatibû tecawîzkirin, întîhar kir
14:02 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:40 Li Kadikoyê jinek bi awayekê bi şik birîndar bû
11:56 Talîbanê bajarê Kûndûzê girt
11:48 Berdevka RJAK’ê: Binçavkirina endamên me êrişa li dijî têkoşîna jinan e
11:25 Li Amedê zarokek bi çekê ji serê xwe birîndarkirî hat dîtin
10:55 Malbata Şenyaşar 'Doza Treblinka' li bîra dozgeran xist
10:04 Bavê Sara Kaya hat definkirin
09:53 Di qezaya li Balikesîrê rû da de 15 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
09:52 Şaredariya AKP'î cihêkariyê dike
09:51 Hûnermendên Kurd civiyan: Yekitî dide qezenc kirin
09:24 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat
09:06 Greva birçîbûnê di roja 255'emîn de dewam dike
09:05 Li Çewligê varyanta Deltayê belav dibe
09:04 Mînakeke berxwedanê: Aram Tîgran
09:04 Neçareserkirina pirsgirêka kurd îşkenceyê zêde dike
09:02 TOHAV: Dibe ku dosyeya Ocalan cardin biçe DMME'yê
09:01 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'AN
07/08/2021
18:38 Cenazeyê Çelîkê hat definkirin
16:23 ÎHD: Girtiyê nexweşê giran Polat bila bê berdan
16:16 Bavê Kişanakê hat veşartin
16:03 ÎHD: Girtiyê nexweş Çakal berdin
15:46 Hevdîtinên ‘Dema azadiyê’ didomin: Mûxatap tenê Ocalan e
15:36 Ji bo girtiyê nexweş ê ji sedî 76 astengdar Ayik banga berdanê hat kirin
15:36 ‘Ocalan azad bibe, dê civak nefesê bigire’
14:32 Faîlê ku sûcê xwe îtîraf kir jina Êzidî ya qetil kir sûcdar nîşan da
14:10 Pirsa aqûbeta Haci Ahmet Er kirin
13:46 Zubeyde Tepe ya pirsa faîlên kurê xwe kir: Ne faîl dayik tên darizandin
13:25 Sancar: Armanca guhertina desthilatdariyê ye
12:00 Xizmên Windayan: Bûlûttekîn ê hat binçavkirin li ku ye ?
11:29 Li Wanê birûskê dîsa mirovek kuşt
11:26 HDK’ê li dijî nijadperestiyê banga yek dengiyê kir
11:25 DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê kir: 2 kes revandin
11:25 Têkildarîdarî şermezarkirina komkujiyê dest bi lêpirsînê kirin
11:24 Ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya lehiyê
10:50 Tarik Bîrleşîk ê polîsan wesayîta wî gule baran kirin ew kêlî vegotin
10:41 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re mêzîna edaletê hevseng bikin
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e
15:37 4 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Xebatkara tûtinê ji jinên HDP'î re got: Em bi we bawer in
15:16 Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li hev civiyan
14:45 Li Antalyayê şewata daristanan didome
14:32 Bavê Kişanak jiyana xwe ji des da
14:31 Ji malbat, vasî û parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:14 Hunermendên kurd têkildarî rewşa Xelîl Xemgîn daxuyanî dan
13:54 Agahî ji siyasetmedarên ku li Hewlerê hatibûn desteserkirin nayê girtin
13:40 TMMOB’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:37 Ji bombardimanê 'şîrketên petrolê' derketin holê
10:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
10:49 3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin
10:45 Xebatên DEDAŞ'ê zirarê dide malên welatiyan
10:33 Li Rojava fûara 5'emîn bi dawî bû
10:15 Girtî li dijî binpêkirinên mafan di çalakiyê de ne
09:07 Çemê Bazamîr jî ziwa bû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 253'yemîn de dewam dike
09:07 Li Girtîgeha Dîlokê, av qut kirine, şekir û xwê nadin girtiyan
09:07 Ji ber lêdana gardiyan serî li DMME'yê da
09:07 Ji ber hişkesaliyê şîr nîvî nîvî kêm bûye
09:07 Gundê ku kana keviran lê tê şixulandin: Em di dojehê de dijîn
09:07 Dayika Saritaşê ku hat îşkencekirin: Qîrîna kurê min dihat min
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan bû 2 hezar: Rewş qet nebaş e
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2021'Ê
08:55 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 9 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn
08:49 Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçûk îstifa kir
05/08/2021
19:59 Cenazeyê Mahsûn Aslan jî bi kargoyê şandin
19:48 24 hezar û 297 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:25 Sancar li Mîlasê ye: Felaketa rêveberiyê tê jiyîn
17:06 Kujer Mehmet Altûn: Ji bo şop nemînin min careke din gule li wan reşand
16:37 Raporên otopsiyê yên ferdên malbata Dedeogûllari: 21 gule hatine reşandin, 6 kes ji serê xwe ve hedef hatine girtin
16:37 Parêzera Demîr a sîxurtî lê hat ferzkirin: Rêbazên çetewarî ne
15:35 TTB: Em ji bo jiyan û jiyandinê derzî dibin