251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike

img

STENBOL - Parêzer Rezan Sarica ku herî dawî 2 sal berê hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêkiribû, behsa hevdîtina dawî kir. Sarica, anî ziman ku pêşbîniyên Ocalan yeko yeko pêk hatine û got: "Tekane kesê ku pirsgirêka kurdî çareser bike û Tirkiyeyê ji vê rewşa heyî xelas bike, Ocalan e." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 22 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Ocalan, ji 7'ê Tebaxa 2019'an heya niha nikare hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. 
 
Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê Parêzer Rezan Sarica ku di her 5 hevdîtinên dawî yên sala 2019'an de cih girtibû, behsa nirxandinên Ocalan ên di hevdîtina dawî de kiribûn kir û şert û mercên tecrîda girankirî nirxandin. 
 
 
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÇ 
 
Sarica anî ziman ku ji bi hevdîtinên sala 2019'an gelek bedêl hatine dayîn. Sarica bibîr xist ku ji ber qedexeyên 8 salan êdî gel hew deyax kiriye û çalakiyeke greva birçîbûnê ya mezin dest pê kiriye. Sarica, destnîşan kir ku bi çalakiyên greva birçîbûnê îqtidar paşde gav avêtiye û di van şert û mercan de hevdîtin kirine. 
 
DÎROKA HEVDÎTINÊ 
 
Sarica, bibîr xist ku hevdîtina di 7'ê Tebaxê de piştî hevdîtina beriya xwe bi 50 rojî hatiye kirin û ev hevdîtin di dema hevdîtina Tirkiye û DYA'yê de hatiye kirin. Sarica got: "Divê mirov lê bifikire çima ev hevdîtin di wê rojê de hat kirin. Ev hevdîtin, di demeke ku Tirkiye û DYA hevdîtin kirin de hat kirin. Di vê serdemê de pir dihat nîqaşkirin ku dê Tirkiye êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike ya na, dê şerek çêbibe yan na. Gava me hevdîtin kir, wê demê dê diyar bibûne bê ka encamên hevdîtina Tirkiye û DYA'yê çi ne. Yanî kêm zêde dê bihata fêmkirin bê di kîjan çarçoveyê de li hev kirine an nekirine. Hê ev encam aşkere nebbûbûn, me hevdîtine kir." 
 
BI GUMAN NÊZ BÛ 
 
Sarica, diyar kir ku haya Ocalan ji hevdîtinê tune bûye û ne li benda hevdîtinekê bûye, lewma bi guman nêzî hevdîtinê bûye. Sarica, bilêv kir ku Ocalan meraq kiriye bê ka dê di hevdîtina Tirkiye û DYA'yê de lihevkirinek rû bide yan na û got: "Birêz Ocalan, dipirsî bê ka wateya vê hevdîtina ku di demeke nediyar de hatiye kirin çi ye. Dixwest di vê çarçoveyê de aqilê deletê fêm bike. Gelo, li benda peyameke Birêz Ocalan bûn? An jî dixwestin peyameke wekî kurd jî di hevdîtinên Tirkiye-DYA'yê de hene? Dê di rewşeke wiha de berteka kurdan biguheriya. Lê axir gotinên Birêz Ocalan zelal kirin ku ev ne wisa ye. Birêz Ocalan, derî vê hatibû hiştin. Lewma bi guman nêzî van geşedanan dibû. Birêz Ocalan, tiştên wê demê diqewimîn dişiband serdema 1918'an. Digot, 'DYA, ne di nav Şerê Cîhanê yê Yekê de bû. Paşê daxilî nav bû û bi Almanyayê da windakirin. Paşê daxilî nav Şerê Cîhanê yê Dudoyan bû û Hîtlerî qedand. Dê niha jî heman tiştî bike. Eleqeya tecrîda li vir bi vî şerî re heye. Ez, 20 sal in li vir li ber xwe didim." 
 
'EZ Ê DI NAV HEFTEYEKÊ DE ÇARESER BIKIM' 
 
Sarica, anî ziman ku Ocalan di hevdîtinên dawî de gelek mijar nirxandine û ji van mijaran yek jê jî şer û pevçûnên muhtemel bûne. Sarica, diyar kir ku Ocalan israra di şerê di navbera kurd û tirkan de, daye ber lêpirsînê û Ocalan van geşedan û qewimînan wekî encama înkareke 100 salî nirxandine. Sarica got: "Birêz Ocalan, digot çawa ji duh heya niha tu encam rû nedane, dê niha jî rû nedin. Dixwest pêşî li ber Tirkiyeyê bigire ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neke. Dipirsî 'Aqilê dewletê çima wisa tevdigere? Çima xwe bi xeteke şovenîst-mîlîtarîst de ferz dike? Hewl dida vê yekê fêm bike. Ev yek qebûl nedikir. Digot, xeteke ku xwe ferz dike, gelan bera hev dide, rastiya dîrokê înkar dike dê bi kêrî kesî neyê. Heta digot, ev xeta bi hestine şoven tevdigere dewlet û gel ne di etra wê de ne û ev polîtîkayeke ku li dijî bihevrebûna hezar salî ye. Lewma hewl dida pêşî li ber vê bigire. Birêz Ocalan got, 'Ez dikarim vê pirsgirêkê di nav hefteyekê de çareser bikim.' Tekane şertê wî jî, rawestandina îhtimala şer bû. Digot, tenê dikare ew vê bike." 
 
TÊKILIYÊN DI NAVBERA KURD-TIRKAN DE 
 
Sarica, destnîşan kir ku Ocalan li ser têkiliyên dîrokî yên di navbera kurd û tirkan de jî rawestiyyaye û got: "Digot, dîrokeke ku wisa berberîbûnê dixe navbera gelan û gelan ji hev vediqetîne tune ye, berevajî vê gelek geşedan hebûne ji bo jiyana bi hev re ya li Anatolya û Mezopotamayê." Sarica, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Ocalan gotiye heger kurd daxilî nav şerê rizgariyê nebûna, dê îro devereke bi navê Tirkiyeyê tune bûna û got: "Lewma pirsgirêka sereke ji salên 1920'î dest pê kiriye û pirsgirêka kurdî jî ji ber pergala dewletê ya li ser asasê Qanûna Bingehîn a 1924'an hatiyye avakirin rû daye û heya roja îro didome." 
 
QANÛNA BINGEHÎN A 1921'Ê 
 
Sarica, anî ziman ku bi Qanûna Bingehîn a 1924'ê re tenê ne kurd, hemû gel tên înkarkirin û ditê xwestin di nav nasnameyekê de bên asêkirin. Sarica, diyar kir ku Ocalan cardin îşaret bi Qanûna Bingehîn a 1921'ê kiriye û got: "Birêz Ocalan diprisî, 'Çima ev baş nabe rojev û nayê rojanekirin? Çima ruhê vê yekê nayê aşkerekirin?'" 
 
TÛRGÛT OZAL
 
Sarica, da zanîn ku Ocalan di hevdîtina dawî de li ser Tûrgût Ozal jî sekiniye. Sarica got: "Sedema ku Birêz Ocalan li ser Tûrgût Ozal sekinî, meseleyên di demên dawî de bû. Ozal, yeqîn kiribû ku pirsgirêka kurdî bi şer çareser nabe. Tişta Ocalan dixwest destnîşan bike jî ev bû. Ozal, di demên xwe yên dawî de ketibû nava hin hewldanan û pêwendî bi Birêz Ocalan re danîbû. Piştî vê bi demeke kurt jiyana xwe ji dest dabû. Ê ku cara ewil bi guman nêzî vê mirinê bûbû jî Birêz Ocalan bû. Jixwe paşê jî diyar bû ku bi ecelê xwe nemiriye. Digot, îradeyek divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî. Di sala 2010'an de yê ku cara ewil dewleta paralel destnîşan kir, Birêz Ocalan bû. 3 salan hewl da dewlet qaneh bike di vî warî de. Ancax piştî dawiya sê salan ev rastî hat ferqkirin. Ev xeta FETO'yê çi bû? Xeta şer bû. Em baş dizanin bê wan çaxan çi anîn serê kurdan. Xeta niha jî bi vî awayî ye. Lewma li hemberî vê îradeyek divê." 
 
HER KESÎ WINDA KIR 
 
Sarica, ragihand ku Ocalan di hevdîtina dawî de gelek caran îşaret bi "aqilê dewletê" kiriye û diyar kiriye ku êdî divê dewlet dev ji xeta şer berde, ji lew re 40 sal in bi vê xetê tu encam bi dest nexistiye û dê ji niha û pê de jî bi dest nxe. Sarica got: "Ê ku ji ber vê rewşê winda kirin, gel bûn. 2 sal di ser hevdîtina me ya dawî re derbas bûn. A rast ev 2 sal nîşan didin ku ji bo çi xwe nadin ber xeta demokratîk. Ê ku winda kirin, tenê ne kurd in. Halê aboriyê li holê ye. Ev, ne tiştekî wisa ye ku bi şer hel bibe. Ma aborî dikare ji bin vî barî rabe? Nikare. Birêz Ocalan, bi salan e vî tiştî dibêje. Bi trîlyonan pere hatine xerckirin. Dê 100 qatê din jî biçe. Em niah dibînin bê daristan çawa dişewitin. Li holê ye bê Tirkiye li ber van şewatan çi qas bêtevdîr e. Sedema vê jî şer e, maliyeta şer e. Maliyeta ji bo şer bê xerckirin, heger ji bo mijarên din ên welêt bihatana xerckirin, dê îro ev şewat ev qasî berbelav nebûna." 
 
AQILÊ KURD
 
Sarica, ragihand ku Ocalan ji bo çêbûna "aqilê kurd" jî hewl dide û têkildaî vê gotiye" ez nehatim fêmkirin û bi tenê mam." Sarica got: "Birêz Ocalan got, 'PDK, bi tecrîda li ser min re hebûna xwe didomîne.' Digot, bi destê PDK'ê nava civaka kurd tê valakirin. Em dibînin ku ev ne mifha tu kurdî yye jî. Birêz Ocalan behsa Mem û Zîn û Dewrêşê Evdî jî kir û destnîşan dikir ku divê kurd dev ji taybetmendiyên xwe yn feodal berdin. Lewma ji bo civakeke azad çi dikeve ser milê kê divê bike. Heta liv û tevgereke li ser vê xeta şovenîst hebe, çi qasî bibêjin 'Em mafên gelê kurd diparêzin' bila bibêjin, dê kes yeqîn neke." 
 
BANG LI HIQÛQNASAN KIR 
 
Sarica, diyar kir ku xaleke hevdîtinê jî banga ji bi hiqûqnasan bûye û got: "Pirsgirêka sereke ya kurdan, pirsgirêkeke hiqûqî ye. Ji ber qanûneke bingehîn a li ser înkarê, ev pirsgirêk ev qasî kûr bûye. Lewma kurd û mijara hiqûqê mijareke girîng e. Got, 'Bi xebateke zêde dê gelek pirtûk ji vê mijarê derkevin.' Ji ber hindê bang kir ku divê hiqûqnas pir bixebitin. Heta di vî warî de hin pêşniyarî jî kirin. Digot, dikarin li ser Qanûna Bingehîn a 1921'ê, qanûna rêvebiriyên xwecihî û civaka sivîl bixebitin. Bi rastî jî em dibînin ku bê ev pêşniyarî çi qasî di cî de ne. Li Tirkiyeyê li dijî vê berberîbûna kûrbûyî, pêdivî bi peymaneke civakî heye." 
 
ROL Û RISTA HDP'Ê 
 
Sarica, bilêv kir ku Ocalan bal kişandiye ser merheleya avakirina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî û got: "Digot, HDP di şert û mercên pir giran de hat avakirin, lewma divê ew jî bi awayekî muazzam bixebite. Digot, divê bê xurtkirin û mezinkirin. Digot, divê bi Qanûna Bingehîn a 1921'ê ruhê meclîsa yekemîn rojane bikin, divê li gor feraseta siyasî ya gel dihewîne tevbigerin. Digot, heger HDP wisa tevbigere dê xurt bibe. Digot, heger 24 saetan wekî derwêşan bixebite, dê bibe xwedî potanssiyeleke ne di biniya ji sedî 20'î de. Digot, hilbijartin bi şer nayên qezenckirin. Vê jî ji bo îqtidarê digot. Ê ku cara ewil behsa tifaqa demokrasiyê kir jî Ocalan bû. Texmîn dikir ku dê hin partiyên siyasî nava tifaqa demokrasiyê vala bikin. Ji bo vê jî digot, gere siyaseta rêya sêyem çêbibe." 
 
251 SERLÊDANÊN BÊBERSIV 
 
Sarica, anî ziman ku piştî hevdîtina 7'ê Tebaxê gelek caran serlêdana kirine, lê serlêdanek wan jî nehatiye bersivandin. Sarica, da zanîn ku ji hevdîtina dawî ya heya niha 251 serlêdan kirine û serlêdanên wan ên ji Îlona 2020'î heya niha yek jê jî nehatiye bersivandin. Di Îlona 2020'î de cezayyên hucreyên yên di 2005 û 2009'an de û "nexşerêya" sala 2009'an a ji bo DMME'yyê kirine hincet û got: "Ji bo hemû serlêdanên me yên di 6 mehên dawî yên 2020'î de hincetên bêhiqûqî nîşan dan. Ji 12'ê Adara 2021'ê heya niha jî bi tu awayî nayên bersivandin." 
 
XETA OCALAN
 
Sarica, destnîşan kir ku ji bo xeta aştiyê ya Ocalan pêk neyê hevdîtin tên astengkirin û got: "Herî dawî bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Ji xeynî vê ji 3'yê Adara 2020'an heya niha tu hevdîtinek rû bi rû nehatiye kirin. Em şert û mercên giravê meraq dikin. Em ji bo vê serî li dozgeriyê, dadgehê, dadgehên îdareyê û yên bilind û wezaretê ddin. Lê yek jê jî bersivê nade. Vîna ku Ocalan temsîl dike, vîna aştiyê ye. ekane kesê ku pirsgirêka kurdî çareser bike û Tirkiyeyê ji vê rewşa heyî xelas bike, Ocalan e. Lewma ji bo berdewamiya neçareseriyê tecrîd pêk tê. Aşkere ye ku ev ne çareserî ye. Em dibînin ku ji sala 2019'an heya niha di civakê de birînine kûr çêbûne. Heger guh li dengê Ocalan bihata kirin, dê bi dehan bedêl nehatana dayîn. Her roj xwîna kurdan dirije. Hê di ser Komkujiya Konyayê de çend roj derbas nebûn, duh bi tankê ji malbatekê 4 kes hatin qetilkirin. Tekane rêya ku pêşî li ber xwîna kurdan bigire, xeta Ocalan e. Lewma rojek berî rojekê divê tecrîd bê rakirin. Divê pêşî li ber hevdîtina bi malbatê û parêzeran bê vekirin. Paşê jî rakirina tecrîda siyasî û dû re jî divê Tirkiye ji van rojên tarî xelas bibe." 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

09/08/2021
09:05 Greva birçîbûnê di roja 256'emîn de dewam dike
09:04 ‘Şewatên daristanan encama kapîtalîzmî ye'
09:03 'Nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe'
09:00 Hiqûqnas Kanar: Divê pergala muebbeta giran bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 9'Ê TABEXA 2021'AN
08/08/2021
20:35 Kinyazê Îbrahîm jiyana xwe ji dest da
20:02 108 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:23 Li Şirnexê 3 kesên brûskê li wan da birîndar bûn
19:14 Gergerlîgolû serdana malbata Dedeogûllari kir
17:42 Li gundan hevdîtinên 'Dema Azadiyê': Bi Ocalan re wê her tişt biguhere
16:44 Li ser sînorê Nisêbînê îşkenceya eskeran
16:21 Li Elkê mirina biguman a zarokekê
16:15 Malbata Dedeogûllari berî komkujiyê peyam ji Soylu re şand
15:21 Jinên HDP'î bi xebatkarên çandiniyê re tevrik kirin, giya kom kirin
15:01 Kaplan a hatibû tecawîzkirin, întîhar kir
14:02 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:40 Li Kadikoyê jinek bi awayekê bi şik birîndar bû
11:56 Talîbanê bajarê Kûndûzê girt
11:48 Berdevka RJAK’ê: Binçavkirina endamên me êrişa li dijî têkoşîna jinan e
11:25 Li Amedê zarokek bi çekê ji serê xwe birîndarkirî hat dîtin
10:55 Malbata Şenyaşar 'Doza Treblinka' li bîra dozgeran xist
10:04 Bavê Sara Kaya hat definkirin
09:53 Di qezaya li Balikesîrê rû da de 15 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
09:52 Şaredariya AKP'î cihêkariyê dike
09:51 Hûnermendên Kurd civiyan: Yekitî dide qezenc kirin
09:24 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat
09:06 Greva birçîbûnê di roja 255'emîn de dewam dike
09:05 Li Çewligê varyanta Deltayê belav dibe
09:04 Mînakeke berxwedanê: Aram Tîgran
09:04 Neçareserkirina pirsgirêka kurd îşkenceyê zêde dike
09:02 TOHAV: Dibe ku dosyeya Ocalan cardin biçe DMME'yê
09:01 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'AN
07/08/2021
18:38 Cenazeyê Çelîkê hat definkirin
16:23 ÎHD: Girtiyê nexweşê giran Polat bila bê berdan
16:16 Bavê Kişanakê hat veşartin
16:03 ÎHD: Girtiyê nexweş Çakal berdin
15:46 Hevdîtinên ‘Dema azadiyê’ didomin: Mûxatap tenê Ocalan e
15:36 Ji bo girtiyê nexweş ê ji sedî 76 astengdar Ayik banga berdanê hat kirin
15:36 ‘Ocalan azad bibe, dê civak nefesê bigire’
14:32 Faîlê ku sûcê xwe îtîraf kir jina Êzidî ya qetil kir sûcdar nîşan da
14:10 Pirsa aqûbeta Haci Ahmet Er kirin
13:46 Zubeyde Tepe ya pirsa faîlên kurê xwe kir: Ne faîl dayik tên darizandin
13:25 Sancar: Armanca guhertina desthilatdariyê ye
12:00 Xizmên Windayan: Bûlûttekîn ê hat binçavkirin li ku ye ?
11:29 Li Wanê birûskê dîsa mirovek kuşt
11:26 HDK’ê li dijî nijadperestiyê banga yek dengiyê kir
11:25 DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê kir: 2 kes revandin
11:25 Têkildarîdarî şermezarkirina komkujiyê dest bi lêpirsînê kirin
11:24 Ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya lehiyê
10:50 Tarik Bîrleşîk ê polîsan wesayîta wî gule baran kirin ew kêlî vegotin
10:41 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re mêzîna edaletê hevseng bikin
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e
15:37 4 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Xebatkara tûtinê ji jinên HDP'î re got: Em bi we bawer in
15:16 Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li hev civiyan
14:45 Li Antalyayê şewata daristanan didome
14:32 Bavê Kişanak jiyana xwe ji des da
14:31 Ji malbat, vasî û parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:14 Hunermendên kurd têkildarî rewşa Xelîl Xemgîn daxuyanî dan
13:54 Agahî ji siyasetmedarên ku li Hewlerê hatibûn desteserkirin nayê girtin
13:40 TMMOB’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:37 Ji bombardimanê 'şîrketên petrolê' derketin holê
10:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
10:49 3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin
10:45 Xebatên DEDAŞ'ê zirarê dide malên welatiyan
10:33 Li Rojava fûara 5'emîn bi dawî bû
10:15 Girtî li dijî binpêkirinên mafan di çalakiyê de ne
09:07 Çemê Bazamîr jî ziwa bû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 253'yemîn de dewam dike
09:07 Li Girtîgeha Dîlokê, av qut kirine, şekir û xwê nadin girtiyan
09:07 Ji ber lêdana gardiyan serî li DMME'yê da
09:07 Ji ber hişkesaliyê şîr nîvî nîvî kêm bûye
09:07 Gundê ku kana keviran lê tê şixulandin: Em di dojehê de dijîn
09:07 Dayika Saritaşê ku hat îşkencekirin: Qîrîna kurê min dihat min
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan bû 2 hezar: Rewş qet nebaş e
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2021'Ê
08:55 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 9 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn
08:49 Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçûk îstifa kir
05/08/2021
19:59 Cenazeyê Mahsûn Aslan jî bi kargoyê şandin
19:48 24 hezar û 297 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:25 Sancar li Mîlasê ye: Felaketa rêveberiyê tê jiyîn
17:06 Kujer Mehmet Altûn: Ji bo şop nemînin min careke din gule li wan reşand
16:37 Raporên otopsiyê yên ferdên malbata Dedeogûllari: 21 gule hatine reşandin, 6 kes ji serê xwe ve hedef hatine girtin
16:37 Parêzera Demîr a sîxurtî lê hat ferzkirin: Rêbazên çetewarî ne
15:35 TTB: Em ji bo jiyan û jiyandinê derzî dibin