Zubeyde Tepe ya pirsa faîlên kurê xwe kir: Ne faîl dayik tên darizandin

img
STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê faîlên nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê beriya 28 salan hatibû revandin û di bin çavan de hatibû qetilkirin pirsîn. Dayikan, diyar kir ku dayikên li Qada Galatasarayê têdikoşin tên darizandin û pirsa “Çima faîl nayên darizandin?” kirin. 
 
Dayikên Şemiyê, di hefteya 854'emîn  de ji ber pandemiyê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" bi awayekî online li dar xistin. Dayikan di vê çalakiyê de faîlên nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28’ê tîrmeha 1993’an de hatibû revandin û qetilkirin pirsîn. 
 
Di daxuyaniyê de ewilî dayika Ferhat Tepe, Zubeyde Tepe axivî. Tepe, diyar kir ku 28 sal in ji bo kujerên kurê wê bên darizandin têdikoşe û wiha got: “Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Heke edalet hebûya niha kujerên kurê min hatibûn dîtin. Sûcê kurê min çi bû? Êdî ez ê vê ji wan bipirsim. Kurê min çima kuştin? Îro dayikên ku li Qada Galatasarayê têdikoşin tên darizandin, çima faîl nayên darizandin? Em weke Dayikên Şemiyê her tim li cem zarokên xwe ne. Bila kujerên zarokên me bên dîtin û darizandin.”
 
KUJER TÊN PARASTIN
 
Dûre bav Îsak Tepe, bi lêv kir ku ji roja kurê wî hatiye qetilkirin ve li ser piyane têdikoşin û wiha axivî: “Wan kujeran bi piştevaniya dewletê ev tişt kirin. Dema ez ji bo lêgerîna kurê xwe çûm ji min re gotin ‘milyareke pere bide, ji partiyê îstîfa bike û partiyê bigire em ê kurê te teslîmî te bikin’. Wexta ev gotin digotin kurê min qetilkiribûn. Me di sala 1994’an de hemû delîl û tiştên me dizanî ji Wezareta Dadê re ragihandin. Yê wê rojê kurê min hedef nîşanda fermandarê tugayê bû. Li wê herêmê bi dehan mirov dan kuştin. Mirov hedef dida nîşandan û dida kuştin. Em ji wê rojê were ji bo kujer bên darizandin di çalakiyê de ne lê tu kujer nehatin darizandin û dozek jî nevebû. 20 sal derbas bûn doz xistin. Îro dozê li kujerên 18 hezar mirovan navekin li malbatan vedikin. Ji bo min axaftinek kiriye doz li min jî vekirine. Niha jî derbarê Dayikên Şemiyê de doz hatiye vekirin. Di pergaleke wisa de mirov wê çawa memnun bin û wê edalet çawa were pêkanîn? Ev pirsgirêka me hemûyan e. Em dest ji doza xwe bernadin. Yên vê nekin bila şerm bikin.”
 
‘BILA BÊCEZATÎ BI DAWÎ BIBE’
 
Xwişka Tepe, Ayşe Tepe jî da zanîn ku di sûcên li dijî mirovahiyê de tên kirin demborî nayê qebûlkirin û wiha got: “Em têkoşîna maf û hiqûqê didin. Bila bêcezatî bi dawî bibe, em dixwazin dewlet bi vê re rûbirû bimîne û faîl werin darizandin. Em dest ji Qada Galatasarayê î bernadin.”
 
WÊ DEST JI HESAP PIRSÎNÊ NAYÊ BERDAN
 
Pişt re Zeynep Ceren Boztoprak daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê xwend û bi bîr xist ku hemû serlêdanên malbata Tepe yên di mijara darizandina faîlan de bê encam mane. Boztoprak, di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Gelek şahidan got ku Ferhat li Fermandariya Cendermeyan a Amedê de bi îşkenceyê tê îfadekirin lê serî li îfadeya tu şahidan nehat dayîn. Îdiayên malbatê yên derbarê Korkmaz Tagma de li lêpirsînê zêde nekirin. Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê bêyî ku delîlan kom bike, şahidan guhdar bike û ji bo bûyerê ronî bike bikeve nav hewldana bi zanebûn hişt ku demê dosyayê bibore û dosya girt. Em girtina dosyaya Ferhat Tepe qebûl nakin. Çend sal derbas bin jî em ê ji bo Ferhat Tepe, windayê xwe edaletê bixwazin û bînin bîra dewletê ku di nava normên hiqûqê de tevbigere. Em ê dest ji Qada Galatasarayê ya cihê hevdîtina bi windayên me ku 155 hefteye ji me re hatiye qedexekirin bernedin.”
 
 

Sernavên din

09/08/2021
09:05 Greva birçîbûnê di roja 256'emîn de dewam dike
09:04 ‘Şewatên daristanan encama kapîtalîzmî ye'
09:03 'Nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe'
09:00 Hiqûqnas Kanar: Divê pergala muebbeta giran bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 9'Ê TABEXA 2021'AN
08/08/2021
20:35 Kinyazê Îbrahîm jiyana xwe ji dest da
20:02 108 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:23 Li Şirnexê 3 kesên brûskê li wan da birîndar bûn
19:14 Gergerlîgolû serdana malbata Dedeogûllari kir
17:42 Li gundan hevdîtinên 'Dema Azadiyê': Bi Ocalan re wê her tişt biguhere
16:44 Li ser sînorê Nisêbînê îşkenceya eskeran
16:21 Li Elkê mirina biguman a zarokekê
16:15 Malbata Dedeogûllari berî komkujiyê peyam ji Soylu re şand
15:21 Jinên HDP'î bi xebatkarên çandiniyê re tevrik kirin, giya kom kirin
15:01 Kaplan a hatibû tecawîzkirin, întîhar kir
14:02 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:40 Li Kadikoyê jinek bi awayekê bi şik birîndar bû
11:56 Talîbanê bajarê Kûndûzê girt
11:48 Berdevka RJAK’ê: Binçavkirina endamên me êrişa li dijî têkoşîna jinan e
11:25 Li Amedê zarokek bi çekê ji serê xwe birîndarkirî hat dîtin
10:55 Malbata Şenyaşar 'Doza Treblinka' li bîra dozgeran xist
10:04 Bavê Sara Kaya hat definkirin
09:53 Di qezaya li Balikesîrê rû da de 15 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
09:52 Şaredariya AKP'î cihêkariyê dike
09:51 Hûnermendên Kurd civiyan: Yekitî dide qezenc kirin
09:24 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat
09:06 Greva birçîbûnê di roja 255'emîn de dewam dike
09:05 Li Çewligê varyanta Deltayê belav dibe
09:04 Mînakeke berxwedanê: Aram Tîgran
09:04 Neçareserkirina pirsgirêka kurd îşkenceyê zêde dike
09:02 TOHAV: Dibe ku dosyeya Ocalan cardin biçe DMME'yê
09:01 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'AN
07/08/2021
18:38 Cenazeyê Çelîkê hat definkirin
16:23 ÎHD: Girtiyê nexweşê giran Polat bila bê berdan
16:16 Bavê Kişanakê hat veşartin
16:03 ÎHD: Girtiyê nexweş Çakal berdin
15:46 Hevdîtinên ‘Dema azadiyê’ didomin: Mûxatap tenê Ocalan e
15:36 Ji bo girtiyê nexweş ê ji sedî 76 astengdar Ayik banga berdanê hat kirin
15:36 ‘Ocalan azad bibe, dê civak nefesê bigire’
14:32 Faîlê ku sûcê xwe îtîraf kir jina Êzidî ya qetil kir sûcdar nîşan da
14:10 Pirsa aqûbeta Haci Ahmet Er kirin
13:46 Zubeyde Tepe ya pirsa faîlên kurê xwe kir: Ne faîl dayik tên darizandin
13:25 Sancar: Armanca guhertina desthilatdariyê ye
12:00 Xizmên Windayan: Bûlûttekîn ê hat binçavkirin li ku ye ?
11:29 Li Wanê birûskê dîsa mirovek kuşt
11:26 HDK’ê li dijî nijadperestiyê banga yek dengiyê kir
11:25 DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê kir: 2 kes revandin
11:25 Têkildarîdarî şermezarkirina komkujiyê dest bi lêpirsînê kirin
11:24 Ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya lehiyê
10:50 Tarik Bîrleşîk ê polîsan wesayîta wî gule baran kirin ew kêlî vegotin
10:41 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re mêzîna edaletê hevseng bikin
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e
15:37 4 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Xebatkara tûtinê ji jinên HDP'î re got: Em bi we bawer in
15:16 Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li hev civiyan
14:45 Li Antalyayê şewata daristanan didome
14:32 Bavê Kişanak jiyana xwe ji des da
14:31 Ji malbat, vasî û parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:14 Hunermendên kurd têkildarî rewşa Xelîl Xemgîn daxuyanî dan
13:54 Agahî ji siyasetmedarên ku li Hewlerê hatibûn desteserkirin nayê girtin
13:40 TMMOB’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:37 Ji bombardimanê 'şîrketên petrolê' derketin holê
10:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
10:49 3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin
10:45 Xebatên DEDAŞ'ê zirarê dide malên welatiyan
10:33 Li Rojava fûara 5'emîn bi dawî bû
10:15 Girtî li dijî binpêkirinên mafan di çalakiyê de ne
09:07 Çemê Bazamîr jî ziwa bû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 253'yemîn de dewam dike
09:07 Li Girtîgeha Dîlokê, av qut kirine, şekir û xwê nadin girtiyan
09:07 Ji ber lêdana gardiyan serî li DMME'yê da
09:07 Ji ber hişkesaliyê şîr nîvî nîvî kêm bûye
09:07 Gundê ku kana keviran lê tê şixulandin: Em di dojehê de dijîn
09:07 Dayika Saritaşê ku hat îşkencekirin: Qîrîna kurê min dihat min
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan bû 2 hezar: Rewş qet nebaş e
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2021'Ê
08:55 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 9 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn
08:49 Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçûk îstifa kir
05/08/2021
19:59 Cenazeyê Mahsûn Aslan jî bi kargoyê şandin
19:48 24 hezar û 297 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:25 Sancar li Mîlasê ye: Felaketa rêveberiyê tê jiyîn
17:06 Kujer Mehmet Altûn: Ji bo şop nemînin min careke din gule li wan reşand
16:37 Raporên otopsiyê yên ferdên malbata Dedeogûllari: 21 gule hatine reşandin, 6 kes ji serê xwe ve hedef hatine girtin
16:37 Parêzera Demîr a sîxurtî lê hat ferzkirin: Rêbazên çetewarî ne
15:35 TTB: Em ji bo jiyan û jiyandinê derzî dibin