TOHAV: Dibe ku dosyeya Ocalan cardin biçe DMME'yê

img

STENBOL - Endama Desteya Rêvebir a TOHAV'ê Ayşe Bîngol Demîr ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li Komîteya Konseya Ewropayê da, got: "Heger komîte bi awayekî cuda nêzî Ocalan nebe, dibe ku dosye cardin biçe DMME'yê." 

 
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan, di 29'ê Tîrmehê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayayê dan ji bo biryarên binpêkirinê yên têkildarî "cezay muebeda giran" daxilî nav rojeva xwe ya lezgîn bike. 
 
Endama Desteya Rêvebir a Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) Parêzer Ayşe Bîngol Demîr, têkildarî serlêdanê de axivî. 
 
 
Demîr, diyar kir ku li Tirkiyeyê yek ji pirsgirêkên girîng ên hiqûqa ceza û rejîma înfazê ya ceza cezayê muebeda giran û awayê pêkanîna wê ye. Demîr, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê wekî Ocalan nêzî hezar girtî hene. Demîr, bilêv kir ku Tirkiye derbarê kesên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn agahiyan parve nake û ev yek bi pêvajoya Rewşa Awarte re pir zêde bûye. Demîr got: "Ev meseleyeke pir girîng e. Derbarê vê de biryarine girîng ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hene. Ev cezayên muebeda giran ên Tirkiyeyê di çarçoveya muameleya xirab a di xala 3'yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de ên nirxandin. Lewma tê xwestin Tirkiye di çarçoveya van biryaran de hin gavan bavêje." 
 
4 BIRYARÊN BINPÊKIRINÊ 
 
Demîr, diyar kir ku ji bo ku Tirkiye gavina bavêje, rêxistinên civaka sivîl û parêzvanên heq û hiqûqê bi awayekî cidî têdikoşin û 4 biryarên DMME yên di vî warî de rêz kirin: "Yek jê biryara 'Ocalan-Tirkiye' ye. Ev biryar di Adara 2014'an de hat dayîn. Biryara teqezbûyî jî di Cotmeha 2014'an de bû. Paşê hin biryarên din jî hatin dayîn. Biryara Kaytan heye, di Kanûna 2015'an de teqez bû. Di Adara 2016'an de biryara Gûrban heye. Di Adara 2019'an de jî biryara Boltan heye. Gava ev her çar biryar hatin dayîn, li Tirkiyeyê ferasetek wisa hebû; dê tazmînat bê dayîn û pêvajo bi dawî bibe." 
 
ÇIMA SERLÊDAN HAT KIRIN? 
 
Demîr, destnîşan kir ku di biryara 'Ocalan-Tirkiye'yê de, cezayê muebeda giran ê dadgehê bir, li 'dijî xala 3'yan e' û piştî vê diviyabû Tirkiye vê biryarê di ber çavan re derbas bikirana. Demîr, anî ziman ku yê ku vê kontrol jî dike komîte ye. 
 
TIRKIYE BIRYARAN PÊK NAYNE 
 
Demîr, bibîr xist ku Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û di heman demê de îmze daniye peymanên mafên mirovan, lê belê di warê mafên mirovan de li gor welatên din ên di konseyê de pir paşdemayî û qels e. Demîr, diyar kir ku ji welatên ku herî zêde DMME'yê derbarê wê de biryarên binpêkirina mafan daye yek jê jî Tirkiye ye û got: "Li ber konseyê gelek dosye hene ku divê Tirkiye wan îcra bike. Di nav van dosyeyan de ên girîng ên binpêkirinên mafan e." 
 
NÊZÎKATIYEK CUDA 
 
Demîr, destnîşan kir ku nêzîkatiya komîteyê ya ji bo vê komê, li gor ya komên din cuda ye û got: "Di nav vê komê de, biryara li pêş ya Gûrban e. Di biryareke li pêş de, komîte pirsgirêka pergalê qebûl dike. Ev xaleke girîng e. Komîte, hay jê heye ku rejîma înfazê ya girankirî ya Tirkiyeyyê bipirsgirêk e û ji bo çareserkirina wê divê gav bên avêtin." 
 
DIVÊ DAXILÎ NAV ROJEVÊ BIBE 
 
Demîr, da zanîn ku sê mehan carekê civînên mafên mirovan ên Komîteya Wezîran hene û di ajandaya wê de ev biryar jî hene. Demîr, bilêv kir ku salê carekê be jî tê payin ku komîte van biryaran daxilî nav rojeva xwe bike û got: "Piştî ku komîte daxilî nav rojeva xwe dike, haya hikûmetê jî jê çêdibe. Her wiha haya saziyên civaka sivîl ên ku van dozan dişopînin jî jê çêdibe. Lê tişta em di vê komê de dibînin ev e; Komîteya Wezîran vê komê daxilî nav rojeva xw enake. Lê vê pêvajoya kontrolkirinê di têkiliyê dualî û pêwendiyên yek bi yek de didomîne. Yek ji daxwazên di vî warî de jî êdî divê Komîteya Wezîran dema borî esas bigire û van dosyeyan bi awayekî rêk û pêk daxilî nav rojeva xwe bike." 
 
TU GAV NEHATINE AVÊTIN
 
Demîr, destnîşan kir ku ya ku biryarên DMME'yê dişopîne komîte ye û gava welat biryara hatiye dayîn pêk nene, komîte serî li hin rêyan dide. Demîr, anî ziman ku yek ji van rêyan jî ew e ku dosyeyê daxilî nav rojeva xwe bike û got: "Heger ji Tirkiyeyê daxwaz bikin, ev jî tê wateya gavekê. Li Tirkiyeyê li çend kesan cezayê muebeda giran girtine yan jî cezayê çend kesan hatiye înfazkirina? Biryarên dijberî van kesan de hatine dayîn, kengî hatine dayîn? Di vî warî de daneyine zelal tune ne. Diviyabû ev dane ji bo saziyên civaka sivîl û gel bihatana aşkerekirin, lê nayên aşkerekirin. Komîte dikare doza vê bike. Her wiha divê planekê jî berpêş bike ku dê Tirkiye kengî vê biryarê pêk bîne. Berê piştî biryara Ocalan, Tirkiye planek berpêş kiribû, lê tê de derbarê pêkanîna biryara dadgehê de gaveke berbiçav tune bû. Tirkiye tu gav neavêtine." 
 
DIBE KU DOSYE JI DMME'YÊ RE BÊ ŞANDIN 
 
Demîr, destnîşan kir ku divê komîte gavina bavêje û got: "Heger Tirkiye di neînfazkirin an jî di nebicîanîna van biryaran de israr bike, heya guherandina qanûnê jî dikare israr bike. Gava ev pêk neyê, Tirkiye biryareke navberê dide. Vê jî bi zimanekî zehmet. Gava vê nene cî, serokê konseyê sekreterê wê yê giştî, rasterast pêwendiyê bi Tirkiyeyê re datîne. Name dinivîse. Yanî bi zimanekî dîplomatîk, rewşê di aleyha Tirkiyeyê de giran dike. Her wiha rewşekegiran heye. Konsey, di çarçoveya xala 46'an a PMME'yê de cardin dikare dosyeyê ji DMME'yê re bişîne. Û ji dadgehê dixwaze bê ka welat berpirsiyarên peymanê bi cî anîne yan na. Ji vê re prosedura binpêkirinê tê gotin. Di 29'ê Gulana 2019'an de biryara Ilgar Mammadov heye. Ev, biryara ewil bû, derbarê rewşê de. Dosye cardin hat komîteyê. Hê komîte nîqaş dikir, Azerbêcan hin gav avêtin." 
 
Demîr, anî ziman ku hê ev rê ji bo Tirkiyeyê pêk nehatiye û demildest divê ev daxilî nav rojevê bibe. Demîr, destnîşan kir ku ev rewş dikeve nav "mafê hêviyê" û ji bo ku Tirkiye vê pêk bîne, divê qanûnê biguherîne. Demîr got: "Em ferz bikin Tirkiye qanûn guherand û ev daxilî nav qanûnê kir. Bes ne biguherîna qanûnê, divê ev maf bê bikaranîn jî." 
 
HERÎ KÊM HEZAR KES
 
Demîr, destnîşan kir ku vê mueyîdeya li ser Ocalan nayê qebûlkirin û got: "Heger ev ji ber nasnameyya Ocalan be, nexwe divê bi sedan heta bi hezaran mirovên tesîr ji vê girtine jî esas bên girtin." 
 
GIRÎNGIYA PIŞTGRIYA GEL 
 
Demîr, diyar kir ku dê serlêdana ku kirine bişopînin û ji bo komîte tevbigere çi ji destê wan bê dê bikin. Demîr ji bo vê û esas girtina vê serlêdanê bal kişand ser girîngiya piştgiriya gel jî. 
 
MA / Mehmet Aslan 

Sernavên din

09/08/2021
09:05 Greva birçîbûnê di roja 256'emîn de dewam dike
09:04 ‘Şewatên daristanan encama kapîtalîzmî ye'
09:03 'Nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe'
09:00 Hiqûqnas Kanar: Divê pergala muebbeta giran bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 9'Ê TABEXA 2021'AN
08/08/2021
20:35 Kinyazê Îbrahîm jiyana xwe ji dest da
20:02 108 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:23 Li Şirnexê 3 kesên brûskê li wan da birîndar bûn
19:14 Gergerlîgolû serdana malbata Dedeogûllari kir
17:42 Li gundan hevdîtinên 'Dema Azadiyê': Bi Ocalan re wê her tişt biguhere
16:44 Li ser sînorê Nisêbînê îşkenceya eskeran
16:21 Li Elkê mirina biguman a zarokekê
16:15 Malbata Dedeogûllari berî komkujiyê peyam ji Soylu re şand
15:21 Jinên HDP'î bi xebatkarên çandiniyê re tevrik kirin, giya kom kirin
15:01 Kaplan a hatibû tecawîzkirin, întîhar kir
14:02 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:40 Li Kadikoyê jinek bi awayekê bi şik birîndar bû
11:56 Talîbanê bajarê Kûndûzê girt
11:48 Berdevka RJAK’ê: Binçavkirina endamên me êrişa li dijî têkoşîna jinan e
11:25 Li Amedê zarokek bi çekê ji serê xwe birîndarkirî hat dîtin
10:55 Malbata Şenyaşar 'Doza Treblinka' li bîra dozgeran xist
10:04 Bavê Sara Kaya hat definkirin
09:53 Di qezaya li Balikesîrê rû da de 15 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
09:52 Şaredariya AKP'î cihêkariyê dike
09:51 Hûnermendên Kurd civiyan: Yekitî dide qezenc kirin
09:24 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat
09:06 Greva birçîbûnê di roja 255'emîn de dewam dike
09:05 Li Çewligê varyanta Deltayê belav dibe
09:04 Mînakeke berxwedanê: Aram Tîgran
09:04 Neçareserkirina pirsgirêka kurd îşkenceyê zêde dike
09:02 TOHAV: Dibe ku dosyeya Ocalan cardin biçe DMME'yê
09:01 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'AN
07/08/2021
18:38 Cenazeyê Çelîkê hat definkirin
16:23 ÎHD: Girtiyê nexweşê giran Polat bila bê berdan
16:16 Bavê Kişanakê hat veşartin
16:03 ÎHD: Girtiyê nexweş Çakal berdin
15:46 Hevdîtinên ‘Dema azadiyê’ didomin: Mûxatap tenê Ocalan e
15:36 Ji bo girtiyê nexweş ê ji sedî 76 astengdar Ayik banga berdanê hat kirin
15:36 ‘Ocalan azad bibe, dê civak nefesê bigire’
14:32 Faîlê ku sûcê xwe îtîraf kir jina Êzidî ya qetil kir sûcdar nîşan da
14:10 Pirsa aqûbeta Haci Ahmet Er kirin
13:46 Zubeyde Tepe ya pirsa faîlên kurê xwe kir: Ne faîl dayik tên darizandin
13:25 Sancar: Armanca guhertina desthilatdariyê ye
12:00 Xizmên Windayan: Bûlûttekîn ê hat binçavkirin li ku ye ?
11:29 Li Wanê birûskê dîsa mirovek kuşt
11:26 HDK’ê li dijî nijadperestiyê banga yek dengiyê kir
11:25 DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê kir: 2 kes revandin
11:25 Têkildarîdarî şermezarkirina komkujiyê dest bi lêpirsînê kirin
11:24 Ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya lehiyê
10:50 Tarik Bîrleşîk ê polîsan wesayîta wî gule baran kirin ew kêlî vegotin
10:41 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re mêzîna edaletê hevseng bikin
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e
15:37 4 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Xebatkara tûtinê ji jinên HDP'î re got: Em bi we bawer in
15:16 Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li hev civiyan
14:45 Li Antalyayê şewata daristanan didome
14:32 Bavê Kişanak jiyana xwe ji des da
14:31 Ji malbat, vasî û parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:14 Hunermendên kurd têkildarî rewşa Xelîl Xemgîn daxuyanî dan
13:54 Agahî ji siyasetmedarên ku li Hewlerê hatibûn desteserkirin nayê girtin
13:40 TMMOB’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:37 Ji bombardimanê 'şîrketên petrolê' derketin holê
10:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
10:49 3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin
10:45 Xebatên DEDAŞ'ê zirarê dide malên welatiyan
10:33 Li Rojava fûara 5'emîn bi dawî bû
10:15 Girtî li dijî binpêkirinên mafan di çalakiyê de ne
09:07 Çemê Bazamîr jî ziwa bû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 253'yemîn de dewam dike
09:07 Li Girtîgeha Dîlokê, av qut kirine, şekir û xwê nadin girtiyan
09:07 Ji ber lêdana gardiyan serî li DMME'yê da
09:07 Ji ber hişkesaliyê şîr nîvî nîvî kêm bûye
09:07 Gundê ku kana keviran lê tê şixulandin: Em di dojehê de dijîn
09:07 Dayika Saritaşê ku hat îşkencekirin: Qîrîna kurê min dihat min
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan bû 2 hezar: Rewş qet nebaş e
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2021'Ê
08:55 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 9 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn
08:49 Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçûk îstifa kir
05/08/2021
19:59 Cenazeyê Mahsûn Aslan jî bi kargoyê şandin
19:48 24 hezar û 297 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:25 Sancar li Mîlasê ye: Felaketa rêveberiyê tê jiyîn
17:06 Kujer Mehmet Altûn: Ji bo şop nemînin min careke din gule li wan reşand
16:37 Raporên otopsiyê yên ferdên malbata Dedeogûllari: 21 gule hatine reşandin, 6 kes ji serê xwe ve hedef hatine girtin
16:37 Parêzera Demîr a sîxurtî lê hat ferzkirin: Rêbazên çetewarî ne
15:35 TTB: Em ji bo jiyan û jiyandinê derzî dibin