Mînakeke berxwedanê: Aram Tîgran

img

AMED - Di ser koça hunermend Aram Tîgran re 12 sal derbas bûn. Hunermendan got: "Niha dibe ku bi bedena ne di nav me de be, lê bi muzîka xwe dijî." 

 
Di ser koça hunermend Aram Tîgran re 12 sal derbas bûn. Tîgran ku di 55 salên xwe yên muzîkê de 14 kaset çêkirin, di sala 2009'an di dema Mîhrîcana Çand û Hunerê ya 8'an a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de nerihet bû û di 8'ê Tebaxa 2009'an de di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Çendî Tîgran wesiyet kiribû ku cenazeyê wî li Amedê bê definkirin jî, lê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeê nehiştibû û li Burukselê hatibû definkirin. 
 
Hunermendan bi boneya salvegera koça Aram Tîgran de, behsa wî kirin.
 
‘BÛ DENGÊ KURDAN' 
 
Ji dengbêjên Navenda Çandê ya Dîcle Firatê Sidîqê Farqînî (Sitki Baran), diyar kir ku Aram Tîgran di muzîka kurdî de xwedî rol û risteke pir girîng e û got: "Hunermendekî pir bandorker bû. Bavê Tîgran ev wesiyet lê kiriye; kurdan em ji Komkujiya Ermeniyan xelas kirin, heya tu jî sax bî gere tu bi hunera xwe ji bo wan bitêkoşî. Lewma em hem qîmetê didin wî hem jî didin hunera wî. Di muzîka kurdî de xwedî cihekî mezin e. Li ser têkoşînê stran gotin. Ermenî bû, lê bi piranî bi kurdî stran gotin. Bû dengê kurdan. Ji hunermendên kurd bêtir doza û têkoşîna kurdan anî ziman. Lewma ji bo me pir mezin û hêja ye." 
 
'BI MUZÎKA XWE DIJÎ'
 
Farqînî, got: "Dixwest li Amedê bê definkirin, lê nehiştin. Bi wê hesretê ma. Heya ji destê me bê divê em ji bîr nekin û tim bînin zimên. Divê hunera wî li erdê nemîne. Divê ciwanên me hunera wî bidin ser milê xwe û nehêlin winda bibe. Divê tim bê guhdarîkirin û armanca wî pêk bînin. Belê, diha dibe ku ne di nav me de be, lê bi muzîka xwe dijî." 
 
'MÎNAKA BERXWEDANÊ' 
 
Hunermend Mehmet Atli jî anî ziman ku Tîgran xwedî repertuareke berfireh bûye û got: "Xwedîderketina wî ya li zimanê kurd, dibe ku di warê dîtina netewperestiyê de biproblem be, lê di şertên awarte de, gava wekî çîrokên mirovên asayî bê mêzekirin, Aram mînakeke berxwedanê ye." 
 
Atli, diyar kir ku gotina Aram ku gotibû "Ji destê min bê ez ê hemû çekan bikm tembûr" gotineke pir girîng û cihê îlhamê ye ûg ot: "Wekî manîfestoyeke aştiyê ye. Bi awayekî sade bi muzîkê re jiya. Me li kulîsekê hev nas kir û got ez stranên te diecibînim. Ev yek, ez kêfxweş kirim. Gotibû bi şeş ziman dizane û xwedî helwesteke mirovekî cîhanî bû. Bi ya min ev girîng in û di wesfê dersan de ne."
 
'ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ' 
 
Atli, di berdeamiya axaftina xwe de anî ziman ku mîratgirê muzîka Tîgran in û got: "Ji peywirekê wêdetir, ez dibêm mirov bibêje îlham çêtir e. Huner, qada hilbijartinên takekesî ya azad e. Lê kesên muzîka gerdîşî esas digirin, dê gelek tiştan ji Tîgran hîn bibin. Ez hîn bûm û hîn dibim. Ez ji şîrovekirina stranên Aram hez dikim. Her wiha ez helwesta malbata wî ya di vî warî de jî tebrîk dikim û malavayiya wan dikim." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

09/08/2021
09:05 Greva birçîbûnê di roja 256'emîn de dewam dike
09:04 ‘Şewatên daristanan encama kapîtalîzmî ye'
09:03 'Nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe'
09:00 Hiqûqnas Kanar: Divê pergala muebbeta giran bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 9'Ê TABEXA 2021'AN
08/08/2021
20:35 Kinyazê Îbrahîm jiyana xwe ji dest da
20:02 108 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:23 Li Şirnexê 3 kesên brûskê li wan da birîndar bûn
19:14 Gergerlîgolû serdana malbata Dedeogûllari kir
17:42 Li gundan hevdîtinên 'Dema Azadiyê': Bi Ocalan re wê her tişt biguhere
16:44 Li ser sînorê Nisêbînê îşkenceya eskeran
16:21 Li Elkê mirina biguman a zarokekê
16:15 Malbata Dedeogûllari berî komkujiyê peyam ji Soylu re şand
15:21 Jinên HDP'î bi xebatkarên çandiniyê re tevrik kirin, giya kom kirin
15:01 Kaplan a hatibû tecawîzkirin, întîhar kir
14:02 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:40 Li Kadikoyê jinek bi awayekê bi şik birîndar bû
11:56 Talîbanê bajarê Kûndûzê girt
11:48 Berdevka RJAK’ê: Binçavkirina endamên me êrişa li dijî têkoşîna jinan e
11:25 Li Amedê zarokek bi çekê ji serê xwe birîndarkirî hat dîtin
10:55 Malbata Şenyaşar 'Doza Treblinka' li bîra dozgeran xist
10:04 Bavê Sara Kaya hat definkirin
09:53 Di qezaya li Balikesîrê rû da de 15 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
09:52 Şaredariya AKP'î cihêkariyê dike
09:51 Hûnermendên Kurd civiyan: Yekitî dide qezenc kirin
09:24 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat
09:06 Greva birçîbûnê di roja 255'emîn de dewam dike
09:05 Li Çewligê varyanta Deltayê belav dibe
09:04 Mînakeke berxwedanê: Aram Tîgran
09:04 Neçareserkirina pirsgirêka kurd îşkenceyê zêde dike
09:02 TOHAV: Dibe ku dosyeya Ocalan cardin biçe DMME'yê
09:01 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'AN
07/08/2021
18:38 Cenazeyê Çelîkê hat definkirin
16:23 ÎHD: Girtiyê nexweşê giran Polat bila bê berdan
16:16 Bavê Kişanakê hat veşartin
16:03 ÎHD: Girtiyê nexweş Çakal berdin
15:46 Hevdîtinên ‘Dema azadiyê’ didomin: Mûxatap tenê Ocalan e
15:36 Ji bo girtiyê nexweş ê ji sedî 76 astengdar Ayik banga berdanê hat kirin
15:36 ‘Ocalan azad bibe, dê civak nefesê bigire’
14:32 Faîlê ku sûcê xwe îtîraf kir jina Êzidî ya qetil kir sûcdar nîşan da
14:10 Pirsa aqûbeta Haci Ahmet Er kirin
13:46 Zubeyde Tepe ya pirsa faîlên kurê xwe kir: Ne faîl dayik tên darizandin
13:25 Sancar: Armanca guhertina desthilatdariyê ye
12:00 Xizmên Windayan: Bûlûttekîn ê hat binçavkirin li ku ye ?
11:29 Li Wanê birûskê dîsa mirovek kuşt
11:26 HDK’ê li dijî nijadperestiyê banga yek dengiyê kir
11:25 DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê kir: 2 kes revandin
11:25 Têkildarîdarî şermezarkirina komkujiyê dest bi lêpirsînê kirin
11:24 Ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya lehiyê
10:50 Tarik Bîrleşîk ê polîsan wesayîta wî gule baran kirin ew kêlî vegotin
10:41 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re mêzîna edaletê hevseng bikin
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e
15:37 4 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Xebatkara tûtinê ji jinên HDP'î re got: Em bi we bawer in
15:16 Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li hev civiyan
14:45 Li Antalyayê şewata daristanan didome
14:32 Bavê Kişanak jiyana xwe ji des da
14:31 Ji malbat, vasî û parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:14 Hunermendên kurd têkildarî rewşa Xelîl Xemgîn daxuyanî dan
13:54 Agahî ji siyasetmedarên ku li Hewlerê hatibûn desteserkirin nayê girtin
13:40 TMMOB’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:37 Ji bombardimanê 'şîrketên petrolê' derketin holê
10:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
10:49 3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin
10:45 Xebatên DEDAŞ'ê zirarê dide malên welatiyan
10:33 Li Rojava fûara 5'emîn bi dawî bû
10:15 Girtî li dijî binpêkirinên mafan di çalakiyê de ne
09:07 Çemê Bazamîr jî ziwa bû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 253'yemîn de dewam dike
09:07 Li Girtîgeha Dîlokê, av qut kirine, şekir û xwê nadin girtiyan
09:07 Ji ber lêdana gardiyan serî li DMME'yê da
09:07 Ji ber hişkesaliyê şîr nîvî nîvî kêm bûye
09:07 Gundê ku kana keviran lê tê şixulandin: Em di dojehê de dijîn
09:07 Dayika Saritaşê ku hat îşkencekirin: Qîrîna kurê min dihat min
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan bû 2 hezar: Rewş qet nebaş e
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2021'Ê
08:55 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 9 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn
08:49 Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçûk îstifa kir
05/08/2021
19:59 Cenazeyê Mahsûn Aslan jî bi kargoyê şandin
19:48 24 hezar û 297 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:25 Sancar li Mîlasê ye: Felaketa rêveberiyê tê jiyîn
17:06 Kujer Mehmet Altûn: Ji bo şop nemînin min careke din gule li wan reşand
16:37 Raporên otopsiyê yên ferdên malbata Dedeogûllari: 21 gule hatine reşandin, 6 kes ji serê xwe ve hedef hatine girtin
16:37 Parêzera Demîr a sîxurtî lê hat ferzkirin: Rêbazên çetewarî ne
15:35 TTB: Em ji bo jiyan û jiyandinê derzî dibin