Hûnermendên Kurd civiyan: Yekitî dide qezenc kirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - 50 hûnermendên Kurd ên li bajarê Koln a Elmanyayê li hev civiyan, îşaret bi girîngiya yekîtiya Kurd a li dijî operasyonên leşkerî û siyasî kirin û banga "Dibe ku sibe dereng be" kirin.

 
50 hunermendên Kurd, li dijî operasyonên Tirkiyê yên derveyî sînor ên Herêma Federe ya Kurdistanê û ji bo yekitiya neteweyî li bajarê Koln a Elmanyayê civiyan. Hûnermend Seyîdxan, Hozan Diyar, Şivan Perwer, Beser Şahîn, Emekçi, Canê, Denîz Deman, Murat Yapiştiran, Cevad Merwanî, Comerd, Ganî Nar, Kawa û Peywan Arjîn, muzîkjen Memo Gul, Alî Îkîzer û Dilêr, derhêner Ersîn Çelîk, wênesaz Mîrê Hekan û Alî Zulfîkar, helbestvan-bestekar Hekîm Sefkan, nivîskarê şanoyê Mîrza, listikvana sînemayê Kêjan, mîzahkar Şîrîn û Muzîkjen Hakan Akay êRêveberê Enstîtuya Çanda Kurd a Elmanyayê beldarî civînê bûn. 
 
GELÊ KURD STATUYÊ DIXWAZE
 
Hunermend Hozan Diyar di civînê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd şertên Peymana Lozanê parçe kiriye. Diyar, da zanîn ku gelê Kurd berdêlên gelek mezin da, heta îroj hat û wiha got: "Ji bo me êdî roj hiltê. Me encamên girîng bi dest xist. Gelê Kurd dixwaze bibe xwedî statu. Erdogan li dinyayê têk çû. Dixwaze Kurdan bera ber hev bide û xwe rizgar bike. Dewleta Tirk bi dagirkeriya li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dixwaze destkeftiyên Kurdan tune bike. Dijmin li Başûrê Kurdistanê 70 baregehên leşkerî ava kiriye, amadekariyên mezin kiriye. Îro statuya li Başûrê Kurdistanê jî di xetereyê de ye. Dema em li Başûrê Kurdistanê têk biçin ew ê Kurdistan têk biçe. Ne duh meh şûnde, divê em niha dest bi xebatan bikin. Bêyî ku derengî bikeve, divê em ji bo yekîtiya hêzên siyasî bixebitin.”
 
HEKÎM SEFKAN QALA ENCAMÊN ŞERÊ NAVXWEYÎ KIR
 
Hunermend Hekîm Sefkan jî, diyar kir ku hunermendên Kurd du sal berê li hemberî dagirkeriya li ser Rojava hatin ba hev û ji wê rojê şûn de xebatên xwe didomîne. Sefkan diyar kir ku şerê navxweyî ji bo Kurdistanê dibe xisar û got “Li Başûrê Kurdistanê YNK û PDK’ê şerê hev kirin. Başûrê Kurdistane bû du beş. Kevirek heye, aliyekî wê sor û aliyê din jî zer e. Wekî sembola parçebûnê ye. Dema PDK-PKK û YNK-PKK’ê şer kirin çi bû? 70 baregehên leşkerî yên Tirk li Başûrê Kurdistanê bi cih bûn.
 
Li Rojavayê Kurdistanê partiyên siyasî tên ba hev lê dewleta Tirk dikeve navbera wan. Ew gelekî baş dizanin, dema em Kurd bibin yek wê serweriya wan biqede. Ji bo astengkirina yekîtiyê her dem hewl didin.
 
HOZAN COMERD: PIRSGIRÊK PERGALA LI HEMBERÎ ME YE
 
Hunermend Comerd ku diyar kir di dema qetlîama Zîlanê de Stalîn bi navê sosyalîzma alîkarî daye dewleta Tirk û destnişan kir ku Saddam Huseyîn jî bi navê Îslamê di Enfalê de li ser gelê Kurd qirkirin pêk aniye.
 
Comerd diyar kir ku gelê Kurd di qetlîamên Koçgîrî, Gilîdax, Dêrsim û Enfalê de bi sed hezaran qurbanî dane û wiha pêde çû: “Pirsgirêk Erdogan yan jî lîderek din nîne. Pirsgirêk pergala li beramberî me ye. Ji bo fêmkirina Erdogan yan jî pergala wan, naskirina Sûltan Suleyman ku bi edaleta xwe tê nasîn bes e. Bi edaleta xwe ve tê naskirin û lê 9 birayên xwe kuştiye. Gelê Kurdistanê bi pergaleke wiha re rû bi rû ye.”
 
Hunermend Comerd her wiha bi bîr xist ku malbata Barzanî û xizmên wê bi hezaran şehîd dane û ji bo Êzidiyan jî got “Ne pereyên Êzidiyan heye û ne jî êrişî tu kesan dikin. Di rastiyê de çirayên mirovatiyê ne. Di nava 7 milyar mirovî de çirayekî wiha tuneye. Li Mûsilê hê sefareta tu kesî nîne, lê Tirkan li wê derê sefaret vekirin. Vê sefaretê DAÎŞ perwerde kir û xiste êrîşê. Destpêkê Şengal û piştre êrîşê Hewlêr û Rojava kirin. Eger em yekîtiya xwe ava bikin wê hemû netew bibin heyranê me.”
 
Hunermendên din yên kom bibûn jî mafê axavtinê girtin û axivîn. Bêyî îstîsna hemû hunermendan serdana Şivan Perwer, Diyar û Beser Şahîn ya ji bo Başûrê Kurdistanê baş nirxandin û tekezkirin ku hewldana hunermendan xwedî rolekî dîrokî ye. Hemûyan jî dan zanîn ku wê hewldanên xwe bidomînin.
 
ŞIVAN PERWER: DIVÊ EM AKADEMIYA NETEWÎ DAMEZIRÎNIN
 
Herî dawî Şivan Perwer axivî û got: “Em hunermend diaxivin û nîqaş dikin. Di wan du salên dawî de em tên ba hev û têkilî guhertinên siyasî yên li Kurdistanê dibin. Lê divê di aliyê hunerî de jî em xebatên xwe pêş bixin” û ragihand ku hunerê di siyasetê de rêyek vekiriye.
 
Perwer ku pêşniyara avakirina saziya bi navê Hêza Yekîtiya Hunermendan (Yekîtiya Hunermendan) kir, bi bîr xist ku li Elmanyayê nêzî 3 mîlyon Kurd dijîn û wiha domand: “Divê em Akademiya Netewî ya Yekîtiya Hunermendan ava bikin. Pêwîst e ev akademî ji bo sînemageran, yên albûman çêdikin û helbestan dinivîsin; bi kurtî hemû beşên hunerê re alîkar be. Li Elmanyayê 3 mîlyon Kurd dijîn. Avakirina saziyek wiha êdî şert e.”
 

Sernavên din

09/08/2021
09:05 Greva birçîbûnê di roja 256'emîn de dewam dike
09:04 ‘Şewatên daristanan encama kapîtalîzmî ye'
09:03 'Nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe'
09:00 Hiqûqnas Kanar: Divê pergala muebbeta giran bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 9'Ê TABEXA 2021'AN
08/08/2021
20:35 Kinyazê Îbrahîm jiyana xwe ji dest da
20:02 108 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:23 Li Şirnexê 3 kesên brûskê li wan da birîndar bûn
19:14 Gergerlîgolû serdana malbata Dedeogûllari kir
17:42 Li gundan hevdîtinên 'Dema Azadiyê': Bi Ocalan re wê her tişt biguhere
16:44 Li ser sînorê Nisêbînê îşkenceya eskeran
16:21 Li Elkê mirina biguman a zarokekê
16:15 Malbata Dedeogûllari berî komkujiyê peyam ji Soylu re şand
15:21 Jinên HDP'î bi xebatkarên çandiniyê re tevrik kirin, giya kom kirin
15:01 Kaplan a hatibû tecawîzkirin, întîhar kir
14:02 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:40 Li Kadikoyê jinek bi awayekê bi şik birîndar bû
11:56 Talîbanê bajarê Kûndûzê girt
11:48 Berdevka RJAK’ê: Binçavkirina endamên me êrişa li dijî têkoşîna jinan e
11:25 Li Amedê zarokek bi çekê ji serê xwe birîndarkirî hat dîtin
10:55 Malbata Şenyaşar 'Doza Treblinka' li bîra dozgeran xist
10:04 Bavê Sara Kaya hat definkirin
09:53 Di qezaya li Balikesîrê rû da de 15 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
09:52 Şaredariya AKP'î cihêkariyê dike
09:51 Hûnermendên Kurd civiyan: Yekitî dide qezenc kirin
09:24 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat
09:06 Greva birçîbûnê di roja 255'emîn de dewam dike
09:05 Li Çewligê varyanta Deltayê belav dibe
09:04 Mînakeke berxwedanê: Aram Tîgran
09:04 Neçareserkirina pirsgirêka kurd îşkenceyê zêde dike
09:02 TOHAV: Dibe ku dosyeya Ocalan cardin biçe DMME'yê
09:01 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'AN
07/08/2021
18:38 Cenazeyê Çelîkê hat definkirin
16:23 ÎHD: Girtiyê nexweşê giran Polat bila bê berdan
16:16 Bavê Kişanakê hat veşartin
16:03 ÎHD: Girtiyê nexweş Çakal berdin
15:46 Hevdîtinên ‘Dema azadiyê’ didomin: Mûxatap tenê Ocalan e
15:36 Ji bo girtiyê nexweş ê ji sedî 76 astengdar Ayik banga berdanê hat kirin
15:36 ‘Ocalan azad bibe, dê civak nefesê bigire’
14:32 Faîlê ku sûcê xwe îtîraf kir jina Êzidî ya qetil kir sûcdar nîşan da
14:10 Pirsa aqûbeta Haci Ahmet Er kirin
13:46 Zubeyde Tepe ya pirsa faîlên kurê xwe kir: Ne faîl dayik tên darizandin
13:25 Sancar: Armanca guhertina desthilatdariyê ye
12:00 Xizmên Windayan: Bûlûttekîn ê hat binçavkirin li ku ye ?
11:29 Li Wanê birûskê dîsa mirovek kuşt
11:26 HDK’ê li dijî nijadperestiyê banga yek dengiyê kir
11:25 DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê kir: 2 kes revandin
11:25 Têkildarîdarî şermezarkirina komkujiyê dest bi lêpirsînê kirin
11:24 Ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya lehiyê
10:50 Tarik Bîrleşîk ê polîsan wesayîta wî gule baran kirin ew kêlî vegotin
10:41 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re mêzîna edaletê hevseng bikin
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e
15:37 4 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Xebatkara tûtinê ji jinên HDP'î re got: Em bi we bawer in
15:16 Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li hev civiyan
14:45 Li Antalyayê şewata daristanan didome
14:32 Bavê Kişanak jiyana xwe ji des da
14:31 Ji malbat, vasî û parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:14 Hunermendên kurd têkildarî rewşa Xelîl Xemgîn daxuyanî dan
13:54 Agahî ji siyasetmedarên ku li Hewlerê hatibûn desteserkirin nayê girtin
13:40 TMMOB’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:37 Ji bombardimanê 'şîrketên petrolê' derketin holê
10:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
10:49 3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin
10:45 Xebatên DEDAŞ'ê zirarê dide malên welatiyan
10:33 Li Rojava fûara 5'emîn bi dawî bû
10:15 Girtî li dijî binpêkirinên mafan di çalakiyê de ne
09:07 Çemê Bazamîr jî ziwa bû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 253'yemîn de dewam dike
09:07 Li Girtîgeha Dîlokê, av qut kirine, şekir û xwê nadin girtiyan
09:07 Ji ber lêdana gardiyan serî li DMME'yê da
09:07 Ji ber hişkesaliyê şîr nîvî nîvî kêm bûye
09:07 Gundê ku kana keviran lê tê şixulandin: Em di dojehê de dijîn
09:07 Dayika Saritaşê ku hat îşkencekirin: Qîrîna kurê min dihat min
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan bû 2 hezar: Rewş qet nebaş e
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2021'Ê
08:55 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 9 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn
08:49 Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçûk îstifa kir
05/08/2021
19:59 Cenazeyê Mahsûn Aslan jî bi kargoyê şandin
19:48 24 hezar û 297 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:25 Sancar li Mîlasê ye: Felaketa rêveberiyê tê jiyîn
17:06 Kujer Mehmet Altûn: Ji bo şop nemînin min careke din gule li wan reşand
16:37 Raporên otopsiyê yên ferdên malbata Dedeogûllari: 21 gule hatine reşandin, 6 kes ji serê xwe ve hedef hatine girtin
16:37 Parêzera Demîr a sîxurtî lê hat ferzkirin: Rêbazên çetewarî ne
15:35 TTB: Em ji bo jiyan û jiyandinê derzî dibin