Hiqûqnas Kanar: Divê pergala muebbeta giran bi dawî bibe

img
STENBOL - Hiqûqnasê cezayê Ercan Kanar, cezayê "muebbeta giran" ku bi sewqkirina biryara DMME'yê ya Ocalan a ji bo Konseya Ewropayê careke din hat rojevê nirxand û diyar kir ku divê cezaya muebeta giran bi dawî bibe û ev tişt got: "Tirkiye şertên Mandela bin pê dike."
 
Buraya Hiqûqê ya Asrinê ku parastina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dike, ji ber ku muwekîlê wan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin îzolasyona civakî de tê girtin û cezayê heta hetayê ku beyî bêtehliyekirin lê hatiye birîn li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHS) ku îşkence û memeleya xerab qedexe dike ye, di sala 2003'an de li serî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMME'yê di 18'ê adara 2014'an de vê serlêdanê nirxand û biryar da "Ocalan 2" ku cezayê heta hetayê yê bêyî berdana bişert li dijî xala 3'emîn a AÎHS'ê ye.
 
Piştre DMME'yê, heman biryarê ji bo Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Cîvan Boltan jî da. Ji hêla kesên ku serlêdan kirine ve rexmî ku di ser biryara pêşane ya Ocalan de 7 sal derbas bûye jî ji bo sererastkirina cezayê muebbeta giran ku şertê wê yê berdanê tune ye tu sererastkirineke qanûnî nehatiye kirin. Di nav 7 salên borî de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî pêkanîna biryara DMME'yê negirt rojeva xwe. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî (TOHAV), ji bo ku biryara DMME'yê ya derbarê Ocalan, Kaytan, Gûrban û Boltan bi awayekî lezgîn bigire rojeva xwe serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AK) dan. 
 
DIVÊ BARO JÎ SERLÊDAN BIKIN
 
Hiqûqnasê cezayê Parêzer Ercan Kanar, diyar kir ku çiqas dereng mabe jî serlêdan girîng e û got ku divê hê zêdetir sazî tevlî serlêdanê bibin. Kanar, bi lêv kir ku divê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê û baro jî tevlî serlêdanê bibin û wiha got: "Lê mixabin heta niha li dijî pergala înfazê ya cihêkar û nîjadperest Yekitiya Baroyan û rêveberiyên baroyên Îzmîr, Enqere û Stenbolê dengê xwe dernexistine. Beriya bi salan Komîteya Wezîran AK'ê ku serlêdan lê hatiye kirin ji bo hikûmetên eleqedar di biryara xwe ya pêşniyarê de peşniyar kiribû ku cezayên di navbera 8 û 14 salan de careke din di ber çavan re bên derbaskirin. Dîsa di cezayên muebbetê de jî şertê ku di navbera 8 û 14 salan de di ber çavan re bên derbaskirin heye. Ev ji biryarên DMME'yê pêşdetir e. Di biryara DMME'yê de pêşniyara 25 salan heye."
 
BIRYARÊN HEMAN ÊN DMME'YÊ
 
Kanar, biryarên beriya niha yên DMME'yê yên derbarê Vînter û Yên din/Malnişînin Yekgirtî bi bîr xist û got ku di vê biryarê de jî bi awayekî zelal mafê hêviya azadiyê yê girtî pêk hatiye û ev tişt got: "Di biryarê de hatiye destnîşankirin ku divê demên cezayan di demên diyarkirî de di ber çavan re bên derbaskirin û ev di qanûnên înfazê yên dewletên neteweyî de cih bigirin. Dîsa di biryara Kafkarîs/Qibirsê de ev xisûs hatine destnîşankirin. Mafê her mirovî heye ku heta sax be azadiyê bibîne. Lewre sûc û wesafa ceza çi dibe bila bibe, armanca bingehîn a hiqûqa înfazê başkirina kes û qezenckirina wî ya civakê ye. Ev xisûs di cezayên muebbeta heta hetayê de tune ne. Ev rewş ji ber ku bûye qorîdora mirinê jiyana bi xwe jî bûye ceza. Bi ceza re jiyana bi xwe jî bûye ceza. Lewre ev li dijî xwezaya mirov e. Hem di hêla hiqûqê ve pêkanîneke cihêkar e hem jî di hêla polîtîk de jî pêkanîneke nîjadperest e."
 
PERGALA PATRÎMONYAL 
 
Di berdewamê de Kanar, da zanîn ku ji ber Tirkiye ne dewleta hiqûqê ye biryarên mijara gotinê ne pêk nayne û wiha pêde çû: "Di 10 salên dawîn de AKP'ê hiqûqê ji holê rakiriye. Tirkiye veguheriye pergaleke patrîmonyal. Mexseda min ji vê bûye dewleteke mîna şîrketê. Li ser vê jî baveke dîktator heye. Ji ber vê biryarên DMME'yê pêk nayên. Komîteya Wezîran a AK'ê ji pêkanîna biryarên DMME'yê berpirsyar e. Divê komîte bi wêrek tevbigere û Tirkiyeyê hişyar bike. Heke hişyarî neyê guhdarkirin divê biryarê bibe Daîreya Mezin a DMME'yê. Piştî ku biryara Daîreya Mezin jî derket divê derbasî danekirina bibe. Ji bo çareseriyê dikare mafê bikaranîna dengê AK'ê ji destê wê bê girtin û ji endamtiya AK'ê bê derxistin. Lê ji ber ku Ewropa demeke qels dijî biryarên xwe bi xwe jî pêk nayne. Biryarên aborî û polîtîk dibin asteng ku van danekirinan pêk bîne."
 
BIRYARÊN MANDELA 
 
Kanar, bi bîr xist ku di sala 1955'an de Neteweyên Yekbûyî (NY) hin şertên mecbûrî ku divê ji bo girtî û hikumxwaran pêk bên çêkiriye û di sala 2005'an de bi navê Mandela ev şert hatine revîzekirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Şertên Mandela hatine binpêkirin. Li gorî van şertan divê cezayê hucreyê yê demeke dirêj qet tunebe. Di cezayen giran ên dîsiplînê de jî divê hevdîtina bi malbatê re neyê astengkirin. Çi dibe bila bibe divê girtî li nêzî malbata xwe bê girtin. Dîsa divê têkilî û hevdîtina bi parêzeran re neyê astengkirin. Hemû weşanên ku nehatibûn qedexekirin divê bê sansûr bên dayîn. Divê qeydên ku derbarê mehkûm de tên girtin mînakeke wan radestî mehkûm jî bê kirin. Lê Tirkiyeyê şertên Mandela bin pê kiriye. Ji bo pêkanîna van biryaran divê zextên li ser muxalefetê bên zêdekirin. Ne tenê HDP divê partiyên ku xwe weke sosyal demokrat îfade dikin û TÎP hê zelaltir dengê xwe derbixin. Divê cezayê heta hetayê ji qanûna cezayê bê derxistin. Êdî ev ceza dema xwe têje kiriye. Ji bo vê divê saziyên mafên mirovan û hiqûqê dest bi kampanyayan bikin."
 
MA / Ferhat Çelîk
 
 
 

Sernavên din

09/08/2021
09:05 Greva birçîbûnê di roja 256'emîn de dewam dike
09:04 ‘Şewatên daristanan encama kapîtalîzmî ye'
09:03 'Nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe'
09:00 Hiqûqnas Kanar: Divê pergala muebbeta giran bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 9'Ê TABEXA 2021'AN
08/08/2021
20:35 Kinyazê Îbrahîm jiyana xwe ji dest da
20:02 108 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:23 Li Şirnexê 3 kesên brûskê li wan da birîndar bûn
19:14 Gergerlîgolû serdana malbata Dedeogûllari kir
17:42 Li gundan hevdîtinên 'Dema Azadiyê': Bi Ocalan re wê her tişt biguhere
16:44 Li ser sînorê Nisêbînê îşkenceya eskeran
16:21 Li Elkê mirina biguman a zarokekê
16:15 Malbata Dedeogûllari berî komkujiyê peyam ji Soylu re şand
15:21 Jinên HDP'î bi xebatkarên çandiniyê re tevrik kirin, giya kom kirin
15:01 Kaplan a hatibû tecawîzkirin, întîhar kir
14:02 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:40 Li Kadikoyê jinek bi awayekê bi şik birîndar bû
11:56 Talîbanê bajarê Kûndûzê girt
11:48 Berdevka RJAK’ê: Binçavkirina endamên me êrişa li dijî têkoşîna jinan e
11:25 Li Amedê zarokek bi çekê ji serê xwe birîndarkirî hat dîtin
10:55 Malbata Şenyaşar 'Doza Treblinka' li bîra dozgeran xist
10:04 Bavê Sara Kaya hat definkirin
09:53 Di qezaya li Balikesîrê rû da de 15 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
09:52 Şaredariya AKP'î cihêkariyê dike
09:51 Hûnermendên Kurd civiyan: Yekitî dide qezenc kirin
09:24 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat
09:06 Greva birçîbûnê di roja 255'emîn de dewam dike
09:05 Li Çewligê varyanta Deltayê belav dibe
09:04 Mînakeke berxwedanê: Aram Tîgran
09:04 Neçareserkirina pirsgirêka kurd îşkenceyê zêde dike
09:02 TOHAV: Dibe ku dosyeya Ocalan cardin biçe DMME'yê
09:01 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'AN
07/08/2021
18:38 Cenazeyê Çelîkê hat definkirin
16:23 ÎHD: Girtiyê nexweşê giran Polat bila bê berdan
16:16 Bavê Kişanakê hat veşartin
16:03 ÎHD: Girtiyê nexweş Çakal berdin
15:46 Hevdîtinên ‘Dema azadiyê’ didomin: Mûxatap tenê Ocalan e
15:36 Ji bo girtiyê nexweş ê ji sedî 76 astengdar Ayik banga berdanê hat kirin
15:36 ‘Ocalan azad bibe, dê civak nefesê bigire’
14:32 Faîlê ku sûcê xwe îtîraf kir jina Êzidî ya qetil kir sûcdar nîşan da
14:10 Pirsa aqûbeta Haci Ahmet Er kirin
13:46 Zubeyde Tepe ya pirsa faîlên kurê xwe kir: Ne faîl dayik tên darizandin
13:25 Sancar: Armanca guhertina desthilatdariyê ye
12:00 Xizmên Windayan: Bûlûttekîn ê hat binçavkirin li ku ye ?
11:29 Li Wanê birûskê dîsa mirovek kuşt
11:26 HDK’ê li dijî nijadperestiyê banga yek dengiyê kir
11:25 DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê kir: 2 kes revandin
11:25 Têkildarîdarî şermezarkirina komkujiyê dest bi lêpirsînê kirin
11:24 Ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya lehiyê
10:50 Tarik Bîrleşîk ê polîsan wesayîta wî gule baran kirin ew kêlî vegotin
10:41 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re mêzîna edaletê hevseng bikin
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e
15:37 4 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Xebatkara tûtinê ji jinên HDP'î re got: Em bi we bawer in
15:16 Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li hev civiyan
14:45 Li Antalyayê şewata daristanan didome
14:32 Bavê Kişanak jiyana xwe ji des da
14:31 Ji malbat, vasî û parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:14 Hunermendên kurd têkildarî rewşa Xelîl Xemgîn daxuyanî dan
13:54 Agahî ji siyasetmedarên ku li Hewlerê hatibûn desteserkirin nayê girtin
13:40 TMMOB’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:37 Ji bombardimanê 'şîrketên petrolê' derketin holê
10:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
10:49 3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin
10:45 Xebatên DEDAŞ'ê zirarê dide malên welatiyan
10:33 Li Rojava fûara 5'emîn bi dawî bû
10:15 Girtî li dijî binpêkirinên mafan di çalakiyê de ne
09:07 Çemê Bazamîr jî ziwa bû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 253'yemîn de dewam dike
09:07 Li Girtîgeha Dîlokê, av qut kirine, şekir û xwê nadin girtiyan
09:07 Ji ber lêdana gardiyan serî li DMME'yê da
09:07 Ji ber hişkesaliyê şîr nîvî nîvî kêm bûye
09:07 Gundê ku kana keviran lê tê şixulandin: Em di dojehê de dijîn
09:07 Dayika Saritaşê ku hat îşkencekirin: Qîrîna kurê min dihat min
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan bû 2 hezar: Rewş qet nebaş e
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2021'Ê
08:55 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 9 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn
08:49 Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçûk îstifa kir
05/08/2021
19:59 Cenazeyê Mahsûn Aslan jî bi kargoyê şandin
19:48 24 hezar û 297 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:25 Sancar li Mîlasê ye: Felaketa rêveberiyê tê jiyîn
17:06 Kujer Mehmet Altûn: Ji bo şop nemînin min careke din gule li wan reşand
16:37 Raporên otopsiyê yên ferdên malbata Dedeogûllari: 21 gule hatine reşandin, 6 kes ji serê xwe ve hedef hatine girtin
16:37 Parêzera Demîr a sîxurtî lê hat ferzkirin: Rêbazên çetewarî ne
15:35 TTB: Em ji bo jiyan û jiyandinê derzî dibin