Li Iraqê ber bi hilbijartinê ve: Hesabê herkesî li ser kurdan heye

img

HEWLÊR - Li Iraqê ku di hêla siyasî, leşkerî û aborî de pirsgirêkêb mezin hene, ji bo hilbijartinên ku wê di 10'ê cotmehê de pêk wer in, hemû hêz li ser kurdan hesaban dikin. Amerîka, Îran, Tirkiye, Iraq û PDK ku weke dijberî hev xuya ne li Mexmûr û Şengalê li heman eniyê cih digirin. 

 
Li Iraqê bi nêzbûna hilbijartinan re hêzên dijberî hev ketin nav hewldanên ku meseyên bazariyê berfireh bigirin. Lê dema ku mijar dibe Mexmûr û Şengal ku rêxistinbûna xwe ya xweser û paratina rewa ava kirine, Amerîka, Îran, Tirkiye, Iraq û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku weke dijberî hev xuya ne li heman eniyê cih digirin. Daxwaza ıraqiyan a vekişandina hêzên şer a Amerîkayê hilbijartinên 10'ê cotmehê girîngtir dike.  
 
HILBIJARTINA DI ALOZIYÊ DE 
 
Yek ji hêza girîng a şîiyan a li welat Tevgera El Sadr biryara ku tevlî hilbijartinan nebe da. Di vê pêvajoya hilbijartinê de êrişa Tirkiyeyê ya ser qadên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêma Kurdistanê jî didome. Li aliyên hezeke din a bibandor a li welat Heşdî Şabî jî êrişên xwe yên dijî hêzên ku weke "dagirker" dibîne didomîne. Her wiha planên parçekirin û ji hev belavkirina Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yên PDK'ê jî didomin. Tirkiye ji bo pêkanîna Peymana 9'ê Cotmeha 2020'an a Şengalê zextê li Hewlêr-Bexdayê dike. Ji sala 2005'an ve di navbera Bexda û Hewlêrê de hesabê 400 milyar dolarî didome. Çalakiyên şermezarkirinê yên dema deman li Bexda, Basra, Hewlêr û Silêmaniyê dertên jî aloziya li welat radixin ber çavan. 
 
KURD DI HEDEFÊ DE NE
 
Di vê çarçoveyê de derbarê Hevserokê YNK'ê Lahur Şêx Cengî ku nêzî Îranê ye de biryara girtinê hat derxistin û tê xwestin ku Pavel Talabanî yê bêtir nêzî PDK'ê ye bînîn cihê wî. Tê gotin ku ev daxwaza Amerîka û Tirkiyeyê ye. Dîsa hewl tê dayîn ku serokên Heşdî Şebî yên alîgirên Îranê bên tasfiyekirin û di demeke ku qet kes ne li bendê bû ji nişke ve bi DAIŞ'ê li Mexmûrê êriş dan kirin. Bi vê jî tê xwestin ku di ser "valahiya ewlehiyê" de peyam bidin gelê wargehê. Hikûmeta Iraqê bi hinceta êrişên Tirkiyeyê armanc dike ku Wargeha Mexmûrê bike bin kontrola xwe. Hem Iraq hem jî PDK ku demeke dirêj e ambargo daniye ser wargehê li ser daxwaza Tirkiyeyê dixwazin serweriya siyasî ya wargehê bikin bin kontrola xwe. Êrişa DAIŞ'ê ya piştî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî wargehê, gefên Eniya Tirkmenan ên li dijî wargehê û bi cihbûna hêzên girêdayîna PDK'ê ya nêzî wargehê van tezan xurt dikin. 
 
PLANA ŞENGALÊ
 
Ji bo xels nîşandana ewlehiya Şengalê di derbasbûna di navbera Misûl û Zaxoyê de bi rêya mişextvanan hişbir, çek û derman tên veguheastin û mişextiya mirovan tê kirin. Bi vî awayî tê xwestin Şengalê ne ewle nîşan bidin. Iraq hewl dide li nuqteyên kontrolê yên herêma êzidiyan lim şûna êzidiyan kesên ereb bi  cih bike. Êzidî jî li navenda Şengalê li saziyên dewletê dike notirvan. Bi vê re gote gotin ku wê DAIŞ di ser sînorê Sûriye û Rojava de êriş bike belav dike û şengaliyan ditirsîne. Di çarçoveya plana mijara gotinê de Artêşa Iraqê hêzên xwe yên nêzî navenda Iraqê paşde vedikişîne û hewl dide hêzên xwe yên asayîşê li şûna wan bi cih bike. Vê planê li gorî Peymana Şengalê dike.
 
POLÎTÎKAYA PDK'Ê YA ŞENGALÊ 
 
PDK ku parçeyê êrişên Tirkiyeyê yên li herêmê ye, nêzî 2 salan e ambargo daniye li ser Wargeha Mexmûrê; muxalîf, ronakbir, nivîskar û rojnamegeran digire û dike girtîgehê. Rexmî vê jî bi nêzbûna hilbijartinan re dixwaze namzetê zwe li Şengalê derbixe. PDK ku pêşmergeyên xwe yên dema êrişa DAIŞ'ê ki Şengalê reviyan ji bîr kiriye dixwaze di çarçoveya Peymana 9'ê Cotmehê de statuya xweser a Şengalê tune bike û bi dest bixe. 
 
Di vê çarçoveyê de PDK bi qaodreyeke gelek hindik a êzidiyan giraniya xwe daniye ser dîplomasiya bi gel re û gelek kesan vedixwîne Duhok û Zaxoyê û bi wan re hevdîtinên takekesî dike. Berpirsê Şaxa PDK'ê ya Şengalê (Leqa 17) Aşitî Koçer û Şêwirmendê leşkerî yê Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, Babekîr Zebarî pêşengtiya vê dikin. Hat hînbûn ku li ser raboriya êzidiyan û PDK'ê û mijarên niha Şengalê nîqaş dikin. Dixwazin bi şengaliyan bidin qebûlkirin ku berpirsê reva pêşmergeyan a dema êrişa DAIŞ'ê Berpirsê berê yê Şaxa PDK'ê ya Şengalê (Leqa 17) Qadir Qaçak e. Lê nayê aşkerakirin ku kesê tayînî şûna wî hatiye kirin wan ronan çi kiriye. Hewl didin berpirsê nû yê Şaxa PDK'ê ya Şengalê (Leqa 17) Aşitî Koçer ku dema êrişa DAIŞ'ê ji bo semînerekê 20 rojan li Tirkiyeyê mabû weke hêza çareseriyê nîşan bidin. Tê xwestin ku nîşan bidin piştî semînerê Koçer bi piştgiriya Tirkiyeyê derbasî Şerfedînê bûye û li dijî DAIŞ'ê şer kiriye. Ji roja ku pêşmerge ki Şengalê reviyan ve Şaxa PDK'ê ya Şengalê û Asayîşa PDK'ê ya Şengalê li Duhokê hatine bicihkirin û xebatan dimeşînin. 
 
PÊŞMERGEYÊN ÊZIDÎ DI NAV HÊZÊN ZÊREWANÎ Û GULAN DE BI CIH KIRIN
 
Dîsa bi pêşengiya Haydar Şeşo komeke êzidî bi hinceta hilbijartinê propagandaya xwe dikin û banga tevlîbûna pêşmergeyan li êzidiyan dikin. Di vê çarçoveyê de ji bo zêdekirina pêşmergeyên êzidî ji aliyê Wezareta Pêşmergeyan ve kontanjena hezar kesî ya hatibû vekirin derketiye hezar û 500 kesî. Hat hînbûn ku pêşmergeyên êzidî ji bo şerê li dijî PKK'ê bi berpirsyariya Azîz Weysî di nav hêzên Zêrewanî û Gulan de hatine bicihkirin. Tê diyarkirin ku ev bicihkirin ji aliyê Fermandarê Pêşmergeyên Şengalê Haydar Şeşo ve pêşniyarî yek ji berpirsên Ewlehiya Barzanî Sîdar Barzanî hatiye kirin. 
 
MA / Erdogan Altan
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/08/2021
16:35 Gefa "wê cenazeyê te ji girtîgehê derkeve" li girtî xwarin
16:21 Derbarê sûcê dijminatiyê de xwestin kirariyên qanûnî bên destpêkirin
16:10 Li Geverê hevdîtina gel: Wê ev sal bibe sala azadiya Ocalan
15:32 Penaberên Sûriyeyê yên rastî êrişî hatin: Canê me di talokê de ye
15:15 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kir: Pankart sûc hat hesibandin
14:52 Koma girêdayî Tirkiyeyê gundiyên efrînî girt
14:51 Di êrişa nijadperest a ser penaberan de 76 kes hatin binçavkirin
14:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Gunay: Bi karesata rêveberiyê re welat veguherî cîhê agir
14:32 Li Serêkaniyê zarokekî 3 salî bi guleyê ji serê xwe birîndar bû
14:27 Bavê Gulnaz Karataş jiyana xwe ji dest da
14:26 Ji RTUK’ê cezaye ‘Newekheviya zayendiya civakî'
14:00 Li Hezexê zarokekî xwest ku întîhar bike
13:59 Li Cizîrê şer derket: 2 kes birîndar bûn
13:29 9 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Karakaş hat birîn
13:28 HDK: Ji êrişa Altindaxê desthilat berpirsyar e
13:10 Hikûmetê ji sedî 6+6 zem pêşniyarî kedkarên cemaweriyê kir
12:36 20 kesan bi awayekî sîstematîk zarokekê îstismar kirine
12:28 Îsyana Emîne Şenyaşar ‘Yên ku komkujî kirin serbest digerin’
11:13 Mehmud Osman: Divê PDK aqûbeta 3 HPG’iyan aşkera bike
11:04 Li Hewlêrê birîna avê: PDK hat şermezarkirin
10:12 ‘Malbata Şenyaşar ji bo herkesê têkoşîna edaletê dide’
09:46 Kaplan: Divê Komîteya Wezîran zextê li Tirkiyeyê bike
09:07 Greva birçîbûnê di roja 259'emîn de dewam dike
09:06 MEBYA-DER: Divê her kes li ber pêkanînên hovane rabe
09:05 Sevîmlî: Pasîfbûna darazê qirkirina cinsî gur dike
09:04 Piştî 36 salan vegeriya û 'Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê' da destpêkirin
09:04 Ciwanê ku sîxurtî lê hat ferzkirin serî li ÎHD'ê da û gilî kir
09:03 Kesên ji ber lehiyê mexdûr bûne, dixwazin xaniyên wan bên çêkirin
09:02 Bavê Tûncel: Ji bo girtiyan divê muxalefeta li kuçeyan zêde bibe
09:01 Bijîşk Yaman: Her ku aşîkirin zêde bibe dê mirin û pêketin jî kêm bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2021'AN
11/08/2021
22:07 128 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
22:04 HDP'ê civîna herêmê ya Behra Reş li dar xist
17:12 Ciwanên BMG’î li dijî êrişên nijadperest belavok belav kirin
17:06 Li Rihayê 8 girtî hatin sewqkirin
16:50 Wê cenazeyê jina êzidî ya hatibû qetilkirin bibine Şengalê
16:35 Gunay: Çalakiya greva birçîbûnê navnîşana çareseriyê nîşan dide
16:10 Kaya serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Banga TJA’yê: Divê jinên siyasetmedar werin berdan
15:29 2 girtiyên jin sewqî Girtîgeha Tarsûsê kirin
15:03 Li Besta û Heftanîn koka daran anîn
14:44 Ji bo girtina kar a 29 personelan 8 hezar û 973 kesan serlêdan kir
14:35 Serdanên HDP'ê didomin: Bi çareserkirina pirsgirêka kurd re em dikarin bêhn bigirin
13:59 Parlamenterê alman ji bo piştevaniyê serdana HDP'ê kir
13:10 Bi lîstika şanoyê bal kişandin ser qirêjiya hawirdorê
13:02 Faîlê Eda Nûr Kaplan hat girtin
12:41 Malbata Şenyaşar: Wê îhale ji mensûbên darazê re bimîne
12:11 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Lîstikvanê şanoyê Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
11:18 ‘Tirkiyê keça min, PDK’ê jî birayê min birin’
11:03 Hemşîreyên bi amûrên kêm mesaiya zêde dikin: Derzî bibin
10:48 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê hat binçavkirin
09:09 Greva birçîbûnê di roja 258'emîn de dewam dike
09:08 Dorpêça li ser Mexmûrê 3 sal in didome: Divê NY û hikûmeta Iraqê erka xwe pêk bînin
09:07 Gundiyên bandor ji lehiyê girtin dixwazin pir û cihok bên çêkirin
09:06 Oneren: Tecrîd hemû azadî ji holê rakirin
09:04 Santralên li Mereşê hê jî bêfîltre ne!
09:02 Li DEDAŞ'ê şebekeya 'nelirêtiyê'
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2021'AN
10/08/2021
21:19 HDP'ê dest bi hevdîtinên xwe yên li Trakyayê kir
17:47 Li Çelê hevdîtinên 'Dema Azadiyê'
14:52 Di protestoya DEDAŞ’ê de 2 cotkar hatin binçavkirin
14:41 Polisan daxuyaniya ji bo Aslan ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin asteng kir
14:18 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
14:02 Li Êlihê banga ‘Dema Azadiyê’ hat kirin
13:56 Jinek û 15 zilam tevlî civîna walîtiyê ya jinan bûn
13:40 Cendirmeyan bi gazê mudaxaleyî şermezarkirina cotgkaran a DEDAŞ'ê kirin
13:37 Kemal Nebîoglû li ser gora xwe hat bibîranîn
13:14 Di keştiya bar de agir derket
12:57 Rapora ÎSÎG’ê ya meha tîrmehê: 146 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat Şenyaşar ji dizîna dovîzên xwe polisan berpirsyar girt
11:17 Tatli ya birîndar şûna nexweşxaneyê li qereqolê tê girtin
10:46 Çîroka kesên di temenê biçûk de tên zewicandin: Gulîxanim
10:21 Li Qersê 7 kes hatin binçavkirin
09:53 Serokê Giştî yê KKP'ê Çîftyurek: Rojava ji bo yekîtiyê zemîn e
09:50 Li Ûşakê otobusê rêwiyan qelibî: 30 kes birîndar bûn
09:35 Ji ber agirê li Aksekî kesek hat girtin
09:03 Greva birçîbûnê di roja 257'emîn de dewam dike
09:03 Kesên dezavantaj li ser medyaya sanal tên 'îstismarkirin'
09:02 Welatiyên xaniyên wan hatin xerakirin di konan de dimînin
09:01 Turkdogan: Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2021'AN
09/08/2021
19:26 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
17:07 Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbata Kinyazê Îbrahîm re xwest
16:54 Li dijî komkujiyên jinan derketin kolanan: Em jiyanê ronî bikin
16:34 Weşanên Can ji ber sansûra “Kurdistanê” lêborîn xwest
16:17 Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev hat veşartin
15:19 Hevdîtinên 'Dema Azadiyê': AKP-MHP neyarê kurdan e
15:18 Li Nisêbînê mirina biguman a Gevriye Sari yê suryanî
14:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:21 Ev 14 roj in agahî ji koma di dorpêça PDK’ê de ye nayê girtin
14:10 Li Nisêbînê kesek hat kuştin
14:09 ÇEVDER: Beriya ku felaketên mezintir pêk bên divê bergirî bên girtin
13:57 Li Stenbolê agahî ji 3 zarokên nayê girtin
13:33 Li Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
13:33 Li Milasê şewat hat vemirandin
12:44 Li Iraqê ber bi hilbijartinê ve: Hesabê herkesî li ser kurdan heye
11:46 Malbata Şenyaşar: Ma hemwelatîbûna wekhev ev e?
11:35 Li Amedê şerê biçek: Kesek mir kesek jî birîndar bû