Turkdogan: Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin

  • rojane
  • 09:01 10 Tebax 2021
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, destnîşan kir ku Girtîgeha Îmraliyê bûye pêkanînên sereke yên hiqûqa înfazê ya Tirkiyeyê û got: "Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin." 
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Wefqa Lêkolînên Civakê û Hiqûqê (TOHAV) ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) binpêkirinên mafan derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtî Hayatî Kaytanî Emîn Gûrban û Civan Boltan de daxilî nav rojeva xwe bike, di 29'ê Tîrmehê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da.    
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, serlêdana li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nirxand. 
 
Turkdogan, anî ziman ku cezayê darvekirinê yê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû birîn, piştî biryara tedbîrî ya DMME'yê di sala 2004'an de Qanûna Bingehîn a Komara Tirkiyeyê hatiyye guherandin û cezayê darvekirinê hatie rakirin û piştî vê guherandina di mewzûatê de cezayekî wekî "muebeda giran" ketiye dewrê. 
 
Turkdogan vê rêbaza cezakirinê wekî "rêbaza cezayê mirinê yê dirêjkirî û îşkenceyê" pênase kir û bibîr xist ku li dijî vî awayê cezakirinê serî li DMME'yê hatiye dayîn û di çarçoveya xala sisêyan "qedexeya îşkence û muameleya xirab" a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de biryara binpêkirinê hatie dayîn. Turkdogan, destnîşan kir ku ev di heman demê de "mafê hêviyê" jî ji holê rakiriye û got: "Gava mirovek bê cezakirin, divê zanibe dê kengî bê berdan." 
 
Turkdogan, anî ziman ku ji bo biryara DMME'yê ya derbarê Ocalan, Kaytan, Boltan û Gûrban de bê kontrolkirin di warê pêkanînê de û ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê vê biryarê daxilî nav rojeva xwe bike serlêdan kirine. 
 
Her wiha Turkdogan, bilêv kir ku faktora sereke ya welatên Konseya Ewropayê bi hev ve girêdide PMME ye û li gor vê peymanê biryarên ku dadgehê dane divê pêk bên. Turkdogan, diyar kir ku di vî warî de serlêdanên rêxistinên civaka sivîl girîng in, ji lew re gava ji dewletan re bihêlin dê dewlet li gor berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî tevbigerin û dê di warê van binpêkirinên mafan ên giran de tu gavan neavêjin. Turkdogan got: "Lewma rêxistinên civaka sivîl ên welatên di nav konseyê de divê têkevin dewrê."
 
PÊVAJOYA DIYALOGÊ YA BI OCALAN RE 
 
Turkdogan, destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY), Ewropa û pergalên herêmî yên din bes qîma xwe bi şopandina polîtîkayên Tirkiyeyê tînin û got: "Tirkiye jî wisa difikire ku dê bi şer, tunekirin û girtinê meseleya kurdî çareser bike. Tam di vir de rol û rista Abdullah Ocalan derdikeve pêş. Axirê heya niha li Tirkiyeyê 8 caran agirbest hatiye ragihandin. Di hemû agirbestan de îqtidarên siyyasî yên Tirkiyeyê û dewlet diyalog bi ocalan re danîne. Ji ber ku ji diyalogan tu encam rû nedane, şer girantir bûye û hê jî didome." 
 
ROL Û RISTA OCALAN
 
Turkdogan ku got "Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin" axaftina xw ewiha domand: "Lewma hûn nikarin şertên înfazê giran bikin. Divê hûn pêkanînên ku rê li ber şertên înfazê vedikin û cezayê hemû hikumxwaran di ber çavan re derbas dike pêk bînin. Hin hikumxwar di girtîgehan de cardin di warê daxilbûna jiyana civakî de dikarin xwe perwerde bikin û dîtinên xwe di ber çavan re derbas bikin. Dibe ku cardin bixwaze daxilî nav jiyana civakî bibe an jî pozîsyona wî/ê ew qas xurt e ku dibe ku pêdiviya civakê jî pê çêbibe. Girtiyên polîtîk siyasî jî wisa ne. Divê hûn pêşî li ber vê yekê vekin." ” 
 
ÎNFAZA GIRANKIRΠ
 
Turkdogan, destnîşan kir ku Tirkiye divê meseleya "înfaza girankirî ya heta hetayê" ku bi Abdullah Ocalan daye destpêkirin êdî çareser bike û got: "Ji lew re ev yek bandorê li hezaran mirovî dike. Gava hûn dozên darbeyê jî bifikirin, ev hejmar pir zêde dibe. Dê zextên DMME û Konseya Ewropayê yên li ser Tirkiyeyê jî zêde bibin. Lewma êdî divê Tirkiye vê yekê daxilî nav rojeva xwe bike." 
 
Turkdogan, anî ziman ku dê Komîteya Wezîran di serdemên 3 mehî de vê yekê bişopîne ûg ot: "Dê heya demekê li bendê be ku Tirkiye gavina bavêje. Heger Tirkiye gavina neavêje, dê doza van mueyîdeyan zêde bibe. Ev mesele dibe ku heya rawestandina endamtiya Tirkiyeyê jî biçe. Ew prosedur, di doza Osman Kavala de hat destpêkirin. Ev prosedur ji bo Azerbêcanê jî hatibû destpêkirin. Azerbêcan, ji bo xwe bi xelasê bixe, biryara DMME'yê pêk anîbû. Dê Tirkiye jî bike, lê berî mesele bigihê wê nuqteyê, bi ya min divê mesele di warê hiqûqî, siyasî, çandî û polîtîk de bê nîqaşkirin û çareserkirin." 
 
‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LÊ DERKEVE' 
 
Turkdogan, anî ziman ku dê Komîteya Wezîran ji ber serlêdanê dê doza bersivekê li Tirkiyeyê bike û wê vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin û got: "Ji bo mekanîzmaya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tevbigere, bar dikeve ser milê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê."
 
Turkdogan got: "Em dixwazin hiqûq pêk bê. Ji ber ku ev yek bandorê li hezaran mirovî dike, divê hemû saziyyên hiqûqê, baro, kesên ehlê hiqûqê û mafên mirovan xwedî lê derkevin." 
 
BINGEHA HIQÛQA ÎNFAZÊ
 
Turkdogan, destnîşan kir ku pêkanînên li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê bûne pêkanînên sereke yên hiqûqa înfazê ya Tirkiyeyê û got: "Heger raya demokratîk û partiyên muxalefetê di wext de li ber binpêkirinên li Îmraliyê rabûne, dê pêkanîna me ya înfazê ev qasî giran nebûna."
 
Turkdogan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Tirkiye welatekî wisa ye ku mirov nizane dê kengî çi bê serê mirovan û got: "Kesên îro îqtidar in, dibe ku sibê bên girtin. Lewma rêgezên giştî yên hiqûqê ji bo her kesî derbasdar in. Mirovên cemaeta Fethûllah Gulenê wextekê di nav darazê û burokrasiyê de bûn. Me gotibû, dê pêdiviya wan jî bi hiqûqê çêbibe. Niha herî zêde pêdiviya wan bi hiqûqê heye. Hê nû me fêm dikin. Lewma em bang kesên niha îqtidar in dikin; pîvanên hiqûqê, usûlên hiqûqê ji bo her kesî ne. Van pîvan û usûlan binpê nekin. Heger DMME ev biryar dabe, pêk bînin." 
 
MA / Berîvan Altan

Sernavên din

12/08/2021
16:35 Gefa "wê cenazeyê te ji girtîgehê derkeve" li girtî xwarin
16:21 Derbarê sûcê dijminatiyê de xwestin kirariyên qanûnî bên destpêkirin
16:10 Li Geverê hevdîtina gel: Wê ev sal bibe sala azadiya Ocalan
15:32 Penaberên Sûriyeyê yên rastî êrişî hatin: Canê me di talokê de ye
15:15 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kir: Pankart sûc hat hesibandin
14:52 Koma girêdayî Tirkiyeyê gundiyên efrînî girt
14:51 Di êrişa nijadperest a ser penaberan de 76 kes hatin binçavkirin
14:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Gunay: Bi karesata rêveberiyê re welat veguherî cîhê agir
14:32 Li Serêkaniyê zarokekî 3 salî bi guleyê ji serê xwe birîndar bû
14:27 Bavê Gulnaz Karataş jiyana xwe ji dest da
14:26 Ji RTUK’ê cezaye ‘Newekheviya zayendiya civakî'
14:00 Li Hezexê zarokekî xwest ku întîhar bike
13:59 Li Cizîrê şer derket: 2 kes birîndar bûn
13:29 9 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Karakaş hat birîn
13:28 HDK: Ji êrişa Altindaxê desthilat berpirsyar e
13:10 Hikûmetê ji sedî 6+6 zem pêşniyarî kedkarên cemaweriyê kir
12:36 20 kesan bi awayekî sîstematîk zarokekê îstismar kirine
12:28 Îsyana Emîne Şenyaşar ‘Yên ku komkujî kirin serbest digerin’
11:13 Mehmud Osman: Divê PDK aqûbeta 3 HPG’iyan aşkera bike
11:04 Li Hewlêrê birîna avê: PDK hat şermezarkirin
10:12 ‘Malbata Şenyaşar ji bo herkesê têkoşîna edaletê dide’
09:46 Kaplan: Divê Komîteya Wezîran zextê li Tirkiyeyê bike
09:07 Greva birçîbûnê di roja 259'emîn de dewam dike
09:06 MEBYA-DER: Divê her kes li ber pêkanînên hovane rabe
09:05 Sevîmlî: Pasîfbûna darazê qirkirina cinsî gur dike
09:04 Piştî 36 salan vegeriya û 'Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê' da destpêkirin
09:04 Ciwanê ku sîxurtî lê hat ferzkirin serî li ÎHD'ê da û gilî kir
09:03 Kesên ji ber lehiyê mexdûr bûne, dixwazin xaniyên wan bên çêkirin
09:02 Bavê Tûncel: Ji bo girtiyan divê muxalefeta li kuçeyan zêde bibe
09:01 Bijîşk Yaman: Her ku aşîkirin zêde bibe dê mirin û pêketin jî kêm bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2021'AN
11/08/2021
22:07 128 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
22:04 HDP'ê civîna herêmê ya Behra Reş li dar xist
17:12 Ciwanên BMG’î li dijî êrişên nijadperest belavok belav kirin
17:06 Li Rihayê 8 girtî hatin sewqkirin
16:50 Wê cenazeyê jina êzidî ya hatibû qetilkirin bibine Şengalê
16:35 Gunay: Çalakiya greva birçîbûnê navnîşana çareseriyê nîşan dide
16:10 Kaya serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Banga TJA’yê: Divê jinên siyasetmedar werin berdan
15:29 2 girtiyên jin sewqî Girtîgeha Tarsûsê kirin
15:03 Li Besta û Heftanîn koka daran anîn
14:44 Ji bo girtina kar a 29 personelan 8 hezar û 973 kesan serlêdan kir
14:35 Serdanên HDP'ê didomin: Bi çareserkirina pirsgirêka kurd re em dikarin bêhn bigirin
13:59 Parlamenterê alman ji bo piştevaniyê serdana HDP'ê kir
13:10 Bi lîstika şanoyê bal kişandin ser qirêjiya hawirdorê
13:02 Faîlê Eda Nûr Kaplan hat girtin
12:41 Malbata Şenyaşar: Wê îhale ji mensûbên darazê re bimîne
12:11 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Lîstikvanê şanoyê Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
11:18 ‘Tirkiyê keça min, PDK’ê jî birayê min birin’
11:03 Hemşîreyên bi amûrên kêm mesaiya zêde dikin: Derzî bibin
10:48 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê hat binçavkirin
09:09 Greva birçîbûnê di roja 258'emîn de dewam dike
09:08 Dorpêça li ser Mexmûrê 3 sal in didome: Divê NY û hikûmeta Iraqê erka xwe pêk bînin
09:07 Gundiyên bandor ji lehiyê girtin dixwazin pir û cihok bên çêkirin
09:06 Oneren: Tecrîd hemû azadî ji holê rakirin
09:04 Santralên li Mereşê hê jî bêfîltre ne!
09:02 Li DEDAŞ'ê şebekeya 'nelirêtiyê'
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2021'AN
10/08/2021
21:19 HDP'ê dest bi hevdîtinên xwe yên li Trakyayê kir
17:47 Li Çelê hevdîtinên 'Dema Azadiyê'
14:52 Di protestoya DEDAŞ’ê de 2 cotkar hatin binçavkirin
14:41 Polisan daxuyaniya ji bo Aslan ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin asteng kir
14:18 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
14:02 Li Êlihê banga ‘Dema Azadiyê’ hat kirin
13:56 Jinek û 15 zilam tevlî civîna walîtiyê ya jinan bûn
13:40 Cendirmeyan bi gazê mudaxaleyî şermezarkirina cotgkaran a DEDAŞ'ê kirin
13:37 Kemal Nebîoglû li ser gora xwe hat bibîranîn
13:14 Di keştiya bar de agir derket
12:57 Rapora ÎSÎG’ê ya meha tîrmehê: 146 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat Şenyaşar ji dizîna dovîzên xwe polisan berpirsyar girt
11:17 Tatli ya birîndar şûna nexweşxaneyê li qereqolê tê girtin
10:46 Çîroka kesên di temenê biçûk de tên zewicandin: Gulîxanim
10:21 Li Qersê 7 kes hatin binçavkirin
09:53 Serokê Giştî yê KKP'ê Çîftyurek: Rojava ji bo yekîtiyê zemîn e
09:50 Li Ûşakê otobusê rêwiyan qelibî: 30 kes birîndar bûn
09:35 Ji ber agirê li Aksekî kesek hat girtin
09:03 Greva birçîbûnê di roja 257'emîn de dewam dike
09:03 Kesên dezavantaj li ser medyaya sanal tên 'îstismarkirin'
09:02 Welatiyên xaniyên wan hatin xerakirin di konan de dimînin
09:01 Turkdogan: Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2021'AN
09/08/2021
19:26 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
17:07 Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbata Kinyazê Îbrahîm re xwest
16:54 Li dijî komkujiyên jinan derketin kolanan: Em jiyanê ronî bikin
16:34 Weşanên Can ji ber sansûra “Kurdistanê” lêborîn xwest
16:17 Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev hat veşartin
15:19 Hevdîtinên 'Dema Azadiyê': AKP-MHP neyarê kurdan e
15:18 Li Nisêbînê mirina biguman a Gevriye Sari yê suryanî
14:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:21 Ev 14 roj in agahî ji koma di dorpêça PDK’ê de ye nayê girtin
14:10 Li Nisêbînê kesek hat kuştin
14:09 ÇEVDER: Beriya ku felaketên mezintir pêk bên divê bergirî bên girtin
13:57 Li Stenbolê agahî ji 3 zarokên nayê girtin
13:33 Li Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
13:33 Li Milasê şewat hat vemirandin
12:44 Li Iraqê ber bi hilbijartinê ve: Hesabê herkesî li ser kurdan heye
11:46 Malbata Şenyaşar: Ma hemwelatîbûna wekhev ev e?
11:35 Li Amedê şerê biçek: Kesek mir kesek jî birîndar bû