Dorpêça li ser Mexmûrê 3 sal in didome: Divê NY û hikûmeta Iraqê erka xwe pêk bînin

  • rojane
  • 09:08 11 Tebax 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dorpêça PDK'ê ya li ser Mexmûrê, 3 sal in didome. Endamê Komiteya Dîplomasiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cudî Saît Çomlek anî ziman ku ew bi xetereyên mezin re rû bi rû ne û got: "Dive NY û hikûmeta Iraqê erka xwe pêk bînin." 
 
Piştî bûyera 17'ê Tîrmeha 2019'an ya li restoranta Hoqqabaz a Hewlerê ku endamê MÎT'ê Osman Kose hatibû kuştin, çûn û hatina Wargeha Mexmûrê hatibû qedexekirin û ambargo dest pê kiribû. Ambargoya PDK'ê ya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Wargeha Şehîd Rûstem Cudî) hatiye danîn, 3 sal li dû xwe hiştin. Ji ber vê dorpêç û ambargoyê mexmûrî nikarin pêdiviyên xwe yên sereke pêk bînin. Her wiha mafên wan ên tenduristiyê jî tê binpêkirin. Ji ber vê 8 jinên ducanî ku nehat hiştin biçin Hewlêrê derman bibin, zarokên wan ji ber wan çûbûn. Di wargehê de bi giştî 123 nexweşên bi nexweşînên kronîk hene û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin. 
 
Li gel vana, Wargeha Mexmûrê di 5 salên dawî de 6 caran jî ji hewayê de hatibû bomberankirin. 
 
Endamê Komiteya Dîplomasiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cudî Saît Çomlek rewşa dawî ya wargehê nirxand. 
 
ZAROKÊN WAN JI BER WAN ÇÛN 
 
Endamê Komiteya Dîplomasiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cudî Çomlek, diyar kir ku bi danîna ambargoyê re li wargehê zehmetî rû dane û got: "Wekî ku tê zanîn ev 2 sal in li ser wargeha me ambargoyeke pir giran heye. Ev ambargo jî bi destê PDK'ê ve hat danîn. Di berê de jî me ambargoyên bi vî rengî jiyan kiribûn. Lê vê carê piçek cudatir bû. Ji sala 2019'an pê ve li ser wargehê ambargo danîn. Ambargo bi qedexekirina Hewlerê dest pê kir. Weke ku tê zanîn berê hemû kar û xebatên me li ser Hewlerê pêk dihatin û li wir çareser dibûn. Piştî ku 17'ê Tirmehê ambargo hat danîn, me zorî û zehmetiyên gelek mezin jiyan kirin. Ji 17'ê Tîrmehê şûnde yekser qedexe danîn û em di hatin û çûyinan de astengiyên gelek mezin re rû bi rû man. Ji ber vê yekê jî di van hatin û çûyinan de dema ku nexweş çêdibûn bi taybetî jî jinên ducanî zehmetiyên pir mezin jiyan kirin. Mînak 8 jinên wargehê ji ber ku pir zêde hatin sekinandin zarokên wan ji ber wan çûn. Di heman demê de, di wargehê de welatiyeke ku nexweşîna dil pê re hebû, qeyrana dil derbas kir. Bijîşk got pêwîst e bi lezgînî biçe Hewlerê li nexweşxanê tedawiyê bibe. Lê mixabin ev nexweşê me hat sekinandin. Piştî çend saetan şûnde destûr hat dayîn ku derbas bibe. Lê mixabin ji ber ku pir hat sekinandin di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. Heger ev mirov di wext de bigihaşta nexweşxaneyê dibû ku nemirana."
 
153 NEXWEŞÊN BI NEXWEŞIYA KRONÎK HENE 
 
Çomlek, di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser bandora şewba Covîd-19'ê ya li ser wargehê jî û anî ziman ku gelê wargehê ji mafê tendûristiyê bêpar hat hiştin. 
 
Çomlek got: "Di van salan de nexweşiya korona weke kerasetekî û belayeke mezin di cîhanê de belav bû. Bêgûman vê yekê bandor li wargeha me jî kir. Li gorî min di cîhanê de herî zêde li ser wargeha me bandoreke neyînî kir. Çimkî me hemû derfetên xwe yên tedawiyê li ser Hewlerê çareser dikirin. Çûyina me ya Silêmanî û Mûsilê tune bû. Ji ber wê jî dema ku nexweşiya koronayê derket em destgirêdayî man. Em nehatin tedawîkirin. Mafê me yê tendûristiyê hat astengkirin. Dermanên ku lazim bûn tune bûn, bijîşkên me pir kêm bûn. Nexweşxaneyên em qebûl nedikirin. Cihê ku herî nêzikî Mexmûrê Hewlêr e. Ji ber wê me dixwest ku em nexweşên xwe bibin Hewlerê. Lê mixabin nexweşên me negirtin. Ji ber wê jî me zor û zehmetiyên pir mezin jiyan kirin. Di vê demê de ji sedî zêdetir însanên me bi koronayê ketin. Di heman demê de 8 însanên me yên temenmezin di wê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dan. Heger me bikariba van nexweşan di nexweşxaneyên Hewlerê de razînin îhtimaleke mezin hebû ku ev mirov bihatana rizgarkirin. Di heman demê de bi hezaran nexweşên me yên kronîk hene. Ev jî nexweşên dil, şekir in. Di vê demê de ev mirov ji mafê xwe yê tendûristiyê bêpar man. Bi taybetî jî nexweşên şekir û yên tansiyonê zehmetiyên mezin jiyan kirin. Bi giştî 30 nexweşên me yên penceşêrê hene. Ev nexweş nehatin tedawîkirin. Di heman demê de 60 nexweşên bêhntengiyê, 40 nexweşên felc û 23 nexweşên otoîzm û dawn sendorumiyê hene. Di vê pêvajoyê de van nexweşan gelek zehmetiyên mezin jiyan kirin. Dibe ku ev zehmetî di dîroka civakan de pir kêm bên dîtin. Ev ambargoya ku ji hêla PDK'ê ve li ser Mexmûrê hatiye danîn, civak bi zehmetiyên mezin re rû bi rû hişt. "
 
'XEBATÊN SILÊMANIYÊ ENCAM DAN' 
 
Çomlek, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku li ser ambargoya wargeha wan li Silêmaniyê ji bo 10 rojan xebat dan meşandin û di van xebatan de encameke baş hatiye girtin û wiha dom kir: "Hemû karên wargehê li ser Hewlerê bû. Lê mixabin di sala 2019'an de ji 17'ê Tîrmehê şûnde çûyîn û hatin hat qedexekirin. Li gel van qedexeyan xebat nehatin meşandin. Di hêla aborî de ev ji bo me bû bargiraniyeke gelek mezin. Heta ku demeke dirêj bi vî rengî meşiya. Mûsil nêzikî me ye. Lê ji ber gefa DAÎŞ'ê çûyina me ya Mûsil tune bû. Her wiha Silêmanî gelek dûrî me ye. Ji ber vê yekê jî di van salan de astengiyên pir mezin çêbûn. Astengiyên aborî bêguman bandora xwe li ser dêrûniya civakê jî kir. Ji ber ku me êdî hêviya xwe ji Hewlerê qut kir, xebateke nû hat destpêkirin. Êdî me zanî ku çi bibe bila bibe destûr nadin ku em biçin Hewlerê. Ji ber wê jî me xebatên dîplomasiyê dan destpêkirin. Bi taybetî jî ji bo Silêmaniyê me xebateke berfireh da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de pêwendiyên me bi saziyên Komeleyên Mafê Mirovan re û rêxistin û saziyên kurd re çêbûn. Ev xebatên me 10 rojan berdewam kirin. Piştî ev qas zor û zehmetiyan, xebatên me yên Silêmaniyê encam dan. Niha rewşa me ji ya berê çêtir e." 
 
WARGEH 6 CARAN JI HEWAYÊ VE HAT BOMBEBERANKIRIN
 
Endamê Komiteya Dîplomasiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Saît Çomlek, bibîr xist ku di 5 salên dawî de 6 caran êrîşên hewayî çêbûne û gefên li ser wargehê hîn jî didom in. 
 
Çomlek got: "Ji 2017'an û şûnde bi giştî 6 caran êrîş li ser wargehê çêbûn. Ev êrîş carina ji hêla DAÎŞ'ê ve pêk hatin û carina jî ji hêla artêşa tirk ve pêk hatin. Di nava van salên ambargoyê de mirovên me di wargehê de dorpêçkirî man. Bêgûman vê dorpêçê bandor li dêrûniya gelê wargehê jî kir. Helbet ji bo derbaskirina van rojan hewledanên me hebûn û bi piştgiriya gelê xwe me hêza çareseriyê afirand. Bi alîkariya Meclîsên ji heq hin pirsgirêkan hat derketin. Ew malbatên ku di hêla aboriyê de rewşa wan gelek nebaş ji hêla rêveberiyê ve hatin tespîtkirin û danûstandin ji bo van malbatan pêk hat. Heta ku bandora ambargoyê bê şikandin di aliyê aborî de alikariya malbatê çêbû. Ev alikariye hêj jî berdewam dike. Di wargehê de hin kes hene, nikarin kar bikin û nexweş in. Ji bo ku em civakeke kolektîf in her malbatek alikariya malbatên ku rewşa wan nebaş e, dike. "
 
GEFÊN TIRKMENAN
 
Çomlek, diyar kir ku di êrîşeke gengaze de divê NY û hikûmeta Iraqê berpirsyariyê bigirin û ev tişt gotin: "Ji roja ku em hatine wargehê heta niha tu caran xeterên li ser wargeha me xelas nebûne. Her carê civak bi xetereyekî re rû bi rû maye. Dem bi dem artêşa tirk êrîşên hewayî pêk tîne. Di heman demê de gefên Tirkmenan li ser wargehê hene. Gelek caran Erşat Salihî di daxuyaniyên xwe de weke berdevk û nûnerekê dewleta tirk diaxive. Wargeha me ji bo xwe xeter dibînin û her tim bi awayekî aşkere dibêjin 'em ê êrîş bikin.' Bêgûman ev gef xetere ye. Li dijî van gefan divê komeleyên mafên mirovan, sazî û dezgehên demokrat hişyar bin. Ji ber ku bi awayekî aşkere gefan li me dixwin. Pêwîst e ku em gefên wan cidî bigirin û amadekariyên xwe bikin. Neteweyên Yekbûyî û Dewleta Iraqê ji parastina wargehê berpirsyare. Ji ber wê jî heger bûyerek wiha rû bide, divê ev hêz hişyar bin. Heger rewşeke wisa çêbibe jî berpirs Iraq e. "
 
'DIVÊ NY Û PDK XWEDÎ ERK BIN' 
 
Çomlek, li dijî êrîşên li ser wargehê helwesta NY û hikûmeta herêmî jî rexne kir û got: "Divê NY û hikûmeta Iraqê erka xwe pêk bînin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Çomlek di dawiya axaftina xwe de got: "Rewşa wargeha Mexmûrê naşibe rewşa wargehên din ên cîhanê. Dema ku civakek penaber dibe û li cihekî niştecih dibe hêzên ku wan diparêzin hene. Lê mixabin ev parastin ji bo me nîne. Ji ber wê jî wargeha me ji êrîşan re vekiriye û divê ku em şiyar bin. Pêwîst e ku em xebatên xwe yên dîplomasiyê zêde bikin. Xeterî her tim li ser civaka me heye. Ev xetere kêm nebûne. Bi taybetî divê Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê  erka xwe pêk bînin. Her çi qas em NY û hikûmeta Iraqê rexne dikin, divê em di vir de helwesta PDK'ê jî rexne bikin. PDK di sekna xwe de xeteriyê tîne. Xeteriya PDK'ê li ser me heye. Divê PDK weke partiyeke Kurdistanî tevbigere. Niha êrîşên gelek dijwar li ser wargehê hene. Lê divê em sedema hatina me ya li vê wargehê tu caran jibîr nekin. Divê em yekitiya xwe ava bikin û xwedî li hev derbikevin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

12/08/2021
16:35 Gefa "wê cenazeyê te ji girtîgehê derkeve" li girtî xwarin
16:21 Derbarê sûcê dijminatiyê de xwestin kirariyên qanûnî bên destpêkirin
16:10 Li Geverê hevdîtina gel: Wê ev sal bibe sala azadiya Ocalan
15:32 Penaberên Sûriyeyê yên rastî êrişî hatin: Canê me di talokê de ye
15:15 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kir: Pankart sûc hat hesibandin
14:52 Koma girêdayî Tirkiyeyê gundiyên efrînî girt
14:51 Di êrişa nijadperest a ser penaberan de 76 kes hatin binçavkirin
14:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Gunay: Bi karesata rêveberiyê re welat veguherî cîhê agir
14:32 Li Serêkaniyê zarokekî 3 salî bi guleyê ji serê xwe birîndar bû
14:27 Bavê Gulnaz Karataş jiyana xwe ji dest da
14:26 Ji RTUK’ê cezaye ‘Newekheviya zayendiya civakî'
14:00 Li Hezexê zarokekî xwest ku întîhar bike
13:59 Li Cizîrê şer derket: 2 kes birîndar bûn
13:29 9 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Karakaş hat birîn
13:28 HDK: Ji êrişa Altindaxê desthilat berpirsyar e
13:10 Hikûmetê ji sedî 6+6 zem pêşniyarî kedkarên cemaweriyê kir
12:36 20 kesan bi awayekî sîstematîk zarokekê îstismar kirine
12:28 Îsyana Emîne Şenyaşar ‘Yên ku komkujî kirin serbest digerin’
11:13 Mehmud Osman: Divê PDK aqûbeta 3 HPG’iyan aşkera bike
11:04 Li Hewlêrê birîna avê: PDK hat şermezarkirin
10:12 ‘Malbata Şenyaşar ji bo herkesê têkoşîna edaletê dide’
09:46 Kaplan: Divê Komîteya Wezîran zextê li Tirkiyeyê bike
09:07 Greva birçîbûnê di roja 259'emîn de dewam dike
09:06 MEBYA-DER: Divê her kes li ber pêkanînên hovane rabe
09:05 Sevîmlî: Pasîfbûna darazê qirkirina cinsî gur dike
09:04 Piştî 36 salan vegeriya û 'Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê' da destpêkirin
09:04 Ciwanê ku sîxurtî lê hat ferzkirin serî li ÎHD'ê da û gilî kir
09:03 Kesên ji ber lehiyê mexdûr bûne, dixwazin xaniyên wan bên çêkirin
09:02 Bavê Tûncel: Ji bo girtiyan divê muxalefeta li kuçeyan zêde bibe
09:01 Bijîşk Yaman: Her ku aşîkirin zêde bibe dê mirin û pêketin jî kêm bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2021'AN
11/08/2021
22:07 128 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
22:04 HDP'ê civîna herêmê ya Behra Reş li dar xist
17:12 Ciwanên BMG’î li dijî êrişên nijadperest belavok belav kirin
17:06 Li Rihayê 8 girtî hatin sewqkirin
16:50 Wê cenazeyê jina êzidî ya hatibû qetilkirin bibine Şengalê
16:35 Gunay: Çalakiya greva birçîbûnê navnîşana çareseriyê nîşan dide
16:10 Kaya serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Banga TJA’yê: Divê jinên siyasetmedar werin berdan
15:29 2 girtiyên jin sewqî Girtîgeha Tarsûsê kirin
15:03 Li Besta û Heftanîn koka daran anîn
14:44 Ji bo girtina kar a 29 personelan 8 hezar û 973 kesan serlêdan kir
14:35 Serdanên HDP'ê didomin: Bi çareserkirina pirsgirêka kurd re em dikarin bêhn bigirin
13:59 Parlamenterê alman ji bo piştevaniyê serdana HDP'ê kir
13:10 Bi lîstika şanoyê bal kişandin ser qirêjiya hawirdorê
13:02 Faîlê Eda Nûr Kaplan hat girtin
12:41 Malbata Şenyaşar: Wê îhale ji mensûbên darazê re bimîne
12:11 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Lîstikvanê şanoyê Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
11:18 ‘Tirkiyê keça min, PDK’ê jî birayê min birin’
11:03 Hemşîreyên bi amûrên kêm mesaiya zêde dikin: Derzî bibin
10:48 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê hat binçavkirin
09:09 Greva birçîbûnê di roja 258'emîn de dewam dike
09:08 Dorpêça li ser Mexmûrê 3 sal in didome: Divê NY û hikûmeta Iraqê erka xwe pêk bînin
09:07 Gundiyên bandor ji lehiyê girtin dixwazin pir û cihok bên çêkirin
09:06 Oneren: Tecrîd hemû azadî ji holê rakirin
09:04 Santralên li Mereşê hê jî bêfîltre ne!
09:02 Li DEDAŞ'ê şebekeya 'nelirêtiyê'
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2021'AN
10/08/2021
21:19 HDP'ê dest bi hevdîtinên xwe yên li Trakyayê kir
17:47 Li Çelê hevdîtinên 'Dema Azadiyê'
14:52 Di protestoya DEDAŞ’ê de 2 cotkar hatin binçavkirin
14:41 Polisan daxuyaniya ji bo Aslan ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin asteng kir
14:18 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
14:02 Li Êlihê banga ‘Dema Azadiyê’ hat kirin
13:56 Jinek û 15 zilam tevlî civîna walîtiyê ya jinan bûn
13:40 Cendirmeyan bi gazê mudaxaleyî şermezarkirina cotgkaran a DEDAŞ'ê kirin
13:37 Kemal Nebîoglû li ser gora xwe hat bibîranîn
13:14 Di keştiya bar de agir derket
12:57 Rapora ÎSÎG’ê ya meha tîrmehê: 146 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat Şenyaşar ji dizîna dovîzên xwe polisan berpirsyar girt
11:17 Tatli ya birîndar şûna nexweşxaneyê li qereqolê tê girtin
10:46 Çîroka kesên di temenê biçûk de tên zewicandin: Gulîxanim
10:21 Li Qersê 7 kes hatin binçavkirin
09:53 Serokê Giştî yê KKP'ê Çîftyurek: Rojava ji bo yekîtiyê zemîn e
09:50 Li Ûşakê otobusê rêwiyan qelibî: 30 kes birîndar bûn
09:35 Ji ber agirê li Aksekî kesek hat girtin
09:03 Greva birçîbûnê di roja 257'emîn de dewam dike
09:03 Kesên dezavantaj li ser medyaya sanal tên 'îstismarkirin'
09:02 Welatiyên xaniyên wan hatin xerakirin di konan de dimînin
09:01 Turkdogan: Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2021'AN
09/08/2021
19:26 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
17:07 Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbata Kinyazê Îbrahîm re xwest
16:54 Li dijî komkujiyên jinan derketin kolanan: Em jiyanê ronî bikin
16:34 Weşanên Can ji ber sansûra “Kurdistanê” lêborîn xwest
16:17 Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev hat veşartin
15:19 Hevdîtinên 'Dema Azadiyê': AKP-MHP neyarê kurdan e
15:18 Li Nisêbînê mirina biguman a Gevriye Sari yê suryanî
14:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:21 Ev 14 roj in agahî ji koma di dorpêça PDK’ê de ye nayê girtin
14:10 Li Nisêbînê kesek hat kuştin
14:09 ÇEVDER: Beriya ku felaketên mezintir pêk bên divê bergirî bên girtin
13:57 Li Stenbolê agahî ji 3 zarokên nayê girtin
13:33 Li Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
13:33 Li Milasê şewat hat vemirandin
12:44 Li Iraqê ber bi hilbijartinê ve: Hesabê herkesî li ser kurdan heye
11:46 Malbata Şenyaşar: Ma hemwelatîbûna wekhev ev e?
11:35 Li Amedê şerê biçek: Kesek mir kesek jî birîndar bû