Kaplan: Divê Komîteya Wezîran zextê li Tirkiyeyê bike

  • rojane
  • 09:46 12 Tebax 2021
  • |
img
STENBOL - Parêzer Hasîp Kaplan, biryara DMME'yê ya derbarê Ocalan de ku 7 sal in pêk nayê weke "qorîdora mirinê" bi nav kir û got ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê  zextê li Tirkiyeyê bike.    
 
Buraya Hiqûqê ya Asrinê ku parastina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dike, ji ber ku muwekîlê wan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin îzolasyona civakî de tê girtin û cezayê heta hetayê ku beyî bêtehliyekirin lê hatiye birîn li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHS) ku îşkence û memeleya xerab qedexe dike, di sala 2003'an de serî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMME'yê di 18'ê adara 2014'an de vê serlêdanê nirxand û biryar da "Ocalan 2" ku cezayê heta hetayê yê bêyî berdana bişert li dijî xala 3'emîn a AÎHS'ê ye.
 
Piştre DMME'yê, heman biryarê ji bo Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Cîvan Boltan jî da. Ji hêla kesên ku serlêdan kirine ve rexmî ku di ser biryara pêşane ya Ocalan de 7 sal derbas bûye jî ji bo sererastkirina cezayê muebbeta giran ku şertê wê yê berdanê tune ye tu sererastkirineke qanûnî nehatiye kirin. Di nav 7 salên borî de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî pêkanîna biryara DMME'yê negirt rojeva xwe. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî (TOHAV), ji bo ku biryara DMME'yê ya derbarê Ocalan, Kaytan, Gûrban û Boltan bi awayekî lezgîn bigire rojeva xwe serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AK) dan. 
 
Yek ji parêzerên destpêkê yê Ocalan û Parlamenterê berê yê HDP'ê Hasîp Kaplan, serlêdana ku hatiye kirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
 
DMME'YÊ LI GORÎ BIRYARA XWE TEVNEGERIYA
 
Parêzer Hasîp Kaplan, diyar kir dema ku cezayê "darvekirinê" yê piştî radestkirina Tirkiyeyê li Ocalan hatiye birîn û ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye kirin, di 25'ê mijdara 1999'an de bi daxwaza "rawestandina înfaza cezayê mirinê" serî li DMME'yê dane û DMME'yê biryara "tedbîrê" daye û wiha got: "Serokên koalîsyona demê Bulent Ecevît, Mesût Yilmaz û Devlet Bahçelî bi "protokoleke" hevpar biryar dan ku li gorî biryara tedbîrê tevbigerin. Pişt re DMME'yê ji bo serlêdana me ya doza sereke jî biryara "Mafê darizandina adîl hatiye binpêkirin" da. Ev biryar jî ji dadgehê re hat şandin lê dadgehê vê biryarê pêk nanî. Komîteya Wezîran KE'yê biryarê negirt rojevê."
 
BERPIRSYARIYA PEYMANÊ
 
Kaplan, da zanîn ku piştî Tirkiye protokola rakirina cezayê darvekirinê qebûl kiriye, bi guhertina qanûnî derbasî pêkanînên mîna "Cezayê muebbeta giran" û "Hucreya yekkesî û tecrîd" bûye û ev tişt got: "Di encama serlêdana ku parêzeran kir DMME'yê biryar da ku pergala înfazê ya heta mirinê li dijî peymanê ye. Tirkiye 7 sal in ji bo vê biryarê tu guhertin pêk naniye û li gorî biryarê tevnagere. Mixabin Komîteya Wezîran a KE'yê venêrînê nake. Desthilat jî vê cesaret digire û biryara derbarê înfazê de pêk nayne. Serlêdana ÎHD, TÎHV, OHD û TOHAV'ê girîng e. Heke Komîteya Wezîran a KE'yê biryareke bibandor nede dîsa dikare serî li DMME'yê bê dayîn. Li welatên ku cezayê darvekirinê li wan tune ye pergaleke mîna "înfaza heta hetayê" nîne."
 
SERERASTKIRINEKE NÛ ŞERT E
 
Di berdewamê de Kaplan, destnîşan kir ku divê Tirkiye li gorî biryara DMME'yê tevbigere û sererastkirineke nû ya înfazê çêbike û wiha got: "Di nav 7 salan de hevdîtinên Îmraliyê, pêvajoyên çareseriyê çêbûn jî desthilata AKP'ê li gorî biryarê tevnegeriya. Hêvîkirina pêkanîna vê biryarê ya desthilata AKP-MHP'ê ku ji sala 2015'an ve êrişên partî û hilbijartiyên kurdan dike û dixwaze cezayê darvekirinê careke din bîne ne pêkan e. Beriya niha Azerbeycan jî biryara DMME'yê pêk nanîbû lê ji ber danekirinên giran Azerbeycan neçar ma ku biryarê pêk bîne. Heta ku ev zext li Tirkiyeyê jî neyê kirin wê Tirkiye biryarê pêk neyne û sererastkirinek nû çêneke."
 
'QANÛNÊN XWE JÎ PÊK NAYNIN'
 
Kaplan, pergala "înfazê ya heta mirinê" weke "qorîdora mirinê" bi nav kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "DMME'yê di vê mijarê de gelek biryaran daye. Di sala 2005'an de desthilata AKP'ê di sûcên muebbeta giran de derbasî Înfaza Ewlehiya Bilind bû. Îşkence, tecrîd û îzolasyon bûye ji rêzê ye. Mixabin CPT cot standartiyê dike û li dijî hemû serlêdanan cesaret daye desthilatê. Statua Girtîgeha Îmraliyê û herêma qede di pergala înfazê de tune ne. Astengkirina hevdîtina Ocalan a bi malbat û parêzerên wî re derbarê êrişên li dijî Başûr û Rojava ne. Kesên ku di pirsgirêka kurd de çareseriya aştiyane naxwazin zextên xwe zêde kirine. Li gorî qanûnên xwe jî tevnagerin. Divê li dijî bêdaletiyê hem ji hêla hiqûqî hem jî ji hêla siyasî ve têkoşîn bê dayîn û raya giştî ya navneteweyî bê çêkirin."
 
MA / Ferhat Çelîk
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/08/2021
16:35 Gefa "wê cenazeyê te ji girtîgehê derkeve" li girtî xwarin
16:21 Derbarê sûcê dijminatiyê de xwestin kirariyên qanûnî bên destpêkirin
16:10 Li Geverê hevdîtina gel: Wê ev sal bibe sala azadiya Ocalan
15:32 Penaberên Sûriyeyê yên rastî êrişî hatin: Canê me di talokê de ye
15:15 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kir: Pankart sûc hat hesibandin
14:52 Koma girêdayî Tirkiyeyê gundiyên efrînî girt
14:51 Di êrişa nijadperest a ser penaberan de 76 kes hatin binçavkirin
14:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Gunay: Bi karesata rêveberiyê re welat veguherî cîhê agir
14:32 Li Serêkaniyê zarokekî 3 salî bi guleyê ji serê xwe birîndar bû
14:27 Bavê Gulnaz Karataş jiyana xwe ji dest da
14:26 Ji RTUK’ê cezaye ‘Newekheviya zayendiya civakî'
14:00 Li Hezexê zarokekî xwest ku întîhar bike
13:59 Li Cizîrê şer derket: 2 kes birîndar bûn
13:29 9 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Karakaş hat birîn
13:28 HDK: Ji êrişa Altindaxê desthilat berpirsyar e
13:10 Hikûmetê ji sedî 6+6 zem pêşniyarî kedkarên cemaweriyê kir
12:36 20 kesan bi awayekî sîstematîk zarokekê îstismar kirine
12:28 Îsyana Emîne Şenyaşar ‘Yên ku komkujî kirin serbest digerin’
11:13 Mehmud Osman: Divê PDK aqûbeta 3 HPG’iyan aşkera bike
11:04 Li Hewlêrê birîna avê: PDK hat şermezarkirin
10:12 ‘Malbata Şenyaşar ji bo herkesê têkoşîna edaletê dide’
09:46 Kaplan: Divê Komîteya Wezîran zextê li Tirkiyeyê bike
09:07 Greva birçîbûnê di roja 259'emîn de dewam dike
09:06 MEBYA-DER: Divê her kes li ber pêkanînên hovane rabe
09:05 Sevîmlî: Pasîfbûna darazê qirkirina cinsî gur dike
09:04 Piştî 36 salan vegeriya û 'Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê' da destpêkirin
09:04 Ciwanê ku sîxurtî lê hat ferzkirin serî li ÎHD'ê da û gilî kir
09:03 Kesên ji ber lehiyê mexdûr bûne, dixwazin xaniyên wan bên çêkirin
09:02 Bavê Tûncel: Ji bo girtiyan divê muxalefeta li kuçeyan zêde bibe
09:01 Bijîşk Yaman: Her ku aşîkirin zêde bibe dê mirin û pêketin jî kêm bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2021'AN
11/08/2021
22:07 128 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
22:04 HDP'ê civîna herêmê ya Behra Reş li dar xist
17:12 Ciwanên BMG’î li dijî êrişên nijadperest belavok belav kirin
17:06 Li Rihayê 8 girtî hatin sewqkirin
16:50 Wê cenazeyê jina êzidî ya hatibû qetilkirin bibine Şengalê
16:35 Gunay: Çalakiya greva birçîbûnê navnîşana çareseriyê nîşan dide
16:10 Kaya serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Banga TJA’yê: Divê jinên siyasetmedar werin berdan
15:29 2 girtiyên jin sewqî Girtîgeha Tarsûsê kirin
15:03 Li Besta û Heftanîn koka daran anîn
14:44 Ji bo girtina kar a 29 personelan 8 hezar û 973 kesan serlêdan kir
14:35 Serdanên HDP'ê didomin: Bi çareserkirina pirsgirêka kurd re em dikarin bêhn bigirin
13:59 Parlamenterê alman ji bo piştevaniyê serdana HDP'ê kir
13:10 Bi lîstika şanoyê bal kişandin ser qirêjiya hawirdorê
13:02 Faîlê Eda Nûr Kaplan hat girtin
12:41 Malbata Şenyaşar: Wê îhale ji mensûbên darazê re bimîne
12:11 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Lîstikvanê şanoyê Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
11:18 ‘Tirkiyê keça min, PDK’ê jî birayê min birin’
11:03 Hemşîreyên bi amûrên kêm mesaiya zêde dikin: Derzî bibin
10:48 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê hat binçavkirin
09:09 Greva birçîbûnê di roja 258'emîn de dewam dike
09:08 Dorpêça li ser Mexmûrê 3 sal in didome: Divê NY û hikûmeta Iraqê erka xwe pêk bînin
09:07 Gundiyên bandor ji lehiyê girtin dixwazin pir û cihok bên çêkirin
09:06 Oneren: Tecrîd hemû azadî ji holê rakirin
09:04 Santralên li Mereşê hê jî bêfîltre ne!
09:02 Li DEDAŞ'ê şebekeya 'nelirêtiyê'
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2021'AN
10/08/2021
21:19 HDP'ê dest bi hevdîtinên xwe yên li Trakyayê kir
17:47 Li Çelê hevdîtinên 'Dema Azadiyê'
14:52 Di protestoya DEDAŞ’ê de 2 cotkar hatin binçavkirin
14:41 Polisan daxuyaniya ji bo Aslan ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin asteng kir
14:18 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
14:02 Li Êlihê banga ‘Dema Azadiyê’ hat kirin
13:56 Jinek û 15 zilam tevlî civîna walîtiyê ya jinan bûn
13:40 Cendirmeyan bi gazê mudaxaleyî şermezarkirina cotgkaran a DEDAŞ'ê kirin
13:37 Kemal Nebîoglû li ser gora xwe hat bibîranîn
13:14 Di keştiya bar de agir derket
12:57 Rapora ÎSÎG’ê ya meha tîrmehê: 146 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat Şenyaşar ji dizîna dovîzên xwe polisan berpirsyar girt
11:17 Tatli ya birîndar şûna nexweşxaneyê li qereqolê tê girtin
10:46 Çîroka kesên di temenê biçûk de tên zewicandin: Gulîxanim
10:21 Li Qersê 7 kes hatin binçavkirin
09:53 Serokê Giştî yê KKP'ê Çîftyurek: Rojava ji bo yekîtiyê zemîn e
09:50 Li Ûşakê otobusê rêwiyan qelibî: 30 kes birîndar bûn
09:35 Ji ber agirê li Aksekî kesek hat girtin
09:03 Greva birçîbûnê di roja 257'emîn de dewam dike
09:03 Kesên dezavantaj li ser medyaya sanal tên 'îstismarkirin'
09:02 Welatiyên xaniyên wan hatin xerakirin di konan de dimînin
09:01 Turkdogan: Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2021'AN
09/08/2021
19:26 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
17:07 Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbata Kinyazê Îbrahîm re xwest
16:54 Li dijî komkujiyên jinan derketin kolanan: Em jiyanê ronî bikin
16:34 Weşanên Can ji ber sansûra “Kurdistanê” lêborîn xwest
16:17 Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev hat veşartin
15:19 Hevdîtinên 'Dema Azadiyê': AKP-MHP neyarê kurdan e
15:18 Li Nisêbînê mirina biguman a Gevriye Sari yê suryanî
14:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:21 Ev 14 roj in agahî ji koma di dorpêça PDK’ê de ye nayê girtin
14:10 Li Nisêbînê kesek hat kuştin
14:09 ÇEVDER: Beriya ku felaketên mezintir pêk bên divê bergirî bên girtin
13:57 Li Stenbolê agahî ji 3 zarokên nayê girtin
13:33 Li Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
13:33 Li Milasê şewat hat vemirandin
12:44 Li Iraqê ber bi hilbijartinê ve: Hesabê herkesî li ser kurdan heye
11:46 Malbata Şenyaşar: Ma hemwelatîbûna wekhev ev e?
11:35 Li Amedê şerê biçek: Kesek mir kesek jî birîndar bû