Li Geverê hevdîtina gel: Wê ev sal bibe sala azadiya Ocalan

  • rojane
  • 16:10 12 Tebax 2021
  • |
img

COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, di hevdîtina "Dema Azadiyê" ya Geverê de wiha axivî: "Wê ev sal bibe sala azadiya Ocalan." Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî got ku nifteya çareseriya pirsgirêka kurd Ocalan e."

 
Hevdîtinên "Dema Azadiyê" yên Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ên li Colemêrg û navçeyên wê didomin. Aydenîz û Ozturk, li navçeya Geverê li Eywaneke Dewetê bi gel re hatin gelhev. Li eywanê pankartên "Em tecrîdê bişikînin û azadiyê pêk bînin" , "Êdî bes e dema dema azadiyê ye" û " Em li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin dikin" hatin vekirin. 
 
'DESTHILAT MEHKÛMÊ TÊKÇÛNÊ NE' 
 
Hevseroka BDP'ê Aydenîz di hevdîtinê de axivî û wiha got: "Têkoşîna kurdan a bibiryar didome. AKP'ê zextên xwe yên li ser kurdan zêde dike û desthilata xwe didomîne. Êşeke ku desthilatê bi kurdan nedabe kişandin nemaye. Lê kurdan jî her ziman, vîn û axa xwe parastine. Kurd li ser piya ne. Desthilata ku pirsgirêka kurd çareser neke mehkûmê têkçûnê ye. Zilm û zordariya wan encam negirtiye û wê ji niha şûn ve jî negire. Îro li Îmraliyê tecrîdeke mezin heye û li tevahiya welat belav bûye. Divê vê baş bizanibin, heta ku Ocalan azad nebe û neyê nava gel wê têkoşîna me bidome. Sekn û nêrinên Birêz Ocalan hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn mînak in. Divê em piştgirî bidin çalakiya greva birçîbûna ya li girtîgehan a ji bo rakirina tecrîdê. Ev daxwaz hiqûqî, wijdanî û sincî ne. Lê divê em tenê bar li ser milê girtiyan nehêlin. Divê gelê me piştgirî bide van daxwazan û têbikoşe. AKP-MHP ji bo mayîna li desthilatê şerekî qirêj dimeşînin. Em li her derê dibêjin careke din li vir jî bibêjein muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd Birêz Ocalan e. Hûn jî muxatabê xwe zelal bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin."
 
KURD DIYASETÊ DIYAR DIKIN
 
Di berdawamê de Aydenîz, destnîşan kir ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn kurd teşe didin siyasetê û ev tişt anîn ziman: "Hemû dinya û Tirkiye jî hêza kurdan dizane.Kurd xwedî hêz û vîneke mezin in. Îro li welatên mîna Tirkiyeyê dixwazin parçebûnê di navbera kurdan pêk bînin. Lê bila kes meraq neke wê kurd tifaqa xwe pêk bînin û bi hev re tevbigerin. Kesên ku dixwazin pêşiya vê tifaqê bigirin li hemberî vî gelî û dîrokê hesan bidin. Ji bo jiyana azad divê yekitiya neteweyî ya kurdan pêk were. Divê pêngavên ji bo vê demildest bên avêtin. Yekitiya neteweyî ne ji bo berjewendiya malbat û eşîrekî ji bo berjewendiya tevahiya kurdan e. Vê desthilatê hemû zilm û zordarî li dijî kurdan pêk aniye. Li ser vê dixwazin desthilata xwe bidomînin. Lê gelê li ser piya ye û têdikoşe. Em ê qet di paş de gav navêjin. Wê îsal bibe sala kurdan û sala azadiya Birêz Ocalan."
 
HELWESTA PDK'Ê 
 
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî bal kişand ser zextên li dijî kurdan û helwesta PDK'ê ya ya li dijî van zextan û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Desthilat 6 sal in polîtîkayeke wisa dimeşîne ku difkire wê kurd bibêjin em ne kurd in, bi kurdî neaxivin û li nasnameya xwe xwedî dernekevin. Suleyman Soylû her carê dibêje em biqedînin lê em dîsa li vir, li Gever û li Kurdistanê ne. Di sala 2015'an de difikirîn ku tecrîda li ser Birêz Ocalan giran bikin û statuya li her çar parçeyên Kurdistanê parça bikin. Lê gelê li her qadê bersiva wan da. Hûn bi girtin, dagirkirin, kuştin, hilweşandina bajaran nikarin kurdan biqedînin. Hûn çi dikin bikin wê kurd dev ji rûmeta xwe bernedin. Divê herkes zanibe ku ev der xaka me ye û Kurdistan e. Ne tenê li vir li Rojava û Başûr jî  heman tiştî dikin û roj bi rol bin cih dibin. Peywira me ye ku li her derê em berjewendiyên kurdan bifikirin. Îro xaka Başûr tê dagirkirin lê kes dengê xwe dernaxe. Divê vê bizaninin Sadam çi qas zalim be Tayyîp Erdogan û ev desthilat jî 100 qatî zalim e. Divê Barzanî vê baş bizanibe. Ma gelo gotineke we ji bo vê rewşê tune ye? Em li vir ev encam derdixin; li vir ne berjwendiyên gelê kurd berjewendiyên hin kesan tê fikîrin. Kurd ji zihniyet û berjewendiyên te mezintir in. Vê wiha bizanibin. Bedêla vê ne hûn gel dide."
 
OCALAN NIFTEYA JIYANÊ YE
 
Ozturk, qala tespît û nirxandinên Ocalan ên ji bo yekîtiya neteweyî kirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Heke yekitiya Ocalan bal dikişand serê çêbûna wê îro Tirkiye nikaribûna ketina Herêma Kurdistanê. Lê ji bo vê hê jî ne dereng e. Divê demildest kurd vê yekitiyê pêk bînin. Em nasname û partiyên xwe bidin aliyekî berjwendî û yekitiya gelê kurd pêk bînin. Ne îro divê em sed sal in pêşiya kurdan bifikirin. Divê li her çar parçeyan jî kurd têkoşîna vê biddin. Em bang li gelê xwe dikin em ji her demê baştir û bihêztir in. Muxatabê tekane yê pirsgirêka kurd Ocalan e. Çareserî û dermanê pirsgirêka kurd Birêz Ocalan e. Nifte Ocalan e. Nifteya azadî û pêkve jiyanê bi Ocalan dikare vebe. Derdê me ne Tayyîp Erdogan e. Wê Erdogan biçe kesekî din bê. Pirsgirêke ku kurd sed sal e bi pergalê re dijîn heye. Tişta esas guhertina pergalê ye. Em ê ji bo vê têbikoşin. Weke kurd em dibêjin, 'Ya azadî ya azadî'."
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/08/2021
16:35 Gefa "wê cenazeyê te ji girtîgehê derkeve" li girtî xwarin
16:21 Derbarê sûcê dijminatiyê de xwestin kirariyên qanûnî bên destpêkirin
16:10 Li Geverê hevdîtina gel: Wê ev sal bibe sala azadiya Ocalan
15:32 Penaberên Sûriyeyê yên rastî êrişî hatin: Canê me di talokê de ye
15:15 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kir: Pankart sûc hat hesibandin
14:52 Koma girêdayî Tirkiyeyê gundiyên efrînî girt
14:51 Di êrişa nijadperest a ser penaberan de 76 kes hatin binçavkirin
14:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Gunay: Bi karesata rêveberiyê re welat veguherî cîhê agir
14:32 Li Serêkaniyê zarokekî 3 salî bi guleyê ji serê xwe birîndar bû
14:27 Bavê Gulnaz Karataş jiyana xwe ji dest da
14:26 Ji RTUK’ê cezaye ‘Newekheviya zayendiya civakî'
14:00 Li Hezexê zarokekî xwest ku întîhar bike
13:59 Li Cizîrê şer derket: 2 kes birîndar bûn
13:29 9 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Karakaş hat birîn
13:28 HDK: Ji êrişa Altindaxê desthilat berpirsyar e
13:10 Hikûmetê ji sedî 6+6 zem pêşniyarî kedkarên cemaweriyê kir
12:36 20 kesan bi awayekî sîstematîk zarokekê îstismar kirine
12:28 Îsyana Emîne Şenyaşar ‘Yên ku komkujî kirin serbest digerin’
11:13 Mehmud Osman: Divê PDK aqûbeta 3 HPG’iyan aşkera bike
11:04 Li Hewlêrê birîna avê: PDK hat şermezarkirin
10:12 ‘Malbata Şenyaşar ji bo herkesê têkoşîna edaletê dide’
09:46 Kaplan: Divê Komîteya Wezîran zextê li Tirkiyeyê bike
09:07 Greva birçîbûnê di roja 259'emîn de dewam dike
09:06 MEBYA-DER: Divê her kes li ber pêkanînên hovane rabe
09:05 Sevîmlî: Pasîfbûna darazê qirkirina cinsî gur dike
09:04 Piştî 36 salan vegeriya û 'Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê' da destpêkirin
09:04 Ciwanê ku sîxurtî lê hat ferzkirin serî li ÎHD'ê da û gilî kir
09:03 Kesên ji ber lehiyê mexdûr bûne, dixwazin xaniyên wan bên çêkirin
09:02 Bavê Tûncel: Ji bo girtiyan divê muxalefeta li kuçeyan zêde bibe
09:01 Bijîşk Yaman: Her ku aşîkirin zêde bibe dê mirin û pêketin jî kêm bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2021'AN
11/08/2021
22:07 128 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
22:04 HDP'ê civîna herêmê ya Behra Reş li dar xist
17:12 Ciwanên BMG’î li dijî êrişên nijadperest belavok belav kirin
17:06 Li Rihayê 8 girtî hatin sewqkirin
16:50 Wê cenazeyê jina êzidî ya hatibû qetilkirin bibine Şengalê
16:35 Gunay: Çalakiya greva birçîbûnê navnîşana çareseriyê nîşan dide
16:10 Kaya serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Banga TJA’yê: Divê jinên siyasetmedar werin berdan
15:29 2 girtiyên jin sewqî Girtîgeha Tarsûsê kirin
15:03 Li Besta û Heftanîn koka daran anîn
14:44 Ji bo girtina kar a 29 personelan 8 hezar û 973 kesan serlêdan kir
14:35 Serdanên HDP'ê didomin: Bi çareserkirina pirsgirêka kurd re em dikarin bêhn bigirin
13:59 Parlamenterê alman ji bo piştevaniyê serdana HDP'ê kir
13:10 Bi lîstika şanoyê bal kişandin ser qirêjiya hawirdorê
13:02 Faîlê Eda Nûr Kaplan hat girtin
12:41 Malbata Şenyaşar: Wê îhale ji mensûbên darazê re bimîne
12:11 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Lîstikvanê şanoyê Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
11:18 ‘Tirkiyê keça min, PDK’ê jî birayê min birin’
11:03 Hemşîreyên bi amûrên kêm mesaiya zêde dikin: Derzî bibin
10:48 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê hat binçavkirin
09:09 Greva birçîbûnê di roja 258'emîn de dewam dike
09:08 Dorpêça li ser Mexmûrê 3 sal in didome: Divê NY û hikûmeta Iraqê erka xwe pêk bînin
09:07 Gundiyên bandor ji lehiyê girtin dixwazin pir û cihok bên çêkirin
09:06 Oneren: Tecrîd hemû azadî ji holê rakirin
09:04 Santralên li Mereşê hê jî bêfîltre ne!
09:02 Li DEDAŞ'ê şebekeya 'nelirêtiyê'
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2021'AN
10/08/2021
21:19 HDP'ê dest bi hevdîtinên xwe yên li Trakyayê kir
17:47 Li Çelê hevdîtinên 'Dema Azadiyê'
14:52 Di protestoya DEDAŞ’ê de 2 cotkar hatin binçavkirin
14:41 Polisan daxuyaniya ji bo Aslan ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin asteng kir
14:18 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
14:02 Li Êlihê banga ‘Dema Azadiyê’ hat kirin
13:56 Jinek û 15 zilam tevlî civîna walîtiyê ya jinan bûn
13:40 Cendirmeyan bi gazê mudaxaleyî şermezarkirina cotgkaran a DEDAŞ'ê kirin
13:37 Kemal Nebîoglû li ser gora xwe hat bibîranîn
13:14 Di keştiya bar de agir derket
12:57 Rapora ÎSÎG’ê ya meha tîrmehê: 146 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat Şenyaşar ji dizîna dovîzên xwe polisan berpirsyar girt
11:17 Tatli ya birîndar şûna nexweşxaneyê li qereqolê tê girtin
10:46 Çîroka kesên di temenê biçûk de tên zewicandin: Gulîxanim
10:21 Li Qersê 7 kes hatin binçavkirin
09:53 Serokê Giştî yê KKP'ê Çîftyurek: Rojava ji bo yekîtiyê zemîn e
09:50 Li Ûşakê otobusê rêwiyan qelibî: 30 kes birîndar bûn
09:35 Ji ber agirê li Aksekî kesek hat girtin
09:03 Greva birçîbûnê di roja 257'emîn de dewam dike
09:03 Kesên dezavantaj li ser medyaya sanal tên 'îstismarkirin'
09:02 Welatiyên xaniyên wan hatin xerakirin di konan de dimînin
09:01 Turkdogan: Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2021'AN
09/08/2021
19:26 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
17:07 Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbata Kinyazê Îbrahîm re xwest
16:54 Li dijî komkujiyên jinan derketin kolanan: Em jiyanê ronî bikin
16:34 Weşanên Can ji ber sansûra “Kurdistanê” lêborîn xwest
16:17 Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev hat veşartin
15:19 Hevdîtinên 'Dema Azadiyê': AKP-MHP neyarê kurdan e
15:18 Li Nisêbînê mirina biguman a Gevriye Sari yê suryanî
14:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:21 Ev 14 roj in agahî ji koma di dorpêça PDK’ê de ye nayê girtin
14:10 Li Nisêbînê kesek hat kuştin
14:09 ÇEVDER: Beriya ku felaketên mezintir pêk bên divê bergirî bên girtin
13:57 Li Stenbolê agahî ji 3 zarokên nayê girtin
13:33 Li Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
13:33 Li Milasê şewat hat vemirandin
12:44 Li Iraqê ber bi hilbijartinê ve: Hesabê herkesî li ser kurdan heye
11:46 Malbata Şenyaşar: Ma hemwelatîbûna wekhev ev e?
11:35 Li Amedê şerê biçek: Kesek mir kesek jî birîndar bû