Koma 49'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • rojane
  • 09:13 13 Tebax 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, di roja 260'emîn de, li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 239’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 222'yemîn de dewam dikin. 
 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku koma 49'emîn dewr girt, di roja 260'emîn de berdewam dike. Ji 14'ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê. 
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 239’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 239'emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 222'YEMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 222'yemîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

16/08/2021
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2021'AN
15/08/2021
20:00 Ji ber koronayê 154 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:50 Di daweta kurê xwe de hat binçavkirin
19:09 Derbarê êrişa li dijî Mala Cemê de 2 kes hatin binçavkirin
15:33 Sûka Bedlîsê ku weke ‘avahiya bixeter' hatibû îlankirin tê valakirin
15:18 Li Bûrsayê operasyona medya sanal
15:10 Onlu: Divê em tecrîda li ser Ocalan bişikînin
13:23 Li Êlih û Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 10'an
13:08 Li Amedê 63 kes 3 roj in di bin çavan de ne
12:46 Li Edenê jinek hat qetilkirin
12:05 Şewata li Setkarê bixwe vemirî
11:38 Pasdarên Îranê sînor derbas kirin û ciwanekî qetil kirin
10:42 Malbata Şenyaşar: Nebin hevparê sûc
10:14 Li Erzirom û Qersê lehî rabûn
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 262'emîn de dewam dike
09:18 Li Êlih û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên HDP'î hatin binçavkirin
09:05 Parlementerê YNK'ê Werdî: Hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tiştekî nake
09:04 Cobarê Zerganê bûye sergo
09:03 Çîroka behsa çalakiyên greva birçîbûnê dike: Olum Ûykûdaydi
09:01 Keleş: Divê têkoşîna ji bo demokrasiyê û ekolojiyê bibe yek
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2021'Ê
14/08/2021
22:15 Bûldan: Pêdivî bi Ocalan heye
20:02 Posterên Ocalan hatin vekirin: Êlih îşareta azadiyê da
19:55 Li Şemzînanê hevdîtina 'Dem dema azadiyê ye': Bêyî gelê kurd tu partî nikare bibe îqtidar
17:14 ‘Li welat karesata siyasî tê jiyîn’
16:37 ÎHD: Şahîd heye, girtin tuneye
16:25 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 44’an
16:02 Tedawiya nexweşa penceşêrê Pehlîvan tê astengkirin
15:48 Girtiya anjiyo bû, li nexweşxanê 8 rojan kelepçekirî ma
15:22 Cotkar ji DEDAŞ’ê re got: Tişta ku tê kirin şêlandin e
15:00 ÎHD'ê rapora derbarê êrişa nijadperest a li Çorûmê de eşkere kir
14:35 Li Êlihê pirsa aqûbeta Demîr kirin
14:24 Eskeran êrişî cotkaran kirin: 2 birîndar, 7 binçav kirin
14:17 Kurê Ertak ê 29 salin windaye: Em ê dev ji lêgerînê bernedin
13:22 Li Rihayê şermezarkirinên DEDAŞ’ê mezin dibin
12:58 'Ji ber ku me daxwaza hevserokatiyê kir, doz li me hatin vekirin'
12:40 Li Elkê di teqînekê de 2 kes birîndar bûn
12:21 Êrişî Mala Cemê ya Alî Baba Sûltan kirin
12:20 Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girtin: 8 kes binçav kirin
12:13 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 40’an
12:01 Pirsa aqûbeta Akdenîz ê berî 27 salan hat binçavkirin, kirin
11:41 Gokçûr ê hat revandin û ‘sîxurtî’ lê hat ferzkirin gilî kir
10:36 Malbata Şenyaşar: Dest ji siyasetê berdin, xwe bêxin şûna me
10:33 Polîsan êrişî esnafan kir: Herî kêm 70 binçav kirin
10:17 Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê: Desthilat nijadperestiyê pîroz dike
10:10 Şewata li gundê Setkarê belav dibe
09:47 Du xwişkên ku ketin Çemê Zorava xeniqîn
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 261'emîn de dewam dike
09:08 Gel ji ber xebatên çêkirina rê yên qeyûm bêzar bûye
09:07 'Em ê ji bo her darekê heya dawiyê li ber xwe bidin'
09:05 Hevserokê HDP'a Stenbolê Avci: Gel tecrîdê qebûl nake
09:03 'Berpirsiyarê êrişên li dijî penaberan îqtidar û CHP ye'
09:01 Lehiyên radibin ji ber mudaxileya mirovan a li xwezayê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2021'AN
13/08/2021
21:19 Li Girtîgeha Gîresunê 19 girtî bi Covîd-19'ê ketin
20:46 Bayindir: Rizgarî şikandina tecrîdê ye
20:19 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:21 Rojnamevan Guleş hat berdan
17:53 Heyeta KCD û DBP'ê li sînor e: Kurd bi sedan sal in têdikoşin
17:42 Hevserokên giştî yên DBP û HDP'ê li Çewligê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
17:22 Li Elkê agir bi daristanê ket
16:53 Li Qoserê gel vexwendin hevdîtina ‘Dema Azadiyê’
16:43 Li Girtîgeha Çûkûrovayê girtî ji hemû mafan bêpar in
15:48 3 bajar weke herêma bobelatê hatin îlankirin
15:34 Balafirên şer ên tirk sivîlek qetil kirin
15:33 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz hat girtin
15:23 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ermîş hat binçavkirin
14:43 SUDEF: Bila faîlên Gevriye Sari bên dîtin
14:42 Hevdîtina parêzeran a ji bo kesên di bin çavan de sînordar kirin
14:42 Têkildarî êrişa li Altindagê 72 kesên din hatin binçavkirin
14:19 Rojnamevan Canozer di 6 salan de cara 4’emîne tê binçavkirin
13:55 KESK'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:49 Kaya yê tedawiya bi kelepçê red kir, paşve şandin girtîgehê
13:35 Êlih ji hevdîtina 'Dema Azadiyê' re amade ye
13:18 Mirina biguman a jineke ku malbata wê ew ji stargehê wergirt
13:13 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:35 Qeymeqamê Qoserê ji AKP’ê re bû sponsor
12:35 Asayîşa PDK’ê ji malbata Tatli re got: Agahiya me jê nîne
12:07 Hunermendê girtî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû
11:53 Malbata Şenyaşar: Bi cezayê pereyan nikarin me têk bibin
11:23 Rasho ya hat qetilkirin bi dirûşmeyan ber bi Şengalê ve hat rêkirin
11:15 Li Dîlokê girtiyek sewq kirin
11:12 Ligel dîmenên lêdanê jî, dadgehê doza tazmînatê red kir
10:50 Dikana ku wî bi hevkarê xwe yê sûriyeyî re dida xebitandin hat talankirin
10:23 Li Amed û Edenê serdegirtina malan: Herî kêm 59 binçav kirin
10:11 ‘Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî jinan çi be, ya PDK'ê jî ew e’
09:13 Koma 49'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Fîlmê 'dînên' Dersimê çêdike
09:10 Tevî ku înfaza wî qediyaye, 8 meh in nayê berdan
09:08 Divê fatûreya şewatan li îqtidarê bê birîn
09:06 Li Bazarcixê cihêkariyê di warê xizmetê de dikin
09:05 DEDEF: Mûnzûr tê qirêjkirin, divê tevdîr bên girtin
09:03 Dosyeya faîl Yûsûf Guzelyûrt heta ber dev tijî ye!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2021'AN
08:13 Li Edenê polîsan bi ser gelek malan de girtin
08:12 Li Kerboranê polîsek li mala xwe kuştî hat dîtin
07:57 Rojnameger Bêrîtan Canozer hat binçavkirin
12/08/2021
22:03 138 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:04 Li Rihayê ji 24 saziyan 'seferberiya' aşiyê
17:13 18 Cotkarên ku DEDAŞ şermezar kiribûn hatin binçavkirin