Tumuklu: Di şexsê Ocalan de demokrasiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin

img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, destnîşan kir ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de demokrasiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin û ji bo rakirina tecrîdê bal kişand ser têkoşînê. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin, ji 7'ê Tebaxa 2019'an heya niha hevdîtina wî ya bi parêzeran re tê astengkirin. Ji xeynî vê hevdîtina bi malbatê re jî tê astengkirin. Ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin li girtîgehan jî ji 27'ê Mijdara 2020'î heya niha çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger didomin û niha koma 49'emîn çalakî dewr girtiye. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, ji bo rakirina tecrîdê û bidawîbûna çalakiyên greva birçîbûnê îşaret bi dorfirehkirina têkoşînê kir. 
 
‘PLANA RÛXANDINÊ' 
 
Tumuklu, anî ziman ku îqtidar di ser pirsgirêka kurdî re hewl dide civakê perçe bike û biryara "Plana Rûxandinê" ku di 30'yê Cotmeha 2014'an de di Desteya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) de hat girtin bibîr xist û got: "Bi vê pêvajoyê re li ser Birêz Ocalan tecrîd pêk anîn û biryar girtin ku pirsgirêka kurdî bi polîtîkaya şerî bidomînin. Bi vî awayî hewl didin fikirên Birêz Ocalan negihê gelan û rêxistinbûyîna hêzên azadiyê yên kurdan û dînamîkên têkoşînê belawela bikin." 
 
DIJMINÊN AZADIYÊ 
 
Tumuklu, anî ziman ku AKP van polîtîkayên xwe jî li ser asasên hiqûqa dijminatiyê dike û got: "Tecrîda di şexsê Birêz Ocalan de bi awayekî aşkere, tecrîdkirina têkoşîna demokrasî û azadiya Tirkiyeyê ye. Ev tecrîd, dijminê demokrasî û azadiyê ye. Divê ev wisa bê dîtin û xwendin." 
 
DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDAN
 
Tumuklu, destnîşan kir ku gava dengê Ocalan dertê, bandoreke baş li civakê dike, lê belê rejîmên Tirkiyeyê ji vê direvin. Tumuklu, bilêv kir ku di ontolojiya rejîmên Tirkiyeyê de dijminatiya li hemberî kurdan heye û faşîzm jî xwe bi vî awayî birêxistin dike. Tumuklu, diyar kir ku lewma ev rejîm tim şer didin ber civaka Tirkiyeyê û got: "Hem îqtidar hem jî muxalefeta li hemberî wê dijminên Tirkiyeyê ne. Derdê wan ne bextiyarî û aramiya bi milyonan e. Tekane xema wan, domandina hegemonyaya wan a siyasî ye. Yanî ev rejîmine siyasî ne ku tenê angajeyî şer bûne."
 
TÊKOŞÎN 
 
Tumuklu, çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan jî bibîr xist û got: "Daxwaza çalakgeran, daxwazeke pir insanî û jirêzê ye; daxwazine ku doza mafên jiyanê dikin. Lê em bi rewşeke wisa re rû bi rû ne; têkoşîna çîna karkeran, têkoşîna ji bo ekolojiyê, têkoşîna azadiyê ya jinan, têkoşîna LGBTÎ+'yan, têkoşîna azadiyê ya gelê kurd, têkoşîna elewiyan hema bibêje hemû têkoşîn bi tena serê xwe ne. Îjar gava ev daxwaz nebin yek, ev nabin cihê têkoşîneke giştî. Çalakiyên greva birçîbûnê265 roj in didomin û hê jî em derbarê wan de diaxivin. Ev ji bo me, di warê pratîkê de, cihê xwerexnekirinekê ye. Hêzên demokrasî û şoreşê hemû divê li hemberî tecrîda li ser Birêz Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bitêkoşin. Êdî divê dev ji gotinê bê berdan, pêdivî bi pratîkê heye. Ev daxwaz, daxwazên me hemûyan e. Ji lew re li vê erdnîgariyê em hemû bi faşîzmê re rû bi rû ne." 
 
MA / Ferhat Çelîk 

Sernavên din

19/08/2021
09:27 Komîsyona OHAL'ê endamtiya ÎHD'ê û KURDÎ-DER'ê wek sûc nîşan da
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 266'emîn de dewam dike
09:13 Berteka jinan a ji bo krîza aborî: Em êdî nikarin biçin market û bazaran
09:12 Gelo hedefa DYA'yê Îran e?
09:11 Navenda Bedlîsê veguherandina qada şer
09:10 Amedî: Li cîhanê çi biqewime dixin stuyê kurdan
09:07 Avci: Dê AKP û qeyûm biçin, hesabê diziyan bê pirsîn
09:06 ‘Bi çêkirina dîwar dixwazin kurdan bi temamî ji hev qut bikin'
09:06 Meclîsa Dayikên Aştiyê: Mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2021'AN
18/08/2021
20:35 Li Hezexê serdaneke girseyî: Em ê tecrîdê bişikînin
16:09 Polîs, lingê ciwanê ku bi xeletî pêl li zingila derê wî kir şikand
15:50 Şewata li Şemzînanê hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir
15:32 Polîsan li Farqînê serdana esnafan asteng kir
14:41 Li Sêrtê amadekariyên hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê ye' didomin
14:32 11 cotkarên ku DEDAŞ’ê protesto kiribûn hatin binçavkirin
14:15 Meşa kedkaran a baskê Êlihê ya ber bi Enqereyê ve dest pê kir
13:58 Ferît Şenyaşar: Mirovahî tenê temaşeyî zilmê dike
13:21 KCD, DBP, TJA û HDP: Êrişên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê necudatir e
13:01 Du kesên ku Aysel K. revandibûn hatin berdan
13:00 Li Botanê ‘Dem dema azadiyê’ ye: Hûn nikarin koka gelê kurd ziwa bikin
12:23 Li Şengalê armanc bêstatû hiştin e
12:07 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:54 MXDŞ: Li Nexweşxaneya Sikêniyê 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervan şehîd bûn
11:17 Malperên JinNewsê û Rojnameya Welat hatin astengkirin
10:54 Li Amedê 56 kes serbest hatin berdan
10:50 Li Enqereyê du kes hatin binçavkirin
10:50 Şewata li Çiyayê Cudî vemirî
10:49 Hejmara 21’emîn a Kovara Dilopê derket
10:10 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê ya rojane derket ser 2 hezaran
10:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Divê hikumeta Tirkiyê rêzê ji Şengalê re bigire
09:49 Aktivîsta afxan Mahmoûda A.: Li devere neazad jiyan nepêkan e
09:44 'Em ê yekîtiya neteweyî ne di navbera partiyan de di nava civakê de ava bikin’
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 265'emîn de dewam dike
09:03 Tumuklu: Di şexsê Ocalan de demokrasiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin
09:03 'Şoreşa Rojava nîşan dide ku dê şoreşa demokratîk çawa bê avakirin'
09:02 Bangawazî ji bo hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê' ya li Sêrtê
09:01 Endamê HDP'ê kirin endamê AKP'ê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2021'AN
08:50 Li Şemzînanê şewata daristanê derket
17/08/2021
21:15 Heso Îbrahîm: Êrîşa li ser Şengalê şermezarî ye ji dewleta Iraqê re
16:52 Kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:38 BMG’ê banga têkoşîna hevpar kir
16:37 Zarokên ketin qenala avê jiyana xwe ji dest dan
16:08 Jinên Kurd piştevaniya xwe ya bi jinên Afgan re diyar kirin
15:08 Balafirên TSK'ê li nexweşxaneyeke Şengalê xistin
14:40 Rêveberên DEVA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:08 Li Cudî şewat derket
13:41 HDP: Daxwazên gelên li Afganîstanê kirin qurbana berjewendiyên reel ên polîtîk
13:23 Jina ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
13:22 Ji bo 3 endamên RJAK'ê kampanya îmzeyê hat destpêkirin
13:10 15 mêr û jinek beşdarî civîna 'jinan' a qeymeqamtiya navçeyê bûn
13:10 Jinên Afganî yên dibin gefa Talîbanê de ne: Em hene
12:35 Ji bo ‘hilweşandinê’ bi ser avahiya HDP’ê ya Bedlîsê de girtin
12:33 Koma netewperest a kontrola rê kirin li kesekê dan
12:21 Ji bo tamîrkirina avahiyeke li bajarê Babê yê Sûriyeyê li Dîlokê îhale hat vekirin
11:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:46 Hat îdiakirina ku keça ciwan ji qata 3’yemîn hat avêtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ji berpirsyartiyê birevin
11:02 Bi hinceta ‘betlaneya cejnê’ piştî 6 rojan serlêdana dayika keça wê hat revandin girtin
10:45 Lawê Vedat Aydin ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:16 Fatma Unsal: Divê jin li dijî polîtîkayên ku ol ji bo amûrên xwe bi kar tîne, derkevin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 264'emîn de dewam dike
09:05 Li dijî krîza avhewayê banga ji bo têkoşînê: Talûke ketiye nav malê
09:04 Eleqeyeke mezin ji bo bacanên reş û îsotên hişkkirî heye
09:03 Katircioglû: Ocalan ji ber ku got 'Ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim' tê tecrîdkirin
09:02 Qeyûm karê 150 kesî bi 23 karkeran dide kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2021'Ê
16/08/2021
20:10 Nûçegihana Jinnewsê Canozer hat berdan
18:26 Li Silopiyayê 5 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:52 PÎA û Înîsiyatîfa Heq serdana malbata Şenyaşar kir
17:14 Jinên êzîdî bertek nîşanî eskerên Iraqê dan
16:54 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 71’ê
16:49 Rêvebera ÎHD’ê hat berdan
16:35 'Li Girtîgeha Gîresûnê 100 girtî bi koronayê ketin'
16:27 Di binçavan de pirsên dubare ji rojnamevan Canozer kirin
16:04 Ciwanên ku sîxurtî lê ferz kirin: Em ê paş ve gavê neavêjin
15:21 HDP'ê ji bo doza girtinê dema zêde xwest
15:03 Çîftyurek: Astengkirina li pêş navê Kurdistanê rakin
14:45 Li Edeneyê 28 kesên binçavkirî hatin berdan
14:05 Li Amedê tê payîn 58 kesên binçavkirî sewqî edliyeyê bên kirin
13:55 Li Wanê çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
13:40 Malbata Şenyaşar: Heta kujer neyên dirazandin em ê li mala xwe rûnenin
13:37 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ ya li Qoserê hat taloqkirin
13:03 Li Agiriyê malbatan şer kir: 3 mirî, 6 birîndar
13:02 Li Hezexê mirina bi guman a zarokekî
12:50 Balafirên Tirkiyê êrişî navenda Şengalê kirin
12:45 Şewata li Midyadê hat vemirandin
12:44 Li Balafirgeha Kabîlê îzdîham: Herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:43 Midurê Polîsan ê Meramê ji wezîfeyê hat girtin
12:09 Li derveyî sînor 3 eskeran jiyana xwe ji dest da
11:59 Çakmak ê ku pasdarên Îranê wî qetil kirin, hat veşartin
11:52 Karkerên demsalî heqê keda xwe nastînin
11:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 70’yî
09:18 Şoreşa Jinê ya Rojava mohra xwe li konferansê da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 263'emîn de dewam dike
09:03 Rojnamevan Guleş: Cihê ku ez lê mabûm ez ê ji wir berdewam bikim
09:02 'Bi destserkrina endamên RJAK’ê têkoşîna jina kurd hat hedef girtin'
09:01 Li Mîdyadê agir bi daristanê ket