Berteka jinan a ji bo krîza aborî: Em êdî nikarin biçin market û bazaran

  • jin
  • 09:13 19 Tebax 2021
  • |
img

MÊRSÎN - Îqtidar dibêje "krîza aborî tune ye." Jinan bertek nîşanî vê dan û diyar kirin ku rast e gava mirov ji qesrê ve lê mêze bike krîza aborî xuyya nake, ji lew re naçin market û bazaran. 

 
Krîza aborî di dema şewba Covîd-19'ê de kûrtir bû. Êdî welatî nikarin heqê fatûreyên xwe yên ceryan, av û gazê bidin. Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê jinan krîza aborî û rewşa heyî nirxand. 
 
BIHABÛN
 
Hulya Şenol (31) anî ziman ku di dema pandemiyê de tenê ne fiyet, bêhêvî û nebextewarî jî zêde bûne û êdî malzemeyên metbaxê jî bi deyn dikire. Şenol, bilêv kir ku 3 zarokên wê hene û hevjînê wê bi meaşê kêm dixebite û her roj gava şiyar dibin dibînin ku fiyet biha bûne. Şenol got: "Berê me bi rihetî dikaribû zexîre, zebze û fêkî bikire. Lê niha ew jî pir biha bûne. Ji ber pandemiyê êdî aboriya mirov ji binî de çûye. 5 kîo rûn bi 70 TL'yî ye, çay 100 TL, hêk 22 TL, zeytûn 38 TL ye. Heftê 100 lîreyî ji bo bazar hiltînim, lê têr nake. Heger zarok hebin, hûn mecbûr in van tiştan bikirin." 
 
‘EM NIKARIN BIÇIN BAZARÊ' 
 
Şenol, destnîşan kir ku çapemenî û îqtidar van pirsgirêkan rast nadin der û êdî ketine halekî wisa ku nikarin biçin marketê jî. Şenol, diyar kir ku kesên dibêjin "krîz tune ye" kesên li qesran û koşkan dimînin bi xwe ne û got: "Ji ber ku me dayikên bi meaşê kêm debara xwe dikin nabînin, lewma dibêjin krîz tune ye. Bila ew jî bi meaşê kêm debara xwe bikin, wê çaxê dê ji halê me fêm bikin. Gava mirov ji qesrê ve lê mêze bike krîz tune ye, tu pirsgirêk tune ne." 
 
‘BARÊ KRÎZÊ LI SER MILÊ JINAN E' 
 
Guler Koyûn a 43 salî jî ku hevjînê wê karê înşeatê dike, bilêv kir ku her tişt biha bûye û êdî nikarin debara xwe bikin. Koyûn, dibêjin "em di heman keştiyê de ne" lê fatûreya krîzê li xizan û kedkaran bar dikin. Koyûn, destnîşan kir ku barê malê hemû li ser milê jina ye û êdî nikarin ji bo metbaxê tiştekî bikirin. Koyûn got: "Berê min bi 100 TL'yî dolaba xwe tije dikir, lê niha tenê bi sê kîsikan vedigerim. Diçûm bazarê, ji ber ku erzanî hebû, lê niha li wir jî her tişt biha bûye. Kîloya firingîyan bûye 5 lîre, xiyar bûye 3 û petat bûye 2 lîre » nîv. Em 6 kes in, ez rabim kîloyekê bikirim dê têra kê bike. Fêkî êdî ji bo me bûye tiştekî luks, car heyye bi heman fêkî nakirim." 
 
BAC
 
Dayika 4 zarokan Ziynet Akin a 40 salî jî bilêv kir ku hevjînê wê notirvanê sîteyekê e û bi vî awayî debara xwe dikin. Akin got: "Ji xeynî zexîre ceryan û av jî pir biha bûye. Ez bi 100 lîreyî ceryanê xerc dikim, lê fatûre 200 lîre ye. Gava em li fatûreyê mêze dikin, ji ceryanê bêtir heqê bacê ye. Em radibin risqê zarokên xwe didin fatûreyan û dewletê." 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

19/08/2021
09:27 Komîsyona OHAL'ê endamtiya ÎHD'ê û KURDÎ-DER'ê wek sûc nîşan da
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 266'emîn de dewam dike
09:13 Berteka jinan a ji bo krîza aborî: Em êdî nikarin biçin market û bazaran
09:12 Gelo hedefa DYA'yê Îran e?
09:11 Navenda Bedlîsê veguherandina qada şer
09:10 Amedî: Li cîhanê çi biqewime dixin stuyê kurdan
09:07 Avci: Dê AKP û qeyûm biçin, hesabê diziyan bê pirsîn
09:06 ‘Bi çêkirina dîwar dixwazin kurdan bi temamî ji hev qut bikin'
09:06 Meclîsa Dayikên Aştiyê: Mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2021'AN
18/08/2021
20:35 Li Hezexê serdaneke girseyî: Em ê tecrîdê bişikînin
16:09 Polîs, lingê ciwanê ku bi xeletî pêl li zingila derê wî kir şikand
15:50 Şewata li Şemzînanê hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir
15:32 Polîsan li Farqînê serdana esnafan asteng kir
14:41 Li Sêrtê amadekariyên hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê ye' didomin
14:32 11 cotkarên ku DEDAŞ’ê protesto kiribûn hatin binçavkirin
14:15 Meşa kedkaran a baskê Êlihê ya ber bi Enqereyê ve dest pê kir
13:58 Ferît Şenyaşar: Mirovahî tenê temaşeyî zilmê dike
13:21 KCD, DBP, TJA û HDP: Êrişên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê necudatir e
13:01 Du kesên ku Aysel K. revandibûn hatin berdan
13:00 Li Botanê ‘Dem dema azadiyê’ ye: Hûn nikarin koka gelê kurd ziwa bikin
12:23 Li Şengalê armanc bêstatû hiştin e
12:07 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:54 MXDŞ: Li Nexweşxaneya Sikêniyê 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervan şehîd bûn
11:17 Malperên JinNewsê û Rojnameya Welat hatin astengkirin
10:54 Li Amedê 56 kes serbest hatin berdan
10:50 Li Enqereyê du kes hatin binçavkirin
10:50 Şewata li Çiyayê Cudî vemirî
10:49 Hejmara 21’emîn a Kovara Dilopê derket
10:10 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê ya rojane derket ser 2 hezaran
10:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Divê hikumeta Tirkiyê rêzê ji Şengalê re bigire
09:49 Aktivîsta afxan Mahmoûda A.: Li devere neazad jiyan nepêkan e
09:44 'Em ê yekîtiya neteweyî ne di navbera partiyan de di nava civakê de ava bikin’
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 265'emîn de dewam dike
09:03 Tumuklu: Di şexsê Ocalan de demokrasiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin
09:03 'Şoreşa Rojava nîşan dide ku dê şoreşa demokratîk çawa bê avakirin'
09:02 Bangawazî ji bo hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê' ya li Sêrtê
09:01 Endamê HDP'ê kirin endamê AKP'ê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2021'AN
08:50 Li Şemzînanê şewata daristanê derket
17/08/2021
21:15 Heso Îbrahîm: Êrîşa li ser Şengalê şermezarî ye ji dewleta Iraqê re
16:52 Kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:38 BMG’ê banga têkoşîna hevpar kir
16:37 Zarokên ketin qenala avê jiyana xwe ji dest dan
16:08 Jinên Kurd piştevaniya xwe ya bi jinên Afgan re diyar kirin
15:08 Balafirên TSK'ê li nexweşxaneyeke Şengalê xistin
14:40 Rêveberên DEVA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:08 Li Cudî şewat derket
13:41 HDP: Daxwazên gelên li Afganîstanê kirin qurbana berjewendiyên reel ên polîtîk
13:23 Jina ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
13:22 Ji bo 3 endamên RJAK'ê kampanya îmzeyê hat destpêkirin
13:10 15 mêr û jinek beşdarî civîna 'jinan' a qeymeqamtiya navçeyê bûn
13:10 Jinên Afganî yên dibin gefa Talîbanê de ne: Em hene
12:35 Ji bo ‘hilweşandinê’ bi ser avahiya HDP’ê ya Bedlîsê de girtin
12:33 Koma netewperest a kontrola rê kirin li kesekê dan
12:21 Ji bo tamîrkirina avahiyeke li bajarê Babê yê Sûriyeyê li Dîlokê îhale hat vekirin
11:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:46 Hat îdiakirina ku keça ciwan ji qata 3’yemîn hat avêtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ji berpirsyartiyê birevin
11:02 Bi hinceta ‘betlaneya cejnê’ piştî 6 rojan serlêdana dayika keça wê hat revandin girtin
10:45 Lawê Vedat Aydin ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:16 Fatma Unsal: Divê jin li dijî polîtîkayên ku ol ji bo amûrên xwe bi kar tîne, derkevin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 264'emîn de dewam dike
09:05 Li dijî krîza avhewayê banga ji bo têkoşînê: Talûke ketiye nav malê
09:04 Eleqeyeke mezin ji bo bacanên reş û îsotên hişkkirî heye
09:03 Katircioglû: Ocalan ji ber ku got 'Ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim' tê tecrîdkirin
09:02 Qeyûm karê 150 kesî bi 23 karkeran dide kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2021'Ê
16/08/2021
20:10 Nûçegihana Jinnewsê Canozer hat berdan
18:26 Li Silopiyayê 5 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:52 PÎA û Înîsiyatîfa Heq serdana malbata Şenyaşar kir
17:14 Jinên êzîdî bertek nîşanî eskerên Iraqê dan
16:54 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 71’ê
16:49 Rêvebera ÎHD’ê hat berdan
16:35 'Li Girtîgeha Gîresûnê 100 girtî bi koronayê ketin'
16:27 Di binçavan de pirsên dubare ji rojnamevan Canozer kirin
16:04 Ciwanên ku sîxurtî lê ferz kirin: Em ê paş ve gavê neavêjin
15:21 HDP'ê ji bo doza girtinê dema zêde xwest
15:03 Çîftyurek: Astengkirina li pêş navê Kurdistanê rakin
14:45 Li Edeneyê 28 kesên binçavkirî hatin berdan
14:05 Li Amedê tê payîn 58 kesên binçavkirî sewqî edliyeyê bên kirin
13:55 Li Wanê çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
13:40 Malbata Şenyaşar: Heta kujer neyên dirazandin em ê li mala xwe rûnenin
13:37 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ ya li Qoserê hat taloqkirin
13:03 Li Agiriyê malbatan şer kir: 3 mirî, 6 birîndar
13:02 Li Hezexê mirina bi guman a zarokekî
12:50 Balafirên Tirkiyê êrişî navenda Şengalê kirin
12:45 Şewata li Midyadê hat vemirandin
12:44 Li Balafirgeha Kabîlê îzdîham: Herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:43 Midurê Polîsan ê Meramê ji wezîfeyê hat girtin
12:09 Li derveyî sînor 3 eskeran jiyana xwe ji dest da
11:59 Çakmak ê ku pasdarên Îranê wî qetil kirin, hat veşartin
11:52 Karkerên demsalî heqê keda xwe nastînin
11:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 70’yî
09:18 Şoreşa Jinê ya Rojava mohra xwe li konferansê da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 263'emîn de dewam dike
09:03 Rojnamevan Guleş: Cihê ku ez lê mabûm ez ê ji wir berdewam bikim
09:02 'Bi destserkrina endamên RJAK’ê têkoşîna jina kurd hat hedef girtin'
09:01 Li Mîdyadê agir bi daristanê ket