Dîrokzan Bayrak: Hêza yekbûyî ji bo kurdan bivênevê û mecbûrî ye

img
STENBOL – Dîrokzan Mehmet Bayrak, anî ziman ku hêzên kurd ku ji Peymana Lozanê heya niha bi destê siyaseta înkar û tunekirinê li hemberî hev du şer dikin, êdî divê dersê ji dîrokê bigirin û yeqîniya xwe bi hêza xwe ya xweser bînin. Bayrak, ji bo dorfirehkirina deskeftiyan jî got: "Ji bo kurdan hêza yekbûyî bivênevê û mecbûrî ye." 
 
Bi Peymana Lozanê re ku di 24'ê Tîrmeha 1923'yan de hat îmzekirin û kurd di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de dabeşî ça perçeyan hatin kirin, kurd bi polîtîkayên tunekirin, înkarkirin û bişavtinê re rû bi rû man. Piştî vê peymanê kurd bi komkujiyên mezin re rû bi rû man. Çendî komkujiyên mezin hatin serê wan jî, lê bi berxwedanê hebûna xwe heya roja îro domandin û destkeftiyên mezin bi dets xistin. Niha jî bi senaryoyeke bi vî rengî, bi destê PDK'ê xistine dewrê. 
 
Dîrokzan Mehmet Bayrak, polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî kurdan, têkoşîna kurdan a li hemberî vê polîtîkayê û serketin û kêmasiyên di vê têkoşînê de ji MA'yê re nirxandin. 
 
Bayrak, anî ziman ku piştî Peymana Qesra Şîrînê, di sala 1923'yan de erdnîgariya kurdan bi Peymana Lozanê re bi awayekî fiîlî dabeşî çar perçeyan hatiye kirin û bi vî awayî li hemberî kurdan starta polîtîkayên tunekirin, înkarkirin û koçberiyê hatiye dayîn.
 
Bayrak, destnîşan kir ku Peymana Sadabat, Peymana Bexda û Peymana Centoyê jî ku di navbera deletên herêmê de hatine îmzekirin, rasterast kurdan eleqdar dike û got: "Em li alîgirên van peymanan mêze bikin. Yek jê Tirkiye ye, pirsgirêka kurdî heye. Yek jê Îran e, pirsgirêka kurdî heye. Yek jê Iraq e, pirsgirêka kurdî heye. Yek jê Sûriye ye, pirsgirêka kurdî heye. Û Pakîstan jî hebû. Ê wê jî pirsgirêka wê ya pencabê heye. Yanî ên van rejîman diparêze û armanc dike, Amerîka û Îngîltere ne. Divê ev baş bê fêmkirin." 
 
QANÛNA BINGEHÎN A TC'YÊ 
 
Bayrak, destnîşan kir ku kurd û erdnîgariya kurdan heya niha tim bi rejîmên awarte hatine birêvebirin û got: "Jixwe beriya komarê îdareyên orfî hebûn. Di sala 1925'an de 'Takrîr-î Sukûn' heye. Ev pêvajoyeke ku hemû azadî ji holê rakirine. Di sala 1927'an de rejîma Ûmûm-î Mufettîşkîk heye. Ev rejîm 40 salan dewam kir. Piştî 1947'an, bi pêvajoya rojavayîbûnê re, nermbûnek rû da, lê belê ji serdema Partiyya Demokratê ve, cardin îdareyên orfî û rêvebiriyên tund û rejîmên awaret pêk hatin. PLana Şark Islahatê heye ku cara ewil min weşand û Mesût Yegen jî weê wekî 'Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê a derbarê kurdan de'. Ev planeke ji 28 xalan pêk tê. Di xala ewil a planê de, heya plan bi temam bibe, dê li Kurdistanê îdareyên orfî, yanî rêvebiriya awarte pêk bê. Piştî vê rêvebirina erdnîgariya Kurdistanê tim cuda bûye."
 
‘FERASETA QEYÛM JÎ PERÇEYEKE HEMAN FERASETÊ YE' 
 
Dîrokzan Bayrak, anî ziman ku qeyûmên tayinî şaredariyên HDP'î hatin kirin jî perçeyeke vê feraset û van planan ne û got: "Bi rejîma qeyûman jî heman pêvajo pêk tê. Her tim rejîmeke cuda pêk hat. Ev tim rejîmeke eskerî bû. Bi komkujî, tenkîl, tedîp û tehcîrê hewl dan pirsgirêka kurdî çareser bikin, lê tu carî pêk nehat. Dîrok jî û geşedanên roja îro jî şahidê vê ne." 
 
Bayrak, destnîşan kir ku êdî pirsgirêka kurdî bi rêbazên bi vî rengî nayê çareserkirin û ev yek gelek caran hatiye îspatkirin. Bayrak, diyar kir ku heya kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest nexin, dê erdnîgariya kurdan bibe hêlîna kînê. Bayrak, anî ziman ku tiştên niha diqewimin jî îspata vê yekê ne û gelên din jî bandoreke neyînî ji vê digirin. 
 
‘KURD CARA EWIL JI BO XWE ŞER KIRIN' 
 
Bayrak, anî ziman ku handîkapa herî mezin a li ber kurdan û divê dersê bigirin jî, ew e ku ji aliyên hêzên cuda ve hatine bikaranîn û got: "Hêzên cuda tim hewl dan kurdan ji bo mifha xwe bi kar bînin û axirê ew li holê hiştin. Lewma min piştî şerê Sûriyeyê di hevpeyvînekê de gotibû, 'kurd cara ewil ji bo xwe şer dikin.' Ji lew re li hêlekê dewleta Sûriyeyê, ji hêlekê jî Tirkiye hewl dide kurdan ber bi xwe ve bikişîne. Lewma kurd, li wir, cara ewil ji bo xwe şer kirin. Ez vê jî bibêjim; ji niha û pê ve dê pergala Sûriyeyê qet nebe wekî ya berê. Tew pergaleke federatîf a çar aliyî hebû. Ê ku ev asteng kir, bala xwe bidinê dîsa Tirkiye ye. Lewma kurdên li wir têdikoşin, teqez dê mafên xwe bi dest bixin. Heger bi dest nexin, dê rejîma Sûrieyê nikaribe bi pergala berê li ser pêya bimîne. Mecbûr e vê yekê qebûl bike." 
 
Bayrak, anî ziman ku li Kurdistana Federe jî deskeftiyên girîng bi dest ketine û divê ev destkeftî baş bên nirxandin.
 
‘KURD, DIVÊ XWE BISIPÊRIN HÊZA XWE YA XWESER'
 
Bayrak got: "Kurd, ji dêvla berbayî lîstika hin kesan bikevin, divê xwe bisipêrin hêza xwe ya xweser û gelê xwe. Helbet Tirkiye û hêzên din dê hewl bidin ku wan ji bo mifha xwe bixebitînin. Lewma pir girîng e ku mirov dersê ji dîrokê bigire. Gelek mînakên vê hene. Hêzên dagirker, dixwazin ji kurdan unsûrine alîgir çêbikin. Ev tibîhetek wan e. Lewma di vî warî de peywir dikeve ser milê rewşenbîriya kurdan û kurdan bi xwe. Neteweyên ku dersê ji dîrokê negirin, dê têk bişikên. Ev pir aşkere û zelal e. Her tişt li ber çavan e." 
 
YEKÎTIYA NETEWEYΠ
 
Bayrak, destnîşan kir ku kurd ji bo destkeftiyên xwe zêdetir bikin pêdiviya wan bi yekîtiya neteweyî heye. Bayrak, "Koferansa Kurdistanê Li Tirkiyeyê" ku di 17-18'ê Îlona 2011'an de li Amedê hatibû lidarxistin û ew bi xwe jî tevlê bûbû, bibîr xist û diyar kir ku di vê konferansê de biryar hatiye girtin ku konferansek bi vî rengî li Herêma Kurdistana Federe jî bê lidarxistin, lê belê hin hêz mudaxile kirine û ev yek pêk nehatiye. 
 
Bayrak destnîşan kir ku divê desr ji vê bê girtin û got: "Gava windahiyek çêbibe, dê ev windahî tenê ne ya partiyyekê, tevgerekê an jî komekê be. Dê a gelê kurd û gelên din be. Lewma em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku her kesî eleqedar dike. Di vî warî de divê her kes bi aqil tevbigere." 
 
‘YEKÎTÎ BIVÊ NEVÊ YE' 
 
Bayrak, anî ziman ku hem li Kurdistana Federe hem jî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, kurd destkeftiyên mezin bi dest xistine û li gor berê êdî xwedî kadroyên wisa ne ku li gelek welatn cîhanê xebatên xwe dimeşînin. Bayrak, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelên dersê ji paşeroja xwe negirin dê bedêlên pir giran bidin û got: "Lewma hêzeke yekbûyî ji bo kurdan bivênevê û mecbûrî ye." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan 
 

Sernavên din

31/08/2021
09:00 Dayîka Muhlîse Sîdar: Çi çek di destê keça min de nebûn
09:00 Peyama Behra Reş a ji bo 1'ê Îlonê: Em dixwazin bi hev re bijîn
09:00 Nerazîbûna ji bo fatûreyên ceryanê: Zemê li gorî qafê xwe dikin
09:00 Jin bi awayekî palûteyî dest bi haziriyên zivistanê kirin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2021'AN
30/08/2021
23:43 TSK'ê kampa êzidî lê dimînin bombebaran kir
17:14 Şewata li Korxolê ber bi jîngehan ve belav dibe
16:59 Li Rihayê mirina bi guman a jinekê
16:57 Balafirên şer ên Tirkiyê wesayîteke gundiyan bombebaran kirin
15:43 Li Herêma Bestayê şewat berdewam dike
15:25 Ji ber stranên Kurdî, cezayê hevdîtin û ragihandinê li girtiyan birîn
15:23 Dayikên Şemiyê û ÎHD: Dawî li îşkenceyê bînin
15:20 PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser girt
14:55 Li Bedlîsê agir bi daristanê ket
14:23 Komeleya Dersimiyan: Bi lezgînî ji hewayê ve mudaxaleyî şewatê bikin
14:04 Eskeran li ser sînor ciwanek bi îşkencê kuştin
13:59 Banga beşdariya mitînga ‘Aştî dide jiyandin’ li xelkê Serhedê hat kirin
13:40 Nûnerên Hêzên Ked û Demokrasiyê: Dixwazin bi şewatan herêmê bêmirov bihêlin
13:40 Şewata li Korxol dewam dike
13:24 Li Çemê Zoravayê lêkolîn: Divê projeya HES’ê were betalkirin
12:49 Li Dêrsimê, li gelek cihan şewata daristanan didome
12:35 Konserên Amîdayê ya 6’emîn diyarî Aram Tîgran û 1’ê Îlonê tê kirin
11:54 Malbata Şenyaşar: 290 wekîlên AKP'ê berpirsiyarên komkujiyê ne
11:10 Li Girtîgeha Bafrayê pêkanînên keyfî
11:09 Leşkerekî di operasyona li Başûr de birîndar bûbû mir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 277'emîn de dewam dike
09:03 Ji ber ku pere ji xizmên xwe girtî re şandin hatin sûcdarkirin
09:03 Şaredariya MHP’ê û CHP’ê ji taxên kurdan re xizmetguzariyê nakin
09:03 25 sal in ev malbat karê mahserê dike
09:03 Çalakvanê 81 salî: Pêwîste tifaqa me hebe
09:03 Ewilî sînorên sûnî niha jî sînorên beton hatine çêkirin
09:03 Li girtîgehên Wanê nêzîkatiyên cuda nîşanî girtiyan tên dayîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2021'AN
29/08/2021
20:32 255 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:24 Qeydên HTS'ê hatin lêkolînkirin: Kuştina Poyraz ji aliyê rêxistinek pilansazkirî ve pêk hatiye
19:12 Başaran: Di şer de bedela herî giran jin didin
17:40 Li Girtîgeha Akçadagê girtî hatin îşkencekirin
16:53 DBP û HDP’iyên çûn Dersimê: Şewat encama polîtîkayên dijminantiyê ne
16:28 Li Alanyayê girtî bi vîrûsê ketin
15:38 Cenazeyê li nexweşxanê tê girtin nayê nas kirin
14:55 Li Mala Cemê ya Ana Fatma aşûre hat parvekirin
14:05 Ceza dan girtiyên guvend gerandin
13:10 81 rojin agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser nayê girtin!
12:14 Malbata Şenyaşar: Rojek zû yan dereng wê edalet bi ser bikeve
12:14 Esker li Avaşînê daran dibirin
11:51 Piştî 13 rojan mudaxileyî şewata li Dersimê kirin
11:33 Li Bestayê agir bi daristanek din ket
11:19 Kaya: Gelo Bîlal Erdogan ji qada xezînê çi dibe?
10:25 Tûran ê di teqîna cismekî de mir, hat definkirin
10:02 Gulsum Elvan: Qebûl dikin ku kuştin e
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 276'emîn de dewam dike
09:08 Girtîgeh bûne navenda bêhiqûqîtiyê
09:07 ‘Heger li Başûrê Rojhilat aştî tune be, dê aştî neyê Behra Reş jî'
09:06 Li Êlihê 350 hezar kes aşî nebûne
09:06 Li Xozatê li mêrga gundiyan bi awayekî 'bêusûl' kana mermeran tê çêkirin
09:05 'Rêxistinbûyîna karkerên motorkurye ji bo karkerên din jî bû hêvî'
09:01 Dayika Aştiyê Denîz: Em ê nehêlin laçikên me bên reşkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2021'AN
28/08/2021
19:59 Pêşkeşvanê Stêrk TV'yê Şêrko Celal ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
16:35 ÎHD’ê aqûbeta Eren ê di bin çavan de hat windakirin pirsî
16:01 Li aqûbeta Çelîk ê di 94'an de hat kuştin, pirsîn
15:31 Divê nexweşê penceşêrê Kaymaz ê ji sedî 95 astengdare bê dermankirin
15:31 ‘Heta Roboskê neyê ronîkirin demokratîkbûyîn çênabe’
14:49 Keça Huseyîn Aydemîr: Bila goreke me hebe
14:29 Şewata li Xozatê gehişt gundên Pulurê
13:59 Divê girtiyê nexweş Kose bi lezgînî bê berdan
13:56 DFG’ê rojnamevan Safyettîn Tepe bi bîr anî
13:06 Şewata li Bestayê 4 rojin dewam dike
12:21 Cismê ku zarokan li Tendûrekê dîtin teqiya: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:13 Xwestin faîlên Ozeken ê hat qetilkirin bên darizandin
11:54 12 girtî xistin karantînayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Heke dozger bitirse bila îstîfa bike
11:33 Doz derbarê hevseroka qetilkirinên jinan şermezar kir de hat vekirin
10:56 APPG: Divê pênaseya 'terorîst' a têkildarî PKK'ê ji nû ve were nirxandin
10:49 Dîrokzan Bayrak: Hêza yekbûyî ji bo kurdan bivênevê û mecbûrî ye
09:52 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 4 kes mirin 6 kes jî birîndar bûn
09:15 Li Fîskayayê plana rûxandina çandî!
09:13 Gundê Asûriyan ji nûve zindî dibe
09:13 Koma 50 ya çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Esnafên Kemalpaşayê dikanên xwe digirin
09:12 Bangawazî ji bo Mîtînga Aştiyê: Em li dijî tarîtiyê azadiyê biqîrin
09:09 'Li dijî êrîşan em xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:01 'Şert û merc giran bûn, divê daxwaz bên qebûlkirin'
09:01 Di 70 salên temenê xwe de tu tahde nemaye lê nehatiye kirin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2021'Ê
27/08/2021
20:50 Beştaş: Em ê têkoşîna xwe bi aştiyê bilind bikin
18:56 Li Cizîrê 9 kes hatin girtin
16:52 Şewata ku 11 roj in li Dersîmê didome nayê vemirandin
16:46 Li Gola Kratera Nemrûdê şewat derket
16:22 KESK’ê li dijî TÎS’ê dest ji kar berda
15:17 Dadgehê hêceta cezayê 9 sal û 9 mehan ‘rojnameya xwedêgiravî’ nîşan da
15:09 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz sewqî Qeyseriyê kirin
14:32 Eskeran li Karazê 8 kes bi îşkenceyê binçav kirin
14:11 Sancar: Dema destpêkeke nû ye
13:40 Li quntarê Çelênimêja bang kirin: Dest ji talankirina xwezayê berdin
13:18 Ji Demîrtaş û Farqîn Azad strana ‘Gula Min’
13:09 Ji ber zêdebûna bihayan dest ji çêkirina nan û kadeyan berda
12:52 Malbat, wasî û parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Kemanjen Serdar Şîmşek jiyana xwe ji dest da
12:09 ‘Piştî teqînê gule berdan me’