* Dayika Aştiyê Emîne Denîz, diyar kir ku ji ber doza aştiyê dikin bi êrîşan re rû bi rû dimînin û got: "Em ê nehêlin laçikên me bên reşkirin."
* Serokê Giştî yê TUMTÎS'ê Kenan Ozturk, anî ziman ku rêxistinbûyîna di Yemeksepetiyê de ji bo karkerên di heman warî de dixebitin bûye cihê hêviyê û got: "Ev bi tenê jî serketinek mezin e û teqez em ê vê bi peymana giştî bilind bikin."
* Li Tepeyê Şamikê yê Xozatê ku gundî wê wekî mêrg bi kar tînin, kana mermeran tê çêkirin. Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn, anî ziman ku bajar bi talana kanên maden û keviran re rû bi rû maye.
* Hevserokê SES a Şaxa Êlihê Denîz Topkan, diyar kir ku li Êlihê hê 350 hezar kes aşî nebûne û li bajêr hejmara pêketiyan a rojane 500 e.
* Nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Behra Reş, bal kişandin ser bandora polîtîkayên şerî ya li ser herêmê û welêt. Serokê Halkevleriyê yê Şaxa Kemalpaşayê Olcay Mûtî got: "Heger îro ro li Başûrê Rojhilat aştî tune be, dê aştî neyê Behra Reş jî."
* Ahmet Tîmûrtaş ku 2 sal û nîvîn nikare biçe girtîgehê cem kurê xwe yê di greva birçîbûnê de, destnîşan kir ku girtîgeh bûne "navenda bêhiqûqîtiyê" û berpirsiyarê vê jî saziyên navneteweyî ne.
* Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 174'emîn berdewam bike.
* Şandeya ku ji Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, wekîlên HDP û rêveberên partiyê pêk tê, wê têkildarî şewatên li navçeya Xozatê ya Dersimê dewam dikin, biçin herêmê û lêkolîn bikin. lêkolînan (08.00-18.00)
* Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) ya Enqerê, wê li Malacemê ya Ana Fatma ya Mamakê çalakiyekê organîze bike û aşûre belav bike. (13.00)
* Meclîsa Jinan a HDP'ê, bi dirûşmeya "Jin li dijî şer, talan, tecrîd û nîjadperestiyê, aştiyê diaxivin" wê li Navenda Çandê ya Nazîm Hîkmet a Şîşliyê bernameyê li dar bixe. (17.00)