Çalakvanê 81 salî: Pêwîste tifaqa me hebe

  • rojane
  • 09:03 30 Tebax 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Apê Ebûbekîr Yilmaz ê ku di her çalakiyên HDP'ê de pêşengtiyê dike anî ziman ku Kurdistan ne çar parçe ye û got: "Em Kurd di nava dewletan de hatine parçvekiri. Pêwîste tifaqa me hebe. Divê em terka vê axê nekin.” 

Di salên 1990'î de li Herêma Botanê bi hezaran gund ji ber lêferzkirina cerdevaniyê qebûl nekirin, hatin valakirin û dûv re jî hatin şewitandin. Gundiyên ku ji neçariyê berê xwe dan bajar û metropolên Tirkiyê, li wir jî bi heman zext û gefan re rû bi rû man. Yek ji van jî Apê Ebûbekîr Yilmaz ê ku ji gundê Zivingê yê Şirnexê ye.  
 
Apê Ebûbekîr di sala 1993'yan de bi îdiaya "Alîkariya rêxistinê kiriye” tê girtin. Apê Ebûbekîr di girtîgehê de bi îşkenceyê herî giran re rû bi rû dimîne. Lê belê tevî hemû îşkenceya jî teslîm nabe û hêviya wî ya ji bo têkoşîna tevgera kurd jî bi tu awayî bi dawî nabe. Apê Ebûbekîr piştî ku 3 salan di girtîgehê de dimîne tê berdan. Tevî zilma li Apê Ebûbekîr hatiye kirin jî wî hêviya wî ya ji bo têkoşînê bêtirtir dibe. Apê Ebûbekîr, niha 81 salî ye û li gundê wî vala kirin, îşkence lê kirin û hate girtin. Lê wî tevî hemû polîtîkayên çewisandin û tirsandinê serê xwe netewand û niha li herêmê di her çalakiyêkê HDP'ê de pêşengiyê dike. Bi rakirina ala HDP'ê û tiliyên xwe yên serkeftinê dibe reng û dengê çalakiyên li herêmê.
 
Apê Ebûbekîr Yilmaz, derheqê pirgirika kurd û netifaqbûna gelê kurd de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
'KÊ SERÎ HILDA BE HATIYE TUNEKIRIN' 
 
Ebûbekîr Yilmaz, diyar kir ku di vê pêvajoyê de yêkitiya gelê kurd û Kurdistanê weke av û nan pêwîste û kesên ku dê Rojhilata Navîn ji vê qeyrana şer rizgar bikin kurd in in û wiha got: “Ez hatime vî emrê xwe heta niha min  gelek xweşî û nexweşî dîtin.Lê belê heta niha ya ku ez herî zêde pê êşiyam pirsgirîka Kurd bû. Em Kurd ne tifaqin. Ev rastiya me ye. Di 1925'ê Şêx Seîd li Amedê hat darvekirin, Seyît Riza, Qazî Mihemed jî li Mahabadê darvekirin. Çiqas însanê Kurd serê xwe rakiribe hatiye tunekirin. Lê ev sucê me ye.Heger em yek bûna ew tişt nedihat serê me. Heger yêkitiya gelê Kurd hebûya dibe ku Kurd îro xweser bûna û gihiştibana armanca xwe. Rêz û hûrmeta min ji her mirovekî re heye. Lê ew însanê ku di doza xwe de rast nebe û xayiniye gelê xwe bike  rêza min jê re ne. Her çar perçe jî Kurdistane. Divê em di navbera perçeyan de ferq û cudahiyê nekin. Divêem êdî nebêjin êşîretî. Beriya niha eşîretî hebû,lê êdî ew roj dawîbûn. Divê em dev ji eşîretiyê berdin. Bîra min serdema Seyda Mela Mistefa Barzanî tê. Di wê serdemê de li hemberî ereban têkoşîneke bêhempa dan. Bi hezaran sal jî derbas bibin em Kurd în. Heger em Kurd piştgiriyê nedin hev û yêkitiya xwe ava nekin em ê tim û tim bindest bin. Ez Kurd im, ez ne tirk, ereb û faris im. Divê em nijad, ol û mezheb jibîr nekin. Dema ku mirovî ev û zimanê dayika xwe jibîr kir wê demê ev dinyaye jî û axîret jî wê ji destê me de derbikeve."
 
'EM KURD DI NAVA XWE DE WEKE SÊ GAYÊN MÊRGÊ NE' 
 
Yilmaz, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser netifaqbûna Kurdan û wiha domand: “Netifaqbûna Kurdan neyaran bi hêz dike û kurdan jî qels dike. Divê yêkitiya me û wekheviya me hebe. Ji bo ku ev çê bibe jî divê em ji hevdû bi bawer bin. Gotiye heger tu nezan bî, binêre cîranî. Em Kurd wek ‘sê gayên di mêrgê de’ ne. Dibêjin zemanekî sê ga di mêrgekî de ne. Yek reş e, yek sor e û yek jî belek e. Gur li van dinêre û bi ser wan ve diçe. Gur diçe ji wan re dibêje, ‘Selamaleykum’. Her sê ga jî dibêjin ‘Tu xêr û silematî û serçavan hatî’. Gur ji wan re dibêje, ‘Ez dixwazim ku hûn min jî di vê mêrga xweş de xwedî bikin’. Ga ji gur re dibêjin ‘Were tu jî weke me. Milkê xwedê firehe qasî ku tu bixwazî av û giya heye’. Gurî diçe birçî dibe. Nizane ku wê çi bike. Ji gaye reş û sor re dibêje ‘Ev gaye beleke eşkere ye, kî li ser vê milê bibore wê bibîne û wê me ji vê milê derbixe’. Gayên reş û sor dibin hevalê gur. Gur diçe gayê belek dikuje. Li ser wê mehek derbas dibe vê carê jî gur diçe xwe dide li gel gayê reş. Ji wî re dibêje ‘Ev gayê sor weke kirasê sore di vê mêrgê de. Kî li ser vê milê derbas bibe wê me bibîne û ji vir derbixîne. Tu çi dibêjî?’ Ga ji wî re dibêje ‘tu keyfa xwe yî’. Gur diçe gayê sor jî dikuje. Mehek derbas nabe diçe dora gayê reş dizivire. Gayê reş jê re dibêje ‘Li te xêre?’ Gur jê re dibêje ‘Bixwedî tu çûyî’. Ga çiqas hewl bide ji nikare xwe ji nava destê gur rizgar bike. Em Kurd di nava dewletan de û di nava xwe de wek wan sê gayên di mêrgê de ne. Pêwîste tifaqa me hebe, şeref û namusa me hebe. Divê em terka vê axê nekin. Ji ber wê divê em çar perçeyên Kurdistanê li hev xwedî derbikevin. Dema ku em li hev xwedî dernekevin, em ê jî wek wan her sê gayê yek bi yek biçin. Bi xwedê em nebin yek, kes xwedî li me dernakeve.” 
 
'TU SERHILDAN EWQAS DIRÊJ NEBÛNE' 
 
Yilmaz, da zanîn ku tu serhildanan qasî vê serhildana Kurdan a dawî dirêj nebû û heger Kurd neyartiya bi hevdû re bi dawî bikin wê tu kes nikare li ser Kurdan zilmê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di dîroka Kurdistanê de ewqas mirovan serî hilda, lê li gorî fikra min tu berxwedana qasî ev têkoşîna ku Ocalan dayê destpêkirin berdewam nekiriye. Bi saya vê têkoşînê me xwe ji nû ve nas kir. Em her roj di bin zext û êrişan de ne. Tu roj nîne ku Kurd neyê kuştin. Sedemê kuştinan em bi xwe ne. Bila em yek bin, kî me dikuje bila bikuje. Bila birayê min min nekuje bila hêzên derve bikujin ev ji me re serbilindiye. Komara Tirkiyê ji roja ava bûye heta roja me ya îro ji Kurdan hez nake. Ne AKP, ne MHP û ne jî CHP ji kurdan hez nake. Neyartiya kurdan dikin. Kurd beriya tirkan li ser vê axê bûn. Tirk dûv re ji Turkmenîstanê hatine li ser vê axê. Kurmê darê ji darê ye. Em çi bikin jî em Kurd in. Gelek dewlet neyarên me ne. Yêkitiya me nebe wê her kes bikaribe me bikuje û zilmê li me bike. Lê em bibin yek tu kes bi me nikare."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

31/08/2021
09:00 Dayîka Muhlîse Sîdar: Çi çek di destê keça min de nebûn
09:00 Peyama Behra Reş a ji bo 1'ê Îlonê: Em dixwazin bi hev re bijîn
09:00 Nerazîbûna ji bo fatûreyên ceryanê: Zemê li gorî qafê xwe dikin
09:00 Jin bi awayekî palûteyî dest bi haziriyên zivistanê kirin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2021'AN
30/08/2021
23:43 TSK'ê kampa êzidî lê dimînin bombebaran kir
17:14 Şewata li Korxolê ber bi jîngehan ve belav dibe
16:59 Li Rihayê mirina bi guman a jinekê
16:57 Balafirên şer ên Tirkiyê wesayîteke gundiyan bombebaran kirin
15:43 Li Herêma Bestayê şewat berdewam dike
15:25 Ji ber stranên Kurdî, cezayê hevdîtin û ragihandinê li girtiyan birîn
15:23 Dayikên Şemiyê û ÎHD: Dawî li îşkenceyê bînin
15:20 PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser girt
14:55 Li Bedlîsê agir bi daristanê ket
14:23 Komeleya Dersimiyan: Bi lezgînî ji hewayê ve mudaxaleyî şewatê bikin
14:04 Eskeran li ser sînor ciwanek bi îşkencê kuştin
13:59 Banga beşdariya mitînga ‘Aştî dide jiyandin’ li xelkê Serhedê hat kirin
13:40 Nûnerên Hêzên Ked û Demokrasiyê: Dixwazin bi şewatan herêmê bêmirov bihêlin
13:40 Şewata li Korxol dewam dike
13:24 Li Çemê Zoravayê lêkolîn: Divê projeya HES’ê were betalkirin
12:49 Li Dêrsimê, li gelek cihan şewata daristanan didome
12:35 Konserên Amîdayê ya 6’emîn diyarî Aram Tîgran û 1’ê Îlonê tê kirin
11:54 Malbata Şenyaşar: 290 wekîlên AKP'ê berpirsiyarên komkujiyê ne
11:10 Li Girtîgeha Bafrayê pêkanînên keyfî
11:09 Leşkerekî di operasyona li Başûr de birîndar bûbû mir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 277'emîn de dewam dike
09:03 Ji ber ku pere ji xizmên xwe girtî re şandin hatin sûcdarkirin
09:03 Şaredariya MHP’ê û CHP’ê ji taxên kurdan re xizmetguzariyê nakin
09:03 25 sal in ev malbat karê mahserê dike
09:03 Çalakvanê 81 salî: Pêwîste tifaqa me hebe
09:03 Ewilî sînorên sûnî niha jî sînorên beton hatine çêkirin
09:03 Li girtîgehên Wanê nêzîkatiyên cuda nîşanî girtiyan tên dayîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2021'AN
29/08/2021
20:32 255 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:24 Qeydên HTS'ê hatin lêkolînkirin: Kuştina Poyraz ji aliyê rêxistinek pilansazkirî ve pêk hatiye
19:12 Başaran: Di şer de bedela herî giran jin didin
17:40 Li Girtîgeha Akçadagê girtî hatin îşkencekirin
16:53 DBP û HDP’iyên çûn Dersimê: Şewat encama polîtîkayên dijminantiyê ne
16:28 Li Alanyayê girtî bi vîrûsê ketin
15:38 Cenazeyê li nexweşxanê tê girtin nayê nas kirin
14:55 Li Mala Cemê ya Ana Fatma aşûre hat parvekirin
14:05 Ceza dan girtiyên guvend gerandin
13:10 81 rojin agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser nayê girtin!
12:14 Malbata Şenyaşar: Rojek zû yan dereng wê edalet bi ser bikeve
12:14 Esker li Avaşînê daran dibirin
11:51 Piştî 13 rojan mudaxileyî şewata li Dersimê kirin
11:33 Li Bestayê agir bi daristanek din ket
11:19 Kaya: Gelo Bîlal Erdogan ji qada xezînê çi dibe?
10:25 Tûran ê di teqîna cismekî de mir, hat definkirin
10:02 Gulsum Elvan: Qebûl dikin ku kuştin e
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 276'emîn de dewam dike
09:08 Girtîgeh bûne navenda bêhiqûqîtiyê
09:07 ‘Heger li Başûrê Rojhilat aştî tune be, dê aştî neyê Behra Reş jî'
09:06 Li Êlihê 350 hezar kes aşî nebûne
09:06 Li Xozatê li mêrga gundiyan bi awayekî 'bêusûl' kana mermeran tê çêkirin
09:05 'Rêxistinbûyîna karkerên motorkurye ji bo karkerên din jî bû hêvî'
09:01 Dayika Aştiyê Denîz: Em ê nehêlin laçikên me bên reşkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2021'AN
28/08/2021
19:59 Pêşkeşvanê Stêrk TV'yê Şêrko Celal ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
16:35 ÎHD’ê aqûbeta Eren ê di bin çavan de hat windakirin pirsî
16:01 Li aqûbeta Çelîk ê di 94'an de hat kuştin, pirsîn
15:31 Divê nexweşê penceşêrê Kaymaz ê ji sedî 95 astengdare bê dermankirin
15:31 ‘Heta Roboskê neyê ronîkirin demokratîkbûyîn çênabe’
14:49 Keça Huseyîn Aydemîr: Bila goreke me hebe
14:29 Şewata li Xozatê gehişt gundên Pulurê
13:59 Divê girtiyê nexweş Kose bi lezgînî bê berdan
13:56 DFG’ê rojnamevan Safyettîn Tepe bi bîr anî
13:06 Şewata li Bestayê 4 rojin dewam dike
12:21 Cismê ku zarokan li Tendûrekê dîtin teqiya: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:13 Xwestin faîlên Ozeken ê hat qetilkirin bên darizandin
11:54 12 girtî xistin karantînayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Heke dozger bitirse bila îstîfa bike
11:33 Doz derbarê hevseroka qetilkirinên jinan şermezar kir de hat vekirin
10:56 APPG: Divê pênaseya 'terorîst' a têkildarî PKK'ê ji nû ve were nirxandin
10:49 Dîrokzan Bayrak: Hêza yekbûyî ji bo kurdan bivênevê û mecbûrî ye
09:52 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 4 kes mirin 6 kes jî birîndar bûn
09:15 Li Fîskayayê plana rûxandina çandî!
09:13 Gundê Asûriyan ji nûve zindî dibe
09:13 Koma 50 ya çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Esnafên Kemalpaşayê dikanên xwe digirin
09:12 Bangawazî ji bo Mîtînga Aştiyê: Em li dijî tarîtiyê azadiyê biqîrin
09:09 'Li dijî êrîşan em xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:01 'Şert û merc giran bûn, divê daxwaz bên qebûlkirin'
09:01 Di 70 salên temenê xwe de tu tahde nemaye lê nehatiye kirin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2021'Ê
27/08/2021
20:50 Beştaş: Em ê têkoşîna xwe bi aştiyê bilind bikin
18:56 Li Cizîrê 9 kes hatin girtin
16:52 Şewata ku 11 roj in li Dersîmê didome nayê vemirandin
16:46 Li Gola Kratera Nemrûdê şewat derket
16:22 KESK’ê li dijî TÎS’ê dest ji kar berda
15:17 Dadgehê hêceta cezayê 9 sal û 9 mehan ‘rojnameya xwedêgiravî’ nîşan da
15:09 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz sewqî Qeyseriyê kirin
14:32 Eskeran li Karazê 8 kes bi îşkenceyê binçav kirin
14:11 Sancar: Dema destpêkeke nû ye
13:40 Li quntarê Çelênimêja bang kirin: Dest ji talankirina xwezayê berdin
13:18 Ji Demîrtaş û Farqîn Azad strana ‘Gula Min’
13:09 Ji ber zêdebûna bihayan dest ji çêkirina nan û kadeyan berda
12:52 Malbat, wasî û parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Kemanjen Serdar Şîmşek jiyana xwe ji dest da
12:09 ‘Piştî teqînê gule berdan me’