AMED - Li Girtîgeha Jinan a Xarpetê, bi hêceta stranên kurdî gotine, cezayê hevdîtin û ragihandinê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û 8 girtiyên din ên jin de, hat birîn.
Li Girtegeha Jinan a Xarpêtê, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Fethiye Ok Çîçek jî di nav de, derbarê 9 jinên girtî de ji ber stranên Kurdî gotibûn lêpirsîna dîsîplînê hatibû destpêkirin. Rêveberiya girtîgehê, bi heman hincetê, mehek cezayê hevdîtin û ragihandinê li 9 jinan birî.
Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, di encama lêpirsînê de, mehek cezayê hevdîtina telefonê û hevdîtina bi malbatê re, li 9 girtiyan hatiye birîn.