Nerazîbûna ji bo fatûreyên ceryanê: Zemê li gorî qafê xwe dikin

  • rojane
  • 09:00 31 Tebax 2021
  • |
img

AMED - Amediyan nerazîbûna xwe ya ji bo fatûreyên ceryanê anî ziman: "Şîrketên ceryanê fiyetan li gor qafê xwe biha dikin." 

Fatûreyên ceryanê yê zêde biha, esnaf û gel mexdûr dikin. Amediyan bertek nîşanî dan. Sedat Baran, diyar kir ku ji ber zemên tên kirin fatûreyên wan tim zêde tên û got: "Meha çûyî û vê mehê ji sedî 25 zem bûye. A rast ev ne zem e. Ceryana tê xerckirin heman ceryan e, lê zem zêde ye. Min tiştekî zêde bi kar neaniye, lê heqê wê cuda tê." 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku heger li welatekî enflasyon zêde be, dê zem jî tim hebin û got: "Qaşo em endamê G20'ê ne û em di nav welatên pêşketî de di rêza 20'î de ne, lê bi ya min em welatê herî xirab in. Di dîroka komarê de aborî ev qasî xirab nebûye. Êdî gel nikare tiştekî jî bistîne. Enflasyon li dor ji sedî 18 ye, lê bandora wê ya li welatiyan ji sedî 35-40 e. Li cem me bi navê TUÎK'ê tiştek heye ku li tu devera cîhanê tune ye. Kengî bixwaze hejmarê dinivîse, kêm dike. Aboriya welêt xirab e, rewş jî pir xirab e." 
 
KES KONTROL NAKE
 
Yilmaz, destnîşan kir ku pirsgirêka Tirkiyeyê tenê ne aborî ye û got: "A di rojevê de tenê ne aborî ye. Heger li welatekî heq, hiqûq û edalet tune be, dê neheqî hebin. Li cihekî kontrolkirin tune be, dê aborî birûxe. Ên welêt bi rê ve dibin, nikarin kesî kontrol bikin. Kes tiştên tê xerckirin napirse. Ev jî bandorê li welatiyan dike." 
 
ZEM
 
Guler Başyemez got: "Fatûreya min a meha çûyî 260 TL bû, a vê mehê 322 TL hat. Em nizanin bê çi qasî zem dikin. Fatûreya min a avê jî 180 lîre hat. Krîza aborî heye. Li malê tenê kesek dişixule, ew jî bi meaşê kêm. Debara 8 kulfetî dikim. 6 zarokên min hene, hemûyan jî zanîngeh kuta kiriye, lê niha hemû betal in. Heger di kirê de bûma, min ê nikaribûya zikê wan têr bikira. Ma kî dikare bi meaşê kêm debara xwe bike? Kes jî nikare. Çî me hebû me da dersxaneyan, hemûyan zanîngeh kuta kir, lê niha giş li malê radikevin." 
 
DI MEHEKÊ DE 400 LÎRE ZEM 
 
Necmettîn Ortaç jî diyar kir ku di navbera fatûreya meha çûyî û ya vê mehê de ferqek pir mezin heye û got: "Meha çûyî 200 lîre bû, vê mehê 600 lîre ye. Ji ber vê di vê germê de em ne dikarin klîmayê vekin ne jî perwaneyê. Krîza aborî heye, betalî heye û her tiştî li bacê zêde dikin, em perîşan bûne." 
 
NÊZÎKATIYEK CUDA
 
Gokçen Akça jî anî ziman ku mehek berê mala xwe ji Bûrsayê aniye Amedê û got: "18 salî bûm ji Amedê derketim, lê tu dibê qey ne Amed, em li Stenbolê dijîn. Ceryan, av, gaz, resmen nêzîkatiyek cuda tê nîşandan." 
 
Akça, destnîşan kir ku li Bûrsayê herî zêde fatûreya wan 130 lîre dihat û got: "Lê li vir li dor 350 TL'yî tê. Di biniya 300 re fatûre nayên. Em her mane. Li vir gava 300 lîre fatûre tê kêfa mirovan tê. Şîrketên ceryanê li gor qafê xwe zemê dikin. Ez hatim bajarê xwe, lê li vir jî zemek zêde heye. Divê piştgiriya welatiyan bê kirin. Divê hesabê kîlovatan wekî yên bajarê din be." 
 
Ekrem Kara jî got: "Fatûreya 100 lîre, mehek din dibe 200 lîre. Hemû fatûre wisa ne. Nizam ji ber çi ye. Her hal şûna pereyê çirpandine tije dikin." 
 
Ûmût Yilmaz jî ku kafeya wî heye got: "Meha çûyî fatûreya min hezar û 200 lîre hat, lê vê mehê çendî min hindik şixulandibû jî hezar û 800 lîre hat. 50 lîre fatûreya avê tevî bacan 100 lîre tê. Şaşiyek heye. Heger ji 85 milyon kesî 30 lîreyî bistînin, dê ometek pere bike. Serokkomar diçe ji xwe re vîlla û balafiran dikire.Ev tiştekî pir şaş e. Divê bac neyên stendin, divê bên kêmkirin."
 

Sernavên din

03/09/2021
09:10 Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne
09:09 Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'!
09:08 Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin
09:00 ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2021'AN
08:54 Balafirên şer ên Tirk carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin
08:45 Mamosteyê Ma Muzîkê Guçmen hat binçavkirin
02/09/2021
21:37 Li Licê şewata daristanê
21:31 Li Bongilanê şewata daristanan derket
19:53 Artêşa Tirk gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir
17:55 Şewata li Bestayê didome
15:42 Li 3 bajaran şewat: Mudaxile kême
14:36 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:03 OHD: 9 roj in di binçavan de îşkence li Gurdegîr tê kirin
14:02 Di Tebaxê de 5 kolber hatin qetilkirin
13:18 Ferda Cemîloglu hat veşartin
13:14 AYM’ê daxwaza dirêjkirina demê ya HDP’ê qebûl kir
13:02 Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin, 211 nûçe hatin astengkirin
12:45 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê li kîjan welatî dijî?
12:44 Li Dersimê darên kevnar şewitîn
12:15 Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû
12:00 Hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştî ye
11:45 DYA’yê agirbest bi bîra Tirkiyê xist
11:42 Wî xemsariya di komkujiya Konyayê de yek bi yek vegot
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
13:08 Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin
13:01 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Bedlîsê şewat didome: Bi hezaran hektar qad şewitî
12:14 ‘Em qedexeyê nas nakin, em ê di 5’ê îlonê de li Bakirkoyê bin’
11:48 Şewata ku dîsa dest pê kir ber bi jîngehan ve belav dibe
11:42 Malbata Şenyaşar 177 roj in li edaletê digere
11:22 Jinên elewî: Yên dişewitin ne dar in em in
11:09 Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne
10:44 Şûreya Dewletê ne dewletê, bav û law bi qisûr dît
10:31 35 roj in agahî ji Axabigepûr ê ji aliyê Îranê ve hat binçavkirin nayê wergirtin
10:03 Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne
09:44 Li Cizîrê ciwanekî întîhar kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 279'emîn de dewam dike
09:04 Li Şirnexê talankirina daristanan: Devereke bidar nehêlin!
09:04 Şaredarî û DEDAŞ'ê tax û kûçe serobino kirin: Êdî em bêzar bûn
09:04 Tahmaz: Gava têkoşîna ji bo aştiyê di şertên giran de bê bilindkirin watedar dibe
09:04 Avahiyên kavilbûyî bûne navenda tiryakêşan
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2021'AN
08:15 Li Kerboranê du gund xistin bin karantînayê
31/08/2021
19:37 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:37 TJA’yê ji Ayşe Gokkan re sersaxî xwest
16:24 TJA: Qêrîna herî bihêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye
15:56 Gundiyan nehişt ku DEDAŞ trafoya wan rake
15:52 Platforma Jinên Kurd ji malbata Cemîloglû re sersaxî xwest
15:50 Baregeha leşkerî ya li herêma şewatê tê tehliyekirin
15:35 Wan ji mitînga 1'ê Îlonê re amade ye
15:09 Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe
14:59 Ahmet Tokay ê Hediye Tokay bi îşkenceyê qetil kir hat girtin
14:40 Dayika Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da
14:26 Wezîra Jinan a Afganistanê ji welat reviya
14:09 Li 4 bajaran daristan dişewitin
14:06 Ciwanê ku îltîca kir tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
14:03 Li Mersînê banga 1'ê Îlonê
13:33 Li Şirnexê tundiya zilam
13:21 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:51 Karsaza kurd Ferda Cemîloglû jiyana xwe ji dest da
12:21 Ji 8 kesên ku li Karazê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan
11:10 ‘Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin’
11:03 Parêzer li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:58 Amed xwe ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade dike
10:57 Ocalan: Divê 1'ê Îlonê bibe mîlada aştî û çareseriyê
10:01 Li Enqereyê jinek hat kuştin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 278'emîn de dewam dike
09:01 Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan
09:01 Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe
09:00 Dayîka Muhlîse Sîdar: Çi çek di destê keça min de nebûn