Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe

  • rojane
  • 09:01 31 Tebax 2021
  • |
img
RIHA - Dayika Hadle Ogûr ku ji bo aşîtiyê bedêlên giran dan ber çavên xwe, polîsan 7 caran avêtiye ser mala wê û hatiye binçavkirin û girtin. Lê Ogûr li gel hemû zor û zehmetiyan jî her têkoşiyaye. Ogûr got: "Ez ji bo aştiyê meşiyam, ez binçav kirim. Ez rûniştim dîsa hatim binçavkirin, lê tu carî bêhêvî nebûm." 
 
Di salên dawî de gelek mirov ji ber ku doza aştiyê kirin hatin binçavkirin û girtin. Yek ji van kesan jî dayika Hadle Ogûr e. Çendî gelek caran hatibe binçavkirin jî, lê tu carî ji ya xwe nehatiye xwar û her tim doza aştiyê kiriye. 
 
Keça wê Hîlal Ogûr, piştî ku serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan hat Amedê û got, "Ez bang li dayikan dikim, xwedî li zarokên xwe derkevin" rast berê xwe dide nav refên PKK'ê. Piştî tevli PKK'ê dibe bi 7 mehan, di 27'ê Mijdara 2010'an de, li navçeya Licê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dide. Wê demê kurekî wê tê girtin û piştî tê berdan, berê xwe dide Kobaniyê û ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bike tevli YPG'ê dibe. Piştî kurê wê, bi çendekê vê carê keça wê Sumeyye jî tevli PKK'ê dibe. Wê demê hevjînê wê jî di girtîgehê de bûye. 
 
'DI ŞÎNA KEÇA XWEDA HAT BINÇAVKIRIN'
 
Dayika 6 zarokan Hadle Ogûr a 50 salî, cara yekemîn li Pîrsûsê di şîna keça xwe de tê binçavkirin. Di şînê de tevî wê gelek mêvan jî tên bnçavkirin û tên îşkencekirin. Piştî vê dayik Ogûr gelek caran tê binçavkirin. 
 
Piştî demekê dayik Hadle Ogûr bi dirûşmeya "Êdî bila zarok nemirin" tevli nav dayikên aştiyê dibe. Di sala 2015'an de dibe namzeta parlementeriyê ya HDP'ê, lê paşê YSK'ê serlêdana wê betal kiribû. 
 
Piştî wê salê Ogûr tevli hemû çalakiyan dibe û bi cil û bergên xwe li refên herî pêş cih digire. Di dema berxwedana Kobaniyê de, cenazeyên hatin Rihayê, tabûta hemûyan hilgirtiye û bi rojan li nexweşxaneyê tevî malbatan nobet girtiye. 
 
Di dema vê têkoşîna wê de polîsan 7 caran avêtine ser mala wê û ew binçavkirine û girtine. 
 
Di sala 2018'an de ji ber piştgiriya xwe ya ji bo grevên birçîbûnê li HDP'a Rihayê hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Dayik Ogûr, 6 mehan di girtîgehê de maye û dema girtî bûye daxilî nav greva birçîbûnê bûye. Dayik Ogûr, herî dawî di sala 2020'î de gala li nav bîstanê xwe bûye hatiye binçavkirin û 15 rojan li TEM'ê hatiye ragirtin. 
 
JI BO AZADIYÊ
 
Dayika Hadle Ûgûr doza xwe ya ji bo aştiyê bi vî awayî bilêv kir: "Zilmê li me dikin. Ji bo avekî bi wî agirî de bikim, ez tevlî têkoşînê bûm. Ez bi bawerim wê dayîk ve rewşê biguherînin. Wijdana min dest neda ku ez li malê rûnêm. Li hemberî hemû zehmetiya ez ê îro jî siba jî di xebatan de cih bigirim. Ji ber ku divê em azadiyê bînin."
 
Ogûr, anî zimên ku her cara ku çûye dozgeriyê eştî tim li ser zimanê wê bûye û got: "Her cara ez derxistim dozgerîyê min got heger daxwaza ji bo aştiyê qedexe ye, ez ê heya dawiyê doza aştiyê bikim. Dibê rojek şûnda aştî were. Dema aştî nebe tama xwarinê nîne, razana me ne razane. Dema aştî nîn be mirov nikare behnê bistîne. Dema mirov doza aştiyê bike, divê her tiştî bide ber çavan. Dema aştî nebe wê dayik bikevin girtîgehan. Tu cudahiya me nîne." 
 
PAŞDE GAV NEAVÊTIYE 
 
Dayik Ogûr, bal kişand ser zordarî û tahdeya li malbata wê hatiye kirin û got: "Çi qasî zilmê bikin jî em ê aştiyê bixwazin. Bila aştî çêbibe, ez ê hemû tiştî bidim ber çavan. Heya îro ez tu carî neketim nav fikara ku dê aştî neyê. Dema ez hatim girtin hêza min zêde bû. Her dem min ji xwe re got, ez dikarim bêhtir çi bikim û min tu carî gavek paşve neavêt."
 
TÊKOŞÎN JI BO AZADIYÊ
 
Dayik Hadle Ogûr destnîşan kir ku aştî tenê ne peyvek e û wiha pê de çû: "Bi tena serê xwe aştî ne bes e. Divê hemû gel wekhev bin. Zilma li ser kurda her diçe zêde dibe. Li girtîgehan gelek kes di grevên birçîbûnê de ne. Divê rojek berî rojê tecrîda li girtîgehan were şikandin ku bi Serokê PKK Abdulah Ocalan re rûnên, wê deriyê aştiyê vebe.
"
Ogûr, bilêv kir ku 10 sal in ji daxwaza xwe nehatie war û got: "Min aştî xwest, di şîna keça xwe da hatim binçavkirin. Ez ji bo aştiyê meşiyam hatim binçavkirin. Ez ji bo aştiyê rûniştim dîsa hatim binçavkirin. Dema me dibin nexweşxaneyê dibêjin ev 'terorîst in', dema me dibin qereqolê dibêjin 'terorîst in', ma aştîxwestin terorîstî ye? Ji bo em tevlî şîna dayikeke 70 salî bûn, em hatin binçavkirin."
 
Dayik Hadle Ogûr di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku çi dibe bila bibe dê tu carî dev ji têkoşîna ji bo aştiyê bernede û got: "Bila dewletên navneteweyî li hemberî zilma dewleta Tirkî, Surî, Iraq û Îranê bêdeng nemînin. Ma nabînin çi zilmê li kurdan dikin. Di serî de gelê Tirkî û bi giştî divê hemû gel li hemberî wê zilmê bisekinin. Yê ku wijdana wan heya, divê ji bo aştîyê destê xwe bikin bin kevir. Îro divê em dayikê aştiyê hemû agiran bitemirînin, divê em agirê Dêrsimê jî bitemirînin. Di navbera darekî û mirovekî de çi cudahî nîne. Aştîxwaz divê mafên hemû zindî nezindiyan biparêzin. Divê em di hemû jiyana xwe de rastiyê biparêzin."
 
MA / Emrûllah Acar - Arjîn Dîlek Oncel
 

Sernavên din

03/09/2021
09:10 Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne
09:09 Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'!
09:08 Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin
09:00 ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2021'AN
08:54 Balafirên şer ên Tirk carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin
08:45 Mamosteyê Ma Muzîkê Guçmen hat binçavkirin
02/09/2021
21:37 Li Licê şewata daristanê
21:31 Li Bongilanê şewata daristanan derket
19:53 Artêşa Tirk gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir
17:55 Şewata li Bestayê didome
15:42 Li 3 bajaran şewat: Mudaxile kême
14:36 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:03 OHD: 9 roj in di binçavan de îşkence li Gurdegîr tê kirin
14:02 Di Tebaxê de 5 kolber hatin qetilkirin
13:18 Ferda Cemîloglu hat veşartin
13:14 AYM’ê daxwaza dirêjkirina demê ya HDP’ê qebûl kir
13:02 Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin, 211 nûçe hatin astengkirin
12:45 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê li kîjan welatî dijî?
12:44 Li Dersimê darên kevnar şewitîn
12:15 Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû
12:00 Hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştî ye
11:45 DYA’yê agirbest bi bîra Tirkiyê xist
11:42 Wî xemsariya di komkujiya Konyayê de yek bi yek vegot
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
13:08 Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin
13:01 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Bedlîsê şewat didome: Bi hezaran hektar qad şewitî
12:14 ‘Em qedexeyê nas nakin, em ê di 5’ê îlonê de li Bakirkoyê bin’
11:48 Şewata ku dîsa dest pê kir ber bi jîngehan ve belav dibe
11:42 Malbata Şenyaşar 177 roj in li edaletê digere
11:22 Jinên elewî: Yên dişewitin ne dar in em in
11:09 Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne
10:44 Şûreya Dewletê ne dewletê, bav û law bi qisûr dît
10:31 35 roj in agahî ji Axabigepûr ê ji aliyê Îranê ve hat binçavkirin nayê wergirtin
10:03 Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne
09:44 Li Cizîrê ciwanekî întîhar kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 279'emîn de dewam dike
09:04 Li Şirnexê talankirina daristanan: Devereke bidar nehêlin!
09:04 Şaredarî û DEDAŞ'ê tax û kûçe serobino kirin: Êdî em bêzar bûn
09:04 Tahmaz: Gava têkoşîna ji bo aştiyê di şertên giran de bê bilindkirin watedar dibe
09:04 Avahiyên kavilbûyî bûne navenda tiryakêşan
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2021'AN
08:15 Li Kerboranê du gund xistin bin karantînayê
31/08/2021
19:37 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:37 TJA’yê ji Ayşe Gokkan re sersaxî xwest
16:24 TJA: Qêrîna herî bihêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye
15:56 Gundiyan nehişt ku DEDAŞ trafoya wan rake
15:52 Platforma Jinên Kurd ji malbata Cemîloglû re sersaxî xwest
15:50 Baregeha leşkerî ya li herêma şewatê tê tehliyekirin
15:35 Wan ji mitînga 1'ê Îlonê re amade ye
15:09 Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe
14:59 Ahmet Tokay ê Hediye Tokay bi îşkenceyê qetil kir hat girtin
14:40 Dayika Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da
14:26 Wezîra Jinan a Afganistanê ji welat reviya
14:09 Li 4 bajaran daristan dişewitin
14:06 Ciwanê ku îltîca kir tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
14:03 Li Mersînê banga 1'ê Îlonê
13:33 Li Şirnexê tundiya zilam
13:21 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:51 Karsaza kurd Ferda Cemîloglû jiyana xwe ji dest da
12:21 Ji 8 kesên ku li Karazê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan
11:10 ‘Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin’
11:03 Parêzer li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:58 Amed xwe ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade dike
10:57 Ocalan: Divê 1'ê Îlonê bibe mîlada aştî û çareseriyê
10:01 Li Enqereyê jinek hat kuştin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 278'emîn de dewam dike
09:01 Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan
09:01 Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe
09:00 Dayîka Muhlîse Sîdar: Çi çek di destê keça min de nebûn