NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî, sersaxî ji malbata Karsaza kurd Ferda Cemîloglû ya îro jiyana xwe ji dest da re sersaxî xwest.
Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî, bi daxuyaniyeke nivîskî ji malbata karsaza kurd Ferda Cemîloglû ku îro li Stenbolê jiyana xwe ji dest da re sersaxî xwest.
Daxuyaniya platformê wiha ye:
“Endama Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî Ferda Cemîloglû mixabin çû ser dilovaniya xwe, keda wê ya Yekbûna Jinên Kurd û neteweya kurd tu car nayê jibîrkirin. Em ê li ser rîya rewşenbîr û porspiya xwe bimeşin, serê malbatê, jinên kurd u gelê kurd sax be.
‘JI BO YEKITIYA KURDAN XEBAT MEŞAND’
Ferda Cemîloglu, ji malbateke kurd a qedirbilind ji malbata Cemîl Paşa bû. Ferda jî weke malbata xwe di nav tekoşîna Kurdistanê de her dem cih girt. Di vê dawiye de jî di nav Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî de cih girtibû û heya dawiya emrê xwe, ji bo yekitiya kurdan û azadiya jinên kurd xebat meşandin. Em wek Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî ji bo vê çuyina bê wext pir xemgînin, em soz didin Ferda û hemû xebatkarên jinên kurd em ê vê tekoşinê bigehînin merheleya yekitiya kurdan.”