* Li Gazîosmanpaşayê avahiyên ku 9 sal berê bi hinceta "xetere" ne hatin valakirin bûne navenda tiryakê û her wiha serlêdanên şêniyên taxê jî nayên bersivandin.
* Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, anî ziman ku îsal 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di şert û mercên ku cihêkarî, zimanê nefretê, netewperestiya tirk û dijminatiya ji bo biyaniyan pir zêde bûye de pêşwazî dikin û got: "Gava têkoşîn û daxwaza ji bo aştiyê, di şer, pevçûn û şertên giran de bê bilindkirin, watedar dibe."
* Li Şirnexê rêyên ku 3 sal berê hatin xerakirin, hê jî nehatine çêkirin. Welatiyên ji ber vê bêzar bûne, giliyê şaredarî û DEDAŞ'ê kirin. Welatiyan got: "Kengî bihar bê, şaredarî dest bi xebata xwe ya kolandinê dike û heta dawiya salê vê xebatê didomîne, êdî em bêzar bûn."
* Li herêma Besta birîna daran bênavber didome. Tê gotin, eskerên ku bi helîkopteran li ser herêmê diçin û tên, ji cerdevanan re gotine: "Devereke bidar nehêlin."
* Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê wê di roja 177'emîn de berdewam bike.
* Bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê di serî de li bajarên bakurê Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyê daxuyanî, meş û mitîng werin lidarxistin. (12.00-19.00)
* Wê Rêxistina HDP'ê ya Amedê têkildarî destûr nedayîna mitînga aştiyê ya dê di 4'ê îlonê de li Amedê bihata lidarxistin, serdana navçeyan bike û xelkê vexwîne daxuyaniya çapemeniyê ya dê di 4'ê îlonê de de li ber Plaza AZC'ê ya li Semta Ofîsê were lidarxistin. (10.00-14.00)
* Baroya Amedê têkildarî Vekirina Sala Edlî wê li ber avahiya Edliya Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)