Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs, derbarê geşedanên li Herêma Kurdistanê diqewimin de nirxandinan kir û got: "Li herêmê, ji aliyê 4 dewletan ve konsepta tasfiyekirina deskeftiyên kurdan hatiye amadekirin." 

Artêşa Tirk, di 23’yê Nîsanê de li qadên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê êrişeke mezin da despêkirin. Êrişên ku hem bi hewahî hem bi bejahî tê kirin berdewam dikin. Her wiha Artêşa Tirk li dijî Şengalê û gundên herêmê jî êrişan pêk tîne. Balafirên şer ên Artêşa Tirk di 16'ê tebaxê de bombe li Sûka Kevn a Şengalê barandin. Di vê êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Artêşa Tirk  di 17'ê tebaxê de jî li dijî Nexweşxaneya Gundê Sikeniyê ya Şengalê êrişeke hewayî pêk anî. Di erişê de 3 jê xebatkarên tendûristiyê bi giştî 12 kesan jiyana xwe ji dest da. Tevî van geşedanên li herêmê pêk tên jî nêzî 2 mehan e di nava Hevserokên Partiya Yêkitiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî û Bafil Talabanî de pirsgirêkên balkêş diqewimin. Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs, derbarê geşadanên li Başûrê Kurdistanê rû didin de pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivandin. 
 
Li Başûrê Kurdistanê geşedanên herî dawî çi ne, hûn dikarin hinek ji me re behs bikin? 
 
Li Başûr, gelek geşedanên girîng diqewimin. Polîtîkayên ku dewletên aktor dixwazin li herêmê guhertinên li gorî berjewendî û daxwazên xwe pêk bînin hene. Bûyerên ku li Efganîstanê rû didin wê siyaseta navdewletî ya li  herêmî bi çi rengî biguherîne nayê zanîn. Lê wisa diyare ku rewşa Başûr a ji aloziya siyaseta navdewletî cuda nine. Êrişên dewleta tirk û helwesta  hin hêzên başûrî çi encamê dide? Her wiha di nava YNK'ê de, êrişên li ser Şengalê, hilbijartina navendî ya  Parlementoya Federal a Iraqê hene. Heger em di vê çarçoveyê de rewşa Başûrê Kurdistanê binirxînin em ê bibînin ku Başûr ber bi aloziyeke kûr ve diçe. Ji raya giştî jî bi awayeke aşkere hatiye diyarkirin ku alozî û nakokî û nexweşiyên ku li Başûrê Kurdistanê li gorî konseptek an jî peymaneke di nav navdewletên herêmî de tê meşandin. Mutabaqatek  tê diyarkirin û ev mutabaqat jî ji hêla dewleta Tirkiyê  û PDK'ê ve hatiye amadekirin. Tê gotin ku PDK û Tirkiye tevlî vê konseptê bûne. Bêgûman êrişên dewleta tirk ev çend mehin bi her awayî bênavber didome. Di asta civakî de şerek topyekûn tê meşandin. Ev gihiştiye qonaxeke gelek metirsidar. Lê bêgûman ev bi xwe re têkoşîneke mezin tîne. Divê em vê baş bizanin ku heger rewşa cudatir li Başûrê Kurdistanê çêbibe û konsepta wan encam bigire wê zirareke mezin bigihîje gelê Kurd. Di şereke bi vî rengî de wê berjewendiyên gelê Kurd tune bibin. Di demên dawî de, em dibînin ku dewletên cuda jî tevlî vê mutabaqatê bûne. Heta ku dewleta Îran û rejîm Baasê jî di vê mutabaqatê de cih digire. Hedefa wan a sereke deskeftiyên gelê Kurd in. Dixwazin bi awayeke topyekûn deskeftiyên gelê Kurd tasfiye bikin. Em weke KNK di konsepteke bi vî rengî de berjewendiyên gelê Kurd tê de nabînin. Pêwîste ku em vê konseptê teşhîr bikin. "
 
 
YNK heta niha li dijî her êrişeke dewleta tirk nêrazîbûnên xwe anîn ziman. Ji ber wê jî  dewleta tirk dixwaze di navbera  YNK'ê de aloziyan derbixîne û ji ber wê jî di nav hewledanan de ye. Lawazbûna YNK'ê wê dijmin bi hêz bike.
 
Sedemên pirsgirêk û aloziyên ku di nava YNK'ê de diqewimin çi ne? 
 
Dewleta tirk bi balafirên xwe û çekên xwe yên kîmyewî ku di qada navdewletî de ku hatine qedexekirin bikar tîne. Bêgûman li herêmê li dijî gelê Kurd şereke bê exleqî tê meşandin. Em baş dizanin ku hîn hêz  piştgiriyê didin dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê. Me gelek caran aniye ziman ku şerê dewleta tirk ne parastina sînorê xwe ye, ev şereke terorê ye. Heger îro hêzek,partiyek yan jî desthilatdariyek vê dagirkeriya dewleta tirk qebûl bike, ev wê ji hêla gelê Kurd bi tu rengî neyê qebûl kirin. A ditir jî ev alozî û nakokiyê di nav YNK'ê de jî, perçeyek ji konsepta dewleta Tirk û PDK ye. 
 
Bêgûman em weke KNK naxwazin ku di nav rêveberiya YNK'ê de nakokiyên bi vî rengî çêbibin. YNK di siyaseta Başûrê Kurdistanê de rol û mîsyoneke girîng dilîze û pêdiviya civaka Başûr bi YNK'ê heye. Pêwîste ku YNK van gengeşeyan bi riya diyalogê çareser bike û dawiyê li van nakokiyan bîne. Têkçûna YNK'ê wê zirar bide berjewendiyên gelê Kurd. Em dizanin ku ev pirsgirêk ji siyaseta dewleta tirk serbixwe nine. YNK heta niha li dijî her êrişeke dewleta tirk nêrazîbûnên xwe anîn ziman. Ji ber wê jî  dewleta tirk dixwaze di navbera  YNK'ê de aloziyan derbixîne û ji ber wê jî di nav hewledanan de ye. Lawazbûna YNK'ê wê dijmin bi hêz bike. 
 
 
Ew herêma ku îro weke herêma Kurdistan tê binav kirin dixwazin di aliyê demografîk ve ji Kurdan paqij bike û şûna wan jî çete û komên çete yên radîkal bi cih bike. Hin ji van an ji Kafkasya tînin, Tûrkmenîstan û hin ji van jî ji dewletên ereban tîne. 
 
Herî dawî li ser Şengalê êrişên hewayî pêk hatin. Hûn weke KNK van êrişan çawa dinirxînin û em dikarin bibêjin ku ev êriş encama Peymana 9'ê Cotmehê ne? 
 
Êrişên li ser Şengalê di heman wextê de serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de çêbû. Êrişên dewleta tirk êrişên hovane ne. Bi hedef girtina sivîlan û saziyên sivîlan dixwazin ku rêxistinbûyina ku li wir hatiye mayindekirin ji holê rakin. Di van êrişên dawî de fermandareke YBŞ'ê hat hedef girtin. Li gorî min ev gelek girîng bû. Li dijî vê êrişê bêdengiya Iraqê û Hikûmeta Herêmî dide diyar kirin ku ev êriş  encama  peymana 9'ê Cotmehê ye. Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêmî hevkarê vê êrişê ne. Helwesta wan cihê rûreşî û şermezarkirinê ye. Lê divê mirov vê yekê jî bide diyar kirin ku, heger erêkirina hêzên Koalîsyonê neba, bê şik û bêgûman dewleta Tirkiyê wê nekarîba êriş bikira. Dixwazin peymana 9'ê Cotmehê de bi vî rengî pêk bînin. Ev bi tu şêwazî nayê qebûl kirin. Bêgûman divê gelê Şengalê xwedî gotin û însîyatîf be. Lê wisa diyare ku ew êrîşên li ser Şengalê beşek konsepta ku li tevahiya Başûrê Kurdistanê tê meşandine. Bêgûman em vê bi tu awayî qebûl nakin. Li ser Nexweşxaneyê êrîş kirin sucê şere. Pêwîste ku hêzên navdewletî hesaba vê bipirsin. Eger bi vî rengî li devereke din a cîhanê ba, ev bêdengiya wan wê bi vî rengî neba. Ev bêdengî dûritiye.Em vê şermezar dikin. Dewleta tirk qanûnên netewî binpê dike. Lê herkes bêdenge. Ev bêdengî gunehiyeke mirovahiyê ye. Dewleta tirk bi van kiryarên xwe re aşkere dibêje ku tehemûla min jî çand,ziman û hebûna gelê Kurd nine. Kurd li ku derê be ji bo wan ferq nake. Dewleta tirk li hemberî gelê Kurd şereke topyekûn daye destpêkirin. Ew herêma ku îro weke herêma Kurdistan tê binavkirin dixwazin di warê demografîk ve ji Kurdan paqij bikin û şûna wan jî çete û komên çete yên radîkal bi cih bike. Hin ji van an ji Kafkasya tînin, Tûrkmenîstan û hin ji van jî ji dewletên ereban tîne. 
 
Li gorî we kî piştgiriyê dide van êrişan û kî hevkariya van êrişan dike? 
 
Diyare ku Hikûmeta Iraqê jî tevlî van êrişan dibe. Lê balkêşe ku rayedarên dewleta Tirkiyeyê di van rojên dawî de li Iraqê lez daye hevdîtinên bi Iraqê re. Bi serokwezîr, wezîrênavxweyî,wezîrêbaregeriyê re hevdîtinan pêk tîne. Di dawî de hevdîtina Erdogan û Kazimî çêbû. Ev bi xwe nîşan dide ku serkêşiya vê konseptê Mistefa Kazimî dike. Di demên dawî de hîn îdda hene ku dewleta Îranê jî tevlî vê konseptê bûye. Beyî çend rojan Serokwezîrê Iraqê yê berê Nurî Malikî serdana Herêma Başûrê Kurdistanê kir. Ji hêla herkesî ve tê zanîn ku Nurî Malikî aktorê herî sereke ku bi tu şêwazî li gorî berjewendî û siyaseta Iranê tevnagere. Ev serdan dide xuya kirin ku ev konsept ne tenê di navbera dewleta tirk û Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê de ye, di heman demê de Hikûmeta Iranê jî tevlî vê konseptê bûye. Dixwazin li herêmê dîzaynek nû ava bike. Ji ber vê jî em bi metirsiyareke mezin re rû bi rû ne. Tevgera Kurd, deskeftiyên Kurd bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye. Divê em bi cîdî vê pêvajoyê bibin.
 
 
 Hêvî dikin ku ji her çar perçeyên Kurdistanê; nivîskar, siyasetmender,akademîsyen, rewşenbîr,hûnermend,nivîskar, rojnamevan tevlî bibin ku em bikaribin li hemberî van gefên li ser berjewendiyên gelê Kurd bisekinin.
 
Weke KNK li dijî van geşedanan we xebateke çawa daye pêşiya xwe? 
 
Berpirsiyartiyek netewî û dîrokî li ser milê me heye. Ji bo ku em bikaribin deskeftiyên xwe biparêzin pêwîsta me di fikriyatê de bi danûstandinê heye. Di vê hêlê de gelek hewledanên me yên cûr bi cûr çêbûn. Bi hevdîtinan û konferansan me pêk anîn. Bi rihspîyên Kurd re hevdîtin pêk anîn ku riya danûstandin û  diyalogê vebe. Di rojên pêşiyê de platformeke  ku li dijî dagirkeriyê amade dikin.  Hêvî dikin ku ji her çar perçeyên Kurdistanê; nivîskar, siyasetmender,akademîsyen, rewşenbîr,hûnermend,nivîskar, rojnamevan tevlî bibin ku em bikaribin li hemberî van gefên li ser berjewendiyên gelê Kurd bisekinin. Em hewl didin ku xwe bigihîjin van beşên civakî. Dem dema berxwedana siyasiye. Di her warî de û cihî de divê em berxwe bidin. Em bang li hêzên ku tevlî konseptên dijmin bûne dikin, roj berî rojekî ji van kêmasî û şaşiyên xwe vegerin û tevlî hêza gelê Kurdistanê bibe. 
 
MA / Zeynep Dûrgût 

Sernavên din

03/09/2021
09:10 Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne
09:09 Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'!
09:08 Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin
09:00 ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2021'AN
08:54 Balafirên şer ên Tirk carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin
08:45 Mamosteyê Ma Muzîkê Guçmen hat binçavkirin
02/09/2021
21:37 Li Licê şewata daristanê
21:31 Li Bongilanê şewata daristanan derket
19:53 Artêşa Tirk gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir
17:55 Şewata li Bestayê didome
15:42 Li 3 bajaran şewat: Mudaxile kême
14:36 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:03 OHD: 9 roj in di binçavan de îşkence li Gurdegîr tê kirin
14:02 Di Tebaxê de 5 kolber hatin qetilkirin
13:18 Ferda Cemîloglu hat veşartin
13:14 AYM’ê daxwaza dirêjkirina demê ya HDP’ê qebûl kir
13:02 Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin, 211 nûçe hatin astengkirin
12:45 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê li kîjan welatî dijî?
12:44 Li Dersimê darên kevnar şewitîn
12:15 Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû
12:00 Hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştî ye
11:45 DYA’yê agirbest bi bîra Tirkiyê xist
11:42 Wî xemsariya di komkujiya Konyayê de yek bi yek vegot
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
13:08 Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin
13:01 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Bedlîsê şewat didome: Bi hezaran hektar qad şewitî
12:14 ‘Em qedexeyê nas nakin, em ê di 5’ê îlonê de li Bakirkoyê bin’
11:48 Şewata ku dîsa dest pê kir ber bi jîngehan ve belav dibe
11:42 Malbata Şenyaşar 177 roj in li edaletê digere
11:22 Jinên elewî: Yên dişewitin ne dar in em in
11:09 Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne
10:44 Şûreya Dewletê ne dewletê, bav û law bi qisûr dît
10:31 35 roj in agahî ji Axabigepûr ê ji aliyê Îranê ve hat binçavkirin nayê wergirtin
10:03 Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne
09:44 Li Cizîrê ciwanekî întîhar kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 279'emîn de dewam dike
09:04 Li Şirnexê talankirina daristanan: Devereke bidar nehêlin!
09:04 Şaredarî û DEDAŞ'ê tax û kûçe serobino kirin: Êdî em bêzar bûn
09:04 Tahmaz: Gava têkoşîna ji bo aştiyê di şertên giran de bê bilindkirin watedar dibe
09:04 Avahiyên kavilbûyî bûne navenda tiryakêşan
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2021'AN
08:15 Li Kerboranê du gund xistin bin karantînayê
31/08/2021
19:37 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:37 TJA’yê ji Ayşe Gokkan re sersaxî xwest
16:24 TJA: Qêrîna herî bihêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye
15:56 Gundiyan nehişt ku DEDAŞ trafoya wan rake
15:52 Platforma Jinên Kurd ji malbata Cemîloglû re sersaxî xwest
15:50 Baregeha leşkerî ya li herêma şewatê tê tehliyekirin
15:35 Wan ji mitînga 1'ê Îlonê re amade ye
15:09 Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe
14:59 Ahmet Tokay ê Hediye Tokay bi îşkenceyê qetil kir hat girtin
14:40 Dayika Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da
14:26 Wezîra Jinan a Afganistanê ji welat reviya
14:09 Li 4 bajaran daristan dişewitin
14:06 Ciwanê ku îltîca kir tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
14:03 Li Mersînê banga 1'ê Îlonê
13:33 Li Şirnexê tundiya zilam
13:21 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:51 Karsaza kurd Ferda Cemîloglû jiyana xwe ji dest da
12:21 Ji 8 kesên ku li Karazê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan
11:10 ‘Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin’
11:03 Parêzer li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:58 Amed xwe ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade dike
10:57 Ocalan: Divê 1'ê Îlonê bibe mîlada aştî û çareseriyê
10:01 Li Enqereyê jinek hat kuştin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 278'emîn de dewam dike
09:01 Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan
09:01 Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe
09:00 Dayîka Muhlîse Sîdar: Çi çek di destê keça min de nebûn