'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê NAV-YEK'ê Haci Çelîk, diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê li dijî lêgerîna azadiyê ya kurdan e û li dijî êrişan banga têkoşîna hevpar kir. 

Tirkiye êrişên xwe yên li dijî destkeftiyên civaka êzidî ya li başûrê Kurdistanê didomîne. Di 16'ê tebaxê de Artêşa Tirk, li dijî Sûka Kevn a li navenda Şengalê êrişa hewayî pêk anî. Di êrişê de 2 kes qetil bûn û 3 kes jî birîndar bûn. Rojek piştî vê êrişê Artêşa Tik li dijî Navenda Tenduristiyê ya li gundê Sikeniyê jî bi heman rengî êrişeke hewayî pêk anî. Di vê êrişê de jî 4 jê xebatkarên tenduristiyê bi giştî 8 kes qetil bûn. Ev her dû êriş jî piştî hevdîtinên di navbera Tirkiye û Amerîka û serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî ya Şengalê pêk hatibûn. 
 
Herî dawî jî Artêşa Tirk di 30'ê tebaxê de bi SÎHA'yan li dijî Wargeha Qadiya ya êzidiyan a li Zaxoyê êrişên hewayî pêk anî. Hevserokê Navenda Yekitiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) Haci Çelîk û siyasetmedar û helbestkarê êzidî Xebat Şakir êrişên Tirkiyeyê yên li dijî civaka xwe nirxandin. 
 
PÊŞÎ DAIŞ Û PIŞTRE TIRKIYE
 
Haci Çelîk, diyar kir ku hesabên Tirkiyeyê yên dagirkirina başûrê Kurdistanê hene û bal kişand ser baregehên Tirkiyeyê û çekdarkirina tirkmenan a li Mûsil û derdora Kerkûkê û wiha got: "Êrişên Tirkiyeyê yên li Zap, Avaşîn û Metîna yê jî nîşana dagirkirinê ne. Hedefên êzidiyan ên mîna parastin, statu û xwe birêvebirinê hene. Heta ku ev neyên bidestxistin û wê baweriya me bi tu kesî neyê. Hewla dûrxistina êzidiyan a ji xaka wan heye. Armanca DAIŞ'ê jî ev bû, lê bi serneket. Êrişên Tirkiyeyê yên piştî têkbirina DAIŞ'ê balkêş in."
 
HEDEF AZADIYA KURDAN E
 
Çelîk, bi bîr xist ku Şengal ji bo kurdên êzidî cihekî pîroz e û ev tişt anîn ziman: "Wisa xuya ye Dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navneteweyî pêla êrişan daye destpêkirin. Navenda bajar û nexweşxane hat bombebarankirin. Niha jî wargeh hat bombebarankirin. Divê ev weke lêgerîna Peymana 9'ê Cotmehê ya di navbera Hikûmeta Bexdayê û PDK'ê de were dîtin. Beriya çend rojan Sefîrê Amerîka yê Iraqê digot PKK û Heşdî Şebî li Şengalê hene. Pirsgirêk ne hebûna PKK'ê ye arman îmhakirina kurdan e. 73 ferman di ser vê civakê de pêk hatine. Wê demê jî PKK hebû? Armanca êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengal, Rojava û Mexmûrê tunekirina kurdan e."
 
BANGA LI ÊZIDIYAN
 
Di berdewama axaftina xwe de Çelîk, xwest ku êzidî di qadên leşkerî, siyasî û dîplomatîk de bi hev re tevbigerin û lîstikên gemarî vala derbixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dibe ku bîrdozî, partî û nêrînên wan cuda bin. Lê divê êzidî di nav xwe de yekitiyê pêk bînin. Heke yekitî pêk neyê wê Tirkiye bi piştgiriya PDK'ê êrişên xwe bidomîne. Hewl tê dayîn Şengal bê valakirin û bêmirov bê hiştin. Lê dijî vê civakeke ku xwe di hêla siyasî û leşkerî de bi rêxistin dike heye. Ji bo mezinkirina van tiştan û pêkanîn xweseriyê divê êzidî bên gelhev."
 
BERDEWAMA FERMANÊ
 
Siyasetmedar û helbestkarê êzidî Xebat Şakir jî da zanîn ku demeke dirêj e Şengal bi êrişên giran re rû bi rû ye û ev tişt gotin: "Hemû êrişên piştî êrişa DAIŞ'ê ya 3'ê Tebaxê girêdayî hev in. Armanca êrişên dawîn jî tirsandina êzidiyan û vegera wan a Şengalê ye. Heta armanc dikin ku wan derxin derveyî Kurdistanê. Êrîş nîşan didin ku ferman li dijî êzidiyan bi dawî nebûye. Dewleta Tirk jî destpekê mîna DAIŞ'ê bi hêzên girêdayî xwe êriş pêk anîn. Piştî têkbirina DAIŞ'ê di bin navên cuda de heman rêbazan rêxistinên cuda hatin bikaranîn. Me ev li Rojava dît."
 
NATO HEVPARA ÊRIŞAN E
 
Şakir, xwest ku rola NATO'yê ya di êrişan de bê dîtin û wiha axivî: "Dewleta Tirk mutefîkeke girîng a NATO'yê ye. Bi vekişandina Amerîka ya ji Afganistanê re êrişên li dijî Şengal û Rojava zêde bûn. Herêma Kurdistanê di bin kontrola koalîsyona navneteweyî de ye. Çima naparêzin? Bêguman Tirkiye armancên wan pêk tîne. Ew jî hevparê van êrişan e. Dixwazin azadiya kurdan tune bikin. Pêwistiya kurdan bi rêxistinbûneke xurt û avakirina yekitiyê heye. Heta ku parçebûn bidome wê êriş berdewam bikin. Divê êzidî di her qadê de bibine yek û têkoşîneke hevpar bimeşînin."
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

03/09/2021
09:10 Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne
09:09 Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'!
09:08 Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin
09:00 ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2021'AN
08:54 Balafirên şer ên Tirk carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin
08:45 Mamosteyê Ma Muzîkê Guçmen hat binçavkirin
02/09/2021
21:37 Li Licê şewata daristanê
21:31 Li Bongilanê şewata daristanan derket
19:53 Artêşa Tirk gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir
17:55 Şewata li Bestayê didome
15:42 Li 3 bajaran şewat: Mudaxile kême
14:36 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:03 OHD: 9 roj in di binçavan de îşkence li Gurdegîr tê kirin
14:02 Di Tebaxê de 5 kolber hatin qetilkirin
13:18 Ferda Cemîloglu hat veşartin
13:14 AYM’ê daxwaza dirêjkirina demê ya HDP’ê qebûl kir
13:02 Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin, 211 nûçe hatin astengkirin
12:45 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê li kîjan welatî dijî?
12:44 Li Dersimê darên kevnar şewitîn
12:15 Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû
12:00 Hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştî ye
11:45 DYA’yê agirbest bi bîra Tirkiyê xist
11:42 Wî xemsariya di komkujiya Konyayê de yek bi yek vegot
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
13:08 Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin
13:01 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Bedlîsê şewat didome: Bi hezaran hektar qad şewitî
12:14 ‘Em qedexeyê nas nakin, em ê di 5’ê îlonê de li Bakirkoyê bin’
11:48 Şewata ku dîsa dest pê kir ber bi jîngehan ve belav dibe
11:42 Malbata Şenyaşar 177 roj in li edaletê digere
11:22 Jinên elewî: Yên dişewitin ne dar in em in
11:09 Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne
10:44 Şûreya Dewletê ne dewletê, bav û law bi qisûr dît
10:31 35 roj in agahî ji Axabigepûr ê ji aliyê Îranê ve hat binçavkirin nayê wergirtin
10:03 Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne
09:44 Li Cizîrê ciwanekî întîhar kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 279'emîn de dewam dike
09:04 Li Şirnexê talankirina daristanan: Devereke bidar nehêlin!
09:04 Şaredarî û DEDAŞ'ê tax û kûçe serobino kirin: Êdî em bêzar bûn
09:04 Tahmaz: Gava têkoşîna ji bo aştiyê di şertên giran de bê bilindkirin watedar dibe
09:04 Avahiyên kavilbûyî bûne navenda tiryakêşan
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2021'AN
08:15 Li Kerboranê du gund xistin bin karantînayê
31/08/2021
19:37 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:37 TJA’yê ji Ayşe Gokkan re sersaxî xwest
16:24 TJA: Qêrîna herî bihêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye
15:56 Gundiyan nehişt ku DEDAŞ trafoya wan rake
15:52 Platforma Jinên Kurd ji malbata Cemîloglû re sersaxî xwest
15:50 Baregeha leşkerî ya li herêma şewatê tê tehliyekirin
15:35 Wan ji mitînga 1'ê Îlonê re amade ye
15:09 Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe
14:59 Ahmet Tokay ê Hediye Tokay bi îşkenceyê qetil kir hat girtin
14:40 Dayika Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da
14:26 Wezîra Jinan a Afganistanê ji welat reviya
14:09 Li 4 bajaran daristan dişewitin
14:06 Ciwanê ku îltîca kir tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
14:03 Li Mersînê banga 1'ê Îlonê
13:33 Li Şirnexê tundiya zilam
13:21 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:51 Karsaza kurd Ferda Cemîloglû jiyana xwe ji dest da
12:21 Ji 8 kesên ku li Karazê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan
11:10 ‘Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin’
11:03 Parêzer li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:58 Amed xwe ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade dike
10:57 Ocalan: Divê 1'ê Îlonê bibe mîlada aştî û çareseriyê
10:01 Li Enqereyê jinek hat kuştin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 278'emîn de dewam dike
09:01 Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan
09:01 Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe
09:00 Dayîka Muhlîse Sîdar: Çi çek di destê keça min de nebûn