Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!

img

RIHA - Îsotên Rihayê ku pêvajoya amadekirina wê jî bi qasî tehma wê 'tûj' e derket ser dezgehan. Hilberînerê 21 salan ê îsotan Mehmet Mermer, diyar kir rexmî ku bi hezaran mirov pê debara xwe dikin jî îsot qîmeta ku heq dike nabîne. 

Werza îsotên tûj ku çanda mitbexê ya Rihayê dewlemend dike dest pê kir. Îsotên sor ku di bin germa 40 pîleyî de ji nav erdan tê berhevkirin û piştî ku di pêvajoyeke gelek zehmet re tên derbaskirin dikeve rewşa îsotê. Îsotên ku piranî ji aliyê jinan ve ji nav erdan tên berhevkirin, destpêkê bizrên wan ji wan tên paqijkirin. Ji bo vî karî rojê 80-120 TL tê dayîn. Piştre bi alîkariya makîneyan tên hûrkirin û li ber tavê tên raxistin. Ji bo hişkkirinê piranî erdên vala yên taxa Sirrinê û serxaniyan û peşiya malan tên bikaranîn. Ji ber germa zêde ya mehên havînê ya li bajar û tûjbûna îsotan kesên ku di vî karî de dixebitin gelek zehmetî dikişînin. 
 
Îsotên ku piştî çend rojan hişk dibin bi alîkariya tirmixê tên komkirin û di makîneyê re tên derbaskirin. Piştî vê xwe û zeyt li wan tê kirin û li kîsan tên barkirin. Li gorî qalîteya wan kîloya wan di navbera 25 û 60 TL'yî de tê firotin. Li Rihayê 4 cûre îsot heye; îsota sor, îsota xemriyê vekirî, îsota xemriyê girtî û îsota reş. 
 
Mehmet Mermer ku xwediyê yek ji qadên hişkkirinê yên li taxa Sirrînê ya weke "Pêşengeha Îsotan" tê binavkirin e, 21 sal in hilberîna îsotê dike. 
 
'XAK Û TAVA RIHAYÊ TEHMÊ DIDE ÎSOTÊ'
 
Mermer, da zanîn ku ji ber hişkesaliyê û birîna ceyranê îsal xêr û bêra îsotan îsal kêm e û ji ber vê dibe ku bihayê wan zêde bibe. Mermer, diyar kir ku ji 10 kîlo îsotên sor kîloyek îsot tê bidestxistin û wiha got: "Em îsotan ji cotkar û esnafên halê dikirin û tînin li vir paqiş dikin. Piştî ku ji çend kar lê tên kirin dibe îsot. Du sedemên ku dema îsot tê gotin Riha tê hişê mirovan hene. Tav û xaka Rihayê tehmê didin îsotê. Gel hînê vê tehmê bûye. Heke mirov pizrê li vir bibne li ciheke din deyne vê tehmê nade."
 
BERIYA MAKÎNEYAN ZEHMETTIR BÛ
 
Têkildarî hilberîna îsotan Mermer, bi lêv kir ku hilberîna îsotan karekî zehmet e û ev tişt got: "Karker paqij dikin, em datînin ber tavê. Piştî ku hişk dibin em kom dikin û dîsa davêjin makîneyê û dikin îsota hûrkirî. Berê makîne tunebûn, me tev bi destan dikir. Me bi mîrkutan li wan dida û dikir îsot hûrkirî. Dema ku makîne nebûn jî zehmet bû. Rewşa hewayê jî bandor li me dike. Dema baran bibare divê em ser wan bigirin. Ev jî dibe sedem ku dema hişkirinê dirêj bibe."
 
ŞAREDARÎ WAN NAXWAZE!
 
Di berdewamê de Mermer, got ku pêşengeha îsotan ji bo jinên ku îsotan paqij dikin deriyê debarê ye û ev tişt anîn ziman: "Gelek jinên xizan bi paqijkirina îsotan pere qezenc dikin. Kesên bi awayekî lezgîn pêwistiya wan bi pere heye tên dixebitin. Bi vî awayî kara me digihîje wan. Hinek jî bi rastî jî neçarê xebatê ne. Di navbera Şaredariya Xeliliyê û û hilberînerên îsotan de hin pirsgirêk hene. Şaredarî ji me re dibêje, 'Ji vir biçin'. Em bi kuderê ve biçin? Cihê ku dixwazin em biçinê binesaziya wî nehatiye çêkirin. Bila cihekî guncav ji me re bibînin em ji çûnê re amade ne. Min vir ji bo 3 mehan bi 5 hezar TL'yî kirê kiriye. Ji bo cihê guvcav dîsa amade me ku vî pereyî bidim."
 
QÎMETA KU HEQ DIKE NABÎNE
 
Mermer ji lêçûna hilberînerên îsotan ku her sala diçe zêde dibe gazind kirin û wiha pêde çû: "Hin salan em bedêla keda xwe jî nagirin. Îro îsot li bazarê 1.5 TL ye. Dema ku îsot erzan be herkes dikire û dike îsota hûrkirî. Sala borî min 5 ton îsota hûrkirî çêkir. 2 tonê wî di destê min de ma. Îsota Rihayê qîmeta ku heq dike nabîne. Îsota Rihayê baş nayê nasandin. Ji bo kesên ku vî karî dikin divê cihekî paqij bê eyarkirin. Şaredar diçin li Enqerê di mihrîcanan de reqlama îsota Rihayê dikin lê haya jê tune ye ku em çi şertan de dixebitin. Ev kar li ser mesê nabe. Bila bên bibînin ku em çi zehmetiyan dikişînin. Bila li me xwedî derkevin. Bi hezaran mirov ji vê sektorê nan dixwin."
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

03/09/2021
09:10 Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne
09:09 Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'!
09:08 Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin
09:00 ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2021'AN
08:54 Balafirên şer ên Tirk carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin
08:45 Mamosteyê Ma Muzîkê Guçmen hat binçavkirin
02/09/2021
21:37 Li Licê şewata daristanê
21:31 Li Bongilanê şewata daristanan derket
19:53 Artêşa Tirk gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir
17:55 Şewata li Bestayê didome
15:42 Li 3 bajaran şewat: Mudaxile kême
14:36 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:03 OHD: 9 roj in di binçavan de îşkence li Gurdegîr tê kirin
14:02 Di Tebaxê de 5 kolber hatin qetilkirin
13:18 Ferda Cemîloglu hat veşartin
13:14 AYM’ê daxwaza dirêjkirina demê ya HDP’ê qebûl kir
13:02 Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin, 211 nûçe hatin astengkirin
12:45 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê li kîjan welatî dijî?
12:44 Li Dersimê darên kevnar şewitîn
12:15 Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû
12:00 Hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştî ye
11:45 DYA’yê agirbest bi bîra Tirkiyê xist
11:42 Wî xemsariya di komkujiya Konyayê de yek bi yek vegot
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
13:08 Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin
13:01 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Bedlîsê şewat didome: Bi hezaran hektar qad şewitî
12:14 ‘Em qedexeyê nas nakin, em ê di 5’ê îlonê de li Bakirkoyê bin’
11:48 Şewata ku dîsa dest pê kir ber bi jîngehan ve belav dibe
11:42 Malbata Şenyaşar 177 roj in li edaletê digere
11:22 Jinên elewî: Yên dişewitin ne dar in em in
11:09 Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne
10:44 Şûreya Dewletê ne dewletê, bav û law bi qisûr dît
10:31 35 roj in agahî ji Axabigepûr ê ji aliyê Îranê ve hat binçavkirin nayê wergirtin
10:03 Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne
09:44 Li Cizîrê ciwanekî întîhar kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 279'emîn de dewam dike
09:04 Li Şirnexê talankirina daristanan: Devereke bidar nehêlin!
09:04 Şaredarî û DEDAŞ'ê tax û kûçe serobino kirin: Êdî em bêzar bûn
09:04 Tahmaz: Gava têkoşîna ji bo aştiyê di şertên giran de bê bilindkirin watedar dibe
09:04 Avahiyên kavilbûyî bûne navenda tiryakêşan
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2021'AN
08:15 Li Kerboranê du gund xistin bin karantînayê
31/08/2021
19:37 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:37 TJA’yê ji Ayşe Gokkan re sersaxî xwest
16:24 TJA: Qêrîna herî bihêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye
15:56 Gundiyan nehişt ku DEDAŞ trafoya wan rake
15:52 Platforma Jinên Kurd ji malbata Cemîloglû re sersaxî xwest
15:50 Baregeha leşkerî ya li herêma şewatê tê tehliyekirin
15:35 Wan ji mitînga 1'ê Îlonê re amade ye
15:09 Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe
14:59 Ahmet Tokay ê Hediye Tokay bi îşkenceyê qetil kir hat girtin
14:40 Dayika Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da
14:26 Wezîra Jinan a Afganistanê ji welat reviya
14:09 Li 4 bajaran daristan dişewitin
14:06 Ciwanê ku îltîca kir tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
14:03 Li Mersînê banga 1'ê Îlonê
13:33 Li Şirnexê tundiya zilam
13:21 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:51 Karsaza kurd Ferda Cemîloglû jiyana xwe ji dest da
12:21 Ji 8 kesên ku li Karazê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan
11:10 ‘Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin’
11:03 Parêzer li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:58 Amed xwe ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade dike
10:57 Ocalan: Divê 1'ê Îlonê bibe mîlada aştî û çareseriyê
10:01 Li Enqereyê jinek hat kuştin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 278'emîn de dewam dike
09:01 Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan
09:01 Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe
09:00 Dayîka Muhlîse Sîdar: Çi çek di destê keça min de nebûn