Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin, 211 nûçe hatin astengkirin

img

AMED - Li gorî rapora meha Tebaxê ya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, 5 rojnamevan hatin binçavkirin, ji bo 8 rojnamevanan re lêpirsîn hat destpêkirin, êrişî 8 rojnamevanan hat kirin û 6 malperên înternetê hatin astengkirin. 

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên ser rojnamevanan ku di meha Tebaxê de pêk hatin amade kiribû, aşkera kir. DFG’ê, diyar kir ku pirsgirêkên mezin ên li Tirkiyeyê di qada azadiya ramanê û çapemeniyê de tên jiyîn didomin û wiha got: “Em di meha Tebaxê de jî, dîsa bi pêkanînên azadiya çapemeniyê re rûbirû man. Em dibin şahidê binçavkirina rojnamevanan, astengkirina şopandina wan a nûçeyan, êrişên ser wan, dozên derbarê wan de tên vekirin û girtina wan. Bi van pêkanînan, rojnamevan tên rewşeke wisan ku nikaribin bixebitin.”
 
‘LIJNEYA SANSÛRÊ’
 
DFG’ê destnîşan kir ku Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê her tim nûçeyên ku rojnamevan çêdikin dişopînin û wiha berdewam kir: “Esas nûçe ji aliyê saziya ku weke lijneya sansurê dixebite ve tê şopandin, giliyê wan li dadgehan dikin û navên qadên ajansên nûçeyan bi navê ‘Parastina Pergala Cemaweriyê û Ewlehiya Neteweyî’ qanûneke eceb hêcet tê nîşandan û tên girtin." 
 
PAR 467 HEZAR Û 11 MALPER HATIN ASTENGKIRIN
 
DFG’ê di nav rapora xwe de qala daneyên “Rapora 2020’an a EngellîWeb” a Komeleya Azadiya Îfadeyê jî kir û dane wiha parve kirin: “Bi dawîbûna sala 2020’an 467 hezar û 11 malperên înternetê, bi 408 hezar û 808 biryarên cuda ên ji aliyê 764 saziyên cuda ve hatine dayîn, hatin astengkirin.” 
 
‘RTUK JI AZADIYA ÇAPEMENIYÊ RE DARBE YE’
 
DFG’ê di rapora xwe de cih da biryarên sansurê yên Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “RTUK’a nûçeyên têkildarî şewatên daristanan ên gelemperî welat cezakirin, berî ku ceza bide weke gefan li dezgehên weşanan bi xwe, daxwaza sansurê kiriye û cezayên ku bide beriya wê ragihandibû. Ev nêzîkatiya RTUK’ê darbeyeke aşkere ye ku li çapemeniya azad xistî.”
 
‘EM JI RASTIYAN TAVÎZ NADIN’
 
DFG’ê berdewama rapora xwe de ev tişt gotin: “Desthilat medyayeke ku gel veqetiyayî, ji tiştên qewimin re çavê xwe bigire, pesnê desthilatê bide û dengê muxalîfan di nûçeyên xwe de ci nedinê divê. Ji bo wan rojnamevanê meqbûl; kesê lekolîn û lêpirsînan neke, pirsgirêkên civakê neîne ziman e. Rojnamevanê ji van re dengê xwe bike û vê nêzîkatiyê qebûl neke jî divê were bêdengkirin. Lê divê ev baş were zanîn ku rojnamevanên wêrek ên ji heqîqetê tavîz nedin hene. Wê gotin û nivîsîna heqîqetê bidomînin. Vê rastiyê tu zext, zor û sansur nikarin biguherînin.”
 
DFG’ê binpêkirinên mafan ên di meha Tebaxê de pêk hatin wiha rêz kir: 
 
“* Rojnamevanên hatin binçavkirin: 5
 
* Rojnamevanên jiyana xwe ji dest dan: 1
 
* Rojnamevanên rastî êrişê hatin: 8
 
* Lêferzkirina gef û sîxurtiyê: 1
 
* Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyê hatin astengkirin: 9 bûyer
 
* Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hatin vekirin: 8 
 
* Rojnamevanên derbarê wan de doz hatin vekirin: 3
 
* Rojnamevanên hatin cezakirin: Ji 2 kesan re 10 sal 5 meh û 22 roj cezayê hefsê hat birîn
 
*Cezayên RTUK’ê: Ji 6 qenalan re 11 ceza
 
* Astengkirina ragihandinê ya înternetê: 211 nûçe û 6 malperên înternetê
 
* Rojnamevanên ji kar hatin avêtin: 51
 
* Rojnamevanên qertê wan yê çapemeniyê hatin betalkirin: 1
 
* Hejmara rojnamevanên girtî: 63
 

Sernavên din

03/09/2021
09:10 Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne
09:09 Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'!
09:08 Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin
09:00 ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2021'AN
08:54 Balafirên şer ên Tirk carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin
08:45 Mamosteyê Ma Muzîkê Guçmen hat binçavkirin
02/09/2021
21:37 Li Licê şewata daristanê
21:31 Li Bongilanê şewata daristanan derket
19:53 Artêşa Tirk gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir
17:55 Şewata li Bestayê didome
15:42 Li 3 bajaran şewat: Mudaxile kême
14:36 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:03 OHD: 9 roj in di binçavan de îşkence li Gurdegîr tê kirin
14:02 Di Tebaxê de 5 kolber hatin qetilkirin
13:18 Ferda Cemîloglu hat veşartin
13:14 AYM’ê daxwaza dirêjkirina demê ya HDP’ê qebûl kir
13:02 Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin, 211 nûçe hatin astengkirin
12:45 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê li kîjan welatî dijî?
12:44 Li Dersimê darên kevnar şewitîn
12:15 Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû
12:00 Hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştî ye
11:45 DYA’yê agirbest bi bîra Tirkiyê xist
11:42 Wî xemsariya di komkujiya Konyayê de yek bi yek vegot
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
13:08 Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin
13:01 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Bedlîsê şewat didome: Bi hezaran hektar qad şewitî
12:14 ‘Em qedexeyê nas nakin, em ê di 5’ê îlonê de li Bakirkoyê bin’
11:48 Şewata ku dîsa dest pê kir ber bi jîngehan ve belav dibe
11:42 Malbata Şenyaşar 177 roj in li edaletê digere
11:22 Jinên elewî: Yên dişewitin ne dar in em in
11:09 Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne
10:44 Şûreya Dewletê ne dewletê, bav û law bi qisûr dît
10:31 35 roj in agahî ji Axabigepûr ê ji aliyê Îranê ve hat binçavkirin nayê wergirtin
10:03 Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne
09:44 Li Cizîrê ciwanekî întîhar kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 279'emîn de dewam dike
09:04 Li Şirnexê talankirina daristanan: Devereke bidar nehêlin!
09:04 Şaredarî û DEDAŞ'ê tax û kûçe serobino kirin: Êdî em bêzar bûn
09:04 Tahmaz: Gava têkoşîna ji bo aştiyê di şertên giran de bê bilindkirin watedar dibe
09:04 Avahiyên kavilbûyî bûne navenda tiryakêşan
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2021'AN
08:15 Li Kerboranê du gund xistin bin karantînayê
31/08/2021
19:37 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:37 TJA’yê ji Ayşe Gokkan re sersaxî xwest
16:24 TJA: Qêrîna herî bihêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye
15:56 Gundiyan nehişt ku DEDAŞ trafoya wan rake
15:52 Platforma Jinên Kurd ji malbata Cemîloglû re sersaxî xwest
15:50 Baregeha leşkerî ya li herêma şewatê tê tehliyekirin
15:35 Wan ji mitînga 1'ê Îlonê re amade ye
15:09 Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe
14:59 Ahmet Tokay ê Hediye Tokay bi îşkenceyê qetil kir hat girtin
14:40 Dayika Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da
14:26 Wezîra Jinan a Afganistanê ji welat reviya
14:09 Li 4 bajaran daristan dişewitin
14:06 Ciwanê ku îltîca kir tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
14:03 Li Mersînê banga 1'ê Îlonê
13:33 Li Şirnexê tundiya zilam
13:21 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:51 Karsaza kurd Ferda Cemîloglû jiyana xwe ji dest da
12:21 Ji 8 kesên ku li Karazê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan
11:10 ‘Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin’
11:03 Parêzer li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:58 Amed xwe ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade dike
10:57 Ocalan: Divê 1'ê Îlonê bibe mîlada aştî û çareseriyê
10:01 Li Enqereyê jinek hat kuştin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 278'emîn de dewam dike
09:01 Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan
09:01 Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe
09:00 Dayîka Muhlîse Sîdar: Çi çek di destê keça min de nebûn