NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirk, li dijî gundê Barê yê Şengalê êrişeke hewayî pêk anî.
Êrişên Artêşa Tirk ên li dijî gelê êzidî didomin. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, balafireke bêmirov a Tirkiyeyê nuqteyeke Asayîşa Êzîdxanê ya li gundê Barê yê girêdayî bajaroka Xanesorê ya Şengalê bombebaran kiriye. Ji ber liv û tevgera balafiran li ser Şengalê berdewame, agahiyên zelal nikarin ji herêmê bê wergirtin.