Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne

img

MÊRDÎN - Dosya Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar ku beriya 28 salan li Êlihê hatibû qetilkirin bi demboriyê re rû bi rû ye. Hevjîna Sîncar Cîhan Sîncar, diyar kir ku hemû belge di arşîva dewletê de ne û dema ku bi kêrî wan bê dê mîna Dersimê derbixin holê.

Parlamenterê DEP'ê yê demê Mehmet Sîncar ku ji bo lêkolînkirina cînayeta faîl meçhûl a endamê Meclisa Partiya wan Habîp Kiliç ve Hîkmet Kiliç çêbû Êlihê, di 4'ê îlona 1993'an de li kuçeya Elma ya bajar bi rêveberê Rêxistina Bajar a DEP'ê ya Êlihê Metîn Ozdemîr re hat qetilkirin. Di ser qetilkirina Sîncar re 28 sal derbas bûn. Piştî cînayetên Wezîrên demê yên dewletê Necmettîn Cevherî û Mehmet Golhan gotibûn ku beyî ku 24 saet derbas bibin faîl hatine girtin. Bi heman rengî Serokwezîra demê Tansû Çîler jî ragihandibû ku faîl hatine girtin. Midurê Giştî yê Polisan ê demê Mehmet Agar ku niha navê wî weke "serokê dewleta kûr" derbas dibe jî ev daxuyanî, "Kar têk birin., Karê ku jê derkevin têk birin. Em hinek bêdeng bibin." dabû û negirtina faîlan ragihandibû. 
 
Piştî vê daxuyaniyê rayedarên hikûmetê ku girtina faîlan ragihandibûn derketibûn pêşberî qamereyan daxuyanidbûn ku faîl nehatine girtin. 
 
FAÎL DI RAPORA SÛSÛRLÛKÊ DE NE
 
Agahiyên derbarê cînayeta ku destpêkê Tûgaya Întîkamê ya Tirk (TÎT) li xwe girt de piştî 3 salan di qezaya trafîqê ku di 3'ê mijdara 1996'an de li navçeya Sûsûrlûkê ya Balikesîr pêk hat der derketin holê. Di rapora Sûsûrlûkê de derbarê cînayeta Sîncar de hurgiliyên balkêş cih girtin. Di raporê de hatibû destnîşankirin ku Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr ji aliyê Mahmût Yildirim ku bi qoda "Yeşîl" dihat nasîn û îttîrafkar Alaattîn Kanat, Îsmaîl Yeşîlmen û Mesût Mehmetoglû ve hatiye qetilkirin. Rexmî rapora ku radestî Serokwezîrê demê Mesût Yilmaz hat kirin jî heta niha ji damezrînerê JÎTEM'ê Mahmût Yildirim nehatiye girtin. 
 
JI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN BIRYARA BERDANÊ
 
Li gel navên ku di Rapora Sûsûrlûkê de cih girtin jî tenê weke faîl girtiyê Bîzbûllahê Cîhan Yildiz û Ejder Arpa yê firar ku qet nehat girtin hatin darizandin. Di darizandinê de cezayê muebbetê li Yildiz hat birîn û dosya Arpa jî hat cihêkirin. Pêwîst nehat dîtin ku derbarê kesên din de lêkolîn bê kirin. Daxwaza ji nû ve darizandinê ya parêzerê Yildiz jî di sala 2019'an de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat qebûlkirin û Yildiz hat berdan. Ji ber ku darizandin di 2'ê cotmeha 2019'an de careke din li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê destpê kir xetere heye ku dosya bikeve ber demboriyê. Beriya danişîna dawîn ku wê di 6'ê îlonê de bê dîtin malbat û parêzerên Sîncar daxuyanî dan û bal kişandin ser xetereya demboriyê û xwestin ku faîlên esil bên darizandin û cezakirin. 
 
BELGE DI ARŞÎVA DEWLETÊ DE NE
 
Hevjîna Sîncar Cîhan Sîncar ku ji roja destpêkê ya cînayetê li faîlan digere derbarê dozê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Cîhan Sîncar, diyar kir ku weke faîl gelek navên sexte danîne pêşiya wan û wiha got: "Êdî kurd ne ew kurdin dema Osmaniyan e ku bên xapandin. Rexmî ku hevjînê min parlamenter bû jî meclisê derbarê cinayeta wî de heta niha tu lêkolîn nekiriye. Bi cînayetê hat xwestin ku pêşî li kurdan bê girtin. Kujer ne kesek e, pergal e. Weke malbata wî em bi hevalên wî yên têkoşîn re hesabê wî dipirsin. Hemû belgeyên divê derkevin holê di arşîvên dewletê de cih digirin. Heke bixwazin wê rojekê derxin holê lê naxwazin. Dema ku bi kêrî wan bê wê weke Dersimê derbixin holê." 
 
ŞERMA MECLISÊ
 
Sîncar, da zanîn ku wê heta dawiyê hesab bipirsin û dernexistina faîlan a holê jî weke şermeza meclisê pênase kir û ev tişt anîn ziman: "Weke ya Mûsa Anter, Wedat Aydin û bi hezaran kurdên ku hatine qetilkirin dosyayê ji demboriyê re hiştine. Em milletek in, bi kuştinê nikarin me biqedînin. Em ê li xaka xwe bin. Hikumeta niha ji hikûmeta wê de betertir e. Wan kuşt, vana bi rengekî din dikujin. Naxazin ku gora kurdî mirî hebe da ku kes bi bîr neyne. Lê kurdan ne Şex Seîd ne Seyît Riza û ne jî bi hezaran kurdên qehreman ji bîr kiriye."
 
AKP'Ê SERÊ GIRT
 
Di berdewama axaftina xwe de Sîncar, destnîşan kir ku di sala 2004'an de bi destê AKP'ê qanûnên ku hatine derxistin pêvajoya sergirtina cînayeta Mehmet Sîncar û cînayetên mîna wê hatiye destpêkirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Hemûyan bi hev re kir. Li gorî wan herkes qehremanê dewletê ye. AKP'ê kurê Mehmet Agar li Xarpêtê kirine parlamenter. Niha jî Sedat Peker wan teşhîr dike. Li ser rantê şerê hev dikin. Em di ferqa her tiştî de ne. Ji ber vê me qebûl nekir. Sozê me ji yên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane re heye. Bedêla wê çi dibe bila bibe em ê xwedî derkevin û hesab bipirsin. Serê me bilind e. Heta ku em saxbin wê serê me bilind be."
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

06/09/2021
09:00 Malbata Yildirim: Yên ku zarokan di xew de dikujin wê li kolanê jî sax nehêlin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2021'AN
05/09/2021
21:55 Li Stenbolê 33 kes hatin binçavkirin
20:59 269 kesên din jî ji Kovid-19'ê mirin
19:34 Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin
19:26 Baroyên herêmê: Divê ji bo bûyera Mîroglu lêpirsînek adil were destpêkirin
18:33 Ji bo Mîhraç Mîroglu meşiyan: Ev kuştineke bi zanebûn e
17:39 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya ‘Mitînga Aştiyê’ kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
17:04 Di Şêwra Jinên Kurd de banga pêşîlêgirtina êrişan û sazkirina yekîtiyê hat kirin
16:55 Li Efrînê teqînek rû da
15:39 Parêzerên Aysel Tugluk daxuyanî dan
14:51 Cenazeyê girtiyê nexweş Çelebî hat veşartin
13:50 Gunay: Em ê bi mezinkirina HDP’ê bersiva şer û tecrîdê bidin
13:19 Di tebaxê de 11 jê zarok 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye
13:09 Axaftina bi telefonê li girtiyên bi koronayê ketine hat qedexekirin
13:09 HDP: Berpirsê mirina girtiyên nexweş îqtidar e
12:33 Şandeya CHP’ê li Hewlêrê ye
11:48 Malbata Şenyaşar: Ne li cem hêzê li cem mafdar cih bigirin
10:41 Leşkeran li cotkar û zarokên wî da
09:36 ‘Destûrê nadin em bi kurdî biaxivin’
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 283'yemîn de dewam dike
09:06 Cîranên malbata Mîroglu: Ewlehiya me û zarokên me tune ye
09:02 Emîne Çagirga: Her ku deriyê sarincê vedikim Cemîle tê bîra min
09:02 Li Rihayê jinek şoreşger: Bîrdariya cesaretê Lutfiye Gokkan
09:02 Xwendkarên Zanîngeha Bogazîçiyê meclîsa xwe ava dikin
09:01 Ûca: Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê bi biryara NATO'yê ne
09:00 Baroya Rihayê: Ziman rûmet, divê her kes xwedî rûmeta xwe derkeve
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2021'AN
04/09/2021
20:30 Di meha Tebaxê de 31 jin hatin qetilkirin
20:16 Ji Amedê banga aştiyê: Em guh bidin dengê li Îmraliyê
19:51 Girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
17:16 Girtiyê nexweş ê cezayê wî qediya nayê berdan
16:52 Miduriyê got ji bo mîtîngê 'polîs tuneye', lê bi hezaran polîs şandin daxuyaniyê
16:37 Li Sêrtê qezaya trafîqê
16:30 Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar li malbata Mîraç geriya
16:21 Danişîna Berdevka TJA’yê Gokkan di 13’ê îlonê de ye
16:13 Li Mêrdînê zilamê ku bi şert hat berdan hevjîna xwe qetil kir
16:07 Girtiyê nexweş Ayik ê rewşa wî giran dibe nayê berdan
16:06 Gergerlîoglû pirsa kujerên zarokên kurdan ên li ser kar kir
15:31 Xizmên Windayan piştî 158 hefteyan li pêş Bîrdariya Mafê Jînê hatin gelhev
15:09 Tedawiya girtiyê nexweş Alici tê astengkirin
14:44 Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
14:35 Xwişka Bîlgînê ku 27 sal berê hat windakirin: Em ê pêşiya vê dozê bernedin
13:31 Dayika Mîhraç: Min ji polîsan pirs nekir ku çima ev tişt anîne serê kurê min
13:03 Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê kir: Ev çerxeke çawa ye?
13:03 Ji ber di azmûnê de bi serneket întihar kir
12:39 Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin
11:09 Girtiyê nexweş Ozkan: Dewlet li benda cenazeyê min e
10:38 Bedêla nûçeyê: Ji 2 rojnamegeran 10 sal ceza û ji 4 rojnameran re jî doz
10:20 Li Tekîrdagê trênê li mînîbusê da: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
10:07 Uzum di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
09:53 Li Mêrdînê gundekî din jî xistin bin karantînayê
09:42 Zarokê ku wesayîta zirxî lê dabû hat veşartin
09:21 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 282'yemîn de dewam dike
09:20 Rapora ATK'ê ya hestiyên ku li Kerboranê hatibûn dîtin amedê bû
09:20 Serlêdana ji bo xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter didome
09:19 Berteka Çat a ji bo astengkirina wî: Ditirsin
09:19 Şûraya Dewletê qereqola ku li Dakyanûsê hat lêkirin rawestand
09:14 Li Cizîrê 6 sal e hiqûq tune ye
09:13 Dive karker li dijî karsazan dengê xwe derbixin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2021'AN
03/09/2021
22:35 HDP: Ne qeza qetilkirin e
20:07 Zarokê ku maşîneya zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da
19:57 MED-DER'ê sertîfîqayên kurdî da zarokan
19:40 Ayşe Gokkan ji bo şîna dayika wê li şûna gund birin navenda Rihayê
18:08 Li 6 nuqteyên Bestayê agir bi daristanan ket
17:58 Hevserokê HDP'a Kopê Can hat girtin
17:52 Doza 10'ê Cotmehê taloqî meha mijdarê bû
17:37 Walîtiya Mêrdînê salvegera qetilkirina Sîncar kir hinceta qedexeyê
16:57 Gurdegîr ê îşkence lê hat kirin û sê xwişk û birayên xwe hatin girtin
16:53 Şewata Bongilanê hat vemirandin
16:53 Endamê Meclîsa HDP’ê giliyê kesên ew revandin kir
16:45 Li Meletiyê di 4 salan de 867 serlêdanên ÇED’ê hatin kirin
16:31 Giliyê leşkerên ku penaberan avêtine ava çem hat kirin
15:52 ÎHD bi Gurdegîr re hevdîtin kir: Danîşanên îşkenceyê hene
15:30 Cenazeyê Dîcle Uzum dan malbatê
15:23 Wê îdianame ji 451 siyasetmedaran re were şandin
14:59 Malbat, wasî û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:59 Danişîna doza erdheja Îzmîrê dest pê kir
14:53 Hevserokê Meclîsa Mexmûrê Kaçan: NY hevkarê êrişan e
14:52 Genç: AKP bi xistina benda hilbajrtinê dixwaze ji MHP’ê xelas bibe
14:19 Kaplan: Divê perwerdehiya bi kurdî were destpêkirin
13:52 Jina ku got ‘min rizgar bikin’ û alîkarî xwest: Polîs jî di nava vî karî de ne
13:47 Li Karazê 3 kes hatin girtin
13:36 Danişîna Hevşaredara Geverê hat lidarxistin
13:29 Li Rihayê zarokek ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin
12:44 Şahidê Komkujiya 10’ê Cotmehê: Di hizûra leşker û îstîhbaratê de bi fermandarê DAIŞ’ê re axivîm
12:00 Hat îdiakirin ku jinekê hewl da xwe bikuje
11:20 Ji bo 21 sivîlên li Cizîrê hatin qetilkirin xwestin Komîsyona Lêkolînê were avakirin
11:16 Şewata li Çemê Roj hat vemirandin
11:16 Malbata Şenyaşar: Hûn bi paldana qral tenê pêvajoyê dirêj dikin
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 281'emîn de dewam dike
09:13 Polîtîkaya desthilatê ya penaberan: Razemeniya siyasî û mudaxaleya li demografiyê
09:13 Rêvebirên kampanya kurdî li hev dicivin
09:12 Avahiya ku bi 600 hezar TL'yî nehat temîrkirin bi milyon û 879 hezar TL hat temîrkirin
09:11 Serlêdanên akademiyên Ma Muzîkê dest pê kirin
09:11 Giliyê birîna darên Bestayê kirin: Destê xwe ji xwezaya me bikişînin
09:10 Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne
09:09 Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'!
09:08 Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin