ENQERE - Şandeyek CHP’ê serdana Hewlêrê kir û li gel nûnerên partiyên siyasî hevdîtinan pêk tîne.
Şandeyek bi serokatiya Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Oguz Kaan Salici serdana bajarê Hewlêrê dike. Serşêwirmendê Polîtîkaya Derve û Parlamenterê Stenbolê Unal Çevîkoz, Endamê Meclîsa Partiyê Nevaf Bîlek, Prof. Dr. Mehmet Hasan Eken û Enver Omur Polat di şandeyê de cih digirin. Li gorî agahiyên ku Buroya Çapemeniyê ya CHP’ê belav kiriye; şandeya CHP’ê li Hewlêrê serdana Rêveberiya Hikumeta Herêma Kurdistanê û nûner û serokên Partiya Demokrata Kurdistan (PDK), Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistan (KYB), Tevgera Goran û êzidiyan wê bike û hevdîtinê pêk bîne.