AMED - Mehdîn Tekîn ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D dimîne, got tevî ku testên wan ên vîrusa koronayê negatîf derketine jî 15 rojan qedexeya hevdîtinê jê re hatiye dayîn.
Mehdîn Tekîn ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D dimîne, bi rêya telefonê bi keç xwe Têkoşîn Tekîn re axivî û ji keça xwe re ragihand ku qedexeya hevdîtinê li wan hatiye sepandin. Tekîn diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi hinceta vîrûsa koronayê (Kovîd-19) rê nade wan ku biçin hevdîtinên girtî û got: "Girtiyek ku testa wî pozitîf derketiye xistine odeya karantînayê. Ji ber vê testa hemû girtiyan kirin. Tevî test hat kirin jî û encam negatîf derketin jî 15 rojan qedexeya hevdîtina dan girtiyan. Hefteyek berê, ji ber qedexeyê me nekarî hevdîtinê bikin. Bi hinceta karantînayê mafê dîtina girtî nayê dayîn. Ev muameleya kêfî û xemsarî ye.”