Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, di roja 286'emîn de, li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 265'emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 248'emîn de dewam dikin. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 50'yemîn, di roja 286'emîn de berdewam dike. Ji 14'ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê. 
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 265’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 265'emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 248'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 248'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

09/09/2021
11:52 Dosyeya Ayla Akat Ata bi dosyeya Kobanê re kirin yek
10:58 Dayikên Aştiyê: Her kesê xwedî wijdan dive xwedî li edaletê derkeve
10:33 Li Emîne Şenyaşar a ku li edaletê digere doz hat vekirin!
10:30 Li Çiyayê Gabarê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:10 Bavê ku çavê wî nabînin 3 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe
09:23 Piştî sê salan doz li du HDP’iyan hat vekirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 287'emîn de dewam dike
09:02 Şaredariya AKP’î îhaleya 21 mîlyonî da fîrmaya serokê xwe
09:02 Di konên rêxistinên sivîl de her roj 200 kes derzî dibin
09:01 Cihê bazarê ji kurdan girt, da xizmên xwe
09:01 Şeniyên taxa ku Mîroglu lê hat qetilkirin: Giliyên me hatin paşguhkirin
09:00 Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla
09:00 Prof.Dr. Ozgen: Polîtîkayên bêrehm ên dewletan li ser xetên sînor didomin
09:00 Li Girtîgeha Bandirmayê zext zêde dibin
09:00 Welatiyên Amedê: Em li kuçeyên xwe maşîneyên zirxî naxwazin
09:00 ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2021'AN
08/09/2021
19:41 Malbata Mîraç Mîroglu îfade da
16:56 Muzîkjenê kurd Guçmen hat berdan
15:45 Jinên Şirnexî bang li jinên cîhanê kirin: Li cem Emîne Şenyaşarê bin
15:41 Li Cudî şewat derket
15:33 Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
14:42 Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
13:23 Wezîrê rûs dema tetbîqatê jiyana xwe ji dest da
12:27 Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye
12:13 Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin
12:04 Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike
11:23 NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
11:13 Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
11:10 Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
11:05 Li Nisêbînê du gund xistin bin karantînayê
10:29 ‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’
10:28 Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike
09:10 Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin
09:01 Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
09:01 Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e
09:01 Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan
09:01 Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
09:01 Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin
09:01 Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN
07/09/2021
20:52 274 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin
16:14 Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer!
16:13 Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
15:56 Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in!
15:40 Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye
15:32 Li Çewligê du jinan întîhar kir
14:57 Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Hevşaredar Bûl ji doza 'hevserokatiyê' beraet bû
13:59 Kuştina Cemîle ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:54 HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike
13:15 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
12:53 Emîne Şenyaşar: Ev zilm wê heta kengê bidome?
12:10 Pirtûkan nadin girtiyan
11:58 Ji ber stran û govenda kurdî ceza li girtiyên jin hat birîn
10:56 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
10:56 Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin
10:41 Pîroglu: Wêne bêçaretiya dewletê ye
10:27 Guven têkildarî Komkujiya Konyayê nameyek şand
10:18 Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 285'emîn de dewam dike
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir
09:00 Li Rihayê di rojekê de zarokek û jinek hatin kuştin, du jin jî hewl dan xwe bikujin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 284'emîn de dewam dike
09:00 Di kuştina karsazê li Nisêbînê de ‘çetebûn’ hat piştguhkirin