Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin

img

ŞIRNEX - Hezexiyan bertek nîşanî berdana polisê kujerê Mîraç Mîroglû dan û gotin ku bi berdanê re kujer hatiye xelatkirin û ji ber maşîneyên zirxî zarokên nikarin derkevin kuçeyan. 

 
Di 3'ê îlonê de li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê, wesayîteke zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglû qelibî û ew qetil kir. Serdozgeriya Komarê ya Hezexê, derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin û piştî 3 rojan îfadeyê polîsê kujer girtibû û ew berdabû. Hezexiyan bertek nîşanî berdana kujerê Mîraç dan û gotin ku bi vê biryarê polîsê kujer hatiye xelatkirin.
 
'HAT XELATKIRIN' 
 
Ji welatiyan Mûzeyyen Înan, diyar kir ku li şûna ku kujer bê cezakirin bi berdana kujer re malbata Mîraç hatiye cezakirin û wiha axivî:" Weke jin û dayik em vê biryarê şermezar dikin. Zarokek 7 salî bi vî rengî bê kuştin û dû re bê berdan cihê rûreşiyê ye. Lê ev zarok bû. Divê kujer hatibûna girtin. Ji ber maşîneyên zirxî zarokên me nikarin derkevin derve. Ev kolan ji bo ku zarok têde bilîzin hene. Ji ber maşineyên zirxî em zarokên xwe dikin hûndir û heta êvarê hûndirê malê de dimînin. Jixwe ev kesên ku dibin sedemê mirina zarokên me jî nayên girtin. Zanebûn wisa dikin. Zarokan, malbatan ditirsînin.Ev kesên ku dibin sedema mirina zarokan tên xelatkirin. Ev kes ji peyvirê nayên avêtin. Tenê cihê van kesan tê guhertin. Em qebûl nakin. Ew dozgerê ku ev polîs berdayî jî wîjdana wî tune ye." 
 
'EM VÊ BIRYARÊ QEBÛL NAKIN' 
 
Endama Meclîsa HDP'ê ya Giştî Elfesya Nas jî diyar kir ku heta kujerê Mîraç neyê cezakirin ew ê nesekinin û ev tişt got:" Biryara ku hatiye dayîn şaş e. Kesê ku bûye sedemê mirina zarokek 7 salî nehat binçavkirin û ne jî hat girtin. Serbest hat berdan û şandin malê. Ev ne tişteke însanî ye. Li ser vê biryarê gotin namîne ku mirov bibêje. Mirov çawa şîrove bike kêm dimîne. Gotin jê re hindik e. Heta niha bi sedan bûyerên wisa çêbûn. Kesên ku dibin sedema van bûyera cihê peyvira wan diguherînin û dişînin bajarên xweştir. Ji xwe bi çaveke 'terorîst' li me dinêrin. Dilê me êşandin. Dilê me evqas dişewite xwedê dizane yê diya wî çiqas dişewite. Em vê biryarê qebûl nakin û heta ku tê cezakirin em ê çalakiyên xwe bidomînin." 
 
'EM Ê NEHÊLIN BÛYER BÊ WINDAKIRIN' 
 
Hevserokê HDP'ê yê Hezexê Yasîn Oztaş jî da zanîn ku bi salan e bi heman şêwazî navçe tê rêveberin û diyar kir ku biryara berdana polîsê kujer helwesta dewletê careke din daye nîşandam û wiha got:" Heta niha li ku derê bûyerên wisa qewimîbin ji wan re tu ceza nayê birîn. Ev kes ji aliyê dewletê û dadgehê ve tên parastin. Em dikarin bibêjin ku ev kes tên xelatkirin. Ev zarok bi awayeke vekirî hat qetilkirin, ne tişteke veşartî bû. Di dawiyê de çibû? Hat îfadeyê xwe da û hat berdan. Ev tê wê wateyê ku jê re dibêjin,' te qenc kir û eferim ji te re' Ev biryar bi rêbazeke din nayê pênasekirin. Kesê ku hatî qetilkirin kurd bû ji ber wê hat qetilkirin gelo? Em weke rêxistina Hezexê wê şopdarê vê bûyerê bin. Qasî ku ji destê me bê em ê nehêlin ku bûyer bê windakirin." 
 
'HESAB JI KUJERÊN ZAROKÊN KURDAN NAYÊ PIRSÎN' 
 
Hevşaredara Hezexê ya HDP'ê ku qeyûm tayînî şûna we hatiye kirin Songûl Erdem jî bi lêv kir ku dewletê navçeyê kiriye qereqol û berteka xwe wiha anî ziman: "Piştî qedexeyan navçe wêran bû. Ji zarokê 7 salî û heta 70'ê salî kes nikare di kolanê de bimeşe. Nabêjin ev ciwan e, ev kal e, ev zarok e.  Çi be dide ser. Navçeya me jixwe hemû kirine qereqol û navenda tendûristiya me jî weguherandine qereqolê. Gel ji van qereqolan bibertek e. Gel dibêje ku bila qereqolên xwe ji nav bajarên me derbixin ku ve diçin bila biçin. Hesab ji kujerên zarokên vî gelî nayê pirsin. Jê re gotin,' Here roja dûşemê were îfade bide' Divê hesab ji wî bê pirsin û divê ev kujer bê dadgehkirin. Ji ber ku em kurd in wisa dikin. Çima li rojavayê Tirkiyeyê bûyerên wisa naqewimin. Çima zarokên kurd tên kuştin. Ev ne qedera me ye. Em ê her tim li gel malbata xwe cih bigirin. Çawa wîjdana wî kujerî rehete ku hatiye berdan." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

09/09/2021
11:52 Dosyeya Ayla Akat Ata bi dosyeya Kobanê re kirin yek
10:58 Dayikên Aştiyê: Her kesê xwedî wijdan dive xwedî li edaletê derkeve
10:33 Li Emîne Şenyaşar a ku li edaletê digere doz hat vekirin!
10:30 Li Çiyayê Gabarê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:10 Bavê ku çavê wî nabînin 3 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe
09:23 Piştî sê salan doz li du HDP’iyan hat vekirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 287'emîn de dewam dike
09:02 Şaredariya AKP’î îhaleya 21 mîlyonî da fîrmaya serokê xwe
09:02 Di konên rêxistinên sivîl de her roj 200 kes derzî dibin
09:01 Cihê bazarê ji kurdan girt, da xizmên xwe
09:01 Şeniyên taxa ku Mîroglu lê hat qetilkirin: Giliyên me hatin paşguhkirin
09:00 Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla
09:00 Prof.Dr. Ozgen: Polîtîkayên bêrehm ên dewletan li ser xetên sînor didomin
09:00 Li Girtîgeha Bandirmayê zext zêde dibin
09:00 Welatiyên Amedê: Em li kuçeyên xwe maşîneyên zirxî naxwazin
09:00 ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2021'AN
08/09/2021
19:41 Malbata Mîraç Mîroglu îfade da
16:56 Muzîkjenê kurd Guçmen hat berdan
15:45 Jinên Şirnexî bang li jinên cîhanê kirin: Li cem Emîne Şenyaşarê bin
15:41 Li Cudî şewat derket
15:33 Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
14:42 Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
13:23 Wezîrê rûs dema tetbîqatê jiyana xwe ji dest da
12:27 Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye
12:13 Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin
12:04 Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike
11:23 NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
11:13 Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
11:10 Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
11:05 Li Nisêbînê du gund xistin bin karantînayê
10:29 ‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’
10:28 Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike
09:10 Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin
09:01 Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
09:01 Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e
09:01 Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan
09:01 Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
09:01 Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin
09:01 Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN
07/09/2021
20:52 274 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin
16:14 Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer!
16:13 Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
15:56 Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in!
15:40 Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye
15:32 Li Çewligê du jinan întîhar kir
14:57 Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Hevşaredar Bûl ji doza 'hevserokatiyê' beraet bû
13:59 Kuştina Cemîle ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:54 HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike
13:15 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
12:53 Emîne Şenyaşar: Ev zilm wê heta kengê bidome?
12:10 Pirtûkan nadin girtiyan
11:58 Ji ber stran û govenda kurdî ceza li girtiyên jin hat birîn
10:56 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
10:56 Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin
10:41 Pîroglu: Wêne bêçaretiya dewletê ye
10:27 Guven têkildarî Komkujiya Konyayê nameyek şand
10:18 Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 285'emîn de dewam dike
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir
09:00 Li Rihayê di rojekê de zarokek û jinek hatin kuştin, du jin jî hewl dan xwe bikujin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 284'emîn de dewam dike
09:00 Di kuştina karsazê li Nisêbînê de ‘çetebûn’ hat piştguhkirin