Prof.Dr. Ozgen: Polîtîkayên bêrehm ên dewletan li ser xetên sînor didomin

img
WAN - Zanista Civakî Dr. Neşe Ozgen, diyar kir ku lêkirina dîwarên li ser xeta sînor, parçeyeke polîtîkayên bêmirovkirinê ye û got: “Polîtîkayên bêrehm ên dewlatan li ser xetên sînor dewam dikin.” 
 
Zanista Civakî Prof. Dr. Neşe Ozgen a bi salane li ser xetên sînoran li qadê xebatan bi rêve dibe, dîwarên li ser sînorên Îran, Iraq û Rojava yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên lêkirin, xendekên tên vekirin û awayên tundî yên dewlet bi rêyên sinoran pêş dixin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.
 
AWAYÊ PÊŞXISTINA TUNDIYÊ YE
 
Ozgen, bal kişand ser sînorên Tirkiyeyê yên  ji salên 1950’an û vir de dest pê dikin ku bibin  sînorên maddî û wiha axivî: “Têlên li ser sînoran tên dayîn,  qereqolên tên çêkirin, kontrolên herêmên derbasbûnê û qadên bi mayîn mînakên herî ber bi çavin. Bi rastî, bi bayên neolîberalîzmê re di salên 1990’an de, sînor hem hatin bilindkirin û hem jî neqanûnîbûna wan zêde bûn. Bi vî awayî em hîn zêdetir li ser sînoran axivîn. Niha jî sînorên materyal pir bilind û hişk bûne. Êdî ev rewş bandorê li ser mirovên herêmên hûndirin dike.” 
 
XETA ÊRIŞÊ YA SINORAN
 
Ozgen,  bi bîr xist ku Tirkiye di sala 1938’an de dest bi xêzkirina sînorên ber bi çav kir û wiha got: “Îro ferqa sînoran ew ku sînor çiqas bêrehm bûne. Di vê rewşê de, pirsa ku divê bê pirsîn eve, gelo çima sînor her tim weke aciz, bi kîn û dije mirin li ber çavên me tên zindîkirin.  Ji ber ku ew der xetek sore. Lê ev sorbûn, soriya xwîn û hêrsbûnê ye. Sorbûyîna tundiyê ye. Divê bê zanîn ku,  sînor her tim weke xeta parastinê tê nîşandan. Lê niha weke xeta tundiyê tên bilindkirin.  
 
 
BÊREHMÎ DEWAM DIKE
 
Ozgen, da zanîn ku li ser sînoran, polîtîkayên bêrehm ên dewletan dewam dikin û wiha pê de çû: “Pêdivî heye ku mirov li ser bêwijdanî, bêsînor, bêhesab, bêkontrol û xedariya dewletan a li ser sînoran nîqaş bike. Divê mirov vê rewşê ji zimanê hestan derbixe, bi zimanê polîtîk û aboriyê binirxîne. Welatî di nava polîtîkayên dewletan ên bêrehem de, tên pelixandin. Me gelek caran dît ku welatî di navbera sînoran de dimînin. Ev welatî bi rojan li ser sînoran birçî û tî dimînin. Di nava şert û mercên xerab re derbas dibin. Ji vê yekê re tê gotin ku bêrehmiya dewletê. Ev bîrdozî û dijberiyekê ava dike. Ev jî bi demê re vediguhere bîrdoziya bingehîn a polîtîkayên netewî û cudakariyê.”
 
ÇAVTIRSANDINA CIVAKÊ
 
Ozgen, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dîwarên li ser sînorên Îranê tên lêkirin, li hemberî hemû kesên dengê xwe li dijî desthilatdariyê bilind dikin tên çêkirin. Dîwarên ku hûn li wê derê lê dikin, neyên Kurdan, Tirkmenan û Tirkane.  Ew bingeha bîrdoziya cudakarî, marjînal û her ku diçe zêde meşrû dik, li dijî hemû hewldanên alternatîf ku hewl didin dengê xwe bilind bikin e. Ev sînor ne tenê çavtirsandina mirovên li herêmê dijîne, ev sînor li dijî hemû civaka Tirkiyeyê çavtirsandine.” 
 
ARMANC DÛRXISTINA KURDANE
 
Ozgen, dest nîşan kir ku bi dîwarên li ser sînoran lê dikin, dixwazin Kurdên li  çar parçeyan dijîn ji hev dûr bixin û wiha bilêv kir: “Bi van dîwaran dixwazin ji hev cuda bikin. Bi rastî, pirsgirêka çar perçeyan ji mijarek stratejîk wêdetir, mijarek têkoşînê ye. Teşeya dewletê, avaniya îdarî, rejîmên sînor, avahiya sosyo-çandî, rejîm û formên peymanê, dîroka berxwedan û hevgirtina her cihekê ku çar parçe têne binav kirin ji hev pir cuda ne. Binesazî, dîrok û tecrûbeyên Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat ji hev pir cuda ne. Di nava erdên gundên li ser xetên sînor de gulandina xendekan, lêkirina dîwaran û gund kiran qadên eskeran, dişibe polîtîkayên salên 1990’an ên li Colemêrgê bi rêve birin. Wê demê  li Colemêrgê, gund kirin qereqol, nêzî gundan baregehên eskerî hatin lêkirin û piştr herêm bi giştî bêmirov kirin. Dûre jî welatiyên wê derê kirin cerdevan.”
 
HELWESTA LI DIJÎ SÎNORAN GIRÎNGE 
 
Dr. Ozgen, anî ziman ku girîng e mirov li dijî  van sînoran helwestek çawa nîşan bidin û wiha bi dawî kir: “Di vê em li helwesta mirovan baş mêze bikin ku dê çawan li dijî van polîtîkayan derkevin. Niha li vê derê li ser sînor dîwarek tê lêkirin. Ev dîwar tenê li dijî Kurdan û çend koman nayin lêkirin. Armanca lêkirina dîwarên sînoran, çavtirsandina mirovane.”
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

09/09/2021
11:52 Dosyeya Ayla Akat Ata bi dosyeya Kobanê re kirin yek
10:58 Dayikên Aştiyê: Her kesê xwedî wijdan dive xwedî li edaletê derkeve
10:33 Li Emîne Şenyaşar a ku li edaletê digere doz hat vekirin!
10:30 Li Çiyayê Gabarê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:10 Bavê ku çavê wî nabînin 3 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe
09:23 Piştî sê salan doz li du HDP’iyan hat vekirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 287'emîn de dewam dike
09:02 Şaredariya AKP’î îhaleya 21 mîlyonî da fîrmaya serokê xwe
09:02 Di konên rêxistinên sivîl de her roj 200 kes derzî dibin
09:01 Cihê bazarê ji kurdan girt, da xizmên xwe
09:01 Şeniyên taxa ku Mîroglu lê hat qetilkirin: Giliyên me hatin paşguhkirin
09:00 Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla
09:00 Prof.Dr. Ozgen: Polîtîkayên bêrehm ên dewletan li ser xetên sînor didomin
09:00 Li Girtîgeha Bandirmayê zext zêde dibin
09:00 Welatiyên Amedê: Em li kuçeyên xwe maşîneyên zirxî naxwazin
09:00 ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2021'AN
08/09/2021
19:41 Malbata Mîraç Mîroglu îfade da
16:56 Muzîkjenê kurd Guçmen hat berdan
15:45 Jinên Şirnexî bang li jinên cîhanê kirin: Li cem Emîne Şenyaşarê bin
15:41 Li Cudî şewat derket
15:33 Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
14:42 Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
13:23 Wezîrê rûs dema tetbîqatê jiyana xwe ji dest da
12:27 Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye
12:13 Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin
12:04 Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike
11:23 NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
11:13 Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
11:10 Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
11:05 Li Nisêbînê du gund xistin bin karantînayê
10:29 ‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’
10:28 Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike
09:10 Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin
09:01 Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
09:01 Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e
09:01 Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan
09:01 Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
09:01 Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin
09:01 Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN
07/09/2021
20:52 274 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin
16:14 Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer!
16:13 Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
15:56 Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in!
15:40 Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye
15:32 Li Çewligê du jinan întîhar kir
14:57 Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Hevşaredar Bûl ji doza 'hevserokatiyê' beraet bû
13:59 Kuştina Cemîle ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:54 HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike
13:15 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
12:53 Emîne Şenyaşar: Ev zilm wê heta kengê bidome?
12:10 Pirtûkan nadin girtiyan
11:58 Ji ber stran û govenda kurdî ceza li girtiyên jin hat birîn
10:56 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
10:56 Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin
10:41 Pîroglu: Wêne bêçaretiya dewletê ye
10:27 Guven têkildarî Komkujiya Konyayê nameyek şand
10:18 Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 285'emîn de dewam dike
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir
09:00 Li Rihayê di rojekê de zarokek û jinek hatin kuştin, du jin jî hewl dan xwe bikujin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 284'emîn de dewam dike
09:00 Di kuştina karsazê li Nisêbînê de ‘çetebûn’ hat piştguhkirin