ŞIRNEX - Leşker û polîsan li navçeya Elkê bi ser malan de girtin û 8 kes binçav kirin.
Leşker û polîsan di saetên serê sibê de li navend, gundên Çeman, Bêrman û Bîşî yên bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve bi ser malan de girtin û 8 kes binçav kirin. Kesên ku sedemê binçavkirina wan nehat zanîn birin Qereqola Cendirmeyan a Elkê.
Ji 8 kesên hatin binçavkirin navê 6 kesan wiha ye: Kemal Adiyaman, Fevzî Temel, Emîn Berk, Midur Ecer, Îdrîs Ûce, Îbrahîm Kiliç