Ji bo îşkenceyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da

  • rojane
  • 09:08 10 Îlon 2021
  • |
img

HATAY - Ferhat Demîrbaş ê ku 2 sal berê li Girtîgeha Osmaniyeyê rastî muameleya xerab hat, piştî lêpirsîna li dijî gardiyanan bêencam ma serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Ferhat Demîrbaş ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Osmaniyeyê ji aliyê gardiyan û bijîşk ve rastî muameleya xerab hatibû bi navbeynkariya parêzerên xwe gilî kiribû, lê lêpirsîna hatibû destpêkirin,  bi dawî bû. Piştre parêzerên Demîrbaş ji ber binpêkirinên "mafê serlêdana bi bandor", "mafê darizandina adîlane",  "mafê gihîştina tenduristiyê",  “îhlalkirina  qedexekirina muameleya xerab û îşkenceyê" serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan.
 
BIRYARA KOPÎ BIKE  
 
Demîrbaş  di 18'ê Îlona 2018'an de, bertek nîşanî derpkirina hevalekê xwe yê qawîşê da. Gardiyenan li ser vê yekê Demîrtaş birin odeya sunger derp kirin. Demîrtaş ê birin revîrê ji aliyê bijîşk ve hat derpkirin û gef li wî hat xwarin. Demîrbaş, bi riya parêzerên xwe, der barê karmendên  cemaweriyê yên ku di heman rojê de li wî xistin, serî li Serdozgeriyê da. Dozger serlêdan li şûna "îşkenceyê" wekî "birîndar" nirxand û piştî 2 salan biryara "neşopandinê" da. Balkêş bû ku di her du biryaran de jî daxuyaniyên bi vî rengî hebûn. Li ser îtirazê, 1'emîn Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya Osmaniye biryar da ku "lêkolîn bêkêmasî hatiye kirin" û  biryara nedarizandinê di 19'ê Adara 2020'an de rakir. 
 
'MAFÊ GIHIŞTINA TENDÛRISTIYÊ MAFEK MAKEQANÛNÎ YE'
 
Parêzer Mehtap Sert  derbarê serlêdana xwe ya Dadgeha Destûra Bingehîn de, diyar kir ku, Demîrbaş hem ji aliyê gardiyanan,  hem jî ji aliyê bijîşkê nexweşxaneyê ve rastî muameleya xerab hatiye û berpirsiyar bê ceza mane. Sert di daxwaznameya xwe de ev tişt anî ziman: "Muwekîlê min pêşî ji aliyê gardiyanan û piştre jî bijîşk û gardiyanên li Girtîgeha Osmaniyeyê rastî lêdanê hat. Ji ber ku dozgerê girtîgehê di dema îfadeya xwe de got wî şîdeta fîzîkî dît, muwekîlê min şand girtîgeha Tîpa T ya Kayseriyê. Me ew qebûl kir ji ber ku em ji ewlehiya wî ditirsiyan. Dozgeriyê pêşî biryar neşopandinê da. Li ser îtîraza me, wî ew ji dozgeriyê re şand da ku li ser mijarên wendayî lêkolînê bike. Lêbelê, dozgeriyê heman biryar da bêyî ku sedemên paşvekişandinê li ber çavan bê girtin. Dadgeha Cezayê ya Sulhê îtîraza me ya nû ya li dijî biryara neşopandinê, red kir. Mafê gihîştina tenduristiyê mafek makeqanûnî ye. Bijîşkê girtîgehê ne tenê mafê gihîştina lênihêrîna tenduristiyê asteng kir, her wiha şîdeta fîzîkî jî bikar anî. Li girtîgehê Karmendên ku ewlehiyê digirin îşkenceya heta mirinê bi kar aniye. Tevî hemû delîlan jî, polîtîkaya neşopandinê vê îşkenceya li girtîgehan meşrû kir."
 
MA / Hamdullah Yagîz Kesen
 

Sernavên din

12/09/2021
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir
16:43 Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
15:54 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû
15:54 Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome
15:44 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome
15:10 Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir
14:01 Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin
13:17 Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan
13:07 Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
13:06 Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
12:10 Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn
11:56 HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
11:42 Malbata Şenyaşar: Desthilata we mehkûmê têkçûnê ye
11:32 Rêveberê ÎHD'ê hat binçavkirin
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da
10:14 Tûrnûvaya Ozan Yildiz bi dawî bû
09:14 Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin
09:13 TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike
09:12 Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin
09:11 Keça girtiyê nexweş Kirtay: Li mala me rewşa şînê heye
09:02 Bi ‘qawîşên edlî’ girtiyan tehdît dikin
09:01 Demîr Çelîk: Ji bo çareseriyê divê pêşiya Ocalan bê vekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Li Mêrdînê şeva dengbêjan
11/09/2021
19:12 Li ser deriyê malbatek Kurd nivîsa nijadperest
16:42 Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê
16:26 Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir
15:57 Îşkence li girtiyê nexweş Polat kirin
15:33 Ji bo girtiyên nexweşên giran Kiliç û Bîlîcî banga berdanê hat kirin
14:52 Wê li Sêrtê şahiya ‘Dema Azadiyê’ were lidarxistin
14:27 Li Enqereyê Hevseroka HDP’ê hat revandin: Tu yê çavê xwe li Cerablûsê vekî
14:21 ‘Ocalan dengê azadî û çareseriyê ye’
14:06 Li 9 gundên qedexe lê hat ragihandin şewat derket
13:46 Li çoltera Hawêlê agir bi daristanê ket
13:45 Xizmên Windayan: Divê edalet pêk were û şîna me bi dawî bibe
13:44 Dayikên Şemiyê: Darbeya 12’ê Îlonê ku şerma dîrokê ye berdewam dike
12:42 Li Îdlîbê 2 esker hatin kuştin
12:03 Malbata Şenyaşar: Helbet wê ev zilm li cihekî bisekine
11:56 Ava bendavê kêm bû û hestî derketin
11:46 Endamên Meclîsa HDP civiyan: Rêxistinkirina gel şert e
11:33 Duh li dijî 12’ê Îlonê îro jî li dijî tecrîdê li ber xwe dide
11:18 TJA’yê ji bo Ayşe Gokkan banga piştevaniyê kir
10:06 Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan Aysel Tûglûk
09:52 Parêzerê doza helîkopterê: Dixwazin bi dirêjkirina demê delîlan reş bikin
09:52 Li Qoserê 200 dar kirin qurbana asfaltê
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 289'emîn de dewam dike
09:11 Birayê Servet Tûrgût: Ji ber ku em Kurd in ev zilm û neheqî li me dibe
09:09 ‘Qeyûm parçeyek Plana Hilweşandinê ye’
09:08 Kizil ê di 12’ê Îlonê de li Hejmara 5'an girtîbû: Têkoşînê ez li ser piyan hiştim
09:06 Qezenca esnafan ji sedî 20’an daketiye ji sedî 2’yan
09:04 Amedî: Wê daxistina benda hilbijartinê jî Tifaqa Cûmhûr xelas neke
09:02 Tirkiye dixwaze penaberên Efxan li gundên vala kirine bicih bike!
09:00 Astengiya li pêşiya aştiyê: Pergala înfaza Îmraliyê
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2021'AN
10/09/2021
17:03 Li Wanê xwendekarek hat girtin
16:57 Kesê ji doza malbata Dîrîl girtibû hat berdan
16:10 Li ser derenca dibistanê 'Ya tirkî biaxive ya jî bêdeng be' hat nivîsandin
15:25 Komkujiya 10'ê Cotmehê di meha 71'emîn de ye
15:04 Biryara grevê bi buroya AFP'ê ya Tirkiyeyê ve hat daleqandin
14:50 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî fihûş û tiryakê kampanya da destpêkirin
14:39 Dozger xwest kujerê Mîroglû bê girtin lê dadgehê ew berda
14:12 Mîraçê biçûk ku bisiklêta wî dabeşî 3 parçeyan bû ‘biqisûr’ hat dîtin!
13:51 Bi angaşta ku 'heqaret' li Soylû kiriye Emîne Şenyaşar îfade da
13:33 Li Girtîgeha Amedê ya Zarokan tundî li zarokên girtî hatiye kirin
12:34 Bûldan: Wê jin bibin xwediyê herî bi hêz ê deklarasyonê
12:05 Herêma ku balafirên şer bomberbaran kir 4 roj in dişewite
10:20 Piştî şerê li Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin
10:18 Gelek rêveber û endamên ESP’ê hatin binçavkirin
10:01 Sê girtiyên nexweş di qawişa ku cihê bêhnvedanê nîne de tên girtin
09:58 Emîne Şenyaşar wê kujerên malbata xwe ji dozger û dadgeran bipirse!
09:23 Qeyûm li Qoserê nîvê şevê dar birîn
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 288'emîn de dewam dike
09:21 Prz. Emekçî: Di kesayeta Ocalan de Tirkiyê tecrîd dikin
09:20 Dosyeya lêpirsîna du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin salek e veşartî ye
09:20 3 dozên wesayîtên zirxî: Yek revandin, yek sekinandin, yek jî astengkirin
09:09 Cenazeyê ku 450 gram maye 127 roj in nadin malbatê
09:08 Ji bo îşkenceyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da
09:07 Rêxistinên Sivîl ên Amedê ji bo hilbijartina pêşwext çi dibêjin?
09:07 Di dosyeya ku dadgeha eskerî girtibû de, Tirkiye hat mehkûmkirin
09:06 Hinceta nû ya girtinê: Ji ber ku Colemêrg di navbera du sînoran de ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2021'AN
09/09/2021
20:17 Danişîna hevserokên HDP’î hat dîtin
16:27 Li Qoserê gundekî din jî xistin bin karantînayê
16:20 Şebekeya avê ya MARSÛ’yê dîsa xera bû
16:19 Ajokarê TIR’ê yê di bin bar de ma jiyana xwe ji dest da
16:17 Xelkê Fîskayayê li dijî hilweşandinê civiyan
15:21 Rapora ÎHD’ê ya maşîneyên zirxî: 22 jê zarok 42 kesan jiyana xwe ji dest dane
15:12 Keskîn a ku polisan tundî lê kiribû: Em ê serî netewînin
15:11 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:08 Ferît Şenyaşar: Divê doz ne li me li kesên komkujî pêk anîne were vekirin
14:28 Li Elkê 8 kes hatin binçavkirin
13:40 Daxwaza girtina bersûcê îstîsmara zayendî hat redkirin
13:35 Ji mutehîtan biryara boykotê: Lêkirina avahiyan rawestiya
13:35 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:17 Îranê herêmên Biradost û Balekayetî bombebaran kir
12:41 Li Licê gengeşiya DEDAŞ'ê
12:10 Ji ber nexweşiya hebxuriyan 15 rojan têketina sewalan a Dihê hat qedexekirin
12:05 Hunermendê gelê xwe: Yilmaz Guney