‘Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin’

  • rojane
  • 10:20 6 Cotmeh 2021
  • |
img

RIHA - Hevserokê HDP’ê yê Xelfetiyê Abdullah Çîftçî, da zanîn ku polîs ji kesên li navçeyê tên binçavkirin re dibêjin, “Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin.”

 
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê zextên polîsan ên ser endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) her ku diçe zêde dibin. Kesên xwe weke polîsan didin nasîn û bi nimreyên telefonê yên cuda digerin, HDP’iyan bi daxwaza ‘çay vexwarinê’ gazî miduriyeta polîsan dikin. Polîsên ku piştî serdanên Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê gef li esnafan xwarin, daliqandina alan ya bi kargehan ve li esnafan ferz kirin.
 
DI BIN ÇAVAN DE BAZAR KIRIN
 
HDP’iyên ku bi hêceta lêpirsînên cuda her tim tên binçavkirin, bi lêv kirin ku polîsan di bin çavan de bazar bi wan re kirine. HDP’iyên ji ber ewlehiyê nexwestin navên xwe aşkere bikin, anîn ziman ku polîsan di bin çavan de bi berdela berdana wan xwestine ku ew “Avahiya HDP’ê bidin ber keviran, ji rêveberan re xeberan bêjin û li pêş avahiya partiyê konan vedin.”
 
HERÊMA PÎLOT: XELFETÎ
 
Hevserokê HDP’ê yê Xelfetiyê Abdulah Çîftçî, diyar kir ku ev pêkanîn perçeyekî “Plana Çokdanînê” ye û wiha got: “Xelfetî di vê çarçoveyê de weke herêma pîlot hat hilbijartin. Zext her ku diçe zêdetir dibin. Pêkanîneke taybet se hilbijêrên HDP’ê pêk tînin. Heke malbateke HDP’î alîkariyê bigire an jî karmendek di mala wan de hebe, ser wê yekê gefan li malbatê dixwin. Ji bo ku neyên HDP’ê li gelek malbatan gef hat xwarin. Em kengî ji bo xebateke hilbijartinê derkevin bi pêkanînên keyfî yên polîsan re rûbirû dimînin. Her roj li pêş avahiya me ya navçeyê 2-3 wesayîtên polîsan ên sivîl disekinin. Herkesê ku tên partiyê tên fîşkirin. Herkesê ku ji avahiya me derdikeve ji GBT’ê re derbas dikin pişt re hin kesên cuda li malbatan digerin û gefan li wan dixwin. Li gelek kesan bi gotina ‘li xwe miqate be’ gefan dixwin.” 
 
POLÎS: EM Ê BI AWAYEKÎ DIN LI HEV BIKIN
 
Çîftçî, bi lêv kir ku ji bo xebatên rêxistinkirinê yên HDP’ê li navçeyê asteng bikin serî li gelek rêbazan didin û wiha berdewam kir: “Van rojên dawî ev pêkanîn zêdetir bûn. Polîsan gef li esnafên ku hefteya borî me serdana wan kirin, xwarine. Polîsan wêneyê her esnafê ku me serdana wan kirin, kişandin. Li cem me tiliya xwe hejandin û gef xwarin. Piştî ku em ji wir veqetiyan çûne gef li esnafan xwarine. Beriya 3 rojan jî 3-4 polîsên sivîl hatin avahiya me. Ji me re gotin ‘Me bihîstiye ku wê mevanên we werin, kî ne ev. Hûn ji bo çay vexwarinê çima gazî me nakin, hûn çima nayên çaya me venaxwin. Dema we civînek li vir li dar xist hewce ye hûn me agahdar bikin.’ Çarçoveyeke qanûnan heye. Min jî ji wan re got em ne mecbûr in ji we re bêjin mêvanên me hene, li ser vê yekê amire polîsan bi gotina ‘Bi vî awayî nebe, em ê bi awayekî din li hev bikin’ gef xwarin.”
 
FERZKIRINA ‘KON VEDANÊ’
 
Çîftçî, da zanîn ku li navçeyê polîsan zext li gelek kesan kirine ku êrişî partiyê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîsan ji gelek kesên tên binçavkirin re bi berdela berdana wan xwestine ku ew ‘Avahiya HDP’ê bidin ber keviran, ji rêveberan re xeberan bêjin û li pêş avahiya partiyê konan vedin.’ Li hin malbatan ferz dikin ku li pêş avahiya partiya me konan vedin. Hin malbatan ev yek ji me re vegotin, hin malbat jî ji vegotinê jî ditirsin. Li Xelfetiyê herkes ji van pêkanînên polîsan aciz in.”
 
‘WÊ PLANA ÇOKDANÎNÊ SERNEKEVE’
 
Çîftçî, bi lêv kir ku wê “Plana Çokdanînê” bi sernekeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wê ev pêkanînên ne qanûnî winda bikin. Divê gelê me li dijî van zextan xwedî li partiya xwe derkeve. Ev konsepta çokdanînê qelsbûna desthilatê dide nîşandan. Bi pêkanînên ne qanûnî nikarin xwe xelas bikin.”
 
‘WERE ÇAYEKE ME VEXWE’
 
Rêveberê HDP’ê yê navçeyê Cemal Guzel jî diyar kir ku polîs bi nimreyên cuda lê digerin wî aciz dikin û bi lêv kir ku kesên li wî digerin ji bo ‘çay vexwarinê’ ew vexwendine miduriyeta polîsan. Guzel, anî ziman ku meha Hezîranê li derveyî bajêr bû, piştî vegerê dîsa lêgerîn zêde bûne û wiha got: “Kesên li min geriyan ewilî gotin ‘were miduriyeta polîsan çayeke me vexwe’. Min jî ji wan re got ez nayêm hûn werin kargeha min. Di rojekê de 3 caran geriyan, min dîsa ji wan re got werin kargeha min. Lê nehatin.” 
 
‘EM TU CAR SIXURTIYÊ QEBÛL NAKIN’
 
Guzel, da zanîn ku HDP’iyan beriya 3 rojan ji çar polîsên sivîl ên hatin partiya wan re tiştên hatine serê wan vegotine û wiha axivî: “Polîsekî ku di nava wan de gotiye ‘ew kesê geriya ez im, em çûn cihê kargeha wî lê ji ber hundir qelebalix bû em neketin hundir’. Kesekî ku polîs çima li cem hin kesan naxwaze bi min re biaxive? Ji ber pêkanînên wan ji derveyî qanûnan e nikarin werin. Li derdora min kî hebe polîs pirsa min ji wan dikin û ji min dûr dixin. Em li dijî van pêkanînan serî natewînin. Em dizanin çima bi israr me gazî miduriyeta polîsan dikin û ji wan re wiha dibêjin, em tu car ferzkirina sixurtiyê qebûl nakin. Dest ji vê siyaseta qirêj berdin hûn nikarin me têk bibin.”
 
MA / Emrûlah Acar - Ferhat Çelîk
 
 

Sernavên din

09/10/2021
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin
16:18 Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî
16:17 HDP’iyên ku PDK’ê ew binçav kiribûn hatin berdan
16:07 Di doza Hevşaredarên Pasûrê de kes girtî nema
16:04 Di lêpirsîna malbata Dîrîl de Apro Dîrîl careke din hat girtin
15:17 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
15:13 AATUHAY-DER: Wezareta Dadê sûc dike
15:07 Danişîna doza rojnamevan Kayar hat taloqkirin
15:06 Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir
14:24 Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
11:33 Piştî bombebarana Tirkiyeyê li Amediyê şewat derket
10:51 Salaz: Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in
10:43 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
10:40 Dolmîşa karkeran qeza kir: Kesek mir û 16 kes birîndar bûn
10:39 Şopa ku Ocalan di 66 rojan de li pey xwe hişt 23 sal in hêj winda nebûye
10:15 Li Girtîgeha Kirikkalê nêzî 100 girtî hatin sewqkirin
09:42 Operasyona li Bestayê dewam dike
09:35 Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin
09:26 Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin
09:05 'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin'
09:02 ‘Em ê bi kongreyê bibin bersiva zextên desthilatê’
09:02 Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin
09:02 Ji ber 'cezayên dîsîplînê' yên 10 sal berê berdana wî 6 salan hat taloqkirin
09:02 Îsal halê îsotê ne tu hal e!
09:02 Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'AN
06/10/2021
17:05 Jinên siyasetmedar ku Mûsa Orhan şermezar kiribûn hatin beraetkirin
16:17 Kesên ku xwe weke ‘polîs’ dan nasîn Savaş û Bariş revandin
16:03 Ciwanê HDP’yî: Polîsan xwest min bikin sîxur
15:41 Jinan ji bo mitînga Amedê dest bi amadekariyan kirin
15:41 Li Farqînê hejmara binçavkirinan derket 13’an
15:36 6 sal cezayê hefsê li siyasetvan Çûr hat birîn
15:09 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî hatin sewqkirin
15:02 Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê
14:53 Dozger 15 sal cezayê hefsê ji Hevseroka MEBYA-DER'ê re xwest
14:39 Li Wanê mamosteyekî 3 zarok tacîz kirin
14:38 Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike
13:42 Rêvebera MEBYA-DER’ê hat beraetkirin
13:10 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
13:09 Tundiya zilam: Keça xwe ya 14 salî bi giranî birîndar kir
13:05 Derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîna ‘Qesrê’ hat destpêkirin
12:50 Di Îlonê de 175 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:49 Dozger xwest faîlê tacîzê were beraetkirin
12:22 Di wesayîta Serokê AKP’ê de cixareyên qaçax û sîleh hatin girtin
12:21 Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin
11:54 Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye
11:49 Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:01 Têkoşîn bi ser ket û pêşengên komployê jî tune bûn
10:20 ‘Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin’
09:19 Hestên xwe bi keviran nexş dike
09:12 Bi bûyerên Kobanê HDP'ê hedef girtin: Hewl didin bigirin
09:05 'Pênûsa wêrek a Ersoz berpisiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê me'
09:04 Miduriyeta daristanan nikare mudaxaleyî birîna daran bike!
09:03 Sînorê Kobanê nerehete!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'AN
08:49 Li Stenbolê nêzî 200 karkerên kaxizan berhev dikin hatin binçavkirin