Têkoşîn bi ser ket û pêşengên komployê jî tune bûn

img

STENBOL - Komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de li Sûriyeyê dest pê kir. Li Sûriyeya ku komploya li dijî Ocalan dest pê kir, niha bi raman û bîrdoziya Ocalan bi hêza xwe jiyanek nû ava kirin. Îqtidarên ku pêşengiya komployê kirin yek bi yek tune bûn.  

 
Erdnîgariya Rojhilata Navîn di her serdema dîrokê de ji aliyê hevsengiyên siyasî, çandî û aborî ve bûye yek ji herêmên herî girîng ên cîhanê. Rojhilata Navîn ku wek cihê ji dayikbûna mirovahiyê tê qebûlkirin û di navenda geşedanên navneteweyî de ye, ji ber hevrikiya hegemonîk a hêzên kapîtalîst-mêtinger bi şer û pevçûnan re têdikoşe. Ne şer û ne jî pevçûn li Rojhilata Navîn bi dawî nehatin, Piştî ku yekem nûveya pergala şaristaniya kapîtalîst bi dewletên rahîp ên Sumer re hatin danîn liv ê erdnîgariyê şer qet bi dawî nebû. Yên ku ji bo azadiya civakê têkoşiyan û rêberî ji civakê re kirin jî para xwe ji şer û pevçûnan girtin. 
 
HÊZA KOMPLOYÊ DI DEWRÊ DE YE 
 
Bêguman, Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO), ku di sala 1949’an de bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hat damezrandin, ji bo tunekirina civaka rêxistinkirî û rêberê wan hedef bigirin ev rêxistin hat avakirin. NATO, ku bi armanca "parastinê" li dijî Yekîtiya Sovyetê hat damezrandin û piştî şerê sar, bû rêxistina "êrişê", her cûre hêzên şoreşger û azadîxwaz heta îro weke xeterî dît. Ji bo ku ev "xetere" ji holê rabe, NATO bi gelemperî bi stratejiya "veqetandina serî ji laş" tevdigere. Ji van komployên ku NATO’yê heta îro pêk aniye ya herî berfireh û kûr li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku gelê kurd wî wekî “Rêber” qebûl dikin hat pêşxistin. 
 
PÊVAJOYA KOMPLOYÊ
 
Pêvajoya komployê ya ku zêdeyî 40 dewlet û rêxistinên îstîxbaratê bi pêşengiya DYA û Îsraîlê de cih girtin, bi zexta li ser Serokdewletê Sûriyeyê yê wê demê Hafiz Esad re ket meriyetê. Ev zexta ku li ser ferzkirina Tirkiyeyê ya "tasfiyekirina PKK" pêk hat encam da û Ocalan ê ku hêzên kapîtalîst wî ji xwe re wek “xetere” didîtin di 9ê Cotmeha 1998’an de destûr ji wî re hat dayîn ku ji axa Sûriyê derkeve. 
 
Komploya ku Serokê DYA’yê yê wê demê Bill Clinton îmze kir û xist meriyetê, armanca wê tunekirina Ocalan û tasfiyekirina PKKê bû. Li gorî planê, wê destûr nehata dayîn ku Ocalan bikeve Yewnanistanê û wê wî li hewayê tinebikirina. Ji bo vê yekê, hukûmetên Misrê û Yewnanistanê yên wê serdemê ew bi aktîfî bikar anîn. Lê belê ev plan pûç bû dema ku Ocalan ji Yewnanistanê çû Rûsyayê. Piştî ku Ocalan ji Sûriyê derket, wî di navbera Yewnanistan, Rûsya, Îtalyayê, Rûsya, Kirgizistan, Rûsya, Yewnanîstan û Belarûsê birin û anîn. Van hêzên serdest herî dawî Ocalan li Kenyayê tengav kirin û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyê hat kirin. 
 
'HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’ 
 
Bi radestkirina Ocalan re, Kurdên ku erdnîgariya wan piştî Peymana Lozanê bûbû 4 parçe, careke din hewl hat dayîn ku di bin qirkirina asîmîlasyon û îmhayê de bên girtin. Lê belê helwesta Ocalan a di pêvajoya komployê de û bertekên ku piştî wê derketin holê ev pêvajo pûç kir. Komploya li dijî Ocalan ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li şûna tercîha "çiya" ji bo li Ewropayê çareser bike çûna derveyî welat tercîh kir. Komploya li dijî Ocalan pêk hat li hemû cîhanê bi çalakiyên cihê hat protestokirin. Kurd û dostên wan ji roja destpêkê ya komployê ve daketin qadan û her cih bi navê "Hûn nikarin roja me tarî bikin" kirin qada çalakiyê. Dilsozî û piştevaniya ji Ocalan re hat nîşandan, bersiva herî xurt a li dijî pûçkirina komployê bû. 
 
BERXWEDANA OCALAN 
 
Hewldanên Ocalan ên li dijî komployê, derxist holê ku kurd ji qirkirinê bi zirara herî kêm hatine rizgakirin. Ocalan bi ramanên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê ku bi rola xwe ya dîrokî radibe berdewam dike, piştî komploya 9’ê Cotmehê 22 sal in Ocalan bi tecrîdek giran re rûbirû maye. Fikrên Ocalan ên li ser pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û alternatîfên ku wî danî holê, hem bersiva herî mezin a li dijî komployê bûn û hem jî nîşan dan ku cîhanek nû mumkun e. 
 
KÎ BI SER KET?
 
Fikrên Ocalan ku komploya li Girtîgeha Îmraliyê pûç kir, kir ku bi salan li gelek cihan jiyaneke nû derkeve holê. Niştecihên Kampa Mexmûrê û Şengalê ku li dijî nîzama kapîtalîst fikrên Ocalan ên modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk pejirandin, pergalek ku xwe bi xwe bi rê ve bibin ava kirin. Rêxistinbûyîn û pergala ku bi pêşengiya jin û ciwanan hat avakirin, niha li ser bingeha jiyana komînal berdewam dike. Şêniyên Şengal û Mexmûrê bi hêzên xwe yên li gorî fikrên Ocalan pergala xwe ava kirin û êrişên DAIŞ’ê ya ku dixwest Kurdistan û bajarên Rojhilata Navîn bixe bin kontrola xwe şikandin û vê hêza rêxistinkirî kir ku ew êriş werin şikandin û hat dîtin ku ew hêz dikare axa xwe biparêze. 
 
LI CIHÊ KU KOMPLOYÊ DEST PÊ KIR, RAMANÊN OCALAN BI SER KETIN 
 
Li Sûriyeyê (Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyê) ku gavên yekemîn ên komployê hatin avêtin, pêşengtî û ramanên Ocalan roj bi roj li wir xurtir bûn. Di serî de hêzên ku piştî şerê navxweyî yê ku di sala 2011'an de li Sûriyeyê dest pê kir û di serê wan hêzên dikaribûn li ser piya bimînin gelên ku fikrên Ocalan pejirandin bûn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku piranî Kurd lê dijîn, pergal ango rêxistinek xweser hatiye avakirin û gelên li vir dijîn ji şerê navxweyî vir ve bi tena serê xwe dijîn û xwe bi xwe bi rê ve dibin. Bi taybetî berxwedana li dijî DAIŞ’ê ya li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê hat dayîn, ne tenê li erdnîgariya kurdan, li tevahiya cîhanê bandoreke mezin li ser însanan kir û ruh û lehengiya keç û xortên kurdan ên li Kobanê kir ku ji aliyên cîhanê şoreşger biherikin Kobanê. Şoreşgerên ku ji çar aliyên cîhanê herikîn Kobanê, di eniyên şer de cihê xwe girtin û beşdarî refên berxwedanê bûn. Berxwedana Kobanê di heman demê de bû destpêka dawiya DAIŞ’ê ya li dijî mirovahiyê sûcên mezin kir. Ji ber vê çendê hêzên emperyalîst ên tevlî pêvajoya komployê li dijî Ocalan bûbûn, neçar man hevkarî û piştgiriya kurdan û şoreşgeran bikin. 
 
YÊN KU NIKARIN ÇARESER BIKIN TÊK DIÇIN 
 
Kurdên parçeyên din ên ku dixwestin di şexsê Ocalan de bi komployekê tasfiye bibin, di vê qonaxa heyî de jî xurt bûne. Dema ku tevgera kurd di vê heyama 23 salan de mezin bû, pirsgirêka kurd êdî derbasî qada navneteweyî bû. Gelek hikûmetên ku nikarin pirsgirêka kurd di vê heyama 23 salan de çareser bikin û ew hêz û îqtidarên destê wan di nava tevna komployê de hebû ew yek bi yek têk çûn û navê wan jî nayê bibîranîn. Hikûmeta AKP'ê ku 19 sal in li ser desthilatdariyê ye, mîna hikûmetên berê di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dike. Îqtidara AKP'ê û hevkarê wê MHP plan dikin ku bi operasyonan kurdan tasfiye bikin, ew hewl didin bi tecrîdê têkiliya Ocalan bi cîhana derve re qut bikin. Lê belê, ev rewş krîza li welêt kûrtir dike û wê dikişîne rewşeke ber bi têkçûnê ve. Hêzên kurd û dostên wan diyar dikin ku derketina ji tarîtiya welat rakirina tecrîdê, azadkirina Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd mumkun e. 
 
JI PÊNÛSA OCALAN KOMPLO
 
Di dema ku bi ser komployê re 23 sal derbas dibe de, nirxandinên berê yên Ocalan ên li ser komployê hîna jî derbasdar in. Nirxandina Ocalan a weke “Komploya li ser min, ne tenê li dijî Kurdan, di heman demê de li dijî Tirkan jî hatiye kirin. Awayê teslîm kirina min û armanca kesên di vir de rol lîstin, ew bû ku terorê bi dawî nekin û çareseriyê pêş nekin. Ji ber vê bingeha dubendiya hebû kurtir kirin” rewşa niha ya welat bi awayeke bi baş radixe ber çavan.
 
Ocalan di sala 2003’yan de, di parastina xwe ya pêşkêşî Dadgeha Cezayê Giran a Atînayê kir de, wiha  behsa pêvajoya komployê û rizgariya welat dike: “Hêzên hegemon ên pergala-cîhana kompitalîst Îngîltere û DYA ku dixwazin li Rojhilata Navîna li ser hemû dewlemendiyên binerd û sererd, petrol, civakan û rêveberiyên wê serweriyê bikin, ji paşerojê bigirin heya roja me ya îro, dewlet, civak, rêxistin û kesayetên hevkariya van polîtîkayên wan qebûl nakin, îmha û tesfiye dikin. Vê yekê her tim weke rêbazekê bi kar anîn tînin. 
 
Em ji destpêkê ve li Rojhilata Navîn, Ji ber ku em di xeta xwe ya serxwebûn û azadîxwaz a ji bo gelan de israr dikin, em bûne hedefa van polîtîkayên tasfiye û komployan. Hîna em li Şamê bûn, Îngîlterê û DYA’yê balyozên xwe şandin. Ji me xwestin ku em li gorî polîtîkayên wan ên li Rojhilata Navîn tevbigerin, ger em berevajî vê yekê tevbigerin wê me tesfiye bikin. Min pêşniyara wan a hevkariyê red kir. Min ji wan re got ku em ê dev ji xeta xwe azadîxwaz û serbixwe ya ji bo gelan bernedin. Dûre Talabanî hat gel min û got, 'Ocalan, te çi kir, te xwe xist belayê!' Wî ji min xwest ku ez biryara xwe ji nû ve binirxînim û hewl da min qane bike ku bi van hêzan re bikevim nava hevkariyê. Lê min ev pêşniyar red kir. Ji ber ku min gor, ‘Ez mirovek pîvanê me, xwedî xeteke ji bo gela me, ez şervanekî azadiyê me ku utopya wekheviya azadiyê ya hezaran salan a gelan temsîl dikime û ezê nebim şervanê tu kesî’ derbarê min de biryara vê komploya tesfiye kirinê dan. Hesap kirin ku bi tesfiyeya min PKK’ê bê serî bihêlin.
 
OPERASYONA BI XWE VE GIRÊDAN
 
Biryara tesfiye yê, berî sala 1998’an ji aliyê DYA, Îngîltere û Îsraîlê ve hat girtin. Ji ber ku ev biryar ne qanûnîn bû, gav bi gav bi destê Gladîoya NATO ve hat bicih anîn. Bi operasyonên mîna Gladioyê, her tim xwestin Tirkiyeyê bi xwe ve bidin girêdan. Dîsa di 9’ê Nîsana 1996’an de, hevdîtinek veşartî di navbera Serokê Yûnanîstan Kostas Sîmîttîs û Serokê DYA’yê Bîl Clînton de, li Qesra Spî pêk tê. Girtekên vê hevdîtinê dûre di çapemeniyê de hatin servîskirin. Derket holê ku di vê hevdîtinê de, li ser min bazar hatiye kirin. Min li qada Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, nêzî 20 salên xwe derbas kirin. Min gelek xebat û têkiliyên bê hejmar kirin. Pêşketinên pir girîng ên dîrokî derketin holê. Lê belê, dorpêça leşkerî, siyasî û dîplomatîk a DYA-NATO-Îsraîl û Tirkiyê ya li ser Sûriyeyê, di 9'ê Cotmeha 1998'an de gihîşt lûtkeyê.
 
PLANA BI KURD-TIRKAN DANA WINDA KIRIN
 
Tişta ku min dixwest di balafirê de, dema ewil çavê min hat vekirin bêjim ev bû: ‘Ev serkeftin ne ya we ye. Kesên ku dibêjin em dostên wene, rast nêz nabin. Dixwazin vê lîstikê li her du aliyan jî bilîzin. Min tu carî dijminantiya Tirkbûnê nekiriye. Ji aliyê dayikê ve, girêdana min xwînê heye. Aştî û wekhevî jî, tekane rêya rast e. Ji vir û şûnde ezê têkoşîna xwe li ser vî esasî bi rêve bibim.’ Bi rastî, helwesta min a yekem ew bû ku heya dawiyê ne axivim.
 
Yekser eşkere bû ku helwesta min a neaxivînê wê komployê wekî xwe bidomîne. Ji bo ku komploya li ser mirina min hat avakirin,  bi awayekê baş vebêjim û pûç bikim, diviya ez bijîm. Ev ya herî rast bû. Her tişt li gorî mirina min hatibû amadekirin. Bi komployê, ez weke pakêtekî ji hewa de pêşkêşî şovenîzma Tirk kirim. Bi vê yekê lîstikek tam a sedsala 20’an a 'li qada Romê bi şêr bidin xwarin' hatibû amadekirin. Bi mirina min xwestin ku bi Tirkiyê û Kurdan bidin winda kirin. Bi vê komployê xwestin ku şerê bi salan dewam bike, pêş bixin. Yek ji îxaneta herî mezin a sedsalê, dema ku hîna jî xwe wekî heval û azadîxwaz dihesiband; Xwediyên tevgera herî çewisandî û qehreman wê bi awayekî hovane bên rûxandin û jibîrkirin.
 
PERGALA ÎMRALIYÊ
 
Pergala/cîhan kapitalîstê, bi taybetî pergala Îmraliyê ji bo min ava kir. Xwestin bi vê vîna min qels bikin, min birizînin û teslîm bigirin. Ji ber vê di nava gefa darvekirinê de, li hawîrdorek pir şil ku bi demê re tenduristiya min xirab bibe, tecrîd; carinan rêbazên îşkenceya fîzîkî û bi gelemperî psîkolojîk dihatin bikar anîn. Min xwest bi mînakan vebêjim. Li vê girtîgehê, hiqûqa navneteweyî û qanûnên Tirkiyeyê tuneye. Girtîgeha Îmraliyê hem bi şert û mercên lê heyî, hem bi jî pêkanên dij hiqûqê, weke Guantanamoya yekemîn xistin dewrê. Ji destpêka vê pêvajoyê ve DYA, Îngîlter û Îsraîlê rol girtin. Ez herî dawî bi hevkariya Gladîoya NATO, CIA, MOSSAD, MI6, MÎT’a Tirk û îstîxbara Yûnan hatim revandin û teslîmî Tirkiyê kirim. Ev rastiyek aşkere ye.”
 
EZ MEHKUMÊ KOMPLOYÊ ME
 
Îxaneta ewil li Moskovayê dest pê kir, ya duyemîn li Romayê pêk hat, li dijî lîstikên kapîtalîzmê min dest ji rûmeta xwe berneda. Îxaneta sêyemîn li Atînayê pêk hat, li dijî îxaneta dostaniyê zimanê min lal bû, felç bûm! Îxaneta çaremin li Naîrobiyê pêk hat; Teslîmî Tirkiyeya ku bi cezayê darvekirinê li min digeriyan hatim kirin. Di encama ‘komploya çar mixan’ de ez xistim Girtîgeha Îmraliyê ya yek kesî û li benda mirina min man. Ji ber vê yekê ez ne mehkumê Tirkiyeyê, mehkumê komploya navnetewî me. 
 
MODERNITEYA DEMOKRATÎK 
 
Bi pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê ya ku min li Îmraliyê pêş xist re, min planên wan ên tunekirinê pûç kirin. Cezayê bidarvekirinê hat rakirin, lê heya mirinê, ez ê di 'korîdora mirinê' de di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de bimînim, gav bi gav ber bi mirinê ve diçim. Ev statuya ku ez hîn jî tê de me, bi pêkanînên tecrîdê tên domandin. Di van şert û mercan de jî, ez ê bikaribim bi pergala cîhana modernîteya demokratîk a ku min li hember pergala modernîteya kapîtalîst a komploger alternatîf derxistiye holê, bi parêznameyên xwe bibim bersiv. Bi vî awayî vala derxistin, teşhîr û ronîkirina wê pêk hatibû. Lê ez da di pratîkê de hewldanên xwe yên jib o aştî û çareseriyeke demokratîk bidomînim. 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KOMPLOYÊ 
 
Li dijî lîstikên ser me û Tirkiyeyê tên lîstin me hewl da ku hişmendiya parastina meşrû û xeta hiqûqa demokratîk bidin rûniştandin. Ez di vê bingehê de kurdan vedixwînim yekitiyê, hêzê û axaftinê. Divê kurd ne bi fikirîna min bi fikirîna xwe komployê baş bixwînin û hesaba wê bipirsin. Hûn di nava lîstikekê de ne divê hûn di hişmendiya vê de bin. Komplo ne tenê ji bo PKK’ê ji bo hemû kurdan girîng e. Yê ku dil pê were şewitandin ne ez im gelê me ye; yê ku were parastin ne mafê kesekî (yê Ocalan e) ye mafê kolektif yê gelê me ye. Peywîra şênber a herkesê heye. Ne ji bo ez wisa dixwazim, divê ji bo peywîrên azadî û welatparêziyê were xebitîn. 
 
Girîngiya jiyana fîzîkî nîne, ji xwe saet bi saet roj bi roj em dimirin. Lê ji bo welat; xwesteka min a êvîna jiyana azad a li Tirkiye, Mezopotamya û Kurdistanê heye. Ez hewl didim ku bi vê evîna jiyana azad bi derfetên kêm, komploya navnetewî ya dîrokî ronî bikim û bi xeta aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk vala derxînim. Em bi komployeke dîrokî re rûbirû ne. Yekane rêya pûçkirina komployê, tevî hemû hewldanên dijminatiyê, pêşxistina yekîtiya demokratîk a gelan e.
 
Ez bi vê wesîleyê bang li rewşenbîrên welat dikim: Em demokrasiya ku ji hêla hegemoniya kapîtalîst ve bi yekdestdariya rola maskeyê ve tê yekdestdar kirin, ji lîstikbûnê der bixin. Em ser esasên jiyaneke bi rûmet û esasen hevrebûna bi rûmet ava bikin. Min jibo aştiya li ser bingeha çareseriya demokratîk ku dikeve ser milê min pêk anî, ez we vedixwînim ku hûn jî berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bînin. Li dijî lîstikên navnetewî em dikarin encax li ser vê bingehê ji amûrbûnê xwe xelas bikin.”
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

09/10/2021
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin
16:18 Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî
16:17 HDP’iyên ku PDK’ê ew binçav kiribûn hatin berdan
16:07 Di doza Hevşaredarên Pasûrê de kes girtî nema
16:04 Di lêpirsîna malbata Dîrîl de Apro Dîrîl careke din hat girtin
15:17 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
15:13 AATUHAY-DER: Wezareta Dadê sûc dike
15:07 Danişîna doza rojnamevan Kayar hat taloqkirin
15:06 Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir
14:24 Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
11:33 Piştî bombebarana Tirkiyeyê li Amediyê şewat derket
10:51 Salaz: Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in
10:43 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
10:40 Dolmîşa karkeran qeza kir: Kesek mir û 16 kes birîndar bûn
10:39 Şopa ku Ocalan di 66 rojan de li pey xwe hişt 23 sal in hêj winda nebûye
10:15 Li Girtîgeha Kirikkalê nêzî 100 girtî hatin sewqkirin
09:42 Operasyona li Bestayê dewam dike
09:35 Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin
09:26 Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin
09:05 'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin'
09:02 ‘Em ê bi kongreyê bibin bersiva zextên desthilatê’
09:02 Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin
09:02 Ji ber 'cezayên dîsîplînê' yên 10 sal berê berdana wî 6 salan hat taloqkirin
09:02 Îsal halê îsotê ne tu hal e!
09:02 Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'AN
06/10/2021
17:05 Jinên siyasetmedar ku Mûsa Orhan şermezar kiribûn hatin beraetkirin
16:17 Kesên ku xwe weke ‘polîs’ dan nasîn Savaş û Bariş revandin
16:03 Ciwanê HDP’yî: Polîsan xwest min bikin sîxur
15:41 Jinan ji bo mitînga Amedê dest bi amadekariyan kirin
15:41 Li Farqînê hejmara binçavkirinan derket 13’an
15:36 6 sal cezayê hefsê li siyasetvan Çûr hat birîn
15:09 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî hatin sewqkirin
15:02 Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê
14:53 Dozger 15 sal cezayê hefsê ji Hevseroka MEBYA-DER'ê re xwest
14:39 Li Wanê mamosteyekî 3 zarok tacîz kirin
14:38 Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike
13:42 Rêvebera MEBYA-DER’ê hat beraetkirin
13:10 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
13:09 Tundiya zilam: Keça xwe ya 14 salî bi giranî birîndar kir
13:05 Derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîna ‘Qesrê’ hat destpêkirin
12:50 Di Îlonê de 175 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:49 Dozger xwest faîlê tacîzê were beraetkirin
12:22 Di wesayîta Serokê AKP’ê de cixareyên qaçax û sîleh hatin girtin
12:21 Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin
11:54 Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye
11:49 Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:01 Têkoşîn bi ser ket û pêşengên komployê jî tune bûn
10:20 ‘Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin’
09:19 Hestên xwe bi keviran nexş dike
09:12 Bi bûyerên Kobanê HDP'ê hedef girtin: Hewl didin bigirin
09:05 'Pênûsa wêrek a Ersoz berpisiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê me'
09:04 Miduriyeta daristanan nikare mudaxaleyî birîna daran bike!
09:03 Sînorê Kobanê nerehete!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'AN
08:49 Li Stenbolê nêzî 200 karkerên kaxizan berhev dikin hatin binçavkirin