ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê polîsan bi ser malan de girtin û 3 kes binçav kirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di seatên sibehê de polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de polîsan Pinar Kuramî, Alî Tunç û Cengîz Hadîoğlu binçav kirin.
Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Her wiha hat ragihandin ku dibe hejmara kesên binçavkirî zêde bibe.
Li aliyê din duh jî li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê polisan bi ser malan de girtibûn û 12 kes binçav kiribûn. Kesên binçavkirî li Midûriyeta Polîsan a Silopyayê tên ragirtin.