Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin

  • rojane
  • 09:02 7 Cotmeh 2021
  • |
img
RIHA - Dema DAIŞ'ê êriş birin ser Kobanê, ji kesên ku ji bajêr derneketin û li ber xwe dan yek jê jî Eyşe Efendî bû. Efendî, got: "Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin. Di bîra de av derneket, xwîna zarokên wan derket. Jin ji zarokên hînî berxwedanê bûn û êdî ji niha şûnda dê tu carî li ber tarîtiyê serî netewînin." 
 
DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de êriş bir ser Kobanê. Piştî ku DAIŞ'ê êrişên xwe zêde û dijwar kirin, di meha Cotmehê de li Tirkiyeyê Serokkomar Erdogan got, "Kobanê hat ket ha ket." Ev gotina Erdogan li gelek bajarên herêmê û Tirkiyeyê bû sedem ku gel dakeve kuçe û kolanan. Di çalakiyên di navbera 6-9'ê Cotmeha 2014'an de hatin kirin de, polîs û eskeran bi awayekî dijwar mudaxileyî çalakgeran kirin. Di çalakiyan de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn û bi di ser hezarî re kes hatin binçavkirin. 
 
Gava ev tişt li serxetê diqewimin, li binxetê, li bajarê Kobanê jî li hemberî êrişên DAIŞ'ê berxwedaneke mezin çêdibû. Di vê berxwedanê de ên herî zêde li pêş jin bûn û jixwe ev berxwedan wekî "şoreşa jinê" di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Ji jinên ku di dema berxwedanê de li Kobanê man û derneketin û li ber xwe dan yek jê jî Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî bû. 
 
Eyşe Efendî, rol û rista jinan a di berxwedana Kobanê de ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.
 
'TECRÛBEYA 40 SALÎ' 
 
Eyşe Efendî bibîr xist ku di sala 2011'an de li Sûriyeyê jî bi navê "Bihara Ereban" çalakî dest pê kirine û got: "Hat gotin ku wê rejîma Baas di 6 mehan de hilweşe. Wê demê ji bo şoreşê amedekariyên me tune bûn. Di destê me de çek nîn bûn, lê tecrûbeyeke me ya 40 salan hebû. Wê demê 3 rê derketibûn pêşiya me. Me rêya sêyemîn hilbijart."
 
'RUHÊ BERXWEDANÊ' 
 
Efendî anî ziman kû gelê kurd bi salan e li Suriyeyê bê nasname bû û wiha pêde çû: "Bi şoreşa Rojava re cara yekem kurd bûn xwedî nasname. Êdî kurdan tahma azadiyê kirin. Li hemberî hemû kêmasiyan guhertina zihniyetekê dibû. Dema di 19'ê Tîrmehê de şoreş çêbû di destê me de çend çekên kevin hebûn. Me meclîsên xwe ava kirin, gel ji me çek dixwest lê di destê me de tune bû, tenê di destê me de ruhê berxwedanê hebû."
 
'ARMANC TEPISANDINA RÊYA SÊYEM BÛ'
 
Efendî destnîşan kir ku di navbera êrişa DAIŞ'ê û komployo navdewletî ya 9'ê Cotmehê de têkiliyek heye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Komploya ku ji bo kurdan bêstatu bihêle derket holê bi salan beş beş hatiye meşandin. Gelê kurd bi şoreşa Rojavayê re ew komplo xist bin pêyên xwe. Armanca DAIŞ'ê ew bû ku kurdan ji nav rûpelên dîrokê rake. Di heman demê de tirkî jî alîkarî da û sînorê xwe jê re vekirin. Çekên giran di sînor de derbas bûn û gelê kurd qetil kirin. Bajarê Kobanê ji sedî 80 hat hilweşandin, lê dîsa teslîm nebû. Ji ber ku di bingeha berxwedanê da fikir û ramanên Apocîtiyê hebûn. Jixwe êriş li hemberî vê fikir û ramanê bû, êriş li hemberî rêya sêyemîn bûn."
 
'BI DERZIYA BÎR HAT KOLANDİN' 
 
Eyşe Efendî, bibîr xist ku DAIŞ berî êrişê bibe ser Kobanê, êriş biribû ser Şengalê û got: "Gel, li Şengalê wehşeta DAIŞ'ê dît. Dema êriş çêbûn gel zarokên xwe di sînor re derbas kirin û dîsa hatin di şer de cih girtin. Gel bi ruhê Apocî li ber xwe da. Şoreş xwen û xeyalên gelê kurd bû. Serokê gelê kurd Birêz Ocalan got, 'Em ê bîrê bi derzîyê bikolin.' Li Rojavayê jinan bîr bi derzîyê kolandin. Ji bîrê av ne derket, xwîna zarokên wan derket û yê ku bîr kolandin qurtek ji wê bîrê vexwarin. Êdî tu kes, ji bo şoreş çêbibe, nikaribû di cihê xwe de rûnê."
 
'TILILIYÊN JINAN KÊM NEBÛN' 
 
Eyşe Efendî, bilêv kir ku wê demê gelek kes ji herêmên cuda berê xwe dane Kobanê da şer bikin û axaftina xwe wiha domand: "Ji hemû herêman gel li Kobanê ji bo xwe cih dîtin. Li Kobanê herî zêde ruhê jina berxwedêr derket pêş. Jinan mala xwe, axa xwe neterikandin û li ber xwe dan. Dema Edogan got, 'Kobanê dikeve' jinan qet bawer nekir." 
 
Eyşe Efendî anî ziman ku şoreşa şervanên YPJ'ê ji bo cîhanê bûye mînak û got: "Jinan bi berxwedana xwe bala hemû cîhanê kişand ser Kobanê. Dilê hemû jinan li Kobanê bi hev re hildavêt. Jinan ne tenê bi çekan, di warê siyasî, aborî û civakî de jî bal kişandin ser xwe."
 
'JIN JI ZAROKÊN XWE HÎNÎ BERXWEDANÊ BÛN'
 
Efendî, diyar kir ku 9'ê Cotmehê salvegera şehadeta kurê wê Şervan e jî û got: "Di dîrokê de gelek êşê mezin hene. Her sal êşê ji yê kevin mezintir bi xwe re tîne. Em dema radibin govendê, di heman demê de em şehîdê xwe jî disipêrin axê. Jinan li Kobanê gelek keç û lawên xwe spartin axê. Jin ji zarokên xwe hînî berxwedanê bûn. Di dîrokê de mînakeke din a bi vî rengî tune ye. Jinan bi berxwedana xwe nehiştin Kobanê bikeve." 
 
'MIROVEK NUÛ AFIRANDIN' 
 
Eyşe Efendî destnîşan kir ku jinan di gelek warên jiyanê de guhertin çêkirine û got: "Ji gelek dewletên cîhanê jin ji bo vê guhertinê ji nêz ve bişopînin, hatin Rojavayê. Jinan ruh da mirovekî/e mirî. Li gelek cihê cîhanê jinên Rojava geriyan û şoreş dan naskirin."
 
'ÊDÎ JIN TESLÎMÎ TARÎTIYÊ NABIN'
 
Efendî, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku gefên li hemberî wan didomin û got:" Hinek dixwazin xeyalên DAIŞ'ê yên ku nîvco mane pêk bînin. Hê jî dixwazin kurdan tune bikin. Çawa heval Arîn û 12 hezar şehîdan li ber xwe dan, em ê jî li ber xwe bidin. Êriş bi çi awayî werin, bila bên em amade ne. Me 40 salî li ber xwe da, em amade ne ku 40 salê din jî li ber xwe bidin. Jin tu carî destkeftiyên xwe teslîmî tu kesî nakin. Jinên ku berê nikaribûn derkevin ber mala xwe, niha li serê çiya azad in. Êdî jinan dîroka gelê kurd bi tîpê zêrîn nivîsand. Êdî divê cîhan li hemberî kurdan ne durûyî be."
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

09/10/2021
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin
16:18 Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî
16:17 HDP’iyên ku PDK’ê ew binçav kiribûn hatin berdan
16:07 Di doza Hevşaredarên Pasûrê de kes girtî nema
16:04 Di lêpirsîna malbata Dîrîl de Apro Dîrîl careke din hat girtin
15:17 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
15:13 AATUHAY-DER: Wezareta Dadê sûc dike
15:07 Danişîna doza rojnamevan Kayar hat taloqkirin
15:06 Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir
14:24 Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
11:33 Piştî bombebarana Tirkiyeyê li Amediyê şewat derket
10:51 Salaz: Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in
10:43 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
10:40 Dolmîşa karkeran qeza kir: Kesek mir û 16 kes birîndar bûn
10:39 Şopa ku Ocalan di 66 rojan de li pey xwe hişt 23 sal in hêj winda nebûye
10:15 Li Girtîgeha Kirikkalê nêzî 100 girtî hatin sewqkirin
09:42 Operasyona li Bestayê dewam dike
09:35 Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin
09:26 Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin
09:05 'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin'
09:02 ‘Em ê bi kongreyê bibin bersiva zextên desthilatê’
09:02 Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin
09:02 Ji ber 'cezayên dîsîplînê' yên 10 sal berê berdana wî 6 salan hat taloqkirin
09:02 Îsal halê îsotê ne tu hal e!
09:02 Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'AN
06/10/2021
17:05 Jinên siyasetmedar ku Mûsa Orhan şermezar kiribûn hatin beraetkirin
16:17 Kesên ku xwe weke ‘polîs’ dan nasîn Savaş û Bariş revandin
16:03 Ciwanê HDP’yî: Polîsan xwest min bikin sîxur
15:41 Jinan ji bo mitînga Amedê dest bi amadekariyan kirin
15:41 Li Farqînê hejmara binçavkirinan derket 13’an
15:36 6 sal cezayê hefsê li siyasetvan Çûr hat birîn
15:09 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî hatin sewqkirin
15:02 Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê
14:53 Dozger 15 sal cezayê hefsê ji Hevseroka MEBYA-DER'ê re xwest
14:39 Li Wanê mamosteyekî 3 zarok tacîz kirin
14:38 Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike
13:42 Rêvebera MEBYA-DER’ê hat beraetkirin
13:10 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
13:09 Tundiya zilam: Keça xwe ya 14 salî bi giranî birîndar kir
13:05 Derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîna ‘Qesrê’ hat destpêkirin
12:50 Di Îlonê de 175 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:49 Dozger xwest faîlê tacîzê were beraetkirin
12:22 Di wesayîta Serokê AKP’ê de cixareyên qaçax û sîleh hatin girtin
12:21 Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin
11:54 Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye
11:49 Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:01 Têkoşîn bi ser ket û pêşengên komployê jî tune bûn
10:20 ‘Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin’
09:19 Hestên xwe bi keviran nexş dike
09:12 Bi bûyerên Kobanê HDP'ê hedef girtin: Hewl didin bigirin
09:05 'Pênûsa wêrek a Ersoz berpisiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê me'
09:04 Miduriyeta daristanan nikare mudaxaleyî birîna daran bike!
09:03 Sînorê Kobanê nerehete!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'AN
08:49 Li Stenbolê nêzî 200 karkerên kaxizan berhev dikin hatin binçavkirin