Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir

  • rojane
  • 16:02 8 Cotmeh 2021
  • |
img
AGIRÎ - Ji bo hemû bersûcên ku di doza  mirina Leyla Aydemîr de tên darizandin biryara beraetê hat dayîn. 
 
Leyla Aydemîr (4) ku bi malbata xwe re çûbû serdana xizmên xwe yên li gundê Bezîrhanê, di 15'ê hezîrana 2018'an de winda bûbû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hatibû dîtin. Di rapora ku Saziya Tipa Edlî (ATK) amade kiribû de hatibû tespîtkirin ku dest dirêjî Aydemîr hatiye kirin. Di darizandina ku jinûve hat kirin de apê Aydemîr Yûsûf Aydemîr û 6 bersûcên din beraet kirin. 
 
Danişîn li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Agiriyê hat dîtin û apê Aydemîr Yûsûf Aydemîr ku berê hatibû berdan û bersûcên berdayî tên darizandin Mehmet Alî Aydemîr, Mûsa Aydemîr, Besîm Dûrsûn, Hatûn Dûrsûn, Ayşe Artam û Yildirim Artam tevlî danişînê bûn. Dayika Aydemîr Şukran Aydemîr û bavê wê Nîhat Aydemîr ku hat ragihandin li derveyî welat e tevlî danişînê nebûn. Parêzerên aliyan jî li danişînê amade bûn. 
 
NÎQAŞA LI DANIŞÎNÊ
 
Di danişînê de qeyda dengê ku di danişîna beriya niha de pêşkêşî dadgehê hatibû kirin û hatibû nivîsandin hat xwendin. Parêzerê malbata Aydemîr Erdogan Tûnç, dema ku derbarê qeyda deng de agahî dida, serokê dadgehê ket navberê û li ser vê nîqaş derket. Tûnç, ji serokê dadgehê re ev tişt got: "We lêpirsînê mehf kir. Hûn destûr nadin ku ez biaxivim. Hûn ev raye ji kuderê digirin?" Serokê dadgehê ji Tûnç re ev tişt got: "Ez vê ji rayeyên xwe yên CMK'ê digirim."
 
Piştî re Tûnç dîsa aixivî û ev tişt got: "Di serî de bersûcan sûc înkar kirin. Bila kes bi aqlê kesî henek neyên kirin. Dixwazin demildest dozê bigirin. Ev dengê ku me pêşkêşî dadgehê girtiye bila micid bê girtin û divê bê lêkolînkirin. Peywirdarên AFAD'ê li wir hevparê sûc in. Daxwaz dikim ku hemû bersûc bên girtin û bên cezakirin." Serokê Dadgehê, diyar kir ku dengên ku Tûnç pêşkêşî dadgehê kiriye wê tu bandor li dozê neke û daxwaza nivîsandin û lêkolîna naveroka deng red kir. 
 
Dozger mutalaaya xwe ya derbarê esasê de da û ji her heft bersûcan re jî ceza xwest. 
 
HEMÛ BERSÛCAN BERAET KIR
 
Hemû bersûcan li dijî mutalaayê parastina xwe kirin û sûcdariyên li xwe red kirin. Piştre heyeta dadgehê biryar da û ji ber têrnekirine delîlan hemû bersûcan cuda cuda beraet kir. 
 
WÊ SERÎ LI ÎSTÎNAFÊ BIDIN
 
Parêzerê malbata Aydemîr Tûnç, dema ji danişînê derket bertek nîşanî biryara hat dayîn da û ev tişt got: "Matmayî me. Piştî xerakirina îstinafê me delîlên nû pêşkêşî dosyayê kir. Lê ev delîl bêyî ku bên lêkolînkirin bi awayekî lez biryar hat dayîn. Hemû biryara beraetê ya derbarê hemû bersûcan de bibin dadgeha îstinafê. Wê têkoşîna hiqûqî bidome. Hê her tişt neqediyaye. Heta dawiyê em ê dozê bişopînin."
 
 

Sernavên din

09/10/2021
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin
16:18 Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî
16:17 HDP’iyên ku PDK’ê ew binçav kiribûn hatin berdan
16:07 Di doza Hevşaredarên Pasûrê de kes girtî nema
16:04 Di lêpirsîna malbata Dîrîl de Apro Dîrîl careke din hat girtin
15:17 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
15:13 AATUHAY-DER: Wezareta Dadê sûc dike
15:07 Danişîna doza rojnamevan Kayar hat taloqkirin
15:06 Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir
14:24 Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
11:33 Piştî bombebarana Tirkiyeyê li Amediyê şewat derket
10:51 Salaz: Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in
10:43 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
10:40 Dolmîşa karkeran qeza kir: Kesek mir û 16 kes birîndar bûn
10:39 Şopa ku Ocalan di 66 rojan de li pey xwe hişt 23 sal in hêj winda nebûye
10:15 Li Girtîgeha Kirikkalê nêzî 100 girtî hatin sewqkirin
09:42 Operasyona li Bestayê dewam dike
09:35 Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin
09:26 Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin
09:05 'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin'
09:02 ‘Em ê bi kongreyê bibin bersiva zextên desthilatê’
09:02 Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin
09:02 Ji ber 'cezayên dîsîplînê' yên 10 sal berê berdana wî 6 salan hat taloqkirin
09:02 Îsal halê îsotê ne tu hal e!
09:02 Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'AN
06/10/2021
17:05 Jinên siyasetmedar ku Mûsa Orhan şermezar kiribûn hatin beraetkirin
16:17 Kesên ku xwe weke ‘polîs’ dan nasîn Savaş û Bariş revandin
16:03 Ciwanê HDP’yî: Polîsan xwest min bikin sîxur
15:41 Jinan ji bo mitînga Amedê dest bi amadekariyan kirin
15:41 Li Farqînê hejmara binçavkirinan derket 13’an
15:36 6 sal cezayê hefsê li siyasetvan Çûr hat birîn
15:09 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî hatin sewqkirin
15:02 Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê
14:53 Dozger 15 sal cezayê hefsê ji Hevseroka MEBYA-DER'ê re xwest
14:39 Li Wanê mamosteyekî 3 zarok tacîz kirin
14:38 Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike
13:42 Rêvebera MEBYA-DER’ê hat beraetkirin
13:10 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
13:09 Tundiya zilam: Keça xwe ya 14 salî bi giranî birîndar kir
13:05 Derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîna ‘Qesrê’ hat destpêkirin
12:50 Di Îlonê de 175 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:49 Dozger xwest faîlê tacîzê were beraetkirin
12:22 Di wesayîta Serokê AKP’ê de cixareyên qaçax û sîleh hatin girtin
12:21 Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin
11:54 Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye
11:49 Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:01 Têkoşîn bi ser ket û pêşengên komployê jî tune bûn
10:20 ‘Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin’
09:19 Hestên xwe bi keviran nexş dike
09:12 Bi bûyerên Kobanê HDP'ê hedef girtin: Hewl didin bigirin
09:05 'Pênûsa wêrek a Ersoz berpisiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê me'
09:04 Miduriyeta daristanan nikare mudaxaleyî birîna daran bike!
09:03 Sînorê Kobanê nerehete!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'AN
08:49 Li Stenbolê nêzî 200 karkerên kaxizan berhev dikin hatin binçavkirin