Turkdogn û Keskîn: Divê li Tirkiyê rejîmek demokratîk were avakirin

  • rojane
  • 13:44 9 Cotmeh 2021
  • |
img

ENQERE - Hevserokên ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Eren Keskîn di kongreya komeleya xwe de axivîn û bal kişandin ser girîngiya mafê mirovan û tu şansek Tirkiyê ji bilî çareserkirina pirsgirêka kurd nîne. 

 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Kongreya Giştî ya Asayî ya 20’emîn li Enqereyê li dar dixe. Piştî rêzgirtin û axaftinên destpêkirina kongreyê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Eren Keskîn axivîn. 
 
Turkdogan bi kurmancî û tirkî silav li beşdaran kir û dest bi axaftina xwe kir. Turkdogan bi rasthatina komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê qurbaniyan bibîr anî û got ew ê hesabê kuştina 104 kesan bipirsin. 
 
Turkdogan bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di serdema Kovîd-19’ê de û got di serdema pandemiyê de diasta herî jor de mafê mirovan hatiye binpêkirin û serlêdanên ji bo binpêkirinê gelek wergirtine. 
 
ŞER DIDOME
 
Turkdogan bi bîr xist ku pêvajoya şer ji 24’ê Tîrmeha 2015’an ve li Tirkiyê didome û şer dibe sedema binpêkirina mafê mirovan û mirov dibin qurbanî. 
 
‘DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD WERE ÇARESERKIRIN’ 
 
Turkdogan bal kişand ser pirsgirêka kurd û got: “Şer her ku diçe berfireh dibe. Di bin navê qeyûman de îradeya kurdan hatiye desteserkirin. Siyasetmedar û yên hatine bijartin di zindnan de ne. Îqtidar ji bo ku mutefîkên xwe yên rojavayî qanih bike, hin pakêtên reformê eşkere kir. Meha ku Bernameya Mafê Mirovan ji aliyê îqtidarê ve hat eşkerekirin, ez hatim binçavkirin. Ceza li hevalê me Racî û hevalên din birîn. Bi rastî jî karê me zor e. Divê dîsa jî em têkoşînê xurt bikin. Pirsgirêka kurd heye. Kes nikare înkar bike. Pêdiviya Tirkiyê bi çareseriya rasteqîn heye. Divê Tirkiye pirsgirêka kurd qebûl bike û muzakere û diyalogan bike. Meseleyê bi muxatabên wê re çareser bike. Çi dibe bila bibe şansek Tirkiyê ku pirsgirêka kurd çareser neke nîne. Tu şansek din nîne ku li Tirkiyê rejîma demokratîk neyê eşkerekirin. Pêdivî bi destûrek bingehîn a demokratîk heye. Bar dikeve ser milê tevger û muxalefetê jî. Divê ew jî bi rola xwe rabin.” 
 
MALABATA ŞENYAŞAR SILAV KIR 
 
Turkdogan nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar a li Rihayê jî silav kir û got ew wek ÎHD’ê rêzê ji çalakiya malbatê re digirin. 
 
MAFÊ OCALAN Û GIRTIYAN TÊ BINPÊKIRIN 
 
Turkdogan destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi hezaran girtî bi binpêkirinên mafan ên giran re rûbirû mane û heta her kes bigihîje mafê xwe wê têkoşîna wan a mafê mirovan, edalet û aştiyê berdewam bike. 
 
KESKÎN: DARAZ BI FERMANÊ KAR DIKE 
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî bal kişand ser rewşa rewşa siyasetmedar Aysel Tugluk ku li girtîgehê nexweş e û Ayselê jê re gotiye ji bo ew li pêşiya tenduristiya girtiyên din nebe asteng nexwestiye ku rewşa wê bibe rojev. 
 
Keskîn dema behsa Ayselê kir xemgîn bû û giriya. 
 
Keskîn bal kişand ser rewşa darazê û got: “Berê qet nebe me dikaribû xwe bigihanda dozgerek û dadgerek. Lê di vê heyamê de daraz bi temamî ketiye bin fermana îqtidarê. Tiştên bi tirs û xof pêk tên. Divê em vê meseleyê her tim vebêjin. Mafê mirovan tê binpêkirin. Divê pêşî li vê were girtin. Divê hemû pirsgirêk werin çareserkirin.” 
 
DEMÎRTAŞ Û MIZRAKLI PÎROZBAHÎ LI KONGREYÊ KIRIN 
 
Piştî axaftinan nameyên Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û niha girtî ye ku hatibûn şandin hatin xwendin. 
 
Demîrtaş û Mizrakli ÎHD’ê û xebatkarên wê pîroz kirin û pîrozbahî li kongreyê kirin û diyar kirin ku ÎHD bîra wan e. 
 
Piştî axaftinan kongreyê ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Piştî axaftin û nîqaşan û pêşkêşkirina raporên malî û xebatê wê rêveberiya nû were bijartin. 
 

Sernavên din

12/10/2021
09:05 NÇM her kesî vedixwîne 'Berbangê'!
09:05 50 roj in cenazê Toprak nedane malbata wê
09:05 Sinyalên GPS'ê hatin qutkirin, endezyar saetên balafirê dişopînin
09:05 Bi hinceta 'dibe ku sûc bike' wî bernadin
09:05 18 sal in pêlavan boyax dike
09:04 Li Amedê heqê kirêyan 3 qat biha bûne
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2021'AN
11/10/2021
16:57 ‘Mafê berdanê yê girtiyan tê astengkirin’
16:16 Îdîanameya derbarê qatilê Denîz Poyraz de hat qebûlkirin
16:15 Li Şirnexê konsera ji AKP'ê re serbest ji HDP'ê re qedexe ye
15:54 Li du bajaran tundî li jinan kirin
15:53 Kivilcimli li ser gora xwe hat bibîranîn: Bû çavkaniya têkoşînê
15:46 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran 7 milyon û 855 hezar kes in
15:09 Ahmet Turk emeliyat bû
14:49 Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyan meşiyan Pêşxabûrê
14:27 LaWje wê li Êlih û Amedê konsere bide
14:27 ‘Jinên Botanê wê bi rengên xwe tevlî mîtîngê bibin’
14:02 ‘Hevdîtinên Budçeyê’ yên HDP’ê: Tifaqa ekolojiyê ya li dijî rantê
14:01 Li Iraqê ji sedî 41 hilbijêran çûn ser sindoqan
13:42 Îtîraza ji bo berdana Îpek a îşkencekarê xwe kuştibû hat redkirin
13:33 Surucu îşkenceya komî ku li girtiyan hat kirin bir rojeva meclisê
13:19 Doza Kerboranê carek din hat taloqkirin
13:12 Malbata Şenyaşar: Edalet, berpirsyartî û wijdanê dixwaze
13:08 Di darizandina Komeleya Sarmaşikê de cezayê yekemîn
12:46 Yuksekdag: Li Kandirayê zext zêde bûn
12:34 Li Afyonê servîsa xwendekaran qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:16 AYM’ê têkildarî cezayê dîsîplînê biryara binpêkinê da
11:54 Serokwezîrê Iraqê Kazimî: Cîgirê Bexdadî hat girtin
11:53 Polîsan bi hêceta ‘cilên herêmî’ bi ser dawetê te girtin
11:32 Biryar hat dayîn ku milyonek tazmînat ji malbata Dînk re bê dayîn
11:25 Danişîna rojnameger Şahîn hat dîtin
09:00 Angaşta ku Tirkiye gaza bijehr bi kar tîne bihêz dibe: 548 kesan serî li nexweşxaneyê dan
09:00 Pirsgirêka wargehan veguherî firsendê: Wê qeyûm ji bo muftîtî û cemaetê wargeh çêbike
09:00 Ya faîlên wan 'ne diyar in' an jî mirina wan 'li gorî hiqûqê ye'
09:00 Gulên reş ên Xelfetiyê
09:00 Fatma Ocalan: Ji bo hatina aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2021'AN
10/10/2021
22:10 Wezareta Karên Hundir: Polisek jiyana xwe ji dest da û 3 polis jî birîndar in
20:46 Wê di nava 24 saetan de encama hilbijartinên Iraqê bên aşkerakirin
17:13 Li girtiyên li dijî lêgerîna tazî derket dan
16:55 Di bîranîna Komkujiya Garê de bi eskortiya polisan hewldana provakasyonê
16:34 'Bila 10'ê Cotmehê weke Roja Şîn û Bîranînê bê îlankirin'
16:16 Di 21 rojan de 4 jin hatin revandin
16:05 Ji HDP'ê daxuyaniya 10'ê Cotmehê: Kesên ku '400 parlamenterî' xwestin berpirsyar in
15:55 Li Îzmîrê jinek bi giranî hat birîndarkirin
15:12 Surucu ji bo îşkence komî 'Esat Oktay' bi bîr xist
15:03 Talabanî: Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
14:37 Tê angaştkirin ku PDK'ê 3 hezar dengên sexte amade kiriye û gef li hilbijêran dixwe
14:18 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:28 Agahî ji rojnamegerê ıraqî nayê girtin
13:22 Qurbaniyên Komkujya 10'ê Cotmehê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
12:30 Malbata Şenyaşar: Wê ev dewran wiha neçe
11:56 Li Şengalê dengdan hat rawestandin
10:46 Polisan mudaxaleyî kesên li ber Gara Enqerê kir
10:14 Li Konyayê jinek hat qetilkirin
09:52 Li Iraqê dengdanê dest pê kir
09:07 Parêzer Yamar: Armanca astengkirina berdanê şikandina vîna girtiyan e
09:06 Mirineke din a di binçavan de daxilî nav kiryar nediyaran dibe: Hemû kamera xerabe ne, zabitname tune ne
09:05 Dayika Hasret Tûtal a hat qetilkirin: Em ê bêdeng nemînin
09:05 Malbat sê car in ji Rojhilat tê, lê destvala vedigere!
09:00 Li Geverê 6 tax 5 roj in di bin dorpêça polisan de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2021'Ê
09/10/2021
23:59 Li seranserê Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê
22:01 Li 3 navçeyên Stenbolê panelên derbarê komployê de
17:43 Başaran: Armanca êrişên li ser Ocalan planên dagirkirina Kurdistanê ye
17:20 ‘Ji bo başbûn û kêmkirina êşê divê edalet pêk were’
16:37 Li Girtîgeha Rihayê îşkence li girtiyan hat kirin!
16:13 Peyamên hevpar ên şermezarkirina komployê: Komplo bi ser neket
15:47 Buroya Hiqûqê ya Asrin: Çareserî di azadiya Ocalan de ye
15:33 5 endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
15:26 Jiyana girtiyê ku tedawiya wî dereng dikeve, di xetereyê de ye
15:22 Li Girtîgeha Şakranê zext li girtiyan tê kirin: Girtiyan xistine depoyê
15:13 Li naverasta cadeyek Hatayê tundî li jinekê hat kirin
14:54 Yerlîkaya: 8 hezar dixtor îstîfa kirine
14:54 Xizmên Windayan Veyselê 9 salî ji bîr nekirin
14:26 Gunay: Rejîma yek zilamî xwe bi tecrîdê xwedî dike
14:04 Zarokên Baskin ê 28 sal berê hat kuştin: Êdî bi êşê re rûbirû bibin
13:52 ‘Di navbera dewlet û DAIŞ’ê de peymanek veşartî heye’
13:44 Turkdogn û Keskîn: Divê li Tirkiyê rejîmek demokratîk were avakirin
13:12 Karkerê ji Kobanê hat girtin
11:55 Kongreya Asayî ya 20’emîn a ÎHD’ê dest pê kir
11:55 Ji bo girtiya nexweş Ayşe Ozdogan banga lezgîn
11:32 Gardiyanan dest danî ser lênûskên girtiyan
11:24 Girtî: Komplo têk çû, armanc azadiya Ocalan e
11:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 215’an de ye
11:13 Togrûl ê HDP’î: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya bi fikar ber de
11:13 Cenazeyê li Sûrê hat dîtin dibe ku aydê Hakan Arslan be
10:52 Komkujiya Malbata Dedeogullari piştrast bû ku êrişek nijadperest e
10:05 Hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Iraqê kirin
10:01 Rojnamevan Koyluoglu: Piştî hilbijartina Iraqê dibe ku şer kûr bibe
09:38 Komplo di salvegera 23’yemîn de ye: Ocalan hemû destwerdanên siyasî pûç kir
09:01 Dawetên xwe li gorî çanda xwe dikin
09:01 Kampanya ciwanên HDP'î mezin dibe: Em hêviyê birêxistin dikin
09:00 'Heger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê rêyên demokrasiyê vebin'
09:00 Jinên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin
09:00 '6 sal in êşa min netebitiye'
09:00 Qeyûmê Pirsûsê ji dêvla xizmetê bike, mal û milkên şaredariyê pay dike
09:00 Dêra hezar û 500 salî bi hilweşandinê re rûbirû maye
09:00 Biryara Leyla Guven: Strana kurdî ji ewlehiya girtîgehê re gef e
09:00 Dermanê kurmancî yê xwezayî: Nêrebend